Ümit Tunç
Çanda kurdan li gor herêmên kurd dijîn diguhere û ji ber ku têkilya di nav kurd û xwezayê xurte gelek motîfên xwezayî werdigre. Xênî van motîfên xwezayî hin bîr û bawerî jî hene ku bi rêya olan anjî hêza honandina gel tevli jiyana rojane bûne. Me jêrê ji wan sê heb mînak raxist ku derbarê civaka kurdan fikrek bide.
- Di Şîna De Ji Bo Serxwaşiyê Xebata Şekir:
Di Serhedê, ji ber ku ez ji Serhedê me û min li wîr bi çavê xwe dîtiye, tiştên şirîn gelemperî ji bo demen şadbûnê tên xebat. Mînak ku wexta yek ji wêre pitikek bibe anjî xan û man li xwe re ava bike ango tiştekî bi xêr bibe tiştên şirînayî wek “devşirînayî” tên belav kirin. Ji ber vê wexta min cara yekem ji bo serxweşiyê xebata şekir dît min fêm nekir civakê de çima ji bo bûyereke xemgîn tiştekî şirîn tê xebat.
Em li Agiriyê, bajarokê Giyadinê li gundê Bozo bûn. Xeber hatibû ku gundê li hember gundê me ango Stûrka ji malbata diya bavê min yek miriye. Bavê min wan li hev digeriyan, ji bo çûyina serxweşiyê amadekarî dikirin. Digotin şekir… Ji her malê kesek wê torbek şekirê Ercîşê, ên bi qendên mezin û hişk pêk dihatin ji xwe re bîne. Herwiha her yekî torbek şekir ji xwe re bir ji bo serxweşiyê.
Min ev tişt ji kurdekî Semsûrê pirsî ku nav wan de jî heye an na. Li gor gotina wî di nav wan de jî kevneşopiyeke wisa heye û heya demeke nezîk ji bo serxweşiyê şekir ji hev re birine.
Her çiqas derbarê vê kevneşopiyê de zêde agahî deste me de tinne be jî teoriya me ewe ku ji ber sedema, salên xelayê mirov gelek hewcedariya tiştên wek şekir hertim hewcedarî pê dibe dîtine ji bo demên şîna de jî kevneşopiyek wiha destpê kiriye.
- Têkilîyeke Di Nav Zayîn û Xalxalokê:
“Xalxalok
Delalok
Jina apê min ê razê 1
Gelo wç jê re qîz bibe an kur”?
Di Agiriyê wexta biharan em di nav xwezaya bi her reng û bêhna ve xemiliye de diman, ango wexta em heywanan re mijûl dibûn di nav xaşxaşkan de xalxalok difiriyan, dihatin li ser deste me digeriyan. Ew çax di nav civakê de jineke ducanî hebûya, me ji bo wexta raza wê kur bîne an qîj hezr bikira destpê dikir ji xalxalokê re diaxivî. Û me digot:
“Xalxalok
Delalok
Jina apê min ê razê 1
Gelo wê jê re qîz bibe an kur”?
Piştî me waha digot em disekinîn û me çavê xwe dida ser xalxalokê. Ger ku piştî vê gotinê xalxalok li ser deste me perê xwe bilind bikira û bimîzta li gor baweriya me wê ji jinê re qîz bibûya. Lê ger ku xalxalokê qet nemîzta û rasterast bifiriya ew çax dihat wê wateyê ku ji jinêkê re kurekê bibe.
Em zarok bûn. Li çol û çiyayan, di nav xwezayê de bûn. Çi nêr û çi mê her tiştî wateyek dida. Me xalxalokan dipirsî û direvîn dihatin malê, ji diya xwe re digot tu yê kurekî binî. Lê qet nedihat bîra em bêjin ev bû ya çendan tu yî binî heyran!
- Devê Gûr Girêdan:
Heya demeke nêzîk di nav kurdan de ciyê medrese û sofiyan girîng bûn. Her çiqas wek sofiyên biqedr ên virek jî derketibin holê û di nav gel de bibin mijara henekan jî ji ber ku perwerdehiya kurdî qedexe bû gel digot bila perwerde ditîbe îcar perwerdeya çi dibe bila bibe. Ji ber vê qedrên sofiyan zêde bû û gel heya derziyên nexweşiyan jî dibir bi wan dida kirin.
Apê min jî di medreseya Naqşibendiyan de 12 salî xwendibû. Her çiqas encamê de li gor gotina der û dor dile wî ketibe jina wî ya anha û li dergahê reviya be jî aliye ilmê de pêş de çibû.
Di nav ên wek me rênçberiyê dikin û debara xwe bi cotkariyê dikin gur gelek girîngin. Ji bo vê her mal ji xwe re sa xwedî dike lê ev yek ji bo ewlehiya pêz têrê nake. Ji ber vê hin şivanan dihat cem apê min digot ji bo me devê gur girêde ku wexta gur kete nav pezê me bila nikaribe pêz birîndar bike.
Ew çax apê min ji wan kêreke devê wê tê girtin dixwazt. Wan kêreke wexta li navendê de dihat qat kirin devê wê dihat girtin dianî dida apê min. Apê min kêr hildida û li ser de dia dikir. Dixwand û dixwand. Encamê de devê kêrê digirt pînek anjî laylonek li der û dora kêrê dialand ji bo kes devê kêrê veneke. Ji şivana re digot “tu car devê kêrê venekin, ji ber ku wexta we devê kêrê vekir hemû bandora wê yê biçe”.
Li vir de me girêdana devê gur hilda dest lê car caran hinekan digot mala me tijî merin, ca ji me re devê meran gire de bila wexta em radizên zirar nedin me û hinek ji bo dûvpişkan dihatin. Hin demên hêrs anjî henekan de “ca mîza vî girîde bila biteqe” dihat gotin.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com