Mîna Qazî kî ye

Mîna Qazî

SIRAÇ OĞUZ
Di dîroka Kurdistanê da gelek jinên bi nav û deng û birûmet hene. Mixabin pirranîya wan di sîya mêr ya jî bav û birayên xwe da man e û di dîrokê da jî derneketine pêş. Di gelek gotinên pêşîyan da jî mirov rola jinê dibîne. Wek misal, “Ya ku malê ava dike jin e.”

Mîna Qazî jî wan jinan yek e.

Mîna Xan di sala 1908an li bajarê Mehabadê hatîye dinê. Navê bavê wî Ehmed, navê dîya wî jî Gulendam e. Ew ji Malbata Hecî Hesen Xanî (Hecî Beg) e, ku malbat yek ji malbatên mezin li herêma Mukurîyane û paşnavê wê ya malbatî Îskenderî ye.

Mîna Qazî, di sala 1945an da, Yekîtiya Afretên Kurdistanê (YAK) ava dike û yekem car dibe seroka wê rêxistinê.

Mîna Qazî bi esl û esaleta xwe Kurd, dayîkî zana û birûmet e. Ne tenê jina Qazî Muhamed, Mîna Qazî bi torinî û birûmeta xwe, wek abîde û tîmsala dayîkên Kurda ye.

Piştî hilweşandina komara Kurdistanê û dadgehkirina Qazî Mihemed û birayên wî, jîyana Mîna Qazî jî di bin zilm û zordarîya dewletê da derbas dibe. Dewleta Îranê li ser hemû endamên malbatê kontrol dike û nahêle tu kes alîkarîya malbatê bike.

Mîna Qazî, êş û jana ku wê demê dibîne û êş û jana kû dikişîne, di sala 1987an da ji Kurdistan Pres ra diaxife û wiha tîne ziman.

“Roja heştemîna hilweşandina komarê bû, min zarokê xwe biribû serşoyê. Êz gava vegerîyam malê, rehmetî Qazî ne li mal bû. Dema ku min pirsî û got, Qazî Mihemed li kuye. Ji minra gotin leşkeran hatin girtin û birin. Wê şevê merivên me hatin ji min ra gotin ku, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî îşev nikarin werin male. Ji ber ku ew derdest kirine. Piştra min ji wanra cil û berg, xwerin û vexwarin şand. Lê ew sê meh di Zîndanê da man. Di wan hersê mehan da, min her roj ji wan ra xwerin şand. Demekî şûnda rehmetî ne dixwest kes here ziyareta wan.  Qazî sedema nexwestina xwe jî wiha nîşan dida, ‘bila zarok û jinên me nekevin nav dest û lingên Farisan.

Di dema zîndankirina wan da, ez yek carê tenê ҫûm serdana wan.  Ez û keҫika xwe a piҫûk û kurê xwe ҫûn ziyaretê. Ew mirovên me yên ku hertim xwarin ji wan ra dibirin, ew jî bi mera bûn xwenga Qazî ya mezin jî du caran tenê ҫûbû zîyareta wî. Rojekî min limêj dikir, di wî navberêda Mam Ebdullah hatibû. Ji bo Qazî û birayên wî kincên nû jin min dixwest. Min ji mam Ebdullah pirsî, ji bo ҫi kincên nû dixwazin. Mam Abdullah got, Qazî dibin serşoyê loma hewceye. Min gelek meraq kir, ji ber ku rojek berê ҫûbûn serşoyê, ҫima îro dîsa dibin. Mam Ebdullah got, herhal kincê wan qirêj bûne û loma, bi aramî bersiv da û dûra jî belkî ji bo destmêjê be. Min ji bersîva Mam Ebdullah bawer nekir û zêde tirsîyam. Min xwest ez jî herim girtîgehê. Ez û dayîka Hesen Qazî bi hevra ҫûn, li nêzikî hemamê sekinîn. Rehmetlî û nobedar bi hevra derketin, nobedara ji me ra gelek hurmet dikirin. Gava ku min Qazî dît ez yekcar girîyam. Qazî, li min zivirî û got, ‘tu ҫima digirî? Tu jî baş dizanî ewê me darda bikin’.

Piştra du rayedarên Îranê dixwestin bi navê hikûmetê me bibînin. Ew herdû kes parêzer û navê wan jî Sergo Şerifî û Serwan Musawat bû. Digotin, ’hikûmetê me jibo wekîltîya Qazî tayîn kirîye. Emê wî biparêzin, lê ji bo wê jî hûnê pera bidin me. ’ Min hema bersîva wan da û got, perê me tune kî em bidin we. Wan jî gotin, ’mixabin kew bîle bê pere bang nadin, ji bo destxistina pera israr kirin. Min bixwe jî nizanîbu gelo Qazî parêzvanîya wan kesan dixwaze ya na. Loma ji bo pereyên ku ew dixwazin, hewl da ku pere berhev bikim. Min Xanî û Qonax hemû derxistin firotanê. Lê ji zilm û tirsa hikûmetê tu kesî alîkarî nedikir û nedikirîn. Zêrê xwenga Qazî hebûn. Me zêrê wê girt û em ҫûn cem dewlemendekî Cihû. Wê demê li Mehabadê Cihû û Fileh gelek bûn. Berî damezrandina Komara Kurdistan a Mehabadê Qazî ji bo goristanê erdekî mezin hîbeyî Cihû ya kiribû. Dema ku em ji bo hûrkirina zêra diҫûn mala Cihû yê dewlemend, di nav meydana Ҫarҫirayê ra derbas dibûn. Wê gavê me dît ku leşker Qazî û birayê wî dikirin ereban. Deng dihat, leşker diqêrîyan. Dengê Qazî hat guhê min, digot, ‘hûn nikarin lime exaretê bikin. Em ne ji we ne jî ji cezayê we natirsin’.

Me rîya xwe neguhert û em ҫûn mala Cuhî. Me derdê xwe jêra got, li me guhdarî kir û dixwest bê berdêl 10 hezar tûmen bide me. Camêrî nedixwest zêrê me ji me bigre. Min jî jê ra got, eger tu zêran negrî ez jî perê we nagrim. Bi israra min zêr qebûl kir û pişt ra min pere jê girt û da parêzeran. Ji van danûstandinên me xebera Qazî tune bû.

Roja mehkemê rehmetî qet firsend neda kesî, bi cesaret û zanayî xwe parast. Rehmetî mêrxas û jêhatî bû. Ronakbîr bû, li Ewropayê perwerde nebibû lê 6 ziman dizanî bû.

Di wan rojên tarî da xew nediket ҫavê min. Şevek nîvê şevê birayê min hat malê. Li serê xwe dixist, digirîya û digot, ‘mala me xirab bû’. Min wê gavê fam kir ku Qazî û birayê wî dardakirine…

Piştra min zarokên xwe girtin û ez ҫûm goristanê. Goristan wek mehşer bû hemû Mehabadî li wir bûn…“

Bi qasî êşa Mîna Qazî nebe jî, hemû dayîkên Kurdan ji neyarên me zulm û zordartî dîtin û êşîyan. Dîya min jî gelek zordarî dît û êşîya.  Dema ku ez li wêneyê Mîna Qazî mêze dikim, dibejim qey min dîya xwe dîtîye. Rengên wan, cil û bergên wan, bejn û bala wan jî dişibin hev.

Hemû dayîkên Kurdan ji destê Faris, Tirk û Ereban pirr kişandin. Loma em îro jî bi kurdayetî û esaletan wan serbilind in.

Ew dayîkên ku sere xwe li ber zulm û zordarîyê netewandin e û dinya xwe guherîne, bêguman cîhê wan bihûşt e…

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !