MELEKÊ TAWÛS Û ŞEYTAN

MEHMET GÜR

Melek Tawûs yek ji heft melekên baweriya Êzdiyatiyê ye. Di baweriya Êzdan de heft ferîşte hene. Di mitolojî Êzidiyan de wisa qala Melekê Tawûs dike; ” Her ferîşteyekê peywirek cuda heye. Di destpêkê de Xwedê Êzda Melek Tawûs ji agirê xwe diafirîne û erka afirandina gerdûn û mirov dide wî. Lêbelê, ew şeş milyaketên din diafirîne ku di karê afirandinê de alîkariya Tawûs bikin.” Melekê Tawûs sermilyaketê her şeş ferîşta ye. Her şeş ferîştên din ji bo alikariya wî hatine xuliqandin.

” Li ser vê yekê Melek Tawûs, li gorî emrê Êzda û bi tozeke ku ji Êzda distîne, ji bo afirandina Mêr, Jin û gerdûnê û her wiha ji kar û barên wî yên cîhanê bimeşe, çar cînan diafirîne. Paşê Melek Tawûs diçe cem Êzdayê ku van her du kesên ku wî afirandine pêşkêş bike û Êzda ji Melek” Tawûs re dibêje: “Ji niha û pê ve hûn ê li pey van her du kesan bin.” Paşê Melek Tawûs dibêje: “Yê ku ev her du kes ji tunebûnê afirandiye ez im. Çima ez biçim pey wan? Ez tenê li pey te me ku ez afirandim, ez ji te re îbadet dikim.”

Piştî vê kîryara wî Êzda Melekê Tawûs tawanbar dike. Di pêşberî xwe diqewirine , ceza dike. Diavet ser agirî. Li gorî mitolojiya Êzidiyan çil hezar salan dimine ser agir û digire. Bi rondikên çavên xwe agirî temirine. Melekê Tawûs çil hezar salan digire, li hember Xwedayê xwe qet nakeve gumanê. Bîr û baweriyê pê diîne. Bîr û baweriya wî di vî demî de pirtirîn dibe. Êzdan ezmûnek giran danibû berê Melekê Tawûs.

Esas Êzdan Melekê Tawûs di ezmûnekê re diborine. Melekê Tawûs bi serkeftî ji vê ezmûna tawanbar derbas dibe. Piştî vê ezmûnê Êzdan kar û barên cîhanê hemûyê dide wî. Melek Tawus li ser vê Dinyayê çavdêrê van hemû kar û baran e û siya Xwedê ye. Li gor baweriya Êzidiyan Xweda cîhan afirandiye û xwe têkilî çi kar û barên cîhanê nake. Xweda çaqî , paqî , başî ye. Hemû erkên meşandina cîhanê dane Melekê Tawûs. Melekê Tawûs hem çaqî hem ji xerabiyehem qencî hem jî xerab e wek dinyayê. Ji bo Êzdiyan Melek Tawûs melekê herî bi hêz e.

Ev qas agahî di derbarê Melekê Tawûs de bes in. Em werin ser mijara xwe ya serekî. Esas min divê ez qala şaşitiyek din bikim. Şaşitiyek ku di nav kurdên misliman de hatiye rûniştin bikim. Kurdên misliman Melekê Tawûs wekî şeytanî dipejirinin. Ew şeytanê ku xweda toka nehletê kirî stûyê wî dibînin. Lê mixabin ev şaş e. Çi alaqa Melekê tawûs û şeytanê ku di mitolojiya islamiyetê , xiristaniyê û cihû ya dan dibore nîne. Her çi qas ramanek wisa di nav kurdên misliman de belavbûyî ji be, bingehê wê tuneye. Ol û baweriya Êzdan di sedsala 12 de li xaka kurdan belav dibû. Kok , çanda xwe ji bîr û baweriyên kurdewarî yên dêrîn digirtin. Ol û ramanek kurdan a resen bû.

Bingeha ola êzdî ji zerdeştî , manî û mitolojiyên kurdan ên kevnar dihat. Ji nav dilê gelê xwe dihat. Ji çi cihan çi tişt nedizibûn , baweriyeke resen bû. Li deşt , çiyayên kurdan de diherikî. Vê yekê ji tirs , astengî dixwist pêşiya berjewendiyên otoriteyên islamiyetê. Fikirên Şêx Adî wekî bayî li nav kurdan digeriya. Li pêşiya desthildarên ereb , tirk û farsan dibû kelhe , sur. Otoriteya xelifa û şêxan bangeşayeke qirêj, kirêt dest pêkiribû. Siyasetek qirêj dixist navbira kurdan de. Kurd jî ji bo vê yekê ji duh ve amade bûn. Aqilê wan ji kisê xelkê bû. Gelek ji dîrok , baweriya xwe dûr ketibû. Ji rastî , taybetiyên netewbûna xwe dûr bûn.

Ji aliyên desthildarên neyar ve dihatin rêbixistin. Şêx û melên wan ji dibin fermana desthildaran de bûn. Li gorî berjewendiyên wan tevdigeriyan. Rastî ji gel vedişart. Ew dixapandin. Bê kok û bê esl û fesl dihiştin. Hemû dîroka wan dibir girêdida ereban. Qey te digot kurdan berî islamiyetê bîr , bawerî ol nebûn û kurdan bawerî bi Xweda neaniye. Hêj agahiya erebên çolê bi xweda nayî kurdan bawerî bi xweda hebû. Xwedî ol , bawerî , pêxember, şaristanî bûn. Olên asîmanî hemû çîrok , naverokên pîrtûkên xwe ji mitolojî , olên kurdan dizî bûn. Mitolojiya tufana nuh ji nav xaka wan derketibû. Her kesê tiştek ji wan girtibû. Xwediyên malê biyanî bûbûn. Hinek din li afirandin , dahênanên wan xwedî derketibûn.

Xweyên erk , desthildariyê ev rastî dizanin. Ji kurdan ditirsiyan. Ola Êzdan jî ji reseniya wan derdiket. Diviya pêşî lê girtiba. Xala kurdan ya herî qels bîr , bawerî bû. Diviya kurd li ser oleke rêneketiban û hevkarî di nav wan de ava nebûba. Di nav kurdên misliman de siyasetek lewitî , qirêj rêxist. Kurd kirin dubend. Baweriya Êzdan nav kurdên misliman de reş kir. Gotin Êzdî baweriyê bi şeytan diînin. Melekê Tawûs şeytan e. Şûrê bêhevkariyê kirin di destê kurdan de li hevdu kirin dijmin. Aqilê kurdan ji kisî tirk , ereba bû. Li ser islamiyetê siyasetek şeytanî meşand. Bira li birayî kir neyar. Kurd rêxistî nebûn. Baweriyeke hişk hebû.

Otoriteya weceke baş ji vê sedemê http://digirt.Baş bi kar dianîn. Bangeşaya wan ya ku digotin Melekê Tawûs şeytan e , Êzdî baweriyê bi şeytanî diînin berhem berê xwe di nav kurdên misliman de digirt. Xwediyên erk , otoriteyê dibin simbêlan de dikenin. Bangeşa û siyaseta wan sud dida wan. Esas çi alaqa Melekê Tawûs û şeytanê ku di quranê de dibore nîne. Armaç pêşî girtina hevkarî , rêxistina kurdan bû. Hez nedikirin kurd li ser ol , fikrekê werin cem hev û bibin xwedî rêxistinek bi hêz. Ramanên ola Êzdan hêviya yekîtî , rêxistinê di nav kurdan de şîn dikirin. Ev ji li pêşberî sud , berjewendiyên desthildaran tangazî çêdikir. Rabûn Melekê Tawûs şeytan îlan kirin.

Nehiştin ku kurd li derdora raman , ola Êzdan bibin yek û yêkitiya xwe ava bikin. Kurdên misliman di destê desthildarên ecem ,ereb tirk de li hember Êzidiyan bûbûn şûr û tol veker. Kurd bi kurdan qir dikir , rêxistin û hevkariya wan hildiweşand. Hima em îro minak bidin kurdên ku ne hatine bişavtin ji aliyên desthildaran ve terorist , ermenî , kafir tên îlankirin. Vêca wê çaxê ji ku yekîtiyan wan ne yê avakirin Melekê Tawûs kirin şeytan.

Yek armanç vê yasetê hebû , hez nedikirin kurd li derdora ola Êzdan kom bibin. Bi hostatî , şarezayî tevnê xwe li dor û di navbira kurdan de rist. Ji xwe armança siyaseta wan herifandina rêxistina kurdan bû. Leyîska wan gihiştibû encamê.

Bi kurtasî Melekê Tawûs ne şeytan e, ew kar û barê Êzdan ên li cîhanê rêvedibe û siha wî ya li ser cîhanê ye. Çaqî û xerabî ye. Dualistiya zerdeşt di nav xwe de dihewine.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !