ROMANA BERFA SOR

ROMANA BERFA SOR Û LEHENGÊN WÊ

RECEB DILDAR

Di xwendina her romanekê de, teqez bala mirov diçe ser tiştekî ji wê. Di hinek romanan de, mijar bala mirov dikişîne, di hinek romanan de Kurdîya xweş a herikbar, di hinek romanan de jî dem û mekanên ku roman lê derbas dibe. Di vê romana min xwen de jî tevna romanê û têkîlîyên lehengên romanê bala min kişandin. 

Veysî Ulgen, bi navê Hêvîyên Bakur, wek rêzeroman sê heb roman nivîsîne. Bi gotineke din wek sêbare, bi navên Kevirên Şewitî, Razên şîn û Berfa Sor sê roman nivîsîne. Ez ê ji wan behsa romana sêyemîn a bi navê Berfa Sor bikim. Min herdu romanên berî wê xwendibûn; di herdu romanên berî Berfa Sor de jî tevna romanan bala min kişandibû. Îcar di romana Berfa Sor de, sêwirandina romanê bi hostatîyeke gelekî xweşik û baş hatibû honandin. Ji ber wê min xwest, bi kurtahî be jî ez hinekî behsa lehengên romanê û têkîlîyên di navbera wan de bikim. 

Bûyer di salên nêz de, li derdora Licê û Pasûr derbas dibe. Helbet Dîyarbekir û Îzmîr jî di nav mekanan de cîyê xwe digrin. Sê heb serlehengên romanê hene; Nêrgiz, Rojhat û Sînan. Lehengên din ên ku em ê behsa wan bikin, ji ber têkîlîyên bi wan re di romanê de cî girtine. 

Lehengên din jî ev in ku gava dor bê ser wan em ê behsa wan bikin; Sarya, Kendal, Asya, Şermîn, Mîrze, Reco, Delîl, Metîn, Îrîs, İlo, Hecî Hesen, Beytar, Fermandar, wezîfedarên taybet û Dûman. Wek hûn jî dibînin di romanê de gelek leheng hene. Ji xwe tiştê, ez dixwazim behs bikim jî ev e ku nivîskar tevna di nav van lehengan de gelekî xweş honaye. 

Rojhat, demekê li Bajarê Îzmîrê dimîne, keçeke bi navê Nêrgiz nas dike, ji hev hez dikin û demekê bi hev re dijîn. Paşê Rojhat biryar dide ku here Licê û beşdarî zarokên çîya bibe. Nêrgiz bi tenê dimîne. Ji hevaltîya wê û Rojhat keçek jê re çêdibe. Ji ber ku hêvîya xwe ji Rojhat dibire, bi xortekî bi navê Sînan re hevaltî dike. Sînan bazirgan e; lê top avêtîye. Sînan jî wek Nêrgizê yekî çepgir e. Lê ji ber bêderfetîya aborîyê, dibe çawîşê pispor û tayîna wî derdikeve Licê. Nêrgiz jî wek hemşire tayîna xwe radike Licê û bi Sînan re dizewice. Di heman demê de haya wê jê heye ku Rojhat jî li van çîyayan e. Nêrgiz li Licê di navbera têkîlîya Rojhat û Sînan de dimîne, lewra Nêrgizê Sînan ji bîr nekirîye û di heman demê de bavê keça wê Îrîsê ye. 

Rojhat li çîya ye, koma ku beşdar bûye têk çûye, ew bi tenê sax maye, di nav şertên zivistana dijwar de xwe spartîye şikeftekê. Di şikeftê de Sarya û Kendal jî hene. Herduyan ji hev hezkirine, ji ber ku nehîştine bi awayekî normal bigihîjin hev, rahîştine çekan û derketine çîya. Paşê Mîrze û Metîn jî tên şikeftê ku herdu çekdar jî ji refên xwe qetîyane û li benda biharê ne. 

Tevgerên Sînan ne li gorî dilê qereqolê ne; loma her şev wezîfe didine û wî û komeke cerdevanan re, bi dû Rojhat dixin. Serokê cerdevanên ku bi Sînan re diçin operasyonê Îlo ye. Cerdevanekî bi navê Reco ku di tîma Îlo de ye, tecawuzî qîza Îlo Şermînê kirîye. Piştî vê bûyerê Şermîn nizane çi bike, têkîlîya wê û Sînan çêdibe û bi dizî wek du yaran hev dibînin û bi hev şa dibin. 

Sînan ditirse ku di operasyonekê de, Îlo wî bikuje; lê berevajîyê wê çêdibe Îlo tê kuştin û Sînan wek dîl dikeve destê Rojhat. Ji ber ku Qereqol Sînan bi kuştina Îlo tawanbar dike, Sînan êdî naxwaze biçe licê. Derfetên revê bi kar nayne û ew jî bi yên din re di şikeftê de dimîne. 

Sarya ducanî ye, ji bo zaroka xwe bîne dinyê, Rojhat wê dişine cem Nêrgizê. Nêrgiz alîkarîya wê dike û bi saya têkîlîya wê ya bi baytar re, li Dîyarbekir wê digihîne ba Asyayê û bi wî awayî dest bi jîyaneke din dike. Bi navê Rihê zarokek jê re çêbûye û Asya wê mezin dike. Navê têkîlîya Nêrgizê û Dîyarbekir pisîka wê Dûman e. Dûman bilêta wê ya çûyîna Dîyarbekirê ye. 

Nêrgiz li ber ku dizane Şermîn bi mêrê wê re ye jî, têkîlî pê re datîne û dest bi hevaltîyê dikin. Şermîn sîxurîya qereqolê qebûl nake û di mewlûda bavê xwe de Recoyê tecawuzkar dikuje. Tivinga xwe hildide û berê xwe dide çîya. 

Delîl yekî qaçaxçî ye bi herdu alîyan re jî dixebite. Hecî Hesen mirovekî kal e, li ber mirinê ye, her tim ji tecrubeyên jîyana xwe şîretan li wan dike. Rojekê şikeft tê bomberankirin û yên di şikeftê de tev dimrin, bi tenê Rojhat û Sînan rizgar dibin. Rêya herduyan ji hev diqete. Sînan berê xwe dide navçeyê, bi rê de ew û Şermîn li hev rast tên. Aşit bi ser wan ve tê û herdu li wir dimirin. 

Nêrgiz berê xwe dide Îzmîrê, li bajarê xwe yê berê bi cî dibe û li wê derê wek yeka xwedîûcdan tevdigere. Fînala romanê bi nameya keça biçûk Rihê diqede ku êdî ew jî li cem Nêrgizê dimîne. 

Roman meraqeke mezin ji mirov re çêdike û mirov naxwaze ji destê xwe berde. Min bi kêfxweşî xwend. Têkîlîyên mirovên di romanê de ji min re xerîb nedihatin, nivîskar rastîyeke xweş raxistîye ber çavan.  Axirkê ev roman, li ser axa welatê min kurtek jîyan bû. Ez serketina nivîskar Veysî Ulgen dixwazim. 

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !