MEHMÛD BADILÎ

Şengal birîna nêmgirtî, şana rûreşîya mirovahîyê

Mehmûd Badilî

Şengal birîna nêmgirtî ya nomannivîs Luqman Silêman ku ji hêla weşanxaneya J&J hatiye çapkirin, ji 318 rûpelan bi pêk tê. Bûyerên romanê bi tevahî li hawîr êrîşkirina Daiş -rêxistina islamî ya terrorist û hovane – li ser bajarê Şengalê û gundawrên wê ta bi bajarê Mûsil û Reqayê digere, her wisa encamên vê êrîşkirina hovane ji êş û birîn û koçberî û êşkencîya laşî, derûnî û civakî ku bi serê kurdên Êzdî de hat, bi zimanekî çîrokbêjî û hesan di nava rûpelên romanê de hatiye veristin.

Ev Roman, gelek çîrokên bi êş û jan yên giran ku bi serê kurdên Êzdî de hatine dipelîne, qet dîtin û gotin nabin wek hev, ji xwe xelkên ku ev ferman û êşkencî bi serê wan de hatine, ew tenê dibe ku dikaribin êşa xwe bi lêv bikin, çiku êş pir giran e, birîn pir kûr û dijawr e, lê tev wilo jî, romannivîs Luqman Silêman hewlda ye ku bi rengekî çîrokbêjî fermana 74an belge bike û ronahiyê bavêje ser vê êş û birînê û li ber destê mirovahîyê raxîne. Li nava romanê, yek li çîrokên pir bi êş rast tê, bobelatên pir mezin, kuştarên ku hişê mirov nikare bipejirîne, lê hemî bobelat û kuştar di rastiya xwe de jînewerîne, ne xeyal in, ne fantazîne, tev bi rastî cîriyane, û li ser destê kî, li ser destê Daişiyan.

Daişî kî ne û çi dixwazin:

Di destpêka romanê de, ev pirs li ser zimanê hin kesên bajarê Şengalê û gundwarên wê tê raxistin, ev tê wateyê ku gelek ji xelkên herêmê hîna bi Daişiyan nebihîstibûn û wan nasnedikrin, ligorî veristin û vegêrana bûyeran di nava romanê de, Daişî tên naskirin ku girûpeke islamperestî çekdar in, terrorist in, hovane ne, doza wan ku dewleta xîlafeta islamî ava bikin, li ser rêbaza quranê û suneta pêxember Muhemed weku berî hezarên salan lidar bû, ku ev rêxstin ji bermayên Beis, rêxistina Qaîde û xelkên erebyên herêmê û welatên dîtirbi pêk tê, ku di sala 2014an de bajarê Mûsilê dagîrkirin, ev jî ligorî vebêjer ku lihevhatinên siyasî di wê demê de hatin lidarxistin ku artêşa iraqê ji bajarê Mûsilê vekişiya û hemî çekên xwe tev bajar spartin rêxistina Daiş ya terrorist. Wisa rêxistina Daiş bi hêz bû, bajarê Mûsil ji xwe re kir bingeh ku dûv re êrîşî bajarê Şengal û gundwarên wêkir, ji alîkî din ve ev hêza terrorist bajarê Reqayê jî ji xwe re kiribû paytext û weku paytexta dewleta islamî ragîhandibû. Her yek dipelîne ku ev girûpên hovane êrîşî çi bajarî yan çi gundî dikin, wan ji kok ve talan dikin, kuştarên mezin lidar dixin, her tiştî dixin bin deshilata xwe û alaya xwe ya reş û şer û kînê bilind dikin, çi ajel çi beşer wan ligorî rêbaza xwe ya sext û kirêt birêve dibin, kuştin, talankirin, serjêkirin, şewitandin, zindankirin, darvekirin, sûkên firotina jinan û ta bi kiryarên cinsî yên pir xerab ji tevleşkirin û destavêtinên dûrî rewişt û nihad û hestên mirovahîyê.

Kesayetîyên romanê:

Avakirina kesayetiyên romanê karekî pir dijwar e, barekî pir giran e ku her romannivîsek bizavê dike ku ji her alîyî ve kesayetiyên romana wî serkeftî bin, li vir dibe ku kesayetî pir bin yan hindik bin, ya giring avakirina rast û durist e, û ta kîjan radeyê ev kesayetî di têvajoya romanê de bi erk û rolên xwe radibin û di bin alîkar derbarê gurkirina kêferata di nava romanê de û zengînîya zanistî û wêjeyî ji hêla hunerî ve.

Di nava rûpelên romana Şengal de yek pêrgî gelek kesayetiyan dibe, gelek kesyayetiyên bi navên xuya û xwedî rol û erk ku her yek ligorî cih û demê, tevgerê di têvajoya bûyeran de gur dike, ji alîkî ve yek li navên kevnar û dîrokî yên islamî rast tê wek Ebû Cehil, Bavê Hefis, Bavê Cehfer Elmûsilî, Bavê Hemdela Elfirensî, Bavê Omeyma, Bavê Leheb, Elî şerê xweda, Xalid kurê Welîd û Omer kurê Xetab û td. Bêguman nav beşekî ji nasnameyê destnîşan dikin, ji xwe girûpa Daişiyan bi mîna van navên islamî yên dîrokî xwe didan pêş ku di bin siya wan de gelek kuştar û kiryarên bêhûde anîn holê. Ji alîkî din ve yek li navên kurdî yên kevnar û nûjen rastê wek Evdîyê Çolî, Xensa, Xeçê, Gulê, Hêvî, Serhed, Şevîn, Berfîn, Şengal, Şepal, Reşa, Necah, Perwîn û td. Ji xwe ev navên han ku îro roj miletê kurd li zarokên xwe dikin, navên kurdî yên bi wate ne, û nasnameya kurdwariyê hildigerin, ku kurdên Êzdî jî heman van navan li zarokên xwe dikin, her wisa vebêjerê romanê jî dixwaze bide xuyakirin ku çi cudahî di vî alî de nîne, kurd çi Êzdî çi Misilman çi Fileh çi cihû, nasnameya wan yeke, tev kurd in.

wek ku tê xuya kirin, di nava romanê de kesayetî pir in, û gelek nav derbas dibin, ta radeyekê heger yê xwêner baş û bi hûrbînî romanê neşopîne, dibe ku di nava van kesayetiyan de şaş bibe, ji xwe ev yek alozîyekê pêşberî yê xwêner çê dike, nemaze ku yek di nava romanê de du kesayetiyan bi heman navekî dibîne wek navê Gulê ku li du kesayetiyên ji hev cuda hatiye kirin. Li gorî şopandina min ji romanê re, ku yê romannivîs bi xwe bi encama pirbûna kesayetiyan di derbarê hin kesayetiyên xwe de şaş bû ye, wek Kesayetiya Gulê diya Şepal ku navê hevjînê wê Şerzad e..Rû 225. Hindirîn diya du keçan e, Şêrîn û Berfîn, Şêrîn berî ku Daişî bigirin ser gund.. bi bîst rojan di gola avê de vetisîbû..Rû 226. Li vir romannivîsê me dibêje: Gulê digot heger zarokan zû xeber bidana..Şêrîna min nedixeniqî…û li vir navê hevjînê Gulê dibe Hewas .. anku li vir kesayetiya Gulê û ya Hindrîn bi hevudû ve tê guhertin.

Ji alîkî din ve kesayetiya Fesla diya Restem ku li dawiya romanê di rûpela 303an de ji nişka ve xuya dibe, ji xwe bi rolek bi giring radibe dema ku ew bi xwe riya revê tabîn dike û Hêvî, Cihan û Xezal ji nav destên Daişiyan xelas dike, gelo ev kesayetî li ku bû, kî bû, û çawa wisa bû xwedî rol?!

Kêyferat û bûyerên romanê:

Bêguman roman li ser gelek hêmanan ava dibe û hêmana herî giring ku bûyer wek zincîreke bi hev girêdayî li pey hev rû bidin, ji xwe kêyferata bûyeran ku bi rêya kesayetiyên romanê xuya dibe, hêmaneke serekeye, dibe sar û xav be, dibe ku geş û gur be, ev yek li ser amêrên romannivîs û veristina wî dimînin.

Ligorî xwendina min ji romanê re, gelek bûyer di nava romanê de rû didin, anku roman li ser gelek çîrokan hatiye ava kirin, gelek çîrok û serpêhatiyên bi êş û jan ku bi serê kurdên Êzdî de hatine û tev li ser destên girûpên Daişiyên hovane.

Li nava rûpelên pirtûkê, li nava axavtina di navbera hin kesyatiyan de, pirsek pirr giring di derbarê nasnameyê de tê rêxistin, çima ev bobelat û kuştar û fermanên qirkirinê ku ev ya 74ane bi serê me kurdê Êzdî de tên, gelo me çi kiriye, ola me çi ye, gelo sedem ola me ye, yan nasnameya me?.

Lê gelek çîrokên di nava romanê de, heger mirov wan ji nava rûpelan hilîne, çi ziyanê nagihîne vegêrana romanê, gelo mebest ji pirkirina van çîrokan di derbarê avakirina romanekê de çi ye? li vir mebesta min pirhejmarîya kesaytiyan e, ne pirrengîya bûyeran e. Pirrengiya bûyer û çîrokan hêmaneke giring e lê ne digel kesayetiyên cuda û çîrokên cuda. Rast e ev çîrokên han bi tevayî bi sedema kiryarên Daişiyan hatine holê, lê em di derbarê avakirina romanekê de ne, ne pirtûkek ku tenê bûyeran ji gundekî ta bi gundekî qeyd bike. Tev ku ev qeydikirin bi xwe ne karekî hindik û hesan e, vajî wilo ji alîyê dîrokî û siyasî û civakî ve karekî pir bi nerx e.

Dibe ku romannivîs giranî bêhtir bida kesayetiya Serhed wek lehengekî sereke di nava romanê, dê xwendina romanê xweştir û geştir bibûya û wisa bihevgirêdana bûyeran û veristin û vegêrana romanê bi hêztir bibûya.

Ji alîyê ziman ve, tev ku zimanê romanê pir hesan û zelal hatiye, wek kalemêrek li odeyekê di nava civatekê de rûnê û çîrokan vebêje, dûrî alozî û huneriya zîde wisa zimanekî nerm û dûrî ferhengan, lê mixabin gelek şaşiyên tîplêdanê û wisa rênivîsê jî têde peyda dibin ku ziyaneke mezin li çêj û mirûza mirov ya xwendinê dikin.

Lê ligorî agahdariya min ku hîna beşê duyem ji romana Şengal re heye, li vir dibe ku nerîn û têbînîyên me li ser vî beşî gelekî cihê xwe negirin taku mirov beşê duyemîn jî nexwîne.

Li dawîyê, romana Şengal belgeyeke pir giring e, rastîya rêxistina Daişiyan û kiryarên wê yên terrorist û hovane li ber destê xwêner radixîne, her wisa gelek bobelat û kuştarên ku bi serê kurdên Êzdî de hatin li ser destên Daişiyan qeyd kiriye.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !