Nihat Gültekin
Gotinekê Aliya Izetbegovic gelek bala min dikşîne. Ew gotina wî min wiha nîşe girtîye lênûska xwe; “Hûn çi dikin bikin, jenosîdê ji bîr nekin. Ji ber ku jenosîda jibîrbûyî dûbare dibe”. Bi rastî dema min xebata dîroka devkî dikir, min gelek şahidên Gelîyê Zîlan û Agirîyê re rû bi rû xeber da, di nav armanca min de tenê tiştek hebû, bila ew bîranînên wan nekevin bin axa sar. Min xwest ku ew bîranînên gelek şahidan bi kitêban û belgefîlman bigihêjin raya giştî û milete me. Ez çiqas biserketim û çiqas jî biserneketim, nizanim. Lê dixwazim bibêjim ku kî çi xebat kirîye mala wan ava be. Ji ber ku gelek tişt hatin nivîsandinê û pêşîya ji bîrkirine hat birîne. Bûyerên Gelîyê Zîlan û Agirîyê bê bîrkirine aliyekî tê wateya civat bê hafiza dimîne. Dema mirov li weşanên heta niha dinihêre, dibîne ku gelek peyv û gelek sûcên ku hatine bikaranîn bi qestî hatine veşartin. Armanca wan ew e ku ew sûc bên ji bîrkirinê. Divê em tu caran komkujîya Gelîyê Zîlan û Berxwedana Araratê ji bîrnekin. Divê em van gotina guhe xwe de bikin guhar, hişê xwe de binivîsin û tu car bîra nekin.
Dema min ev xebat dimeşand, ku salan berdewam kiribû, mijarek girîng derketibû pêşîya min. Mijara girtîgeha Edeneyê û kesên li wir hatibûn daliqandin. Heta van rojên dawî jî tu agahî tunebûn ku di girtîgeha Edeneyê kî hatibûn daliqandin. Girtîgeha Edeneyê teqez di nav axiftinên şahidên Zîlanê de hebûn yên ku me bi wan re hevpeyvîn pêkanîbû. Wan teva digot ku piraniya kesên ku hatin girtin birin girtîgeha Edeneyê, li wir piraniya mirovên piştî darizandinan bi cezayên cuda hatin mehkûm kirin. Piraniya şahidan digotin ku hin ji van kesan hatin darvekirin û yên din jî bi cezayên cûr bi cûr mehkûm kirin. Gelek kes jî bi nexweşiyên cihê pêkitibûn û hinek ji wan ji ber nexweşiyên xedar jiyana xwe ji dest dabûn.
Ji Enqereyê fermaneke Mustafa Kemal di sala 1932 an de di dema nêzikî dawiya bûyeran tê heremê. “Cenabê wî dixwaze ku şakî bi zindî werin girtin”. Qaşo êdî naxwazin mirovan bikujin, lê wan ji wir şûnde bi saxî bigirin. Piştî vê fermanê, wekî ku em ji rojnameyên wê serdemê fêr dibin, dewletê hezarî zêdetir kes girtîye û şandiye Edeneyê. Di wê şandinê de gelek kes di rê de nexwaş ketine, gelek kes jî jîyana xwe dest dane. Doza li Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bi salan berdewam dike. Hin nûçeyên di rojnameyan de yên li ser girtîgeha Edeneyê ev in;
28 Çiriya Paşîn 1931, Rojnameya Cumhuriyetê;
“Rûniştina doza 700 kesên ji şakîyên Agirî wê vê hefteyê li Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê dest pê bike. Heta niha 192 kes anîne bajarê me. ”
“Darizandina şakiyên Agirîye vê hefteyê dest pê dike.”
28 Çiriya Paşîn 1931, Rojnameya Akşam
“Adana, 27 (Taybet)- Şakiyên Çiyayê Agirîyê, ku dadgehkirina wan li Dadgeha Cezayê Giran a Adanayê tê meşandin, dê heft sed kes beşdar bibin. Ji ber ku salona dadgehê dê nikaribe girseyek ewqas mezin pêşwazî bike, dê doz vê hefteyê li avahiya sînemaya Asri were li dar xistin, wekî ku min berê jî agahdarî dabû. Tevî ku dozên van bersûcan berê li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatibû destpêkirin, doz li ser pêwîstiya ku dadgeha temyîzê dîtî veguheziya Edeneyê. Heya niha 192 kes ji teşwîqên bûyerê hatine bajarê me.
Wekî din, dê van rojên din 240 kesên din jî bên bajarê me. Ji bilî vê, 91 kesên ji Ercîşê di roja 14 an ji Ercîşê derketin. Îhtîmalek mezin heye ku ew sibe êvarê (îşev) werin Adanayê. Wekî din, ji hêla Daîraya Istintakê ya Ercîşê ve hat ragihandin ku dê 62 girtî û 40 negirtî bêne şandin. “
24 Tebax 1932, Rojnameya Akşam
“Li Edeneyê 106 şakî têne muhakemekirin. Di nav wan de hin kesên Beg jî hene.
Adana, 23 (Taybet) – Darazandina rûniştevanên Çiyayê Agirîyê îro jî berdewam kir. Bi 106ên hatine girtin bi rêz wek bi qefîle anîne dadgehê. Di dema dadgehkirinê de, ku sê demjimêran dom kir, tenê nasnameyên wan dikarin bêne eşkere kirin. Di nav sûcdaran de hin Beg û Begzade hene. Di nav wan de, Sico Axa û Yusuf İsmail, Bedri û Nadirzade İbrahim Beg yek ji parêzerên bajarê me Nazmî Bey tayîn kirin”.
Dema ez li herêma Erdîşê pey şahidên komkujîyê digerîyam, em rojek çûbûn li gundê Pêrtaxê. Li wî gundî ez bi kurê Gulîzara Elîyê Mîrzê, Dirbaz Telek re axifîbûm. Di kovara Zendê de hevpeyvînek bi sernavê Çend Dîmen Ji Qirkirina Gelîyê Zîlan ji alîyê Îkram Îşler de hatibû weşandin, min ew bi dest xistibû. Di wê hevpeywînê de Gulîzara Elîyê Mîrzê weha behsa komkujîya Gelîyê Zîlan û girtîgeha Edenê dike; “…Xencî Bekiran li sê cîhan. Cihek li Ada Xeybê bûye. Li Milk û Çaxirbegê hatine kuştin. Xasiya min digot meha havîne. Cinazê wan ma, go îcar agir berdanê. Go îca sê meh havîn çû îca em hatine nava wan. Îca go çawa bila teşbîh nebe heywanê ku mirar dibe a hestîyên wan bi hev ve dimînin. Go îca me ji îşlîkên wan ew nas dikirin. Go me digot ev îşlikê Seîdê Miho ye. Ev îşlikê Sufî ye. Ev îşlîkê Alo ye, de Alo jî li Çakirbegê kuştibûn. Alo kurê Efendî ye. Go îca me hestîyên wan dixistine pêşa xwe, erdek dikola darikek davête ser, hinek xwelî davête ser, me lê dida em diçûn.
Bavê min revî. Îca çûbûn muxbîrî kiribûn, esker hatin bavê min girtin. Îca bavê min Sakelî li Erdîşê hate girtin. Ûso hat em birine Binalixê. Salek mabû diya min Hecî İsat li milê wê bû. Bi Ûsiv ve mabûne li mala meta Zeyneb. Mala pîrka te. Hecî Mihê û Ahmedê bavê te wê çaxê sivik bûn. Wan salekê bavê min di hefsê de xweyî kir. Piştî salekê hildan birin Edeneyê. Erê lê bavê min pênc- şeş salan jî di Hefsa Edeneyê de ma. Bavê min piştî sîyaseta Gelî heft salan hate girtin.
Lê zehf neçûn. Bekir Beg bû. Memed heye bavê wî Silo bû. Ahmê Şewêş bû. Mîrzê Baso bû. Şukrî bû. Elî bû. Li vir, li Erdîşê şikiyat çêbû, giregir hemû hatine girtin. Çûne Edeneyê. Şikiyatê wan jî Sidîqê Heso bû. Îca paşê de te nedî. Hinekan cih ji wê jê re dan, qet nehatin. Ev jî revîn hatin.”
Dema ez li heremê dû şahidan digerîyam, carcaran ez bo axaftinê du caran, sê caran jî diçûme cem hinek şahidan. Ez bi îhtîmala gelo ez ê tiştên nû fêr bibim an na dubare diçûm cem wan şahidan. Ez ji wan cara dûyemîn çûbûm cem kekê Mehmet Polat jî. Mehmet Polat her du hevdîtinê me de bi berfirehî behsa Komkujîya Gelîyê Zîlan û girtîgeha Edenê wiha dikir; “Ez aniha 74 salî me. Min ev tiştanan mezinên xwe, bavê xwe hildaye. Evana qite qit min hemûya vana girt. Min mesela Gelîye Zîlan hemasa bav û dêya xwe pirskir. Wana jî biçik biçik min re behskir. Em kuda biçûna min her dem sual dikir. Em diçûne gund, bavê min erezîye me min nîşan dikir. Digot eva ye meye, eva ye meye. Niha jî erezîye me heye. Niha jî qismek erezîye me, dest hara ye daye(dewletê ye). Wî çaxî anîn hatin, herekî vana çar quriş dane van, erezîyên wan hemû kirin, male xezîne ye. Erezî nedidane wan, erezî jê standin.
Giregirên 32 gundan, 30 eşîrî, sed hebî di nava van da digrin û dibine girtîgeha Edene ye. Girtîgeha Edene ye, li wê derê ji nav da 30 heb wana, li vira înfaz dikin dikujin. Di nava van da kalke min jî heye. Kalke minî Efendî, ev jî di nav wan de bûye. Efendî ye Bedo. Navên van niha min hemû nivisîne. Hemû tesbitkirî cem mine. Eze niha vana jî bidim ber cavên te. Temamên van cem min e, tu vana lêkolîn bike. Vana jî 30 hebî di nava hebsê de infaz dikin. Hineka digirin diavejin hebisxanê, wanê dinê jî sirgûn dikin. Mefî dikin dişînin Anadolû yê, dişînin Trakya yê, cûda cûda cîya de mefî dikin. Qetlîama Gelîyê Zîlan aha dibe. Wanî çûn nefîyê, qismek wan hatin, qismek wan jî li wir ma. Eqreba me jî li wir man. Apê minî Ûnis, apê minî Seîd ewana çûn Erzîn ê. Evana li wan deran man, nehatin. Hinek çûn Çanakkale, evana zivirîn hatin. Yanî kismek hat, wanî din nehatin.”
Di dawîya axaftina me de, çawa wî xeberdana xwe de kerem kirîbû, derxist çend rûpel da min. Dema li wan rûpelan nihêrî, min dît ku bi destnivîsa wî behsa bûyera Komkujîya Gelîyê
Zîlan tê kirin. Wî nêrînên xwe di çend rûpelan de bi zimane Tirkî nivîsîbû. Dema min lê nihêrî sernivîs gelek balkêş bû. Di girtîgeha Edenê de, 30 kesên giregirên eşîran navên 14 kesên ku hatine înfaz kirin. Gelek bala min kişandibû, navên wan bi zimane Tirkî wiha nivîsandibû;”
1- Mehmet Oğlu Mîrza Gomik Köyü İskanli Aşireti
2- Kasım oğlu Tahir, İncesu Köyü, Begiranli Aşireti
3- Oka oğlu Tahir, Kızılviran Köyü Abdoyi Aşireti
4- Süleyman oğlu Zekeriya Hacikaş Köyü Bekiranlı Aşireti
5- Selman Oğlu Mehmet, Partaş Köyü, Mikayili Aşireti
6- Kuli oğlu Cibir, A.Göze Köyü, Kalkanli Aşireti
7- Mîrza oğlu Muhyettin, Şor Köyü, Hamoylu Aşireti
8- Baso oğlu Mirza, Ziyaret Köyü Meğsoyi Aşireti
9- Bedo oğlu Efendi, Pirneşin Köyü, Ecoylu Aşireti
10- Reşit oğlu Mustafa, Macaris Köyü Halolu Aşireti
11- Murat oğlu Selman, Eğîs Köyü Celî Aşireti
12- Temir oğlu Mustafa Kardoğan Köyü, Hecideriya Aşireti
13- Hiso oğlu Ali Kertis Köyü, Abdoyi Aşireti
14- Hasan oğlu Hüseyin, Hasanabdal Köyü, Hamoylu Aşireti
Hemû kesên ku di vê heyamê de hatin girtin ji bo darizandinê şandin Edeneyê, girtîgeha Edeneyê. Piştî Serhildana Agiriyê, veguheztina piraniya serhildêrên Kurd berbi girtîgeha Edeneyê bû mijara gelek stranan jî. Weke ku tê zanîn, piraniya kesên ku çûne vê girtîgehê, gelekên ji wan venegeriyane. Hin serhildêrên Kurd bi derziyên kujer li zîndana Edenê de hatine kuştin. Yên din ji ber tîfoyê di girtîgehê de mirine. Hin ji wan jî ku piştî ku cezaye wan qediya vegeriyan Herêma Zîlanê. Hinek jî wan cihê yên Anadoluyê bi darê zorê hatin bicihkirin.
Di vê nivîsa xwe de dixwazim mînakekê din jî bidim. Paşê jî dixwazim derbasî mijara xwe ya esasî bibim. Mijara min cara ewil derheqa wan kesên hatine îdam kirin rojnemeyekê fermî de agahî hatibû weşandin. Min dixwest ez bi gotinên şahidên Zîlanîyan wan piştrast bikira. Dema ku em li herêma Zîlanê li ser pirtûk û belgefîlmê dixebitîn, min bi Mehmet Gurbuz re hevdîtin çêkirî bû. Bavê wî li girtîgeha Edeneyê de çend salan hatibû ceza kirin. Çîroka Mehmet Beg, ku şopên kûr ên wek êşa gel di rêzikên li ser rûyê wî de veşartî bû. Sekna wî pir balkêş bû. Ev malbat yek ji wan bi hezaran malbatan e ku jiyana wan di nav aloziyê de ye. Ji ber ku jiyan bi rêça xweya asayî didome.
Di Komkujiya Zîlanê de 44 endamên malbata Hesen Gurbuz ên ji gundê Gomikê anîne li gundê Cergeşînê ji aliyê leşkeran ve hatine gulebarankirin. Demek şûnda hestiyên malbata Hesen rakirine û birine li gundê Papişkînê û li wir devereke vala vedişerin. Kurê Hesen, Mehmet Gurbuz, li ser Komkujiya Zîlan, girtîgeha Edeneyê û sirgûnê, ku bavê wî tê de jiyabû, gelek tişt vegotin. Wî nusxeyek ji belgeya jidayikbûnê ya ku bavê wî li xerîbiyê daye wî cem xwe xwayî dikir. Me wêneyên wî û ev nasnama (kimlikê) kişandin.
Mehmet Gurbuz, şahidiya salixdayîna jiyana bavê xwe a li Zîlanê piştî sirgûniya wî dike: “Rojekê, bavê min çû li gundê Zîyaretê ez jî pêra çûm. Em çûn serdana Mihemedê Baso, ew jî ji sirgûnê vegeriya bû. Wana qala girtîgeha Edeneyê dikirin û digiriyan. Dîsa, ez bi bavê xwe re diçûm gundê Akrakê; li wir Bekirê Delo ji sirgûnê vegeriya bû. Carna me berê xwe dida gundê Axbaş; li wir me berê xwe dida Siltan, ew ji girtîgeha Edeneyê sax filitîbû. Aşê arê wî hebû. Navê jina wî Hevsê bû. Piştî wê, ez bi bavê xwe re diçûm mala Mistefayê Tosin Axa. Ew jî sirgûn kirîbûn. Mistefayê Tosin Axa bavê wekîlê AKP ê Kerem Altun e, ku di 2007 an de ji Wanê wekilê meclisê hate hilbijartin. Kalikê Kerem Altun, Tosun Axa sirgûnê Denizliyê bûbû. Bavê wî ev yek digot. Wî digot ku, “mexbere bavê min Tosun Axa li Denîzliyê ma.”
Çawa ku min li jor jî behs kir, girtîgeha Edeneyê her tim di rojeva kurdan de mabû. Lê heta îro, agahiya me ya berfireh tunebû ku kî birine girtîgeha Edeneyê û kî hatiye îdam kirinê.
Îro lêkolîner û nivîskarê kurd Huseyîn Siyabendî li ser hesabe xwe yê medyaya civakî Twitterê nûçeyek weşand û rê li ber vê lêkolînê vekir ku sipasdarê cenabê wî me. Ez çend roj şûnde çûm cem wî camêrî, min xwest ku ez wan gotar û wêneyê bigrim û di nivîsa xwe de bikarbînim. Gelek kêfxweş bû û destûr da min. Ez bi van agahiyan gotara xwe diqedînim. Li ser bingeha belgeyê, heta îro cara yekem em belgeyekî fermî derbarê navên Kurdên ku li girtîgeha Edeneyê de hatine dalîqandin, dibînin. Hejmara rast a hûrguliyên di vê belgeyê de nayê zanîn, ji ber ku pelên li ser doza darizandina serhilderan hîn ne vekirî ne. Ew bi gotara rojnameya Swêdî Dagens Nyheter re, ya 23ê Gulana 1932an, lihevdikeve. Li gorî vê nûçeyê, “di dawiya darizandinên ku li Edeneyê hatin kirin de, ji bilî kesên firar û biçûkan, 44 hukmên îdamê hatin dayîn. 31 kes (navên wan ne diyar in) hatin îdam kirin”.
Li wî belgeyê navên 30 ji van 31 kesên ku navên wan ne diyar in cihgirtine. Kesê ku nûçe nivîsandiye diyar dike ku navê yekî ji wan awarte(mustesna) ye û navên yên din dinivîse. Di vê belgeyê de navên ku hatiye nivîsandin”
“Adana (Taybet) – Min di derbarê biryarên kesên ku ji beşdarbûna serhildana Agiriyê xilas bûne agahdar kir.
Ji xeynî van, 250 êşên din li benda diyarkirina edaletê ne. Kesên ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û ji ber temen cezayê wan hatiye kêmkirin, 31 kes wê bên îdamkirin. Ji xeynî navê yekê, ez nasnameyên yên din tomar dikim.
Tîmur, kurê Reşît, ji gundê Ercişin Macaris,
Mustafa, kurê Tosun ji Akaraktan
Abdulkadirê kurê Mistefa ji gundê Tello yê Sêrdînê ye
Mirza kurê Mistefa ji gundê Erçişin Süleymanağa,
Kurê Baso Resit ji Ziyaretê
Kurê Baso Mîrza ji Ziyaretê,
Ahmet, kurê Silo ji Kurdenkaz
Kenan, kurê Şemdîn ji Kurdenkaz,
Memu, kurê Haso ji Espisînekê,
Alî, kurê Huseyin ji Akizê,
Bişar, kurê Osmanê ji Sûskûnê,
Omer, kurê Ahmi, ji Ezîka Jêrîn
Cemşît, kurê Hacî ji Ezîka Jêrîn,
Brahîm, kurê Silêman ji Hacıkaşê,
Halit kurê Mahmut ji Kellekûpê,
Suleyman Ali ji Yekmalê,
Reşît, kurê Hesen ji Ahîzdanê,
Ûsifê kurê Silêman ji yê Güzel(Bedew),
Hamo kurê Omer ji Ahizê,
Hamid, kurê Alî ji Kûrdenkazê
Husêyînê kurê Mistefa ji Ahîzdanê,
Cabir, kurê Kuli ji Hakê,
Esmi kurê Kolos ji Kilîsê,
Omer kurê Beşîr ji Kadiraskerê,
Sait, kurê Hecî ji Ezîkê,
Sûslû Abdullah, kurê Mistefa, ji gundê Bayik ê Wanê,
Şakir, kurê Mustafa ji gundê Cancakpur girêdayê Ercişê,
Xoce Ûsif, kurê Ali, ji Yekmalê
Hesoyê kurê Silo ji Yekmalê,
Osman, kurê Muhyi, ji Ahizê. “
Dawîya dawî de, li gorî vegotina Mehmet Gürbüz; ‘Mirzê Baso, Mihemedê Baso, Elîyê Baso, Reşê Baso, Evdîyê Baso… Yanî, pirraniya malbata Baso di wê beşê de bûn” û bi wê belge va gelek nav hevdû piştrast dikin, lihevdikevin. Divê mirov li ser wê mijarê pir bisekine û kur bikole. Di wê nivîsê de navên belgeyên fermî û yê xebatên dîroka devki me berhev kirîbû me cara ewil anî ba hev. Erê bi gotina Zîlanîyekê; “bila Xwedê wan rojan careke din nîşanî dijminên me neke”. Tiştên civata me re gotin; bîranîn qedexe ye, em jî dibêjin bîranîn jîyan bixwe ye. Heta hetê em e jana xwe, êşa Zîlanîyan bîr bînin. Tiştên herema Zîlanê pêk hat, ew dikare li her heremê dubare bibe. Ji bona wan tiştan em dibê hişîyar bin. Ji ber ku tu kesek me ji van xetereyan rizgar nake. Bi bîranînê, em dikarin pêşîya bîrakirine bigirin û xwe xwe rizgar bikin.
Çavkanî;
Hevdîtina min û Mehmet Polat 21.06.2015
Hevdîtina min û Mehmet Gürbüz 17.06.2015
Kovara Zend, Payîz 2010
Arşîva Rojnama Cumhurîyetê- Şaredarîya Mezin a İstanbûlê Kitêbxana Ataturk
Arşîva Rojnama Akşamê- Şaredarîya Mezin a İstanbûlê Kitêbxana Ataturk
Arşîva Rojnama Son Posta 27 Nisan 1932, (Hüseyin Sîyabend)
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com