Rûpelek Ji Dîroka Mêrxasekî; Elîkê Betê / Konê Reş

Rûpelek Ji Dîroka Mêrxasekî; Elîkê Betê / Konê Reş

”Dibêjin rojekê Çelebî çend zilamên gund bi xwe re birine ser bêrmên avê (Çalên Avê an sarincên avê), da ku wan bêrman ji pirik, çirav û beran paqij bikin, Elîk ji bi wan re ye (Elîk yekî bi gewdê xwe kinûgulover bû), Çelebî ji Elîk re jî gotiye; tu jî bi zilaman re dakeve bêrmê û paqij bike.. Lê ev gotina mamê wî Çelebî pê nexweş hatiye.”

Konê Reş

Çiyayê Bagokê, çiyak ji çiya-rêzên Toros e. Ev çiya li herî başûrî zincîra çiyayê Toros dikeve; ji rojava ber bi rojhilat ve dirêj dibe. Mirov dikare bibêje ji çiyayê Omeriyan û bajarê Nisêbînê ta bi tixûbên bajarê Cizîra mîr Şeref (Cizîra Botan) û çiyayê Spî dirêj dibe û bi gelek navan hatiye naskirin; çiyayê Torê, Torabdîn, Çiyayê Çêlka, Qelaçê Dasika, lê bêtir bi vî navê dawî (Çiyayê Bagokê), di nav kurdan de hatiye nas kirin. Ji vî çiyayî û ber bi başûr ve deştek dûz û firehe bi navê Deşta Xelef Axa (Sinceqa Xelef Axa) an Deşta Dasika dirêj dibe ta ku digihêje girê Qeresiyê û çiyayê Şingalê.

Herêma Hevêrka jî, cihekî mezin ji vî çiyayî digire. Dibêjin; navê Hevêrka ji navê eşîra Hewêra ya Êzidî hatiye girtin û bi demê re bûye Hevêrka. Di baweriya min de jî, Hevêrkan herêmeke, gelek eşîr têde dijîn û her eşîrek bi serok û gundên xwe naskirî ye. Her ku eşîrek ji eşîrên Hevêrkan xurt û bi hêz bûye, wê eşîrê, eşîrên din kiriye bin destê xwe de û desthilatiya xwe li ser wan meşandiye.. Vêca ev herêm (Hevêrkan), pêlekê ketiye bin destê eşîra Baraviya de, pêlekî eşîra Dilmemikan de, pêlekê eşîra Erebiyan de û vê paşiyê ketiye bin destê mala Osmên (Serhan û Haco) de.. Mirov nikare bibêje ku Hevêrkan fedrasyoneke ji eşîran.. Eger wiha be jî, ew fedrasyoneke bi zor û kotekî ye..

Ji sedê salan ve gelek êl, hoz, bavik û ber ji Êzîdiyan, Misilmanan û Xiristyanan di vê çiyayî de bi hev re jiyane û hêjî dijîn û tev di bin desthilatiya mîr Botan de bûn. Lê piştî jihevketina mîrnîşiya Botan di sala 1847 an de bi serokatiya Mîr Bedirxan û têkçûna şoreşa Ezdînşêr di sala 1855 an de û di pey wan re fermana Xelef Axa û malbata wî, hin bi nin rewşa civakî di çiyayê Bagokê de bi tevayî û herêma Hevêrkan bi taybetî lihevketiye; hin ketine û hin nû rabûne..

Her ku eşîrek bi mêraniya xwe xurt û bi hêz bûye Hevêrkan ketiye bin desthilatdariya wê de û wiha di bin desthilatdariya gelek eşîran re derbas bûye.. Dibêjin ji mêj ve desthilatdariya herêma Hevêrkan di destê êşîra Baraviya de bû, bi seroketiya mala Osmanê Xelîl ku paytexta wan gundê Dêrhavê bû.. Di pey wan re ketiye destê eşîra Dilmemikan de, bi serokatiya mala Ismaîlê Werdê ku paytexta wan gundê Keferzê bû..

Vê paşiyê, mala Eliyê Remo ku ji eşîra Erebiyan e, li ber wan rabûne û serkêşiya herêma Hevêrka ji wan standine. Paytexta wan jî gundê Çêlik bû. Li Çêlik ji mala Eliyê Remo re dihat gotin mala Axê.. Di pey wan re serkêşiya Hevêrka ketiye destê mala Osmên; Serhan û Haco de, ku ew bi koka xwe ji koçerên Alika ne û paytexta wan gundê Mizîzexê bû. Dibêjin li Mizîzexê ji mala Osmên re dihat gotin mala Qesrî an mala Osmên. Mala Haco û Betê dibêjin; Mîrê Botan ji pêşiyê me re gotiye; here tu xulamokê minî, min mezinatiya Hevêrkan da te..

Di nav salan re, ji ber mêranîya mala Osmên, nav û deng bi gelek neferên wan ketiye.. Wan jî, berê xwe di herêma Hevêrkan de fireh kirine û wiha bi demê re rola mala Eliyê Remo qelis û lawaz bûye û di encam de mala Osmên şûna mala Eliyê Remo girtine.. Ji kurên Osmên yên ku navdane evbûn: Çelebî, Serhan, Ferho û Hesen. Ji Hesen; Haco, Hemed û Betê çêbûne, ji Betê Elîk çêbûye û nav û deng di herema Hevêrkan de daye.. Û ewe yê ku navê mala Osmên bilind kiriye û navê wî di Kurdistane de belav bûye..

Di wî heyamî de dema ku gundê Mizîzexê paytexta zarokên Osmên bû, Çelebiyê Osmên û zarokên xwe bêtir ji biraziyên xwe Haco, Hemed û Betê xwedî desthilatbûn û nakokî û dilmaniyek di navbera wî û biraziyên wî de hebû, anko zarokên birayê wî Hesen.

Dibêjin rojekê Çelebî çend zilamên gund bi xwe re birine ser bêrmên avê (Çalên Avê an sarincên avê), da ku wan bêrman ji pirik, çirav û beran paqij bikin, Elîk ji bi wan re ye (Elîk yekî bi gewdê xwe kinûgulover bû), Çelebî ji Elîk re jî gotiye; tu jî bi zilaman re dakeve bêrmê û paqij bike.. Lê ev gotina mamê wî Çelebî pê nexweş hatiye. Yek ji Çelebî, yek ji Elîk.. Elîk xwe çem Çelebî kiriye, bi herdû guhên wî girtiye û bernedaye ta ku xwînê di wan re avêtiye.. Piştî xelkê ew ji hev cihê kirine, Çelebî ji Elîk re gotiye; Sêwlekê pîs tu jî zilamî, here heyfa mamê xwe hilîne.. Elîk, ev gotin bi xwe re hilaniye û di nav xwe û nefsa xwe de soz daye ku, heyfa apê xwe Haco hilîne..

Bi vê desthilanîna ku Elîk li ber mamê xwe Çelebî rabûye, nav bi Elîk ketiye û navê wî bi mêranî di nav eşîrên Hevêrkan de belav bûye û wiha dijberî ji berê bêtir di nav mala Osmên de gur bûye; Elîk û kuramê xwe Haco2 ji rexekî ve û Çelebî, Serhan û zarokên xwe ji rexekî din ve..

doxata.com

Ji bo şandina gotaran: bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !