ŞAŞIYA GOTINA ”ZERDEŞTΔYÊ - Zeynelabidin Zinar

ŞAŞIYA GOTINA ”ZERDEŞTΔYÊ – Zeynelabidin Zinar

Di medyayê de, di axaftinê de, gelek car gotina ”Zerdeştî” tê bikaranîn. Dema ev gotin tê gotin jî, bi wateya kesên ku li ser ola Zerdeşt Pêxemberî ne ye.

Xwedayê mezin 124 hezan Nebî hinartine dinyayê.
Di nava Nebiyan de, 313 kes pêxember bûne.
Zerdeşt jî yek ji wan 313 pêxemberan bûye.

Zerdeşt Pêxember (BZ 637 – 560) pêxemberekî yekxwedayî bûye û di nêv Împeretoriya MAD, çaxê Vîştasp qirab bûye derketiye holê.

Dema tê gotin ZERDEŞTÎ, herwekî ji bo bisilmanan bêjin MIHEMEDÎ. Herwekî ji bo Filehan bêjin ÎSEWÎ û ji bo Cihûyan bêjin MÛSEWÎ.

Gotina ”muhemedî” pir şaş e, lê çima wê gotinan ”zerdeştî” ne şaş be?

Zemanê berê Filehan ji bo bisilmanan digot MIHEMEDÎ. Bisilman bi wê gotin pir zêvir dibûn û dixeyidîn.
Navê vî pêxemberê Xwedê, ZERDEŞT e.

Navê ola wî BEHDÎN e.
Peyva ”beh/behî” niha di kurdî de tê bikaranîn. Wateya wê: Pîroz, nirxdar û paqij e.

Li Başûrê Kurdistanê navê herêma Behdînan jî, ji vî navî hatiye wergirtin.

Gotina ZERDÛŞT/Zerduştluk zêdetir şaş e û ji aliyê tirkan ve bi xûteke xirab tê gotin.

Ereb ji bo peyrewên Zerdeşt Pêxemberî dibêjin MECÛS.
Peyva ”mecûs”ê ji peyva MAGÛyê hatiye wergirtin.
Di zimanê Erebî de tîpa G tune, îcar çi bêjeyeke ku tî de G hebe, ew ”G”yê dikin C û bilêv dikin. Mînakên vê pir in:
. Ji bo deryaya EGEyê dibêjin ÎCE
. Ji bo herêma GÊLANa Şêx Evdilqadir, dibêjin CÎLAN û hwd.

Hêvîdar im ku rewşenbîrên Kurd, van şaşiyên ku xelk bi zanîn dikin, nekin û peyvên vajiyê rastiyê bi kar neynin.

 

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !