Yucel ASLAN (Koçer)
Derbarê Qereçanê de hîn agahî.
Qereçan navê xwe ji çana reş hildide, gorî gotinê mezinên me di navenda Qereçanê de dêrek hebûye û çaneke (zengil) reş li ser dêrê hebûye lewra jêre gotinê Qereçan. Dema komara Tirka navê gund, navçe û bajaran diguherîne Qereçan jî bêpar namîne navê wê dibe Karaçoban.
21 gundê Qereçanê hene, sala 1966 de bûye şaredar sala 1987 de jî bûye navçe, bakûrê navçê de çîyayek heye em jê re dibêjin Çiyagewrk, Çiyagewrg sînorê Qereyazî yê de ye, di bin Çiyagewrkê de du gol hene navê yekî Axirgol e, navê ya din jî Pirtîgol e. Başûrê navçê de Çîyayê Zêrnagê heye, aliyek xwe digihîne Çiyayê Xamirpêtê aliyê din jî xwe digihîne Kopa Mûşê, rojhilatê navçê xwe digihîne Milazgirê û rojavayê Qereçanê de jî Xinûs heye.
Hêjayî gotinê ye divê dîrokzan û erdnasên Kurdan li ser navê Kela Zêrnagê bisekinin, gorî lêkolînan kelayeke bi navê Kela Zêrnagê Xoşaba Wanê heye, yek Erdîşê heye yek jî Azerbêycana Îranê bajarê Herisê heye gelo çi têkiliya van kelayan û bi heman navî heye?
Bila ev agahiya li vir bisekine em dîsa werin Qereçana xwe ya delal.
Navçeyên Qereçan lê disekine yek jî Xinûs e. Xinûs bajarekî kevnare ye berî zayîne hatîye avakirin, Kela Xinûsê jî heye, hê jî pêşîyên me dibêjin Kela Xinûsê. Çemê Heftreng deşta Qereçanê dixemilîne, çevkaniyê vî çemî çiya û zozanên Xinûsê derdikevin û hawirdora Qereçanê digerin, hemû av û delava digihîne xwe û berê xwe dide Mûşê.
Meriv dikare bibêje Çemê Erez û Çemê Heftreng Eynî Çiyayî û Erdnîgariyê derdikevin Erez berê xwe berve bakûr dike singê xwe dide bayê Elegezê wek zerîyeke mala bavê xwe bixeyîde, Hefreng jî berê xwe berva Başûr dike wek wek mihîneke ceniya xwe bide dû xwe porê xwe bide ber werzebayê bihare serî siyarê xwe bistîne.
Heftreng di gêdûka gundê Bizirxana Milazgirê da, nêzîkî Gundê Mûriya da ceniya xwe digihîne xwe berê xwe berve Kara Sipî dike diherike xwe Çemê Mûradê ra digihîne.
Ew Mûradê ku navbera Hesenîk û Asê de dibe kelem mîna tîremerekî deşta Milazgirê û Kopê diale. Sed heyf li ser van çemên paqij û pîroz dakirkera gelek bend û bendav çêkirine gelek zirar, ziyaneke mezin dane tebyet û xwezaya vê heremê.
Piranîya gellê Qereçanê ji Ermenistanê/Erîvanê li derdorê Çîyayê Elegezê hatine Qersê, Îdirê, û piştî çend salan hatine Qereçanê, ber wê yekê hîn jî gelek malbatan re em dibêjin Rewanîya.
Malbat û Eşîrên Rewanê hatine ev in:
Şolika, Sîsoya, Melkêya, Milkutya, Bazoya, Beloya,Kumikiya, Hozikiya, Mala Lalo, Mala Hopê, Mala Çelê, Mala Ewê, Mala Berber, Mala Şerê, Qoçelaniya, Belikiya, Dîkoya, Hindêya, Elesora û Weloya û hîn gelek mabatên din ê hêja jî hene. Ev bere û bavikên jor tev ji Eşîra Retkiyan ve girêdayîne û ji êla Begê Gulî Cewar axa bûne.
Jibîlî Retkiyan hîn êl eşîrên din jî hene wek Cemaldinya, Sîpkiya, Şêwriya,Kurdika, Celaliya, Zirikiya, Mûtkiya û Dilxêriya.
Mixabin piştî ku Qers dikeve bin desthilatdariya Romê ev êl eşîrên Kurda tev belav dibin, malbata me jî yek ji wan malbatan e, piştî rev û bezê her yek alikî de diçe, bera me jî Rewanê du gundan de mane yek Camûşvan an jî Camîşlî, gundê din jî Suhetlî bûye navê niha îroyîn Yervandashad e.
Dema direvin û derbasî Qersê dibin pêçeka kalikekî me dikeve nav Çemê Erez paşê wî ji nav çem digrin xilas dikin, wexta em piçûk bûn mezinên me di şevbihêrkên oda da gelek caran rêwîtiya xwe û serhatiyên xwe yî rev, bezê ji me re digotin.
Pêşîyên me jî wek hemû Kurdan, koçberiyê, belengaziyê, xizaniyê û bêderfetîyê dibînin.
Lir ser cîh û warên xwe dişehitin, malhebûna wan rê û dirba de dêriz dibe, kesê bextewar ew e wê wextê ber wê xezebê sax difilite.
Miletê Qereçanê debara xwe bi çandinê, pez xweyikirinê, danûstantinê dikin, berî çend sala li derê her malekî de herî kêm semerek pez hebû û diçûn zozanên Qerayziyê,Tatosê, Eleçdaxê, Şerefdînê û Sînegê lê mixabin van salên dawiyê êdî kes zêde naçe zozana ji ber ku şert û merc ne baş in, dakirkeran pez jî rez jî li holê rakirine.
Ciwanan jî berê xwe da metropola, her malekî de jî kesên çûne metropolên tirka hene, metropolan de karê tekstîlê, avahîsazîyê, binesaziyê û gelek karên din dikin.
Bingeha netewperweriyê li Qereçanê her roj diçe xurtir dibe. Pêşiyên me her çiqas wexta xwe da giringî nedabin xwendinê lê dîsa jî gelek kesên maqûl, zana û hêja di nav me de hene, saya serê kesên civakhez û maqûl civaka me her roj pêşdatir diçe.
Edlayî û asayî nava miletê Qereçanê de şên bûye, bingeha netewperweriyê jî li Qereçanê her roj diçe xurtir dibe, nifşên teze pê re digêjin zêdetir baldar û hestiyar in, xwendevanên xwendina bilind dibînin hejmara wan jî her sal zêdetir dibe.
Qereçan dema 1965 de dibe şaredar serokatiya şaredariyê cara ewil rihmetiyê Evdilayê H. Kerem dike , paşê rihmetiyê Fetoyê H.Hesen dike, salên 80ê yî de Tajdînê H. Resûl dike, pey wî re rihmetiyê Îsmaîlê Eso serokatiya navçê dike dû wî re rihmetiyê Elîcanê H. Mihemed dike, piştî Elîcan Sedatê H. Baqo tê hilbijartinê, piştî Sedat Îrfanê H.Ezo tê hilbijartin, niha jî serokatiya şarederiya Qereçanê Xalitê H. Hemîd dike ev kesên min li jor navê wan gotin tev jî ji Eşîra Retkî ne û pismamê hev in teva jî miletê xwe ra xizxmet kiriye, tev jî hêja û maqûl bûn, di nav wan de kesên çûne ber dilovaniya Xwedê em jê re rihmê dixwazin yên hîn sax in jî em ji wan re tendrûstiyê dixwazin.
Heya sala 2014an tu partiyeke kurda li Qereçanê de serneketibû di hilbijartinên heremî de Qereçaniyan cara ewil sala 2014 lingê dîk şikand û ew pergala dakirkera bi salane nedihat xirab kirinê bi alîkarî û tifaqa kurda ve serobinî hev bû. Hêvidar im em êdî dengê xwe hevre bilind bikin, sazî û dezgehên xwe her alî de şên bikin û xwedî nirxên xwe derkevin, tifaqa navbera xwe xurtir bikin,î. Ew kesên bi sedan salan e hember azadî û yekitiya me sekinîne wan bi rûreşiya wan re rûbirû bihêlin.
Ji bo em rewşa Qereçanê û niştecîhên wê rave bikim me qala êl û eşîra kiriye, me ev agahiyan ji bo pênasekirina rewşa civakî dane bila neyê wê meneyê wekî li vir kes eşîrtayê dike.
Tu eşîreke kurda yeke din zêdetir nîne û kêmtir jî nîne em heryek çiqilê dareke Kurdewariyê ne.
Em ê vê dara mezin li ser axa xwe bi hestên netewperwriyê û miletheziyê ye va av bidin.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com