Newaf Mîro / Xidir Eylaz û Xidir Nebî, Xizir yan Valentîn?

Newaf Mîro / Xidir Eylaz û Xidir Nebî, Xizir yan Valentîn?

Li cem Êzdiyan li gorî salnameya kevn, heftiya yekemîn ji meha Sibatê, ango piştî 14ê heyvê li gorî salnameya mîladî, Êzîdî; duşemê,şêşem, çarşemê rojî digirin, helbet ne ferze ji bo hemû Êzîfiyan û roja pêncşemê dikin Eyd. Xwarinên îdê yê taybet jî, qawît yan poxîn e. Poxîn ji genimê qelandî û hêrandî çêdibe û dikin weke pelokê û dimsê berdin ser û dixwin. Hin mal jî şilik çêdikin. Roja cejnê divê mirov ranezê, guneh tê hesibandin. Herweha nabe xwîn bê rijandin. Tenê qût û qawît, weke xêr û xwarins Eydê tê belavkirin. Roja înê roja Xidir Nebî ye. Xwarina wê rojê cûda bû, ji rojên berê. Ji bo xatirê Xocê Xizir, yan Xidir Eylaz divê Êzîdî ji mirovan re alîkar bin, mirovên xerîb tî û birçî ji ber deriyê mala xwe venegerîn in. Şeva Eydê qursikên şor û têr xwê çêdikin, Keç û Xortên bermiraz dixwin, kî avê bide wan di xewnê de, dibe miraza wan. 

Ev Roj roja Baba Dewrêş, yan Qencê Xwedê, li cem gelek civakên Olî heye. Di serî de li cem Elewî û hemû Olên Yezdanî heye. Helbet Mesîhiyên cîranên me jî, ew roj pîroz dikirin. Navê Eylaz, Elyas, Îlyas, Îîas, dîroka Troyaniyan û dema şerê Troya weke yek ji berhemên herî kevn ya nivîskî ya sedsala 8 yan 7a beriya Îsa destnîşan dike. 24 çar berhem yan destan/stranên wî hene. Navê Îlîas bixwe li Yewnana antîk, dihat wateya; Troyanî. 

Ew weke xefûrê rêya, alîkarê kesên şerpeze û hejar e. Her wiha ew Mirazbexş e. Xwebexşê qencî û xêrê ye.

Weke me got, ji 14ê meha sibatê pêve bi salnameya mîladî, dibe Rojên Xidir/Xizir Eylaz, lê heman roj dibe roja evîndaran, yan roja Valentîn li cîhanê. Ew bi Keşe Valentînê xoşewît ve girêdidin, ku di dema Împaratoriya Roma de, bê destûra Qral mara evîndara birî bû. Lewma jî di wê rojê de hatiye kuştin. Bo xatira wî ev roj kirine roja Valentîn. Valentîn jî Mirazbexş e, Xidir Eylaz jî mirazbexş e. Her du remzên qenciyê ne. 

Lê em dizanin gelek cejn di nava cîhanê de hene, ku mirov nikarin bi hûrgilî zelal bikin. Gelek cejn, çîrok û nebatên berê li Mezopotamyayê bûn, ku Mezopotamya weke dergûşa şaristaniyê tê pênasekirin. Û wûsa bû. Medeniyet bi cot, cotkarî, ajalkedî kirin û avakirina bi şikefta destpêkiriye. Ew çanda û miletana tim cîranê hev bûne û di nava hev de jiyane. Ji Mezopotamya Antîk, heta bi Yewnana Antîk û Romayê. Kurd, Yewnan, Ermen û miletên kevn yên Anatoliya hemû xwedî heman mîrasê ne. 

Lewma ez dibêjim ew hemû cûre û nav her yek in. Xidir Eylaz, Xidir Nebî, Xocê Xizir, Xizir û Valentîn yek in. 

Eyd, Cejn,Roja evîndara û miraza û mirazbexşa li we pîroz be. 

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !