Lawik li ser kerê ye û bavik jî li pêy e

Weli Sebrî

Roman huner e, hunerek afrandî… Berîya ku biafirînî di mejîyê xwe da xîyal dikî û difikirî, di dilê xwe da jî wê dimeyînî, dihunînî û dixemlînî. Ev kar karê nivîskar e. Belkî jî, ev kar karê sal û mehan e… Nivîskar nikare romana xwe di şev û rojekê da bifkire, bixemlîne û biqedîne. Heta vir rastî rastîya nivîskar e.

Di serî da roman bi zimanekî hatîye nivîsandin û derketîye holê. Divê meriv yekem li ser ziman raweste. Ziman zimanekî çawa ye, herikbare yan na? Dewlemend e yan na? Têyî fahmkirin yan na? Di vî warî da tu dikarî pirsên xwe zêde bikî û bibêjî. Heke babet ku Zimanê Kurdî bûye (be û hwd) divê meriv ne carekê lê deh caran li ber çavan bigire û binêrixîne.

Wek naverok rastî û ne rastîya romanê jî girîng e. Di vir da peyama ku tu dixwazî bidî derdikeve pêş. Nivîskar ji bo xwe nanivisîne, ji bo civakê dinivisîne. Dixwaze bala xwendevan bikişîne qehremanê xwe û ji ser qehremanê xwe ra jî berê xwe bide dilê civakê, mejî û rastîya jîyanê.

Bi naveroka xwe roman ne rastîya her kesî ye. Xwendevanên romanê dikare xwe tê da jî bibîne û li dervayê wê jî. Nivîskar timî dixwaze xwendevanên xwe di romanê da û bi qehremanên xwe ra bigire û bigerîne. Pirs e, lê çawa?..

***

Çîrok e. Divê em vê çîrokê jî bînin ziman û bibêjin. Jiber ku naveroka vî çîrokê barê nivîskar sivik dike.

Bav û lawê xwe sibê radibin, kerê xwe didin pêşîya xwe û berê xwe didin bajêr. Kerê wan vala ye û li pêşîya wan dimeşe.

Rastê rêwîyan tên û ji wan yekî simbêlboq, li bav vedigere û dibêje:

“Hela hela! Ê de hela tu were li min û vî camêrî û kiryarên wî. Ker ji bo bar e, lawo. Meriv ji xwe ra lêsiwar dibe û rê tere. Vî nezanî jî daye pê û dimeşe. Hela hela! Xwedê şaş kiriye, Xwedê…”

Ji wan dûr dibin şûnda camêr, li lawikê xwe vedigere û dibêje:

“Nebû, lê qet nebû. Dêmeg, em şaş in û şaştî di me da ye. Ê de were, lawo. Were tu lêsiwar bibe, min bi gorî. Siwar bibe û bila xelk û alem berê xwe nedin me û gotinên xirab nekin…” Ê de wexta ku bû dibe.

Di rêwîtîyê da rastê komekî din tên û ji komê yekî hût, li camêrê me vedigere û dibêje:

“Ê de hela tu were li min û vê ecêba Xwedê! Ne îzan û însaf maye û ne jî aqil û fahm…Na, bavo! Ne giranî maye û ne maqulî…Dinya xirab bûye, lê haya me jê nebûye. Ê de hela hûn werin lêmêze bikin ku em ketine çi halî. Lawik li ser kerê ye û bavik jî li pêy…” Heke gotinek tenê be, li ser seran û herdu çavan.

Bav, li lawê xwe vedigere û dibêje:

“De peya be, bavê mino. Pêya be û were xwarê. Ma te nebihîzt? Dêmeg ne carekê, lê me du car şaştî kirîye. Tu were peya be û ez ê ji xwe ra li wî heywanê Xwedê siwar bim…”

Li rûyan bila çav hebe, lê çavo tu nebînî. Dev, dev e. Bila hebe, lê bila ne gotinê bike û ne jî bibêje. Di rêgirtinê da rastê kal û pîran tên û kalek ji wan kalan berê xwe dide camêrê me û dibêje:

“Lawo! Xwedê heye, Xwedê!… Tu qet fedî nakî tu wî lawikî belengaz li pey xwe dimeşînî. Gelo ma te aqilê xwe bi nan û penîr xwarîye tu li kerê reş siwar dibî û lawikê feqîr jî didî pey xwe dibezînî. Min digot qey hezkirin, xwezanî û maqulî maye û heye. Na, bavo! Çi hezkirin û çi hal!..”

Çirok dirêj e, mebest jî zelal û vekirîye.

Werhasil, herdu bi hev ra jî li kerê siwar dibin û îcar jî gunehê wan kesan li kerê tê. Bav û law, radibin lingê kerê girê didin, darekê dirêj di bin ben ra dirêj dikin û di bin granîya kerê da demekê dimeşin û diwestin. Kerê xwe datînin û lingê wî vedikin.

Bav li lawê xwe vedigere û dibêje:

“Dev xelkê ne benê doxinêye ku dema te xwastîye tu yê wî wê vebikî û girê bidî. Gotin e û her kes gotina xwe dike. Nabêjim guh nede. Guh bide, lê wek wan neke û li ser rastîya xwe bimeşe…”

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !