Bedirxan beg

Mîr Bedirxanê Evdalxan

Di sala 1803’ê li Cizîra Botan hatîye dinê.1 Navê malbata mîrekên Botan, “Azîzan” e.2 Di 18 salîya xwe de îdara herêma Botan kete destên wî. Mîrê Cizîra Botan yê dawî Mîr Bedirxan e. Piştî mirina bavê wî Mîr Evdalxan, kurê wî Mîr Salih Beg dibe mîrê Cizîrê. Mîr Salih Beg dest bi Mîrektîya Cizîra Botan berdide û Mîrektîyê dide birayê xwe Mîr Bedirxan. Bi mîrê Soran Mîr Mihemed re tifaq çêkir. Ji ber tifaqê, Dewleta Osmanîyan êrîşî herdu mîran jî kir. Bedirxan Paşa, derbasî Îranê bû. Di sala 1838’ê de vegeriya bajarê Cizîrê.

Di demeke kurt de desthilatdarîya xwe li Cizîrê xurt kir. Li ser navê xwe pere derxist û xutbe da xwendin. Ji bona serbxwebûnê xebat û amadehî kirin. Bi eşîrên herêmê yên din re û bi kêmneteweyên ne misilman re tifaq çêkir. Dewleta Osmanî, ji xurtbûna Bedirxan Paşa gelekî ditirsiya. Gelek caran êrîşî hêzên Mîr Bedirxan kir, lê belê bi serneket. Dewletê, di sala 1847’ê de bi artêşek mezin carek din êrîşî Botanê kir. Ji ber alîguhastina birazîyê mîr, (Yezdanşêr), Bedirxan Paşa teslîm bû.3 Dewleta Osmanîyan ew tevî malbata wî, di 19 Îlon 1847’a de birin Stenbolê. Sultan Ebdilmecîd ew pêşwazî kir, pê ra axivî û sedemê serhildanê jê pirsî. Mîr Bedirxan bi çarînek Omer Xeyyam ve bersîv da Sultan.

Di dinê de kesekî bê guneh heye bêje,
Ew kesê bê guneh çawa dijî bêje,
Ez xirabîyê dikim, lê tu jî cezayê xirab didî,
Di navbera min û te de çi ferq heye bêje. 4

Sultan bi vê bersîvê xoşhal bû, lê dîsa jî Mîr Bedirxan ji nefîkirinê xilas nebû. Hinek kes û karên mîr nexwestin ji Stenbolê herin, ew li wir man. Mîr, malbata wî û şêxên wî, Şêx Ebdilqudus û Şêx Ebdilxenî di 31’ê Cotmeha sala 1847’a de sirgûnê Girîd ê bûn. Mîr di vemirandina serhildana Yunanan ya sala 1856’an, li Girîdê roleke berbiçav leyîst. Piştî vî serkeftinê, rutbeya “mîrê mîran” û pîleya “Paşa”tîyê vegirt. Dewleta Osmanî ji Mîr Bedirxan re rê vekir, heke Mîr bixwaze dikare were Stenbolê. Piştî deh sal mayîna li Girîdê, Mîr Bedirxan vegerîya Stenbolê. Heşt sal li Stenbolê ma, paşê çû Şam ê. Bedirxan Paşa di sala 1868’a de çû ber dilovaniya Xwedê. Tirba Mîr Bedirxan niha li Şamê ye.5
Mîr Bedirxan berîya mirina xwe gazî zarok û malbata xwe kir û wesîyeta xwe ji wan re got:
“Di mala xwe de bi zarokên xwe ra bi Kurdî biaxivin. Heger hun bi Kurdî neaxivin hunê Kurdî ji bîr bikin.

We Kurdî ji bîr kir hunê welatê xwe ji bîr bikin. Kê welatê xwe ji bîr bike ew ne ji min e.”6
Gava Mîr Bedirxanê Evdalxan çû ber dilovaniya Xwedê, 4 jin, 6 carîye û ji van 21 kur û 21 keç û 10 nevî ma bûn.148 Li gor hinek çavkanîyan ev hejmar digihîjte 96 zarokan.

ÇAVKANÎ:

1 Malmisanij, (2000). Cizira Botanlı Bedirhaniler, 2. Baskı, İstanbul, Avesta Yayınları, r. 48.
2 Bedirxan, C. (1932). Lorîya Bedirxan, Hawar, hj.5, r.3.

3 Sori, H. (1933). Hawari Bêganeyêk, We Sikalay Gewvreyeki Kurd, Hawar, hj.17, r.2
4 Munîs, M. (24 sibat 2010). Bir Yaşam, Bir İsyan, Bir Sürgün Botan Bey’i Bedirhan’in Hayatı, Kovara Bir, , (Wergera Çarînê ji Farisî, li zimanê Kurdî: Süleyman Çetin). 146 Munîs, (24 sibat 2010). h.n.

5 Munîs, h.n. , 24 sibat 2010
6 Yaşin, A. http://www.abdullahyasin.org/Cizre/mir-bedirhan, (03.12.2014)

Süleyman ÇETİN / KOVARA HAWARÊ û BANDORA WÊ YA LI SER ZIMANÊ KURDÎ.

 

Ji bo şandina gotarên we: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !