ROJNAMA RIYA TEZE

ROJNAMA RIYA TEZE RÛMETA ÇAPEMENÎYA KURDÎ YE!

PRÎSKÊ MIHOYÎ

Gelek caran dipirsin: gelo kemala rojnama «Rya teze» di dîroka çapemenîya kurdî da çiye?

Bêguman, di nava dîroka ne ku tenê çapemenî, lê usan jî rojnamevanîya kurdî da rojnama «Rya teze» cîhkî bi taybet digre. Di sedsalên 19-a û 20-î da gelek û gelek kovar û rajnamên kurdî weşyane, lê navên rojnama «Kurdistan» (ya ku sala 1898-an ronayî dîtye), kovara «Hewar» (ya ku sala 1932-an destbi çapbûnê kirye) û rojnama «Rya teze» (ya ku ji sala 1930-î heyanî roja îroyîn dertê) li ser zarê me her kesî ye. Di nava wan da rojnama «Rya teze» ya here jîyandirêje. Eva îdî 91 sale, ku ew diweşe.

Wek hûn dizanin, piştî damezirandina dîwana Sovîyête li komarên Kavkazyayê destbi werguhastinên mezin bûn, xasma li Komara Ermenîstanê. Sala 1926-an fîlama «Zerê» hate kişandin, sala 1929-an bi hereketê Erebê Şemo û Îsahak Moragûlov elîfba kurdî ya li ser grafîka latînî hate amdekirin. Ew elîfba Komîtêya navendî ya partya komonîstên Ermenîstanê begem kir.

Li hemû gundên me yên li herêma Ermenîstanê dibistanên kurdî vebûn, ders bi zimanê dê didan.

Li her deran xebata mezin dihate kirinê ji bo hilanîna nexwendîtîyê di nava civakên her netewan da, usan jî di nava kurdên Sovîyêtê da.

Sala 1931-ê li Yêrêvanê zankoya (têxnîkûma) kurdîye Kavkazyayê ya amedekirina dersdaran vebû. Gerekê bê gotinê, ku di vê zankoyê da ne ku tenê mamostên zimanê kurdî amade dikirin, lê usan jî karmendên dewletê û partya komûnîstan.

Destpêka adara sala 1930-î Komîtêya navendî ya partya komûnîstên Ermenîstanê biryar dike, ku rojnama kurdî biweşînin. Hema wê salê, diha rast 25-ê adarê (roja sêşemê) sala 1930-î hejmara yekê ya rojnama «Rya teze» bi tîpên latînî ronayî dibîne.

Dîyare, wekî çend hejmarên rojnamêye pêşin bi hereketê tomerî yê kolêktîv yanê bi îmza kolêgîya rêdaksyon dertên. Dû ra Komîtêya navendî ya partya komûnîstên Ermenîstanê dost û xêrxwezekî gelê me – Hraçya Koçarê ermenî destnîşan dike wek berpirsyarê rojnama «Rya teze». Em dixwezin li vira zelalîkê dihar bikin. Ji bo çi Hraçya Koçar? Berê yekemîn, ew biryara Komîtêya navendî bû. Ya duda jî, raste, wê demê kadroyên di warê rojnamegerîya kurdî da kêm bûn. Lê Hraçya Koçar him xwendî bû, him jî kurdî baş dizanibû. Hraçya Koçar weke du salan dibe berpirsyarê rojnama «Rya teze». Paşê jî Harûtyûn Mkrtçyan destnîşan dikin. Ew jî nivîskar û rewşenbîrekî ermenî bû û bi kurdî jî baş dizanibû. Lê ji sala 1934-an heyanî sala 1937-an Cerdoyê Gênco bû berpirsyarê rojnamê.

Em bîr nekin bêjin, ku di destpêka weşana rojnama «Rya teze» da Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Etarê Şero, Zeyneba Îbo jî di rojnamê da kar dikirin. Wan salan usan jî çend ermenîyên mayîn jî dixebitîn, yên ku karê cihê-cihê di rêdaksyonê da pêk danîn: Vardan Pêtoyan, Rûbên Drampyan û Gêvorg Parîs.

Di despêka sala 1938-an da «Rya teze» tê dadanê. Wê hêne, bi taybetî ji sala 1937-an da destbi têrora Stalîn bûbû. Ne ku tenê zanyar, karmendên civakêye naskirî dihahtine binçavkirinê û girtinê, lê usan jî sazî, dezgeh û ocaxên netewî. Hema wê salê jî apê Hecîyê Cindî, Ereb Şamîlov û gelek wekîlên gelê me yên bijare têne girtinê.

Sala 1944-an Hecîyê Cindî elîfba kurdîye nû ya li ser bingeha tîpên kîrîlî amede dike.

Piştî mirina Stalîn sala 1955-an rojnama «Rya teze» dîsa diweşe, lê li ser bingeha elîfba Hecîyê Cindî ya bi tîpên kîrîlî. Gerekê bê gotinê, wekî bawer bikî hemû pirtûk, kovar û rojnamên netewî yên Sovîyêta berê bi tîpên kirîlî derdiketin, xêncî weşanên çapê yên hinek komararên netewî.

Hema di sala 1955-an da Mîroyê Esed destînşan dikin wek berpirsyarê rojnama « Rya teze». Ewî 34 salan kar kir heyanî sala 1989-an.

Dû ra Tîtalê Efo bû berpirsyar û kar kir heynî sala 1991-ê.

Ji sala 1991-ê hetanî sala 2006-an Emerîkê Serdar berpirsyarê rojnama «Rya teze» bû.

Paşê Grîşayê Memê 4 salan, heyanî sala 2010-an bû berpirsyar.

Lê eva îdî 11 salin, ku Tîtalê Kerem wî karê pîroz pêşva dibe. Rojanama «Rya teze» hema di destpêka weşana xwe da bû bûyereke mezin di nava dîroka gelê me da. Ew bû şemdanek ji bo pêşvebirina çand, dîrok, ziman û wêjeya netewî.

Bawer bikî hemû helbestvan û nivîskarên me efirandinên xweye pêşin li ser rûpêlên rojanma «Rya teze» çap kirine. «Rya teze» bû colanga çanda kurdên Sovîyêtê.

Tu bûyereke usaye berbiçav li ser jîyana gelê me tune, ku li ser rûpêlên «Rya teze» nehatye çapkirinê. Ew rojname li temamyîya Yektîya Sovîyêtê belav dibû, lo hela dighîşte hinek welantên Avropayê jî. Ji Hemû komarên Sovîyêtê name û gotar dihatine rêdaksyona «Rya teze». Rojnama rast bûbû navenda netewî ya çandî. Zanyar, nivîskar, karmendên dewletê, dersdar û gundîyên sade dihatine rêdaksyonê. Her çiqas ew rojnama komareye fermî bû (organa Komîtêya Navendî ya partya komûnîstên Ermenîstanê, Hukumeta Ermenîstanê û Şêwra komarêye tewrebilind), lê ew rast bûbû ocaxa netewî: rewşenbîrên me herdem li rêdaksyonê berav dibûn û şêwra xwe li ser pirsên cihê-cihê dikirin.

Emekê «Rya teze» mezine di warê amedekirina kadroyên netewî da. Sala 1980-î ji bo 50-salîya ronayîdîtina hejmara yekê rojnama «Rya teze» bi Nîşana Sîyanetê ya Yektîya Sovîyêtê va hate rewakirinê. Eva wê hênê qîmetekî herî bilind bû.

Divê îro em bi şêkirdarî navên wan karmendên rojnma «Rya teze» bîr bînin, yên ku salên cihê-cihê li vê ocaxa netewî xebitîne û emekê mezin rêtine bona pêşvebirina çand, dîrok û zimanê kurdî.

Me îdî behsa wan kesên mezin kir, yên ku di salên 30-î da kar kirine: Hraçya Koçar, Hartyûn Mkrtçyan, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gêngo, Zeyneba Îbo, Vardan Pêtoyan, Rûbên Drampyan, Gêvorg Parîs û yên mayîn.

Lê ji sala 1955-an evan ronakbir, zanyar, helbestvan, nivîskar, rojnamevan, karmendên têknîkî jî emekê xwe kirine nava karê pêşvebirina dîroka rojnamegerîya me: Mîroyê Esed, Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Emerîkê Serdar, Mîkayêlê Reşîd, Elîyê Evdilrehman, Tîtal Mûradov, Şerefê Eşir, Karlênê Çaçanî, Aramê Çaçan, Egîtê Xudo, Tîtalê Efo, Hesenê Qeşeng, Xelîlê Çaçan Mûradov, Babayê Keleş, Grîşayê Memê, Têmûrê Xelîl, Keremê Seyad, Prîskê Mihoyî, Rizganê Cango (Recevî), Vladîmîr Çetoyêv, Yûrayê Şawo, Şamilê Casim, Svêtîka Bayloz, Porsora Sebrî, Letîfê Emer, Egîtê Abasî, Mîroyê Cangîr, Paşayê Erfût, şikilkêş Martîk Mêsropyan, daktîlovan Gayanê Hovhanêsyan, Porsora Serdar û Delala Memê. Van deh salên dawî Tîtalê Kerem, Mirazê Cemal, Hesenê Ûso û yên mayîn..

Dibê em navên wan gotarvanên xweye çalak û piremek, yên ji navçeyên cihê-cihê jî hidin: Memê Sîyabend, Egîtê Sinco, Nîzamîyê Beko, Salihê Heso, Mîşayê Nebo, Mîşayê Şîrin û yên mayîn.

Piştî hilweşbûna Sovîyêtê rewşa rojnama me yekcar xirab bû. Di dema xwe da rojname di heftê da 2 caran, bi tîraja 4-5 hezar mesele derdiket, lê niha, mixabin mehê carekê, yanê jî sê maha carekê bi tîraja 300-500 mesela derdikeve, yanê jî qet dernakeve. Çima? Ji ber ku ew di rewşeke aborîye giran dane. Divê em destê xwe dirêjî vê rojnama netewî bikin, alîkarîya madî bidnê.

Divê Rêveberîya rojnamê ya îroyîn jî, bi taybetî birêz Tîtalê Kerem û Mirazê Cemal bêtir guh bidne li ser weşana rojnamê ya bi derfetên dema nû. Yanê mecal û mikanên li warê tora civakî ya Întêrnêtê bi berfirehî kar bînin. Dibê platformên cihê-cihê bêne amadekirinê: Facebook, Tviter, Yutub, Instogram, Vkontak û yên mayîn.

Werin em miqatî rojnama xwe ya jîyandirêj bibin û destê alîkarîyê dirêjî wê bikin!

JI BER KU ROJNAMA «RYA TEZE» RÛMETA ÇAPEMENÎYA KURDÎ YE!

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !