Cihe ku êw bi xemgînî jê veqetiya bû, ya din bi barê xeman hatibû û turikê xwe lê danî bû.. Ji duwal û demên cûda bûn, lê qedera wan a hevpar; Êzdiyatî, ferman, koçberî û mişextiyê, riya wan li heman derê li hev anîbû; Gundê Qorixê yê ku, Helbestvan Asya Xerzan, ji heft saliya xwe de, jê bêçare veqetiya bû, niha rawestgeha dayika Naam a di 70 saliya xwe de ji ber fermanê revîyabû.
Dema ku min di têlefonê de ji Asyayê re mijara serdaniya gundê wan parîve kir; gelekî şa bû, ji bextewariyê, qasekî devê wê negeriya ku, ka wê çi bigota; peyre ji bo em avên wan vexwin navên kaniyên gund hemû ji carekê ve pey hev rêz kir û got “ Ji bîr nekin bi çavê min li çiyayê Gago têr mêzekin” û “ ji bo min, ji gund, hema tiştekî biavêjin çemê li bintara gund” ev wisa bi dil û can û bi hesreteke mezin got ku, qey çemê li Qorixê, wê ew tişta bibira rojhilatê almanyayê û ragihan da wê, dilê min jan da .
Ez ji xwe zanim, kesên ku li gund çavên xwe li jiyanê vekirine, ji gund veqetin jî, ruhên wan tu car ji gund
venaqete, gund li du xwe nahêle, li wir dimîne. Di xewnên herî bextewar de jî tim ew gund heye. Dixweze bila ew kes, ji hezaran kîlometreyan dûr, bajarekî herî depdebe û di nav zêr û zîvan de be jî. Ev xewn, xewna hemû serên, li serbalgiyên xerîbiyê ye. Îja dema mişext bî, tofan ew tofan e, zilma li ser yên pey te, xewên te direvînin, xewnên te diherimînin.
Qorixa ku li ber dilê Asyayê ‘xas baxçeyê’ welatê wê bû, heyanî sala 2014an, ji xêncî malbatekê tu kes lê namîne . Ew avahiyê wan ê ku dê û bavê wê heriya kerpiçen wê bi xwe hasilandibûn û ser wê bi darên sipîndar û zîlên gurgurê avakiribûn û bi rengê penbe boyaxkiribûn, cih cih hilweşiyabû, heznitiya çûyîna wan dikişand.
Bi avakirina wargeha penaberên Şengalî re, ji salan şûnde, liv û tevgereke şermoke, sar û sêwî li Qorixê belav bibû. Ev der ji bo çûyîna avrûpayê, ji Şengaliyan re rawestgeh bû. Li vir hin kes şeş sal bûn di bin çadirên naylon de diman. Dayika Naam a heftê sali û fîstanekî sipiyî Êzdiyatiyê lê , bi laçik û porê sipî, rûyê qerqaş û dêmên toptopik, dişibiya melayketan. Dema ku min jê re got ;
‘Dayê ev rêwîtî ji bo te ne zehmet e’
Qey hêsrên wê benda min bûn, mîna lêhîyê kişiyan. Ax! dayika min a dil birîn, agir berda dilê min. Ji aliyekî ve giriya, ji alî din ve jî bi axîn û keser behsa mayiyan kir; gora hevjînê xwe, heşt zarên xwe û xwîşk û birayên xwe… Dema ku kurê wî yê biçûk dertê ser rê, cîgera dê teyax nade, dide dû, tê van deran.
Roja em çûn gund, şêniyên wargehê xemgîn bûn. Ji wan heşt malbat rêwiyên Avustralya yê bûn. Yên diçûn şabûneke şermoke dijiyan. Xwîşk, bira û cîran dû xwe dihîştin, kê çi zanibû, dibe kû cardin ji hev qet nedîtana. Di fermanên berîn de kiribûn tecrûbe ‘vegera van çûyîna qet çênebibû’ ev ê jî çênebûya. Bi xatirxwestinê çiya dahatin xarê. Xwedê nîşanî kevira nede. Ruhên xwe hildabûn kulma xwe û danîbûn zîyaretên xwe, gundên xwe.
Gelo nifşeke ji fermanan filitî wê qet tunebûya ? Ev xezeba dinê wê tim serê wan bûya?
Dema bayê trawmayê ku mirov xist, ji mirinê bireve û li ku de here jî, tû xêrê nabîne, bextewar nabe. Şahidiya Asyayê ye ku digot ‘ Min dît lê bila tu kes nebîne, dilê dayika bibû kevir.’ dengê kiziniya dilê wê bû. Di çîrokeke de digot, li asîman, bi serê her kesî stêrkek heye. Lê stêrkên Êzdiyan ‘keçên jinbavê’ ne. Di bin vî asimanê bê sînor de, bê cih û war in.
Bayê herî biçûk, dibe bahoz li ser serê wan. Geh li vî alî û geh jî wî alî.
Dema ku xerîbiyê, ewrên reş û tarî berhevî ser serê mirov kir û behn lê çikand, dil dixweze ku ‘ wek teyrekî Tawus li ser çiyayê Şengalê bigere’ lê
balefiran bênavber, wisa zilm barandine ku ji asîmanê Şengalê, Teyrên Tawus nikarin ji cihê çûyî vegerin. Êzdiyên ku ji neçar li xeribiyê mane. Ancax bi koça dawî vedigerin axa xwe. Dema dimirin, hezkiriyên wan, ji bo ruhên wan bigihîjin mirazên xwe, wan tînin gundê xwe. Helbesta Asyayê wek wasiyeta vê koçadawîn e.
“…
Di berbanga şefaqê de
Bi dengê Eyşana Elî
Min, ber bi axa sor û goristana Zarokên bênav rêwî kin.”
Not:
Helbest ji pirtûka Asya Xerzan a bi navê ‘Dengê Bêdengiyê’
Gundê Qorıxê: girêdayî Bişêriyê ye.
https://www.bernamegeh.org/2020/04/15/jiyana-ayhan-erkmen/