Serhildana Simkoyê Şikak yek ji şorêşên herî mezin ên kurdên Rojhilata Kurdistanê bû ku di navbera salên 1918 û 1930 de ajot.
Destpêka Serhildana Simkoyê Şikak û sedemên bingehîn
Piştî Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880’an), serhildana Simkoyê Şikak di rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn.
Kurdan karî wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin selmandin û berevajî xwesteka şovînîstên faris, hurmeta xwe ya civakî û siyasî wek mîrasekî dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîrokzan Kirîs Koçêra, Simkoyê Şikak bi weke bavê nasyonalîzma kurdî ya di rojhilatê Kurdistanê de binav dike.
Li gor gotina mezinên Evduyiyan Simko di çaxê şehîdbûna Cewer Axa de xurtekî 18-19 salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888’ê zayînî ye. Herwiha Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye.
Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û mezinên din yên êla Şikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdiya desthilatdarên dewleta Îranê, kînek mezin ji wan girtibû. Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî şervan, netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye. Ji ber wan hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî kêm axiftin û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijiye.
Hissa tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baş dizanî ku ji bapîrê wî yê mezin Smayîl Xan bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemerdî ji aliyê berpirsyarên dewleta Îranê ve hatine xapandin û kuştin. Ji bona wê baş dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li wî jî bidin.
Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leşkerî bû û wek mezinê eşîreta Şikak di nava kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku Îranî dixwazin wî jî weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di navbera Simko û bira û bavê wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên siyasî (wek rêber û kesayetiyek siyasî yê kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê bêtir geş bûn.
Çaxê ku cîgirê waliyê Azerbayacanê (Mukerrem el Mulik) di sala 1919’an bi hevkariya ermeniyan, bombeyek çêkirin û di nava qotiyekê de bi navê şiranî ji Simko re şandin[1], neyartiya Simko bi dewleta Îranê re derbasî pêvajoyek siyasî û eşkeretir bû.
Têkiliya Simko bi du kesayetiyê kurd Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Teha Gîlanî (neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî) re, şoreşa di bin desthilatdariya Smayîl Xanê Şikak de, di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, berfirehtir kiriye.[2]
Lê wek jêder û şahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya dawiyê bi Simko re nemaye û navbera wan li ser awayê têkiliya bi îngilîzan re, têk çûye.
Chris Kutschera di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje: ”Bi vê hindê re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venedişart, gotibû ku bizava min li dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min yên nêzîk û cotek birayên min, tev bi destê karbidestên Îranê hatine kuştin.
Lê bi vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên şoreşa wî ji bo berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye. Di vê derbarê de Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê kurd heya niha çi bi ser de hatiye. Mirovên wan yên mezin yên weke Smayîl Xan û Elî Xan bi şêweyek gelek zalimane ji aliyê Îraniyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê Kurd têkûşînê dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr nabe”.[3]
Hêjayî gotinê ye ku di sala 1922yê de Simko dîsa dest bi serhildanê kir, di heman wextî de Loran jî serhildan da destpê kirin. Tê gotin ku Simko û Loran lihevhatîne ku hevdem serhildanê bidin destpê kirin[4]
Mîna ku di roja îro de ji bo hemû serokên kurd eşkera bûye, Simko jî zû pêhesiyaye ku dewleta navendiya Îranê mafê azadî û wekheviyê heta di nava sinorên Îranek yekgirtî de jî nade gelê kurd.
Simko ku gelek kes hereketa wî bi bizavek eşîretî û herêmî dihesibînin, li gor pîvanên wê çaxê mirovekî zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê hebûye. Simko bi nameya ku bi riya serleşkerekî îngilîzî ji Zefer el Dulê re şandibû, vê rastiyê baştir dide selmandin.
Simko di pareke nameya xwe de dibêje: ”Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara wan nagehe çaryeka kurdan, lê ew gihiştine xweziyên xwe ku mafê otonomiyê ye. Li almanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de pêkanîne. Birastî ger netewa kurd di Îranê de negihije mafê xwe, êdî mirin û neman jêre baştire ji jiyan û mayînê.
Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Êdî ev xweziya hemû mirovekî kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nûye[5]
Ev name dide diyarkirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê rewayê gelê kurd bi armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî kiriye. Herwiha tenê naveroka vê nameya dîrokî (ku bêgoman di arşîva milliya Îranê de hatiye parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên neteweperest ku tenê bi awaykî negatîv behsa kesayetiya siyasî û serhildana Simkoyê Şikak kirine. Bi dûçûna parlamenterê tirk yê agirî yê ku li sala 1943ê, Husametîn Tuxaç ;
“ | Simko dixwaze li Urmiyeyê û Selmasê bi îdealîzma kurdperweriyê, rêvebiriyeke kurdî ava bike. Her wisa Simko difikire ku hindî ku Tirkiye hebe Kurdistana serbixwe nayê ava kirin. Bi van fikran jî di esasê dijminekê Tirkan e. | ” |
— 1927 İran Azerbaycanı İstihbarat Raporu ve Analizi, Ersin Müezzinoğlu-Hüseyin Karamelikli, r:45-60 |
Piştî serhildana Simkoyê Şikak, li Rojhilatê Kurdistanê hêdî hêdî rê li ber rêxistinên modern re vebû û rêya avakirina Komara Kurdistanê vebû.
Helwestên dewletan
Dewleta Tirkiyeyê ji ber êrîşên ermen û nastûriyan aliakriya çekdarî bo Simko dikir. Dewleta Tirkiyeyê heta sala 1922yê ku serkeftina xwe ya dijî dewletên ewropayî îlan kiribû, alikariya Simkoyê Şikak dikir. Paşî ev alîkarî hate birîn[6].
Kakşar Oremar
Çavkanî
- ↑ Handren, Dilan (2009-02-02). “The Rebellion of Simko Agha”. Kurdmania (in German). Retrieved 2009-02-23.
- ↑ F. Kashani-Sabet,Frontier Fictions: Shaping the Iranian Nation, 1804-1946,328 pp., I.B. Tauris, 1999, ISBN 1-85043-270-8 p.153.
- ↑ Kirîs Koçêra (Chris Kutschera), Bizava netewieya Kurd (bi zimanê farsî)
- ↑ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:279
- ↑ Mamosta Mihemed Resûl, Îsmaîl Axay Şikak w bizwtinewey netewayetî Kurd, Hawar.
- ↑ 1927 İran Azerbaycanı İstihbarat Raporu ve Analizi, Ersin Müezzinoğlu-Hüseyin Karamelikli, r:87