mervan serhildan

Pêvajoya Pêvekan / Mervan Serhildan

Pêvajo hene binyadî ne, esasî ne, diyarker in, çarenûsî ne; cewhera kes, kom û civakan nîşan didin. Pêvajo hene teferuat in, ji terî û dûvekan pêk tên; ne encamê diguherin, ne jî nirxeke xwedî çawanî bi heqîqetê ve dikin. Pêvajo hene kurt in, kêmek in, kulek in; bi ber bayê heqîqetê dikevin, zû û lezgîn diqedin. Pêvajo hene dûvdirêj in, temendirêj in; bi zêdek in, wê gavê di şev û rojan dibihurin, bi bez û bazdan salan û dehsalan li dû xwe dihêlin; herî pir dişibin xewa xefleta kurdan ku car heye bi sedsalan didomin… Lê hemû pêvajo di encamê de pêvajoyeke nû, cuda û kûrtir diafirînin. Lewra her kêliyeke jiyanê, her pêngaveke berxwedanê, her biryareke civakê, her teqleke kesayetê û her geşedaneke siruştê pêvajoyekê îfade dike.

Hemû rûdan, bûyer û geşedanên takekesî, civakî û xwezayî di nava xwe de destpêkek ji destpêka pêvajoyekê vedihewînin; her destpêk, di heman demê de ji bidawîbûnekê diwelide, herwiha işaretê bi destpêka pêvajoyeke li ser bergiya kevinbûnê dike û pê re jî li hawirê hewariya pêvajoyeke nûjen dike. Ji ber vê çendê ye ku kevn û nû ji hev zêde dibin. Her pêvajoyeke nû, ji pêvajoyeke kevn dihingive; her vejîn û hingivîna pêvajoya nû, bidawîbûna destpêkeke kevn îfade dike; her destpêkek pêvajoyê, di heman demê de destpêka mirinekê, yan jî qedînekê ye. Yek diçe, yek tê; serdemek diqede, serdemeke nû dest pê dike; teşeyek diherife, teşedaneke nû dest pê dike. Encax di serê tevahiya destpêkan de kumê pêvajoyê heye. Hemû rûdan, bûyer û geşedan bi liv û lebata yekemîn dirûvekê werdigirin û di wê kêliyê de jî dikevin nav cuh û herka pêvajoyekê…

Eşkere ye ku rûdana hizr û ramanên azadî, wekhevî û serxwebûnê, di destpêka geşedanan de teşeyeke nû digire; kes, kom û gelan bi ber pêvajoya têkoşînê ve beralî dike û di heman çirkê de dibe bingeha pêvajoyeke nûjentir… Azadî û serxwebûn, du têgehên bi efsûn in; sêsed sal berê jî di nexşeya xewn û xeyalên kurdan de cih digirtin; sed sal berê jî hinek kurd çalak dikirin; herwiha îro jî heman bandorê li ser kurdan dikin. Jixwe hemû qewm û neteweyên hemdem beriya her tiştî bi ala azadî û serxwebûnê dimeşin. Kurd jî di vê riyê de meşiyan, dimeşin û wê bimeşin. Lê gel û civakên li ser dika azadî û serxwebûnê, divê hundirê pêvajoya azadî û serxwebûnê dagirin. Qewmê kurd sed sal berê li Qoçgiriyê ala azadiyê hilda, bi tenê ma; lê gelo tenê li Qoçgiriyê bi tenê ma?

Kurd li Dêrsimê jî bi tenê man, kurd li Amedê jî bi tenê man, kurd li Geliyê Zîlan û Agiriyê jî bi tenê man; di zikê pêvajoyekê de, ma ne pir in ewqas tenêman û ewqas destiyên têkçûna serhildanan?.. Di vê çîrokê de şaşitiyek heye ezbenî, di vê çîrokê de kêmasiyek heye gelî xwişk û birayan, di vê çîrokê de bêqîmiyek heye, di vê çîrokê de nezanî û nebesiyek heye; divê tu jî rastiya qewmê kurd ji xemxurên mayî re ragihînî ey bêsûdê xwendevan: ‘Gundîno, malîno nabe!’ bibêje; ‘entegrebûna pergalên qirkeran, xwebişaftin û xweqirbûn e, ev tişt nabe!’ bibêje; ‘entegrebûna pergalên kujeran, ji ala azadî, edlayî û serxwebûnê bêparbûn e, qebûl nabe!’ bibêje; entegrebûna dagirkeriya Rojhilata Navîn, daqurtandina lat û zinarên heste ne, naferike, helwesteke xwekujer e, qet û qet nabe!’ bibêje…

Pêvajoyên binyadî, esasî, diyarker û çarenûsî yên têkildarî gel û neteweyên vê heyamê tev li ser per û baskên modernîteyê siwar bûn, bi rê ketin, çûn; hemû pêvajoyên kurd ên sereke dîsa peya man, li teferuatan qewimîn; kin, kêm, kulek, stûxwar û serberjêr man. Pêvajoyên têkildarî çarenûsa qewmê kurd bi ber bayê heqîqetê ketin, bextê gelê kurd bi kurtepêvekan hat girêdan, dêran e li min dêran… Hemû gelên azad enerjiya xwe dilop bi dilop civandin, mirov bi mirov vehewandin, pêçek bi pêçek dan ser hev, kanî bi kanî û çem bi çem gewimandin û bi wê enerjiyê pêvajoya serkeftî ya afirandina sînerjiya neteweyî bi rê xistin. Hemû gelên azad naveroka pêvajoyê bi rêgez û rêbazên feraseta neteweya xwe dagirtin. Lê kurdan hemû kun û denên pêvajoya çarenûsa xwe teqandin û şikandin; riya netewebûnê xetimandin, hemû kîs û telîsên pêvajoyê bi kêr û xençeran tîştîşî kirin…

Kurdên sunî di pêvajoya serhildanên Qoçgirî û Dêrsimê de bi hestên neteweyî tev negeriyan; kurdên şiî di pêvajoya serhildanên Şêx Seîd û Agiriyê de ji hestên neteweyî dûr man. Di pêvajoya rêxistinbûna partiyên kurd a serbixwe de, diviyabû ku hemû rêxistin li çawaniyê û li afirandina hiqûqeke hevrejiyana kes, kom, civak, ol û baweriyên Kurdistanê bigerin; lê paşpê bi dû çendaniyê ketin, bi dû jiholêrakirina hevdu ketin; qîra kanan di hev dan, hevdu helak kirin… Gelî dildarên ziman û çand û hunerê, di destê kurdên Bakur de, ala rastnivîs û rêzimana sedsale ku Celadet Elî Bedirxan amade kiribû û di pêvajoyeke diyarker de wekî remza yekitî û hevgirtina neteweyî li ba dibû, mabû; lê mixabin, bi saya weqfeke kurd ku di bin venêrîna dewleta tirk de ye, sembola yekitiyê çîrçîrî kirin û avêtin ber şûrên dagirkeran. Careke din kurd ji nav hevsengiyên azadî û serxwebûnê hatin avêtin û bûn bendewarên pêvajoya pêvekan.

Pêvajoya pêvekên vê heyamê ji mirinê dijwartir e gidîno; lewra xerabtirîn sosretên kurd jî hene ku hîn tu kesî nenivîsiye: Eyy kurdên xemxur û hestyar, ji xeynî partiyên ku hîn nehatine damezrandin; di hundirê hemû partiyên kurd ên li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat de sîxur û saloxgerên tirk, fars û ereban cirîdan didin; pêvajoya azadî û serxwebûna gelê kurd vediguherînin pêvajoya pêvek û dûvekên dagirkeriya Rojhilata Navîn; ben û werîsên qewîn ên çarenûsa gelê kurd vediguherînin giloka girêkork û girêkutkan… Ez bigorî, divê pêvajoya pêngaveke nû bê destpêkirin, divê tiştin biguherin, divê enerjiya azadî û serxwebûnê li sînerjiya neteweyî veguherin; divê îro, vê saetê, vê çirkê ev arvan li bêjingê bikevin; divê hemû girêkên ser vê dikê yek bi yek bên verişîn û vekirin; divê ava hemû bîr, gol û behrên vî welatî bên parzûnkirin û zelalkirin. Nexwe dewletên dagirker bi destê çete, sîxur, saloxger û kontrayên ku di nav partî û rêxistinên kurd de şûna nigên xwe dîtine, wê gelek xençerên din di noqa gel de biçikînin, wê gelek carên din înfaza pêşengên kurd biceribînin; nexwe tirk, fars û ereb wê gelê kurd û Kurdistana qedîm di çirav û çalavên pêvajoya pêvekan de bixeniqînin.

22.09.2021

Mervan Serhildan

 

Hûn dikarin gotarên xwe bişînin vê navnîşanê: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !