Zeynelabidîn Zinar
Cuwanên Delal!
Eger hûn bi zimanê xwe bixwînin, hûn dê her serfiraz bin û serkeftinê jî bibînin. Lê eger hûn bi zimanê xwe nexwînin, hûn dê her belengaz bin û di bindestiyê de jî bimînin.
PÊŞGOTIN
Di wan duwazdeh salên ku min lêkolîn li ser folklora kurdî dikir de, gelek tifltên hêja hatibûne bidestxistin. Piraniya wan, di her deh cildên XWENÇEyê de jî hatine çapkirin.
Di wan deh cildan de, jimara tifltên folklorî wek sernav gihaye 1.710, lê ya çîrokan 370 ye. Îcar min 80 çîrokên cihêreng ji nava wan hilbijartibûn û ji bo zarûk û cuwanên Kurd kiribûne mîna pirtûk. Lewra di wan texlît çîrokan de balkêflî, fentezî, xwenasî, têkiliya kulturî û heskirina ji zimanê xwe yê nijadî pir heye.
Ev rastî jî heye ku gelek babet di çîrokên folklora kurdî de hene ku mejiyê zarûkan pirr didine flixulandin. Bi wê yekê dinyayeke bê sînor li ber wan vedibe ku di tarîstaneke bêkevî de, li tîrêjên ruhniya jiyanê rast tên û bi wê zanîn û rewflentiyê têne dagirtin û kame dibin.
Ev babetin wisa, di çîrokên folklora neteweyên din de weke ya di yên kurdî kêm hene. Ji ber hindê pêdiviya zarûkan pir bi xwendina pirtûkên wisa heye û pir jî girîng e ku zarûkên Kurdan bi çîrokên folklora kurdî perwerde bibin.
Ev çîroka bi navê MELEKULÎ ji aliyê du mamosteyên zimanê kurdî ve hatiye bereçavkirin û di warê pedagojî de jî sererast bûye.
Bi umîda ku ev pirtûk wê sûdekê bigehîne zarûkên Kurdan û li pirtûkxaneya Kurdistanê jî pîroz be.
MELE KULÎ
Carek ji caran, rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. Lê ji xeynî mar û miflkên li qulên dîwaran.
Hebû tubebû, dibêjin di çax û zemanekî de, pîrejineke uncûrokî û kurekî xwe yê keçel hebûne. Navê pîrê Çûçê bû û navê kurê wê jî Kulî bû. Lê belê kesî navê wan ê rastî nedigot, ji Çûçê re digotin Pîrê û ji Kulî re jî digotin Keçelok.
Pîrê û kurê xwe Keçelok pir feqîr bûn. Keçelok her sal golikvanî dikir. Diya wî jî her êvar diçû li nava gund digeriya, nanê golikvantiyê berev dikir. Ha bi wî awayi, Pîrê û Keçelok zikên xwe têr dikirin û jiyana xwe didomandin.
Keçelok her sibe gava golik dibirin çêrê û êvarê jî gava golik dianîn malê, di ber kaniya gund re diçû û dihat.
Îcar ava kanîya gund jî pir hindik bû û jin li berê diketin dor, gava dora kê bihata hêj çêrên xwe tije av dikir û diçû mala xwe.
Keçelok çi gava didît ku jina Melê gund dihat kaniyê, jinên gundiyan dora xwe didanê, îcar Jina Melê zû cêrê xwe tije av dikir û vedigeriya diçû mala xwe. Lê gava diya Keçelok Çûçê diçû kaniyê, ji xwe kesî dor nedidayê û li pafliya hemuyan dima.
Rojekê Keçelok xwe bi Xwedê fikirî û got: Divê ez jî bibim mele. Qenim bila diya min ji vê rebeniya han bifilite!
Keçelok golik birin nava gund û gote gundiya ku ew êdî golikvantî nake.
Pifltre Keçelok çû malê û got diya xwe:
– Ha dadê! Ji îro pêfltir, ez ne golikvan im, ez mele me! Min biryara xwe da û çû! Edî tu ji min re nebêj Keçelokê Golikvan.
Diya Keçelok got:
– Kurê min! Tu li kur û meletî li kur?
Keçelok got:
– Dadê! Niha min biryara xwe daye ku ez ê bibim mele! Lê ez hêvî dikim, tu wê çarika xwe ya zêde bidî min.
Diya Keçelok got:
– Tu yê çi ji çarika min biki?
Keçelok got:
– Ez ê ji xwe re bikim flaflik!
Cûcê qasekî bi kurê xwe Keçelok kenîya û pifltre got:
– Ha wa ye di flalikê de, li pell daleqandî ye, here ji xwe derxîne!
Çûçê digot belkî kurê wê Keçelok bi wê tinazên xwe dike. Lê dît ku wa ye Keçelok çû çarika diya xwe anî, kir flaflik û da serê xwe. Pifltre ew çeltikê nanê golikvantiyê jî girt û rabû çû li ser poxanan geriya, çi perçe kaxezên ku dîtin berhev kirin û anîn malê, ew bi meqesê mîna hevûdu birrîn, binê wan bi ta û derzî dirûtin, kir mîna pirtûkekê û xist çeltikê xwe. Îcar rabû merflekê jî kir mîna cube û li xwe kir, flaflik da serê xwe, tizbiyeke notûnehlib da destê xwe, çeltik da milê xwe, gopalekî da destê xwe û xatir ji pîra diya xwe xwest, da rê û çû.
Keçelokê golikvan xwe xist sûfê meleyên dozdeilmî û çû, çû ha ku dît giha bajarekî. Hema berê xwe da nava kuçe û kolanên taxekê û çû.
Carekê hema Keçelok dît ku va ye jinek hat pêfliya wî û got:
– Seyda! Bi kerema xwe ka bisekne!
Keçelok sekinî û jinikê got:
– Seyda! Ez qerwafla keça Paflê me. Xatûna min wa ye di pencerê re li me dinihêre, wê got: Eger Seyda karibe, bila were virê, hinek îflê min pê heye!
(Wêne: Kolan, cube li Keçelok e, flaflik li serê wî ye, tizbiyeke notûnehlib di destan de ye, çeltik li milê wî ye, gopalek di destê wî de ye. Jinek hatiye pêfliyê. Qîzek serê xwe di pencera qatê jor re derxistiye û li wan dinihêre. )
Keçelok bi Qerwaflê re çû ku here ba Qîza Paflê, Qerwaflê got:
– Seyda! Tu zanî, hinek zêrên xatûna min wenda bûne. Ji xwe ji te ve diyar e! Îcar ez di bextê te û Xwedê de me, tu jê re behs nekî, lê min ew zêr birine!
Keçelok got:
– Ji xwe ez dizanim û ez behsa te jî nakim! Lê ka bêje, te ew Zêr xistine kurê?
Qerwaflê got:
– Li kêleka pencera oda wê, qulek heye. Min, zêr xistine wirê!
Keçelok û Qerwafla Qîza Paflê hilkifliyan çûn tebeqa jorê û ketin oda Qîza Paflê. Îcar Keçelok piflta xwe da keçikê û got:
– Xatûna delal! Tu çi dixwazî?
Qîza Paflê got:
– Seyda, ev heftiyek e çend cot bazin, gustîl, guhar û kembereke min wenda bûne. Îcar ez digerim û nagerim, ez nabînim. Gelo tu nikarî li kitêba xwe binihêrî û salixê wan bidî, ka kê ew birine!
Keçelok got:
– Xatûna delal! Ji xwe hewce nake ku ez li kitêbê binihêrim û hêj salixê zêrên te bidim. Niha qulik tarî ye û çavên min rind nabînim!..
Qîza Paflê got:
– Seyda! Kîjan qulik?
Keçelok got:
– Qulik, qulik, lê!..
Qîza Paflê got:
– Im…, him…, wey liminê! Rast e, Seyda xebera te ye!
Qîza Paflê bezîya çû ber pencerê, destekî xwe xist wê qula ku Qerwasê ji Keçelok re gotibû û zêrên xwe jê derxist, tev anîn û hat ba Keçelok.
Îcar Qîza Paflê çend lub zêr hildan û gote Keçelok:
– Seyda! Mala te hezar carî ava be! Ha ev jî, ji te re ne. Lê bila qerwafla min bi te re bê û te bibe ba terziyê me, da bedlek kincê delal, safleke nû û kurkekî xweflik çêbike. Wan li xwe bike û hêj here!
Keçelok got:
– Ê de bafl e, Xwedê xêra te mezin bike.
Qerwafla qîza Paflê da pêfliya Keçelok û ew bir ba terzi, gotê:
– Xatûna min got: Bila bedlek kinc kurkekî û flaflekê ji kîsê min ji Seyda re çêbike!
Qerwas flûnde vegeriya çû malê. Terzî jî gaz û meqes girtin û dest bi qumaflê qebardîn kir birrî û ji Keçelokî re bedlek cil, kurkekî û flaflek çêkirin. Keçlok ew kincên nû li xwe kirin, rabû xatir ji Terzî xwest, çetik da milê xwe û da rê çû.
Keçelok li nava kuçe û kolanên bajêr geriya, xaniyekî vala dît û ji xwe re kirê kir, pifltre çû sûkê çend lib zêr hûr kirin û pê hin qaf û qur jî kirin, çû ket xaniyê xwe û xeber ji diya xwe re fleyand ku ew jî were ba wî.
Qîza Paflê ew roj êvarê çû ba bavê xwe û mesela dîtina zêrên xwe yên wendabûyî gotê û got ku meleyekî ha bi vî hawayî hatiye, bê ku li kitêba xwe binihêre, flûna zêrên wê zanibûye.
Paflayê bajêr xwe bi xwe fikin û got: Ew mele derbê min e ku ez wî bînim ba xwe. Çimkî meleyên wisa keflaf, dê ji bo sazûmana min pir bi kêr bin!
Ew flev gava Pafle raket û sibehê rabû, dît ku va ye Mora Dewletê ne di berîka wî de ye. Îcar ew geriya û ne geriya, nedît. Hema pêre-pêre ew melê ku zêrên qîza wî derxistibûn, ket bîrê û rabû çû ba qîza xwe, jê pirsî û got:
– Ew Melê ku zêrên te derxistibûn, bi kur ve çû?
Qîzê got:
– Bavo! Min ew fleyandibû ba terziyê me, da bedlek kinc jê re çêbike. Pifltre îcar ez nizanim ku ew bi kur ve çûye!
Paflê xeber hinarte ba Terzî û pirsa Melê kir. Terzî got ku wî kincên xwe li xwe kirine û çûye! Pifltre Paflê ferman da leflkeran ku lê bigerin, wî bibînin û bînin ba wî.
Gelek nijde çûn serê hemû riyan girtin û li Melê geriyan.
Keçelok ji mala xwe derket, da rê û çû ku here sûkê, dît wa ye çend leflker li pêfliya wî ne û tirpînî ji nava dilê wî hilat, xwe bi xwe got: Elawekîl ev bi min hisiyane ku ez ne mele me.
Lê gava Keçelok giha ba leflkeran, leflkeran gotê:
– Seyda, Paflê got, bi kerema xwe bila heta serayê were!
Keçlok dîsa xwe bi xwe got: Eheh! Elawekîl Pafle jî bi min hisiyaye ku ez ne mele me û min qiza wî xapandiye! Ev e serê min çû!
Keçelok mina ku dîl ketibe destên dijmin, da pêfliya leflkeran û berê xwe da seraya Paflê.
Tu nabêjî gava Mora Dewletê wenda bûye, Paflê li wezîr û kizîrên xwe ketiye gumanê. Herweha Paflê mesele pir bi dizî jî girtiye, da kes bi wendabûna Mora Dewletê nehise û bevzê xelkê xirab nebe. Îcar Paflê gelek mele, qazî û miftî anîne dîwana xwe û wan diceribîne.
Ji nava wan kî ilmê sêrê rind zanibe, dê Pafle mesela Morê pifltre bi dizî jê re bibêje.
Keçlok di pêfliya leflkeran de çû giha ber seraya Paflê.
Gava Keçelok derbasê hundir bû, civata Paflê bi yek derbê ji ber wî ve rabû ser piyan. Keçlok xwe bi xwe got: Ehhheh! Dêmeg gazî xêr e û Pafle bi min ne hisiya ye. Eger ew bi min hisiya bûna, vê rêzantiyê ji min re nedigirt!
Pafle bi destê Keçlok girt û bixêrhatin dayê, ew bir serdestê hemû meleyên li dîwanê û li jora mêvanan da rûnifltandin.
Îcar Keçelok li aliyê rastê xwe nihêrî, dît ku tev mele ne. Wî li aliyê çepê xwe meyizand, dîsa dît ku hemû mele ne. Keçelok pir ji wan tirsiya û ket tavilan.
Paflê got Keçlok:
– Seyda! Min te nerihet kir û heta virê da hanîn, li min bibore. Tu zanî, evên li virê hemû meleyên bijare ne. Niha iflekî pir girîng li min qewimîye. Lê ez vêgavê ji kesî re nabêjim, heta Qazî û Miftiyê min, van meleyên li virê hemû biceribînin hêj ez ê bêjim. Pifltre, melê herî qenc kîbe, ez ê jê re meselê bibêjim. Ji xwe ev meleyên li virê hemû hatine ceribandin û kes ji van jî nehatiye hilbijartin. Niha dê Miftî û Qazî te jî biceribînin. Eger te pirsên wan derxistin, ez ê pifltre iflê xwe bi dizî ji te re bibêjim. Ji xwe te zêrên qîza min jî derxistibûn. Îcar ez bawer dikim ku dê melê herî jêhatî tu derkevî.
Keçlok berê xwe da Paflê û got:
– Paflayê min! Ez meleyekî bi xwe bawer im. Çi pirsên kê hene, bila hemû ji min bipirsin!
Pêflî Qazî dev pê kir û berê xwe da Keçelok, pê re jî serên herdu tiliyên xwe yên beranî gihand hevûdu û serên herdu tiliyên efledê jî gihandin hevûdu, di nava wan de valahiyeke girover çêkir û destên xwe danî erdê, bi wateya dinya girover e, yan mîna mexerê rast e, gote Keçelok:
– Seyda! Ev çi ye?
Tu nabêjî Keçelok wê valahiya girover a di nava tiliyên Qazî de, bi nanekî tenûrê flufand. îcar Keçelok destekî xwe kir mîna kulm, di dilê xwe de got eva lepek rûnê niviflk jî li serê û kulma xwe xist nava wê valahiya di nava tiliyên Qazî de û got:
– Hih, wiha ye!
Pifltî ku Keçelok wisa kir, Qazî tê gihiflt ku ew dibêje: Dinya girover e û asîman jî mîna qubeyekê li ser e! îcar got:
– Seyda, te pê derxist!
Hema Qazî rabû ser nigan, herdu destên xwe danîn ser hev û paflpaflkî çû li ber derî sekinî û berê xwe da Paflê, got:
– Paflayê min! Ev Mele, melayekî wisa jêhatî ye ku tu kes nikare pê re bikeve azmûnê! Ilmekî wisa hûr û kûr lê heye ku herdu dinya jê ve yek in!
Pifltî pêzanîna Keçelok a wê keflfa mezin ew meleyên li wirê hemû li Keçelok nihêrîn û jê sil bûn, bevzên wan guherî û ji xwe re man sar û cemidî.
îcar dora pirsê ya Miftiyê Paflê bû. Lê Miftî ji xwe re flafl ma û xwe bi xwe got: Ez jê çi bipirsim jî, wê zanibe. Lê eger ez jê pirsek nekim jî, wê Pafle min ji karê min bavêje!
Miftî rabû tasekê danî ber xwe, çivîkekê û kuliyekî xistin binê wê û fîtoka xwe lê xist. Bû flingîniya tasê û berê xwe da Keçelokî û got:
– Seyda! Çi di binê vê tasê de ye?
Keçelok ew çax ji xwe re flafl ma û fikirî, pir kete tengasiyê, xwe bi xwe got: Gelo çi di binê tasê de ye? Ma ez rebenê Xwedê çi dizanim ku çi di binê wê de ye? Ez ji bo xatirê diya xwe Çûçê derketime vê rê. Lê eger niha Pafle bi min bihise ku ez Keçelokê Golikvan im û ne meleyê xweneda me, wê serê min jî jê bike!
Îcar Keçelok ji be wê tirs û heycanê, axînek kifland, bêhemd navê diya xwe hilda û xwe bi xwe got: Wey Çûçê, te çi anî serê Gurî.
Çaxê Keçelok wisa got, Miftî hema ji flûna xwe hilqevizî û got:
– Seyda, te pê derxist! Rast e, tu alimekî mezin ê bêhempa yî!
Miftî jî hema rabû, paflpaskî çû ber derî û xwe da kêleka Qazî.
Pafle û ew melayên din ku li wirê bûn, tifltekî ne ji pirsa Miftî fêm kirin û ne jî ji bersiva Keçelok têgihîfltin. Îcar Paflê û ew mele li hevûdu nihêrîn û saqiz man. Bîstikeke xwefl bêdengîyê bi ser civatê ve vegirt, pifltre Paflê got:
– Miftî! Te çi ji Seyda pirsî û wî çi bersiva te da?
Miftî got:
– Paflayê min! Camêr, alimekî mezin e û pê jî derxist!
Paflê got:
– Ka bi çi derxist?
Miftî got:
– Paflayê min! Ka wê tasê rake!
Paflê gava ew tas hilda, dît ku va ye çivîkek di binî de ye û kuliyek jî di devê wê de ye. Pafle jî hema rabû çû xwe avêr ser dest û nigên Keçelok. Piflre jî ew meleyên li wirê tev rabûn çûn destên Keçelok maçî kirin.
Paflê berê xwe da civatê û got:
– Hûn tev rabin derkevin derve, min û Seyda bi tenê bihêlin!
Ew mele tev derketin derva, Keçelok û Pafle bi tenê li hindur man. Paflê got Keçelok:
– Seyda! Ev çend roj in ku Mora Dewletê wenda bûye. Îcar ez li Wezîr û Kizîrê xwe dikevim gumanê. Lê niha ez nikarim rasterast bi pêsîra wan jî bigirim. Îcar ez hêvî dikim ku tu riyekê niflanê min bidî.
Keçelok got Paflê:
– Ma ji vê û hêsantir! Lê belê tu niha rabe çil qaz, çil torbe birinc û çil satil rûnê niviflk bifline mala min. Ez ê her roj, rojê qazekê biheflînim û bixwim, bifikirim û li kitêba xwe binihêrim. Îcar roja çilî, Mora te hazir e!
Paflê gazî serkarê xwe kir û got:
– Haniha rabe çil qaz, çil çewal birinc û çil satil rûnê niviflk biflîne mala Seyda!
Keçelok, mala xwe nîflanê serkarê Paflê da. Serkar ew tiflt hemû fleyandin mala wî. Keçelok îcar dev pê kir û her flev goflt û birinc xwar.
Navûdengê Keflelok li nava bajêr belav bûbû. Her roj xelk diçû mala wî û her kesî derdê xwe jê re digot…
Rojekê Keçelok ji mala xwe derket, dît ku va ye Wezîrê Paflê yê milê rastê li pêfliya wî ye û got:
– Seyda! Ez ketime bextê te û Xwedê! Tifltê ku tu bikî, ji bo Xwedê ye!
Keçelok got:
– Çi ye?
Wezîr got:
– Seyda! Ji xwe ji te ve eflkera ye! Min Mora Dewletê biribû! Lê niha eger Pafle pê bihise, dê serê min jê bike. Îcar Seyda ez di bextê te de me, va ye ez Morê didim te, lê tu behsa min ji Paflê re nekî!
Keçelok Mora Dewletê ji Wezîr girt û xist berîka xwe. Lê Keçelok xwe bi xwe flkirî, ka wê çewan Morê bide Paflê. Hema wî dît ku wa ye keriyek qaz li navrastê diçêre û qazeke fîq sipî û serrefl di navê de ye. Keçelok xwe bi xwe got: Ez ê di vir de jî kirametekê niflanî Paflê bidim! û gote Wezîr:
– Eger ez bi destên xwe Morê bidim Paflê, çênabe. Wê ew bipirse, bêje kê daye te? Ewçax divê ku ez navê yekî bêjim. Îcar tu haaa wê qaza han ya gewdesipî û serrefl dibîni! Here Morê têxe nava girêkek hevîr û bide wê, bila bixwo. Pifltre tu yê werî Serayê û bi niqandina çavan bi min bidî zanîn ku qazê ew xwar! Îcar tu têkil nebe.
Keçelok dîsa Morê da Wezîr û da rê û çû ba Paflê.
Wezîr jî hahakê zû çû mala xwe û ew Mor xist nava girêkek hevîr û bir da wê qaza ku Keçelok niflanê wî dabû.
(Wêne: Girêkek hevîr di destên Wezîr d ye û dide qazeka gewdesipî û serrefl. Ji wan dûr pir qaz hene)
Wezîr pifltre çû dîwana Paflê û çav ji Keçelokî re niqandin ku ango qazê Mora Dewletê xwar.
Keçelok rabû Paflê bir oda taybetî û gotê:
– Ez heta niha ji bo Mora Dewletê pir fikirîme û min gelek ramanên kûr jî kirine. Ez niha bi ser flûna Morê ve bûme û di wê baweriyê de me jî ku ez ê îro derxînim holê!
Paflê bi kêf got:
– Seydayê min! Pa ku tu rojek berî rojekê Mora Dewletê derxînî holê, ez heta sax bin jî, ez qenciya te ji bîr dikim?
Keçelok got:
– Nexwe rabe em herin derve!
Keçelok û Pafle rabûn derketin derve. Qazi, Mifti, Wezîr, Kizîr, qulîxdarên Paflê û kesên din yên li civatê tev derketin derva û dan pey wan.
Keçelok û Pafle bi navrastê ve kifliyan û çûn. Keçelok berê Paflê da bi aliyê keriyê qazan ve û got:
– Paflayê min! Ha bila wê qaza serrefl a gewdesipî bigirin û serê wê jê bikin û bînin ba min!
Çend zilam çûn, xwe çengî qazê kirin, ew girtin, serî jê kirin û anîn ba Keçelok. Keçelok gote wan, zikê wê biqelêflin! Îcar gava zikê Qazê qelafltin, Keçelok rahiflt pelqeçîçka Qazê û vacî kir, dît ku va ye Mora Dewletê tê de ye. Keçelok rahiflt Morê û da destên Paflê.
Îcar gava ku Pafle bi çavên xwe dît ku Seyda Mora Dewletê ji nava pelqeçîçka Qazê derxist, ji xwe re flafl ma û heyirî. Hema rabû xwe avêt nigên Keçelok û maçî kirin. Di pey wî de Qazi, Miftî û yên din tev yeko yeko dest û nigên Keçelok maçî kirin.
Pifltre Paflê got Keçelok:
– Êdî ez nizanim ku bi çi hawayî ez ê vê qenciya te vegerînim!
Paflê çeltikê xwe vekir û sed zêr derxistin, dane destê Keçelok û got:
– Seyda! Eger ev peruya te hindik be jî, tu bi zahfî qebul bike!
Pifltre Paflê got xulaman:
– Rabin, Seyda siwar bikin û wî bibin li mala wî deynin. Bila ew hespa ku lê siwar dibe jî, jê re be!
Xulamên Paflê Keçelok siwar kirin û ew birin çûn, wî li mala wî danîn, hesp jê re hifltin û flûnde vegeriyan hatin.
(Wêne: Keçelok tevî kurk û flaflikê li hespekî delal siwar e, zilamekî bi serê hespê wî girtiye û du zilam li pey hespê wî ne, li rê diçin)
Pîfltî derketina Mora Dewletê, îcar Paflê ferman da hemû xebergêr, delêlî û devleqên bajêr ku navûdengê Seyda (Keçelok) û keflf û kirametên wî li welêt belav bikin.
Bi wî hawayî demeke kin bihurî, her kes hat û xêr û bereket ji Keçelok xwest…
Keçelok gava çû giha malê, pêflî ew kîsikê zêr tê de, da destên diya xwe Çûçê û got:
– Ha dadê ji te re, êdî bixwo heta ku tu dikari!
Diya Keçelok got:
– Kurê min! Ev çi ne di kîsik de?
Keçelok got:
– Dadê, zêr in!
Diya Keçelok got:
– Îcar zêr haaa! Nebî te ev ji derekê dizî ne?
Keçelok got:
– Dadê, min ew ne dizî ne! Ez mele me, mele dizî nakim!
Ew roj hetanî êvarê Keçelok û diya xwe nîqafl kirin. Diya wî digot: Te ew zêr ji derekê dizî ne. Keçelok jî digot: Na, min ew nedizîne.
Keçelok û diya xwe Çûçê li jiyaneke xwefltir domandin. Min jî çîroka xwe li virê qedandi.
Çîroka min çû nava dar û deviyan. Rehma Xwedê li dê û bavên me hemiyan.
BERNAMEGEH