Li Ser Yekîtiya Ziman - Celadet Elî Bedirxan

Li Ser Yekîtiya Ziman – Celadet Elî Bedirxan

Gotina xweyiyê benda Eksî Sedayî Hawar`gelek rast û qenc in. Di ser wan re tu gotin nînin.

Herwekî me çend caran gotiye yekîtiya milletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî milletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çand zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin.

Ji hejmara pêşîn ve xuyaye ko armanca Hawarê a pêşîn û bingehî ev e:

Di hertiştî de yekîtî

Ev aramanca ha ji me re bûye destûr. Heta niho em bi vê destûrê ve çûn, îro diçin, di dawîyê de dê biçin. Wekî niho, kiryariya her rojname û kovarê ji bona welatê biyaniyan ji cihê çapkirina girantir e. Lê Hawara ko di hertiştî de meyldarê yekîtiyê yekiriyariya xwe ji bona her welatê ko tê de kurd hene wek hev kirine. Bi vî hawî li Harwarê ziyan dibe. Ji ber ko heqê postê ji bona Sûriyê 10santîm, lê ji bona Îraq û Îran û welatên Qefqasê 150 santîm e.

Lê em pê qaîl bûn da ko kurd di kiriyariya Hawarê de jî wek hev bin.

Belê em dizanin ku zimanzanayê bi qîmet û hêja mamostayê giram Tewfîq Wehbî Beg jî bi herfên latînî elfabêyek çêkiriye.

Pey ra rokê me hevdu li Şamê dît elfabeyên xwe ji hev re dan zanîn û ew danîn ber hev. Di navbera wan de ferqin hebûn. Me dil kir di cih de elfabeyên xwe bigihînin hev û ji herduwa elfabêyek nû bibijêrin û belav bikin.

Hingî destbirayê min ê xwoşewîst û giram digot ko hîn ser elfabêya xwe dê bixebitim.ji lewra yekirina elfabeyên xwe me avêtibû dawî ye.

Di pey re Tewfîq Wehbî Beg çû Îraqê. Lê teşxelenin nexweş qewimîn ko ji bona herkesî nas in. Digel vê hindê min jê re çend caran nivîsand, lê li min venegerandibû. Vê paşiyê me zanî ko nivîsarên min negihanbûn destê wî.

Ji xwe derketina Hawarê ji bona vê yekê dereng maye. Hawar di meha gulanê de derket. Min rusxeta Hawarê di bîst û şeşê çiriya berê 1931ґê de girt û karên derxistina wê di pêşiya gicokê (şibatê) de pêk anîbû.Çar caran ez li hêviyê mam, da ko bi destbirayê xwe ve dest bi dest elfabêke welê derînim ko pêşdetir rê li duyîtiyê vemekit. Lê herwekî min jor ve got li min nedihat vegeradin. Jê bêtir jî min nikarîbû ez li hêviyê bimînim.

Ji lewre me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re dazanîn. Îro di meydanê de tiştekî çêkirî heye.Kovarek û elfabêyek. Elfabêyek û kovarek. Nik dilê min ji bona îro ya çêtir û rastir ev e ko em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta hingê ko mehceta edlandinê bikevit pêşiyê û rê li me bigirit, pêşve bibin.

Digel vê hindê divêt ez careke din jî bibêjim ko em hergav meyldarê yekîtiyê ne u armanca xebata me yekîtî ye. Em bi gavinin bi vîn û hişk ber bi armanca xwe ve diçin û nasekinin. Ji ber ko destpêkirina me ji xwe bi derengî ketiye. Em nema dikarin di hêviyê de bisekinin.

Gelek sipasan li Pirotê delam dikim ko ev hinceta ha xiste destê min.

Celadet Elî Bedirxan
Hawar: Hejmar 9

Lê Binêre

Xelîl Xeyalî

Alfabeya Xelîl Xeyalî

Mamoste Qedrî Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modka ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Seîdê …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !