Şerefname Çima Girîng e

Şerefname Çima Girîng e

Şerefname pirtûka dîrokî ya Şerefxanê Bedlîsî ye. Wekî “dîroka Kurdistanê” jî tê naskirin. Şerefxan berhema xwe bi zimanê farisî nivîsandiye, lê roja îro wergera kurdî jî heye [1].

Nasandina Şerefnameyê

Şerefname ew pirtûka ku di dîroka kurdan de, cara pêşîn ew seranser li ser dîroka mîr, eşîr û xanedanên kurdan, têkiliyên wan ên bi hev re, bi gel û dewletên cîran re û şerê wan ê li gel Împeratoriya Osmanî û Îrana sefewî, zilma van her du dewletên mezin a li ser kurdan hatiye nivîsîn. Ew, her wiha behsa ziman, çand û zanyariya nav kurdan dike, zana û alimên wan ên dewra nivîskarî dide nasîn.

Şerefname ji du cildan pêk tê. Ew nusxeya pêşîn a ku şeref Xanî bi destê xwe nivîsiye îro jî li Îngîltereyê li Pirtûkxaneya Bodleian a Oxfordê di bin reqema 312’yê de tescîlkirî ye. Mamoste Abdulreqîb Yûsuf kopyeyeka vê destnivîsê ji wê pirtûkxaneya binavkirî daye anîn û lêkolînek li ser kiriye. Li gora agahdariyên ku ew dide, destnivîs wekî du cildan, lê bi hev re; wekî dewama hev hatiye amadekirin. Li ser vê destnivîsê -bi nivîseke ku diyar e pişt re hatiye nivîsîn- navê pirtûkê wiha hatiye danîn:Şerefname Tarîxa Kurdistanê. Şeref Xan bi xwe navê Xatîme li cildê duduyan kiriye. Pirtûk bi zimanê farisî hatiye nivîsîn.

Di dawiya cildê yekê de wiha hatiye nivîsîn: Ev di dawiya meha zilhicca sala 1005’ê ya piştî hicreta Pêxemberê mezin (S.A.W.) de bi destê nivîskarê hejar û musennifê feqîr ê muhtacê rehmeta Xwedê Şerefê kurê Şemsedînê Kisrayî hatiye nivîsîn û teshîhkirin, Xwedê qelema wî ji şemitandin û şaşiyan biparêze. (19: 1991, r. 15). Nusxe hemî ji 247 rûpelan pêk tê. Cildê yekê heta nîvê rupelê 155’ê ye û cildê duduyan jî ji vî rûpelî destpê dike. Cildê yekê li ser tarîxa kurdan, cildê duduyan li ser tarîxa paşayên osmanî û şahên Îran û Tûranê ye. Şeref Xan di navberekê de li nik siltan Mihemed Xanê kurê siltan Miradê Sisiyê maye û ev cildê duduyan li ser daxwaza wî nivîsiye. Cildê duduyê ji bûyerên 689’ê hicrî (1290) destpê dike hata digihîje bûyerekê ku di çaryeka dawîn a meha rebîulewwela sala 1005’ê hicrî (25’ê tişrîna yekê a 1596’an) bûye dewam dike.(19: 1991, r. 15-16).

Ew dîroka ku tê gotin dîroka xelasbûna Şerefnameyê ye (14’ê tebaxa 1597’an/dawiya zilhicca 1005’an) esas dîroka temambûna cildê yekê ye. Çimkî di wê destnivîsa Şeref Xan bi xwe de ev tarîx li dawiya cildê yekê hatiye nivîsîn. Dîroka temambûna cildê duduyê ne diyar e. çimkî di vê destnivîsê de Şeref Xan her eynî tarîxa xelasbûna cildê yekê li dawiya cildê duduyan jî danîye. Li gor qenaeta Dr. Kemal Mezher Ehmed cildê duduyan teqrîben di dawiya meha heştan an destpêka meha nehan a 1598’ê de xelas bûye. (3:1983 r. 107).

Di nava vê nusxeya destnivîs de 20 tabloyên minyatûrî hatine resimkirin ku şazde ji wan dikevin nava cildê yekê û çar ji wan jî di cildê duduyê de bi cih bûne. Her tabloyek bi wî awayî di pirtûkê de bicih bûye ku li gor mijara nivîsê hatiye eyarkirin. (19:1991, r. 24).

Minyatûra yekê û ya duduyê di rûpelê 33’yê vê detnivîsê de ne û teswîra fermanrewatiya Hekariyê ne, yên sisê û çarê di rûpelê 39’ê de ne û li ser fermanrewatiya Behdînan in, yên pênc û şeşê di rûpelê 43’yê de ne û li ser fermanrewatiya Botan in, yên heft û heştê di rûpelê 56’ê de ne û li ser fermanrewatiya Heskîfê ne, neh û deh di rûpela 66-ê de ne û li ser fermanrewatiya Egilê ne, yazde û duwazde di rûpelê 77-ê de ne û li ser fermanrewatiya Hîzanê ne, sêzde di rûpelê 89-ê de ye û li ser fermanrewatiya Tercilê(Hezroyê) ye, ya çardeyan di rûpelê 132-yê de ye û ablûqekirina kela Bedlîsê ya ji alî Akkoyunluyan ve teswîr dike.

Mînyatura panzdeyan di rûpelê 145-ê de ye û teswîra meclisa mîrê Bedlîsê dike, ya şanzdeyan jî di rûpelê 145-ê de ye û ew Şah Tahmasb li bajarê Xelatê nîşan dide. Mînyatura huvdeyan ku di rûpelê 158-ê de ye teswîra sultanekî osmanî yê kevn e, ya hijdeyan ku di rûpelê 173-yê de ye teswîra şerê Edirneyê ye, ya nozdeyan ku di rûpelê 191-ê de ye Sultan Muhammed Fatîh(Fatih Sultan Mehmet) teswîr dike û ya bîstê ku di rûpelê 208-ê de ye teswîra şerê Çaldiranê ye. (19: 1991, r. 25).

Kevntirîn, binirxtirîn û rasttirîn nusxeya destnivîs ev e (3:1983: r121). Dr. Kemal Mezher Ahmed dinivîse ku cildê yekê ya çapa yekê ya farisiya Şerefnameyê 459 rûpel û cildê dudyê ya çapa yekê 307 rûpel in (1: 1991, r. 23 û 3: 1983, r. 111)

Qenaeta zanayan ew e ku Şeref Xanî piştî ku ji Îranê hatiye ser mîrîtiya Bedlîsê dest bi nivîsandina Şerefnameyê kiriye.

Çavkanî û malzemeyên Şerefnameyê ew pirtûkên dîrokê yên wê demê û beriya wê, behs û rîwayetên zana, rîsipî, gerok û xwedîtecrubeyan, şiîr û destanên şairan, belgenameyên li ber destê nivîskarî bi xwe, jiyan, tecrube, serboriyên wî, yên der û dora wî û hemdemên wî ne ku gîhaştine wî. Lê wî, tiştên ku bihîstine heta tehqîq nekirine, rastiya wan tekûz nekiriye û dilê wî lê rûneniştiye nenivîsîne. Eugenia Vasilieva di vê behsê de dinivîse ku: Nivîskarî bi hedê zêde yê dudilî li wan xeberan dinihêrt, kengî ku gûmana wî ji rastî û durustiya wan nemaya wê çaxê bikar dianî. ( 3: 1983, r. 115) Li cihekî din Vasilieva dinivîse ku bi ya wê tu çavkanî tuneye ku qasî Xatîmê mewzûî û rastgoyaneyê jiyana navbera îranî û osmaniyan a sedsala şazdeyan teswîr kiribe. ( 3: 1983, r. 116).

Mewzûiyet û bêalîtî, ew du şertên giring ên pêdiviyê serkeftina dîroknivîsiyê, di Şerefnameyê de diyar in. Wê wexta ku Şeref Xanî dest bi nivîsîna Şerefnameyê kiriye, têkiliyên wî li gel şehên Sefewiyan xerab û li gel sultanên osmaniyan lirê bûne. Gava ku hatiye ser kê ji wan, hewl daye ku çavê wî ji ser rastiya bûyeran neşemite. Di mesela nêrînên Şeh Tahmasb û Sultan Mûradî de yên li hemberî hev, wek yekê ji wan nekiriye, di şerê navbera wan de bêalî maye, heta ew bi xwe di bin hukmê osmaniyan de buye jî gava cih hatiye texsîr nekiriyre ku pesnê Şah Tahmasbî bide (3: 1983, r. 116).

Zernov nivîsiye kutu gûman li ser rûmetê zanistî yê vê dîroka kurdan nîne. Tevî ku sêsed sal di ser re derbas bûye heta niha li rojhilatê karekî din ê bi vî awayî nehatiye kirin ku bi taxa Şerefnameyê bikeve (14: 1860, r. 82).

Ne bê sebeb e ku zanayekî mezin ê wekî Petroçevsky, Şerefnameyê digihîne payeya çavkaniyên ermaniyan yên kevn ku kes tune gûmanê ji qîmeta wan bike.

Her çendîn Şerefname ji du cildan pêk tê hem di nava kurdan de, hem jî di nava rojhilatnasan de pirtirîn cildê yekê yê li ser kurdan bal kişandiye ser xwe. Dr. Kemal Mezher dinivîse ku sedemê vê yekê ne ew e ku qîmetê cildê duduyan ne qasî yê yekê ye. Her du cild qasî hev bi rûmet in û cih didin bûyerên balkêş û belgeyên dîrokî.

Li gora qenaeta Kemal Mezher Ahmed ji bo ku cildê pêşîn li ser kurdan e û ne berî wê ne jî di dema jiyana Şeref Xanî de tu kesî bi wê berfirehî û giştayetiyê cih nedaye jiyana kurda, bûyerên li nav û li ser wan, loma jî yên ku li ser dîroka kurdan rawestiyane serî li vê cildê dane û bi vî awayî ew cild balkêştir bûye. Lê Kemal Mezher Ahmed destnîşan dike ku di cildê duduyan de jî hem li ser kurdan û hem jî li ser sultanên osmanî û şahên îranî behsa bûyerên bi wî awayî hene ku lu tu derên din bi wê zelalî û firehiyê li wan nayê rasthatin. Ev cild jî hem ji bo kurdan, hem jî ji bo rojhilatnasan çavkaniyeka hêja ye (3: 1983: r. 110-111).

Kemal Mezher Ehmed li ser van tesbîtan hin bûyeran jî ji cildê duduyê neqil dike ku wiha ne: Bi saya gellek çavkaniyên kevn mêjûnas agadar in ku çewa Rûkslanê rûsnîjad ê hemsalê xweşdiviyê Qanûnî Sultan Suleyman(1520-1566) kariye wiha li Sultan bike ku ew Mistefayê kurê xwe yê mezin bikuje ku ji dêlva wî ve kurê wî yê bi navê Selîm karibe were ser textê padîşahiyê. Lê belê heke cildê duduyê yê Şerefnameyê nebûya kesî nedizanî ku destê Seyid Muhammedê mîrê Hekariyan di rêkxistina vê planê de heye.

Li gora Şerefnameyê, gava Qanûnî Sultan Suleyman di sala 960-ê hicrî de(1553-yê mîladî) ji bo sefera ser Îranê ji Îstanbolê derdikeve, li ser rê gava li Erkelê datîne kurê wî yê mezin Şehzade Mistefa ji bo dîtina bavê xwe ji Amasyayê tê cem wî. Wezîrê Azam Rustem Paşa ku gellek tirsa wî ji Şehzade Mistefa hebû bi alîkariya Seyid Muhammedê mîrê Hekariyan nameyeka sexte ku guya ji bal Şah Tahmasbî ji Şehzadeyî re hatiye hinartin, pêşberî Qanûnî dike. Gava Qanûnî vê nameyê dibîne gellek hêrs dibe, derhal Şehzade Mistefayî dide girtin û bi dizî wî dide xeniqandin.(3: 1983, r. 112)

Nimûneyeka din jî ew agahdariya li ser xezîneya Şah Tahmasbî ye. Gava Şah Îsmaîlê Duduyê tê ser text, wazîfe dide Şeref Xanî ku tesbîta xezîneya Şah Tahmasbî bike. Ew jî bi tekûzî hemî dewlemendiya xezînê tesbît dike û bîlançoya wê di cildê duduyê ê Şerefnameyê de dinivîse. Li wir derdikeve ku Şah Tahmasb çi qas dewlemend e. Ev agahdarî jî li tu ciyê din bi vê firehiyê tunene(3:1983, r. 113)

Behsa bûyera liberxwedana boxtiyên kela Ercîşê jî bûyereka gellek balkêş e û di cildê duduyê de diyar dibe ku ji berxwedana Kela Dimdimê ne kêmtir e: … Şah berê xwe da Ercîşê û ferman da ku bi hişkî kelê abloqe bikin. Qizilbaşan bi tevayî dor lê girtin, heta ku ji wan hat li hemberê ewên di nava kelê de ketin şerî. Lê roj hatin û roj çûn, ji çar mehan zêdetir di ser abloqê re buhurî, zivistan, serma , şilope û berf û baranê dayê, Şah Tahmasb ku bi xwe jî li gel leşkerê xwe di çileyê zifistanê de di nava xîvetan de ji ber berf û baranê dest hilnedigirt, ferman da ku tu firsendê nedin wan.

Diyar bû ku çend deste ji boxtiyên wek Îbrahîmê Gurkêlî û merivên wî di kelê de ne û bi tu awayî ne amade ne ku xwe bidin dest. Lê bi eksê, romiyan(tirkan) piştî hemû wê berxwedanê dixwestin teslîm bibin. Wan di binî re li gel qizilbaşên abloqedar li hev kirin û destê xwe gihandin hev, bi hev re bi tîr û tiving erîş birin ser wan. Boxtiyên ku nedixwestin dev ji şerî berdin û kelayê teslîm bikin, naçar kirin têkevin kuncekî teng û vê carê ew bi xwe naçar man ku qelayê teslîm bikin. Peyayên Şah Tahmasbî ku yekser fermana kuştina boxtiyên palewan dan, her li wê derê postê serê wan bi zindîyî guran( 3: 1983: r. 114)

Destnivîsên Şerefnameyê

Şerefnameyê her zû bi zû bala xwendevan, dîroknas û dîrokhezan kişandiye. Yên ku ew bidest xistine ketine jibernivîsîna wê ya bi destxet a her du cildan jî. Bi vî awayî hê gellekî berî çapbûna wê ew di navbera zana, alim, dîroknivîs, mîr, beg, şah û paşayan de belav bûye û ketiye nav kutubxanên miletên Rojhilata-navîn.

Sala 1606-ê li bajarê Kilîsê, Hesenê kurê Nûreddînî di 327 rûpelan de bêyî ku tê de guhertinê bike ji ber destnivîsa pêşîn a Şerefnameyê bi dest nivîsî ku ev nusxe jî niha li Pirtûkxana Bodleiana Oxfordê tê parastin. Hesen Begê Yezdî jî kesek e ku sala 1645-ê Şerefname nivîsiye. Niha bes di pirtûkxaneyên navdar de 22 nusxe destnivîs ên Şerefnameyê hene (3: 1983: r. 120). Wekî me berê jî nivîsî nusxeya herî kevn û rasttirîn a Şerefnameyê ya bi bîst tabloyên mînyaturî ku Şeref Xan bi xwe nivîsiye ew e ku li Pirtûkxaneya Bodleianê ye.

Di pêşgotina xwe de Zernov destnîşan dike ku wî çapa xwe ya farisî li ber çar nusxeyên destnivîs amade kiriye. Ew, bi vî awayî agahdariyê li ser wan nusxeyên destnivîs dide.

1) Destnivîsa Pirtûkxaneya Qeyser li Peterburgê ku sala 1007-ê hicrî -piştî nivîsîna nusxeya pêşîn bi du salan-[salek û hîjde rojan M. C.] hatiye nivîsîn û xwediyê pirtûke; Şeref Xanî çav lê gerandiye. Lê gellek kêm û kurrî di vê destnivîsê de hene. (14: 1981, r. 88) Dr. Kemal Mezher Ahmed dinivîse ku Şeref Xan bi xwe ev destnivîs redakte kiriye û bi destê xwe yê pîroz mora xwe lê xistiye. Ev, ji wan pirtûkên bi nav û deng ên pirtûkxana sefewiyan bûye ku rûsan di dema şerê 1826-28-an de ew pirtûkxane ji Erdebîlê anîne Rûsyayê(1: 1991, r 24).

2) Destnivîsa M–sy– Xanîkof. Ev zana û rojhilatnasê han sala 1854-ê li Îranê konsulê giştî yê Rûsyayê bû. Wî pêşiyê nusxeyek ji alî Dîlmekan-Salmasê- peyda kiriye, du destnivîsên din jî ji pirtûkxaneya Yehya Xanê xanê fermanrewayê Azerbaycanê wergirtine, ew dane ber hev û ya xwe li ber wan durust kiriye.

Destnivîsa Xanîkof di nozdeyê meha şabana sala 1252-yê hicrî(1837-ê mîladî) de ji alî kesekî ku navê wî Mehmûd Rizayê kurê Sabir Aliyê Kerbelayî ye, bi fermana Rewşen Efendî, li gundê Dîlmekanê ji ber destnivîseka Şerefnameyê hatiye nivîsîn ku dîroka wê vedigere sala 1007-ê hicrî (1598)û di dawiya wê de wiha hatiye nivîsîn:

Ez danerê hejar ê nivîskarê bêtaqet û çav li rehma Xwedayê mezin; Şerefê kurê Şemseddînê rojekî yê kisrayî di dawiya meha muharrema 1007-ê hicreta Pêxemberî de -silavên Xwedê li ser bin- li bajarê Bedlîsê -Xwedê ji belayan biparêze- ji nivîsîn û rastkirina wê bûme.(14: 1981, r. 89) 30-ê muharrema 1007-ê hicrî dike 1-ê îlona 1598-ê.

3) Destnivîsa Muzeya Asyayê ya Akademiya Qeyser li S:t Peterburgê. Ev bi reqema 756 li ser navê Ruso qeydkirî ye. Nayê zanîn ku kengî hatiye nivîsîn lê xwediyê wê Ruso li serê notek daniye ku ew diyarî ye ji hakimê Sawucbulaxê(Mehabada niha).

4) Destnivîsa Muzeya Asyayê ya bin reqema 576-ê ku Baron Bud ji Îranê aniye. Ev nusxeyeka gellek kêm e.(14: 1981, r. 90)

Zernov di pêşgotina xwe de destnîşan dike ku ji bilî van destnivîsan li Awrûpayê jî hin destnivîs hene û agahdariyên bi vî awayî li ser wan destnivîsan dide:

Ji bilî van destnivîsên li Rûsyayê sê destnivîs jî li Avusturyayê li nik Dr. Barbe hene, Sir John Malcolmî jî li Londonê nusxeyek heye ku niha li nik Komeleya Asyayê ya Keyanî ya Birîtanya û Îrlandayê ye. Li Parîsê jî nusxeyek heye. Li Muzeya Birtanyayê jî nusxeyeka Mr. Rich heye ku li Kurdistanê bi destê wî ketiye. Ew du tercumeyên bi tirkî jî li Muzexana Brîtanyayê ne.(14: 1981, r. 93) Destnivîsên din li kutubxaneyên Brîtanyayê û yên Stenbolê hene(3: 1983, r. 121) Me berê bahs kir ku M. Alî Awnî nusxeyek li Helebê li Pirtûkxaneya Medresa Osmanî peyda kiribû û cildê pêşîn ji ber wê nivîsîbû, nusxeyek jî li ba Sureyya Bedirxanî hebû.

Xebatên li ser Şerefnameyê

Hacî Xelîfe (Katip çelebî) ji bo danîna pirtûka xwe ya bi navê cihannuma ji Şerefnameyê gellek fêde girtiye û navê wê jî di pirtûka xwe de li gellek ciyan anîye(14: 1981, r. 82, û 3: 1983, r.121) Her wiha Zeynelabidîn ku pirtûka Riyad el-Seyahe çêkiriye jî, di heqê kurdan de gellek tişt ji Şerefnameyê wergirtine.(14: 1981, r. 82)

Şerefname du caran hatiye wergerandin ser zimanê tirkî. Yek ji wan ên ku ew wergerandine navê wî Samî bûye û wî, ev werger ji bo mîrekî kurdan ê bi navê Mistefa Beg kiriye1 (14: 1981, r. 82). Ev werger di salên 80-yê yên sedsala 17-yê de hatiye kirin û wergereke temam e. Wergera din berî vê ji bal Mehemed Begê Ahmed Begê Mîreza ve di sala 1078-ê hicrî(1667-68) bi kurtebirî hatiye kirin û heta niha du nusxeyên wê hatine dîtin(1: 1991, r.24 û 3: 1983: r. 121) Li Awrûpayê cara pêşîn Herbilo behsa Şerefnameyê kiriye û di du nivîsarên xwe de cih daye navê wê carekê bi navê Tarîxa Şeref Xan Bedlîsî carekê jî bi navê Tarîxa Kurdan.(14: 1981, r. 82)Wî navê pirtûkê ji cihannumaya Katîp çelebî bihîstiye û di sala 1776-ê di wê kitêba xwe ya fransizî de ya bi navê Pirtûkxaneya Rojhilatê ya Ferhenga Giştî cih daye wê(3: 1983, r. 122) Wiha diyar e ku berî hemû awrûpayiyan Şerefname ketiye destê Sir John Malcolm(1769-1833) ê ku demekê li Hindistanê û li Îranê konsuliya Brîtanyayê kiriye û zimanê farisî baş zanîbûye. Di cildê dudyê ê wê pirtûka xwe de ya li ser tarîxa Îranê ew bikar aniye2. Vê nusxeyê mazinê eşîra mihêziyan ya kurd dayiyê. Wî li ser vê nusxeyê nivîsiye Kurden Kronik a von Sheref.(14: 1981 r. 82)

Dîroknivîs Etienne Marc QuatremËre ê Faransiz di tarîxa xwe de ya bi navê Tarîxa Moxoliyên Îranê çend perçe ji Şerefnameyê wergirtine. Ev pirtûk di 1836-ê de hatiye weşandin(3:1983, r. 122).

Li bajarê Viyenayê, paytexta Awissturyayê, Şerefname ji aliyê G. A. Barbe ve hatiye wergerandin ser zimanê Almanî û beş bi beş di navbera salên 1853 û 1859-ê de li gel pêşgotineke wergêr hatiye belavkirin(1: 1991, r.25 û 3: 1983, r. 123).

Şerefnameyê zû bi zû bala rojhilatnasên rûsî jî kêşaye. X. D. Frahn zanayê pêşîn ê rûs e ku sala 1826-ê di yek ji wan rojnameyên Peterbûrgê de behsa navê Şerefnameyê wekî çavkaniyeka mêjûyî ya yekcar giring kiriye. Her wê salê M. Volkoviç bi dirêjî behsa Şerefnameyê kiriye. Piştî sê salan Frahn careka din di yek ji wan nivîsên xwe de hatiye ser behsa Şerefnameyê û dawe kiriye ku zûtirîn wext orîjînalê pirtûkê bê weşandin û bê derengî bê wergerandin ser zimanekî awrûpî. Piştî Frahn, hin rojhilatnasên din jî dawe kirine ku Şerefname bê wergerandin. (3: 1983, r. 123).

Sala 1860-ê rojhilatnas û karbidestê Akademiya Zanyarî ya Rûsyayê F. Viljaminov Zernov(1830-1914) cildê yekê ê Şerefnameyê li Peterburgê da weşandin. Wî bi vê re pêşgotineka bîst rûpel a lêkolanê ya hêja bi zimanê fransizî jî pêşkêş kir bahsa xebatên li ser Şerefnameyê ên heta dewra wî, hin agahdariyên li ser nusxeyên destnivîs ên Şerefnameyê û qîmeta wê ya zanistî ya di dîroka gelên Rojhilata-navîn de dike.

Zernov du salan piştî vê bi pêşgotineka heft rûpel cildê duduyê ê Şerefnameyê jî bi farisî da weşandin. (1: 1991, r. 23). Prof F. B. Charmoy, ku di wextê xwe de mezintirîn farisîzanê Awrûpayê dihat hesabkirin di navbera salên 1868 û 1875-ê de Şerefname wergerand ser zimanê fransizî û her du cildên wê jî bi vî zimanî li Peterburgê da weşandin. Bi saya vî zanayî Awrûpayî bi awayekî berfireh hay ji Şerefnameyê bûn. Ev karê han berhemê bêwestanê 30 salan bû. Wî wergera xwe ji ber çapa farisiya Zernov amade kiribû, lê ew dabû ber du nusxeyên destnivîs ên din jî.

Çapa fransizî ya Şerefnameyê çar cildên serbixwe bûn. Beşa yekê a cildê pêşîn di sala 1868-ê, beşa duduyê a cildê pêşîn di sala 1870-yê, beşa yekê a cildê duduyan di sala 1873-yê û beşa duduyê ya cildê duduyê di 1875-ê de hat weşandin(1: 1991, r. 25-26). Morli jî di fihrista Şerefnameyê de navên wan eşîr û mezinên ku şeş hatine nivîsîn li ber wan her du tercumeyên wê yên tirkî rast kiriye ku di Muzeya Britanyayê de ne.

Larssen di behsa kurdan de kurtegotarek li ser dîroka kurdan nivîsiye çend bûyerên balkêş neqil kirine ku ji Şerefnameyê wergirtine.(14: 1981, r. 87)

Rojhilatnasiya sovyetî û Şerefname

Hejmarek zêde ji rojhilatnasên Sovyetê, çi ji bo nivîsên xwe yên li ser dîroka Kurdistanê, çi jî yên herêmên din ên Rojhilata-navîn be, gellek ji Şerefnameyê îstîfade kirine. Di salên 30-an de, ji rojhilatnas û kurdnas F. P. Rastopiçin hat xwestin ku ew Şerefnameyê wergerîne ser zimanê rûsî, lê gellek mixabin ku mirina bêwext musaeda cîbicîkirina vî karê zanistî yê pêwîst neda (1: 1991, r. 19-20). Di dawiya salên 50-yan de Beşa Kurdî ya Liqa Lenîngradê ya Zanîngeha Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Sovyet karê wergerandin Şerefnameyê ji farisî ser bi zimanê rûsî siparte Eugenia Vasilieva. Xebateka wiha çend sal dixwestin.

Di encama vê xebata rojhilatnas û kurdnasa jêhatî de, di sala 1967-ê de cildê yekê hat weşandin(1: 1991, r. 19-20). Cildê yekê yê Şerefnameya bi zimanê rûsî 619 rûpel in, 412 rûpelên wê ji nivîsandina Şeref Xan pêk hatiye. Yên din ji pêşgotin, paşgotin û kurtebahseka bi îngilîzî ye ku li ser pirtûkê hatiye nivîsîn. Ev hemî ji bal Eugenia Vasilieva ve hatine amadekirin(1: 1991, r. 21). Eugenia Vasilieva di pêşgotinê de li ser giringiya Şerefnameyê sekiniye û qîmeta wê ya bilind a zanistî daye diyarkirin û gellek zanyarî û agahdariyên di vî warî de xistine navê. Di vê pêşgotinê de Vasilievayê bi dirêjayî behsa dîroka lêkolînên Şerefnameyê û destnivîsên wê dike(1: 1991, r. 21). Cildê duduyan ê Şerefnameyê ku Şerefxan navê Xatîme lêkiriye jî, ji bal Eugenia Vasilieva ve hatiye wergerandin ser zimanê rûsî û bi pêşgotinekê di sala 1976-ê de li Moskovayê hatiye weşandin.(3: 1983: r. 125)

çend mehan piştî vê, fermanberê zanistî yê Zanîngeha Gelên Rojhilata Nêzîk û Navîn a ser bi Akademiya Zanyarî ya Azerbaycana Sovyetî Mehmet Şemsî payeya xwe ya doktorayê bi wê xebatê stend ku bi navê Şerefnameya Şeref Xanê Bedlîsî wek Serokaniya[çavkaniya] Dîroka Gelê Kurd li ser Şerefnameyê amade kiribû(1: 1991, r. 20). Ev nameya han a ku di 1967-ê de temam bûye(3: 1983: r. 124) bi azerî hatiye nivîsîn û kurtiyeka wê jî bi rûsî hatiye weşandin. Piştî vê bi demekê doktoraname bi xwe jî wekî pirtûk serbixwe li Bakuyê hatiye weşandin.(1: 1991, r. 20).

Dr. Mehmet Şemsî di doktoranameya xwe de bi dirêjayî behsa jiyan û serpêhatiyên Şeref Xan û rewşa jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê ya sedsala16-yê dike û li ser naveroka Şerefnameyê disekine. Ji bo zelalkirina van bahsên han hejmarek gellek zêde çavkaniyên wekî Nuzhetuíl-Qulûba Hamdullah Qezwînî û berhemên birrek dîroknivîsên hevçaxê Şeref Xan bikar tîne, her wekî berhema Qazî Ahmedê Xeffarî(1: 1991, r. 28 û 3: 1983, r. 125).

Dr. Şemsî jî bi dirêjayî li ser qîmeta Şerefnameyê radiweste û wiha dinivîse: dîroknivîsên piştî Şeref Xanî ên wekî Katip çelebî, Ewliya çelebî û gellekên din di berhemên xwe de ji hemû çavkaniyan zêdetir Şerefname bikar anîne.(1: 1991, r. 28) Di eynî wextê de Dr. Şemsî şaşîtiyekê jî rast dike ku grûbek dîroknivîs êdîa dikin guya Şeref Xan, Şerefname bi teşwîqa şahê Îranê nivîsiye. Di rastiya xwe de wextê Şeref Xan Şerefname nivîsiye nêzîkayiya wî bi sultanên osmaniyan re zêdetir bûye û heta osmaniyan alîkariya wî jî kirine(1: 1991, r. 28).

Dr. Mehmet Şemsî ji bilî doktoranameya xwe zincîregotarên zanistî li ser Şeref Xanê Bedlîsî û Şerefnameyê nivîsîne, her wekî Dîroknivîsê bi nav û deng ê kurd Şeref Xanê Bedlîsî û Behsa serîhildanên sedsala şanzdehan a eşîrên kurdan di Şerefnameyê de.(1: 1991, r. 28).

Xebata kurdan li ser Şerefnameyê

Mele Mehmûdê Bazîdî kurdê herî pêşîn e ku Şerefname wergerandiye ser zimanê kurdî. Wî ev kar di sala 1858, an 1859-ê de temam kiriye ku Aleksandre Jaba; konsolosê Rûsyayê yê wê demê yê Erziromê yekser ev werger şandiye Peterburgê. Ev karê ku bi destxeta Mela Mehmûdê Bazîdî bi xwe hatiye nivîsîn îro li Pirtûkxaneya Giştî ya Saltikof Şêdrîn li Peterburgê tê parastin. Di van salên dawiyê de kurdnasê hêja J. S Mûsaelian lêkolînek li ser vê wergerê kiriye û bi pêşgotineka xwe û ya K. K. Kurdoev a muşterek orîjînala wê ya kurdî daye çapkirin. Ev çap di 1986-ê de li Moskovayê pêk hatiye ( 7: 1986, Moskova).

Muhemmed Alî Awnî (1897- 11-ê temmûza 1952-yê li Qahîreyê) cara pêşîn di sala 1931-ê de çapa farisî ya cildê pêşîn ê Şerefnameyê daye weşandin. Wî ji bo vê çapê pêşgotin û jêrenotên hêja amade kirine. Ew cara pêşîn di sala 1922-yê de, di Pirtûkxana Medreseya Osmanî de nusxeya destnivîs a Şerefnameyê dibîne, cildê pêşîn ji ber dinivîse û li gel xwe dibe Misrê. Li wir bi Şêx Ferecullah Zekî Kurdî re li ser Şerefnameyê diaxive û dibîne ku nusxeyek ji çapa rûsî ya 1860-ê û nusxeyeka destnivîs a Sureyya Bedirxanî li nik wî hene û ew jî li ser vê eserê kar dike (14: 1981, r. 76). Pişt re Şêx Muhyeddîn Sebriyê Kurdî (bavê wî Zekeriyya Muhyeddîn e ku destê rastê yê Cemal Abdulnasir bû) ji ber ku baş farisî dizanî û di wêjeya farisî de şareza bû xwe gîhand wan û her siyan bi hev re dest bi karê amadekirina çapa farisî kirin (14: 1981, r. 77). Hersê nusxe dan ber hev lê çapa Rûsyayê kirin esas û di xebata salekê de ew amade kirin. Ev nusxe di 1931-ê de li Qahîrê weşiya.

Muhammed Alî Awnî, her du cildên Şerefnameyê kirine erebî û Yehya Xeşab ji her cildekê re pêşgotinek nivîsîye. Piştî mirina Muhammed Alî Awnî wergera cildê yekê di sala 1958-ê de, ya cildê duduyê jî di 1962-yê de li Qahîrê hatiye weşandin (15: 1991, r. 5-6). Ew pêşgotina ku Zernov li Rûsyayê ji bo çapa pêşîn a farisî nivîsiye di van wergeran de jî heye.

Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî (1912- ) ji bo wê wergera xwe ya erebî pêşgotinek nivîsiye, li berhemên Husên Huznî Mukriyanî û Muhammed Emîn Zekî Beg û gellek pirtûkên tir bi hûrî nihêrtiye û agahdariyên ku bi dest xistine wekî şerhan di wergera xwe de bicih kirine. Ev wergera han di sala 1953-yê de li Bexdadê weşiyaye (14: 1981, r. 45 û 54).

Mamoste Hejar Mukriyanî cara pêşîn cildê pêşîn ê Şerefnameyê wergerandiye ser zimanê kurdiya başûr(soranî) û ev çap di 1972-yê de li Necefê ji bal Korrî Zanyarîy Kurdî ve hatiye weşandin. Her ev çapa han bêyî dest lêdan cara duduyan di sala 1981-ê de li Tahranê hatiye weşandin. Di pêşiya vê wergerê de pêşgotin û sipasnameyeka Mamosta Hejar, agahdariyek li ser wan kurdên dîroknas ên ku di amadekirina Şerefnameyê de bi kêrî Hejar hatine; her wekî Husên Huznî Mukriyanî, Mihemed Emîn Zekî, Muhammed Alî Awnî, Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî hene. Pişt re hin bîr û baweriyên wan zanayan tên ku li ser wergera Şerefnameyê ya bi ser zimanê kurdî nivîsên xwe pêşkêş kirine.

Nivîsara Mesûd Muhammed, Elaeddîn Seccadî, Hêmin Mukriyanî û Dr. Kemal Mezher Ahmed ev nirxandin in. Pişt re pêşgotina ku Muhammed Alî Awnî ji bo çapa farisî a 1931-ê nivîsîye û di pey wê re ew pêşgotina lêkolînî ya hêja ku ji bal Zernov ve ji bo çapa pêşîn a farisî hatiye nivîsîn jî di wê wergera kurdî ya Hejarî de cih digrin. Îhtîmal e ku pêşgotina Zernov di çapa Misrê ya farisî û pişt re jî di ya erebî de ku ji bal Awnî ve hatine amadekirin cih girtiye û ji wir jî hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û di wergera Hejarî de bicih bûye (14:1981, r. 74 û 81). Li pey pêşgotina Zernov vê carê pêşgotina Muhammed Alî Awnî tê ku ji bo çapa erebî nivîsiye. (14: 1981, r.96).

Dîroknasê misrî Yehya Xeşab jî lêkolîneka dûr û dirêj li ser dîroka kevn û nû ya kurdan ji bo vê wergera Muhemmed Alî Awnî amade kiriye û ew di wê çapê de hatiye weşandin. Pişt re ev lêkolîn hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û di Şerefnameya wergera Hejarî de jî wekî pêşgotinekê ciyê xwe girtiye. (14: 1981, r. 109) Her wiha di vê wergerê de nivîsareka lêkolînî ya li ser Şerefnameyê û kurdnasiya Sovyetî ji bal Dr. Kemal Mezher Ahmed ve hatiye amadekirin. Wê nivîsara nirxandin û lêkolînê ya Dr. Kemal Mezher Ahmed pişt re bi hin nivîsarên din re wekî berhevokekê di nava pirtûka wî ya bi navê çend lapere le Mêjûyî Gelî Kurd di sala 1985’ê de li Iraqê hatiye weşandin. Dûv re Elî Şêr ev pirtûk kiriye kurmanciya bakur û ew di sala 1991-ê de li Stockholmê hatiye weşandin. (1: 1991, Stockholm).

Di pirtûka Hejarî de, pişt re wergera cildê yekê ê Şerefnameyê tê. Gava ew xelas dibe nameyeka Ziya Şerefxan, fîhrîst û ferhengokek û jiyannameyek ku Hejarî bi xwe nivîsîye tê. Herî dawîn jî, li ser dema berî sala 1972-yê ya tevgera Kurdistana Iraqê lêkolînek heye. Bi tevayî ev wergera Hejar Mukriyanî 176 rûpelên pêşgotinan û 871 rûpelên din in(binêre; 14: 1972 û 1981).

Mehmed Emîn Bozarslan cildê yekê yê çapa Qahîrê ya weregera erebiya Muhemmed Alî Awn? kiriye tirkî û cara pêşîn tirkiya wê di sala 1971-ê de li ­stanbulê hatiye weşandin. Her vê wergera han cara duduyan di 1976-ê û ya sisiyan jî di 1990-ê de li Istanbulê hatiye weşandin(15: 1990, Istanbul)

Qanadê Kurdo jî di sala 1972-yê de di wê gotara xwe de ya bi navê Kurdnasî weşandiye, behsa Şerefnameyê kiriye. Di vê gotarê de Q. Kurdo, bi taybetî bal kêşaye ser destnivîsên kevn ên Şerefnameyê (1: 1991, r. 30).

Ji kurdan yek jê jî yê ku bala xwe pirr daye ser Şerefnameyê Dr. Kemal Mazhar Ahmed e. Ew wek dîroknas bi awayekî ciddî li ser vê berhema hêja rawestiyaye, lêkolîn li ser kirine ew kesên ku li ser wê xebat kirine û bi taybetî rojhilatnas û kurdnasên sovyetî yên ku li ser Şerefnameyê rawestiyane raxistiye ber çavên xwendevanên kurd. Nivîsara wî ya pêşîn a di vî warî de ew e ku me li jorê binav kir ku wekî pêşgotin di Şerefnameya wergera Hejar de hat weşandin û cara duduyan ji di pirtûka wî de ya bi navê çend lapere le mêjûyî gelî kurd ciyê xwe girt. Ev pirtûk wekî me berê jî nivîsî cara duduyan bi kurmancî li Stockholmê hat weşandin.

Dr. Kemal Mezher Ahmed di sala 1983-yê de pirtûka xwe ya bi navê Mêjû – kurtebasêkî zanistî mêjû we kurd û mêjû li Bexdayê da weşandin ku ev pirtûk li ser teorî û dîroka mêjûyê radiweste, behsa dîroknasên dewra kevn û yên nuh ên kurdan û berhemên wan, cih û rola wan di dîroka gelê kurd de dike. Di vê navberê de cihekî gellek giring jî dide Şerefnameyê û nivîskarê wê Şeref Xanê Bedlîsî. Wan xebat û wergerên ku li ser Şerefnameyê û nivîskarê wê hatine kirin dinasîne û bîr û baweriyên wan pêşkêşî xwendevanên kurd dike. Di vir de jî xebatên kurdnas û rojhilatnasên Rûsya Qeyserî û Yekîtiya Sovyetan cihekî giring digre. Ew bi xwe jî bîr û baweriyên xwe li ser Şerefnameyê û nivîskarê wê dide û qîmetek gellek mezin dide wan. (binêre; 3: 1983, r. 104-132)

Mamoste Abdulreqîb Yûsuf nivîsareka lêkolînî li ser wan mînyaturên di nava nusxeya pêşîn a destnivîs de nivîsiye. Ew nusxe bi destxeta Mîr Şeref Xanî bi xwe hatiye danîn. Beşekî ji nivîsara Abulreqîb Yûsufî di hejmarên 116 û 117-yê Rewşenbîrî Nwê de di 1988-ê de li Iraqê hatiye weşandin. Pişt re tevlî beşê neweşandî Elî Şêr hemû wergerandiye ser kurmanciya bakur û ew li gel 20 mînyaturên rengîn di nava weşanên Jîna Nû de sala 1991-ê li Swêdê wekî pirtûk bi navê Hunerên Tabloyên Şerefnameyê hatiye weşandin. Di vê lêkolînê de Abdulreqîb Yûsuf bi hûr û kûrî li ser wan 20 mînyaturan radiweste û wan ji alî hunerê neqqaşî û resamî ji alî naveroka mînyaturan a dîrokî û etnografî tehlîl dike. Wî bi xwe kopyeka vê destnivîsa Şerefnameyê ji Pirtûkxaneya Oxfordê ya bi navê Bodleianê daye anîn û lêkolîna xwe li ber kopyayên reş û sipî yên mînyaturan amade kiriye.

Pişt re Jîna Nû nusxeyên rengîn ên van mînyaturan ji pirtûkxaneya navderbasbûyî daye anîn û pirtûk li gel van mînyaturên rengîn ên gellek bi qîmet hatiye weşandin. Qîmetê van mînyaturan gellek zêde ye. çimkî ji aliyekî ve ew teswîra wê demê ya civaka xanedanî û bi giştî ya kurdan a mîmarî, çand û medeniyeta wan nîşan didin. Ji aliyê din ve jî Abdulreqîb Yûsuf êdîa dike ku îhtîmaleka mezin ev mînyatur ji destê Şeref Xanî bi xwe derketine. Gava meriv bibîr bîne ku Şeref Xanî di dema piçûktiya xwe de di harema xas a Şah Tahmasbî de xwendiye, yên li wê derê hunerên neqqaşî û resamiyê jî hîn dibûn û bi gellek hunermendên wê demê yên bi nav û deng re radibûn û rûdiniştin, ev îddîa ne gotinaka vala ye. Şeref Xan yekî herî bi nav û deng ê xetatên farisî hatiye hesibandin û navê wî li gel navên xetatên mezin derbas bûye; wekî Mîr Elî Tebrîzî, Îmadeddînê Huseynî, Muhemmed Riza Tebrîzî û Hesen Şamîlo (19: 1991, r. 23-24).

Em ji bîr nekin ku karên wiha yên hunerî, di qesra xanedaniya mîrên Bedlîsê de gellek belav bûn. Gava Ewliya çelebiyê tirk li gel Melîk Ahmet Paşa çû Bedlîsê wê gavê neviyê Şeref Xanî Mîr Evdal Xan li ser hukum bû. Ewliya çelebî gava behsa Mîr dike bahsa bi dehan huneran dike ku Mîr di wan de bikêrhatî û zîrek bûye. Ressamî û neqqaşî jî di nava van huneran de ye. Lewra jî mesela zanîna van huneran ne xas e bi Şeref Xanî tenê ve, diçe digihîje mîrên din jî (binêre, 19: 1991).

Elîşêr ev demek e li ser Şerefnameya wergêra mamoste Hejarî radiweste ku wê wergerîne ser kurmanciya bakur. Wergera wê temam bûye. Di dema ku ev nivîsar tê nivîsîn ev werger ji bo ku bi munasebeta 400 saliya Şerefnameyê bigihîje ber destê xwendevanên kurmancîaxêv di çapxanê de bû.

Çavkanî

  1.  Bi kurmancî ji aliyê Ziya Avci ve (1998/2007) û bi soranî ji hêla Mam Hejar ve (1970)
  • Mûrad Ciwan: Şerefname; pencereya kurdan a ber li mêjûyê

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !