METÎN ARÎ
Bi hezaran darên hêşîn û xweşik, ku ji bilindbûna wan daran ezman xûyanabe.Darên cûrbecûr bi sedan rengên ji hev cûda li ser piyan e.Darên ku ji hemiyan zêdetir û bilindtir darên mazî û ê berûyan in. Cî cî jî darên gorîj,bitim,belalok,dirik,hejîr,gûz,tirî,karçîn û beîvên çiyayî.Daristanekê delal, navbeyna daristanê de du rûbarê ji hev mezintir; ku her şaxê wê ji nava zinaran derdiketa û jiyan dida heywan û dar û dartam û jiyana daristanê.
Çiyayên herî mezin û deştên serî heye binî tine derdora daristanê dixemlandin.Nava vê daristanê de golê mezin û kevnar gelek pir hebûn ;nava van gola de masiyê delal û xweşik hebûne.Ev daristan ji behrê mezin dûr bûye ji ber vê demsalên havînê pir germ û ê zivistanê jî pir dijwar û serma derbas dibûne..
Bi her navê heywan vê daristanê de dijiyan,lê henek heywan hebûn ku tenê vê daristanê de dijiyan.Heywanekê ku alekê wî şêr alekê wî jî dûpişk dijiya nava vê daristanê de . Ji ber vê navê daristana xwe jî xistibûn daristana şêrdûpişkan.Nava daristana xwe de bi dilxweşî û aramî jiyana xwe didomandin.Heya ku nava zinaran de heywanekî ku alekê wî sixûr alekê wî mar kete nava jiyana wan û jiyana wan herimand.Navê vî heywanê sîxûrmar bû.Heywanên derdora daristanê hemî ji vî heywanê zehf ditirsiyan;lewra ev heywan bi xwîn û mejiyê ferxikê heywanan jiyanê de dima. Demekê kin de bû serokê hemî heywanan.
Şêrdûpişk, nava daristanê de nêçir dikirin û ji rûbara jî masiyan digirtin bi vîrewşê jiyana xwe yê rojane
didomandin.Carînan navbera xwe de derheqê dîrok û erdnigariya xwe de jî mijûl dibûn. Sîxûrmar, her roj xwîna heft ferxikê heywanan dirêta û mejiyê wan dixwara..Daristanê de aramî û dilxweşî nemabû; derdor hemî bibû şûna şîn û dilêşiyê.Henekê şêrdûpişk ji vê rewşê neqayîlbûna xwe dianîn ziman .Şêrdûpişk kengê rabûna ser piyan her tim alê wan ê dûpişk paş ve bi wan ve dida û wan dikûşta.
Zivistan xilas dibû demsal berê xwe dida biharê, dartam nû nû hêşin dibûna, derdor zehf xweş dibû; lê dilşewata şêrdûpişkan berdewam dikira.Şêrdûpişkekî zer hebû û ji vê rewşa xirab zehf aciz dibû lewra her roj ferxikekî wî jê distandin û dibiran ji bo xwarin û vexwarina sîxûrmarê. Mabûn du ferxikê vî şêrdûpişkê zer, alîkarên sîxûrmar hatibûn ku ferxikekê wî jî jê bistînin.
Ew roj şêrdûpişkê zer, xwe xiste şûna ferxika xwe û berê xwe da şikefta sîxûrmar .Sîxûrmar xwe amade dikira kumejiyê ferxikê şêrdûpişkê bixwe lê şêrdûpişk serê xwe hilda û bi hemî hêza xwe ve ewil marên ser sîxûrmarê kûşt û sîxurmarê bêhêz kir û lê da lê kûşt . Bi mêrxwasiya şêrdûpişkê zer îdî jiyanekê nû ji bo şêrdûpişkan dest pê dikira.Şêrdûpişk ji sîxûrmarê xilas bibûn; lê derdora wan de gur û rovî mabûn. Pêwîstî hebû ku şêrdûpişk, haja fenê rovî û haja harbûna gurê şiyar bibûyana û yekitiya xwe qayîm bikirana..
Şêrdûpişk ji jiyanê tiştekî zêde nedixwastin. Tenê bi dilxweşî û bi arami nava daristana xwe de jiyanekê azad dixwestin.
BERNAMEGEH