SÎNEMA AMÛDÊ

ŞEWATA SÎNEMA AMÛDÊ

Dîlawerê Zengî / Çirîska Dawîn Ji Agirê Sînema Amûdê Vemirî..!!

Dem: Roja yekşemê 13/11/1960-î li bajarê Amûdê- parêzgeha Hisiça.

Ev roj, rojeke dîrokî û bi nav û deng e. Ev roj, roja şewata Sînema Amûdê ye. Roja şewata 300 zarokên bê guneh e. Roja ko 300 nav ji dara jiyanê hatin weşandin û di goristana Amûdê de, li rex girê Şermola hatin veşartin.

Ev roj, roja ko hemû dergehên asîmanan hatin vekirin, tenê dergehê Sînemê li wan zarokên bêguneh hat girtin û kilîtkirin. Dergeh hate girtin û kilît di bêrîka xwedayê zemînê de bû. Di bêrîka qiral û fermandaran de bû. Xwedayên zemînê û asîmanan civîn gerandin.., li hev pirsîn..di guhê gurê Manco de xwendin.. û biryar dan.. . Vê carê gurê Manco ne tenê zarok tirsand.. ne tenê hate xewna wan.. Belê, bi rengê êgir li wan diyar bû.. û ew cih li zarokan kir dojeh û Amûdê bû tenûra êgir. Qêrîn û hawara zarokan li ber sira bayê êgir ket û çû, çû.. bû dûman û bi jor ket. Bû pêt û rivîn û li ba ket. Bû xwelî û di çemê Amûdê re herikî. Zarok şewitîn.., dilê diyan peritî.., kezeba bavan şewitî. Xuh û biran.., xal û apan şîn gerandin..

Şîn û girî li her mal û deverê geriya!!!.

Lê, fincana qehwê li ber xwedayê zemînê ye, û bi berdana dûmana çixarê di herdû qulên poz û devê xwe re dida der, û hilma şewata laşan li pozê wî dida û pê re pê re digirnijî, serî dihejand û serxweş dibû..!! Belê dayê.. dikeniya.. dengê kenê wî bû babîsok û digeriya.. bû icacok û li hev digeriya.. bû kirasekî reşû li bejna Amûdê aliya… Li bajêr bû qêrîn û hawar.. li ezmanan bû şer. Şerê Homan û Ehrîmanan.. li hev dan. Şeytan û perî bi hev ketin. Periyan agir vedimirand.., şeytan û iblîsan bi baskên xwe agir gûr dikir. Şeytanên erd û ezmanan li hev pirsîn… û li wan zarokên bê guneh bûn yek..!! Dêwên sor û reşbi poşan çûne hev… Ehrîman û hirmiz hev talan kirin. Bi narevînê em haş kirin…!!!! Bi nezanînê em gunehkar kirin…!! Tiştê bû, bû û çû.. Em ketin xewê.. em ketin temara mirinê…bê pirs û bersiv..!! Ka çibû…!!?. Çewa bû..!!??. Kê weha kir..?! Gunehê kê bû?!!.. Ka rêber û xwediyên vî miletî?!.. . Ka axa, şêx û..?!. Kanîn ew qehreman..?!. Hertişt hate jibîrkirin!!. Homan û iblîs li hev hatin…!!..

Erê dayê.. ez qurban.. Te çikir..!?. Pêşiyan gotiye: (Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e)!!. Tu jinek bû.. lê ne wek her jinan!!.. te şer bi êgir, bi şeytan û iblîsan re kir. Te çend caran xwe avête nava pencên êgir..?! Te çand caran bi qeflan zarok ji nava êgir rizgar kirin..?!! Ez qurban.. Te karibû bi dehên zarokên bêguneh ji agirê sînemê riha kir ba, lê te nikaribû birayê min Ehmedê Îsmaîlê Emê ji wê dojehê riha kiriba.. Te digot: Lawo!.. ev tev zarokên me kurda ne.. ev tev berxên ber kêrê ne.. Li me ferman e.. Li me bêkesa hawar e.. hawar e..

Rast e dayê, ev tev zarokên me Kurda ne.. bi destê şeytan û iblîsên erd û ezmanan hatin şewtandin.. Li me ferman e.. zarokên bêguneh şewitandin, teyr û tulûrên buhiştê tev fetisandin, û bi xwendina lavija şeytanî re gihan armanca xwe. Lê me çikir ??!!… Em bi xwendina Sûreta Yasînê ve daketin.. Em bi gotegot û çiqeçiqa ber bayê aşê vala ketin.!! Em bi êşa ‘mirîşk ji hêkê ye, yan hêk ji mirîşkê ye’ ketin!! Ka rêber û serok, ka axa û maqûlên kurdan?!. Ka rewşenbîr û nivîskarên leheng û şêr?!.. Ka Kurdên …,..,… Ne tenê wisa bû, belê dayê.. Lê, lawên Te wa Tu jibîr kirin. Dayîka pakrewanan.. erê Tu jibîr kirin.. Tenê wêneya te wek wêneyek bê can û rewan tê belavkirin. Ez bawer im tukesî nepirsiye.. ew wêneya kê ye?! Û xwediyê vê wêneyê kiye.. û navê wê çiye?! û çi kiriye?!..

Dayêêê…ji neçarî ezê hinek gazinan bikim. Di vê civata daholvanan de, tenê navûdeng ji mêran re ye. Tenê salixdan û pesindan ji axa û maltêran re ye..!!. Bila dilê te bi halê te neşewite . Ez dizanim nivîskar û rewşenbîran keda te nanîne ziman û Tu jibîr kirin..!!.. Ez dizanim hin bûn leheng û hin jî binpê kirin. Erê dayê, karê me Kurdan ev e.. Em dikarin dawetekê bê dahol û zirne lidar bixin. Em dikarin li dahol û zirna xelkê jî xin. Lê, dayê tu hatî jibîrkirin..!! Ne ji bo tutiştî, tenê ji ber ko tu jin bû. Tu ji malbateke xizan /feqîr/ û welatparêz bû. Lê sed aferîn ji wan rojnamevanên biyanî /Rojnama Elmûsewir- ya Mesrî/ re ko berî lawên te keda te anîn ziman û rastiya te ji xelkên te re diyar kirin. Lê dayê ew ne Kurd bûn!! Lê, ka Kurdan çi kir!!?..

Mexabin, di dema îro de, daholvan û zirnevanên me pirtir bûne bê ko rastiyê vekolin û lê bipirsin û wek bûyî.. wek heyî.. bibêjin û mafê her kesî li gorî keda wî bînin zimên. Lê ez bawer im wê dîroka gelê te qet wê mêranî û lehengiya te jibîr neke. Wê li sedem û ûşt û gunehkarên wê qetilamê bipirse.. Wê xwedî li pakrewan û diya pakrewanan derkeve.

Di roja îro de, lawên te yên birûmet xwedî li dîroka xwe derdikevin. Belê, tu nema tê jibîrkirin.. Ez bawer im wê navê te li serê sernameya pirtûka dîrokê bi tîpên zêrîn bêye nivîsandin.

Erê…Erê…dayê, rast e birayê min Muhemd ji wê dojehê riha bû.. û laşê wî yê şewitî.. bi dem û rojê re.. ji wê şewatê rehet bû.. lê, ji pêt û agirê şewata ahing û derûna hundirê xwe riha nebû. Rabûn û rûniştina wî.. tevger û jiyana wî tev kul û derd û birîn bûn. Tirsa agirê sînemê û sawa iblîs û şeytanan xwe bera hundirê wî dabûn… Şewata birayê wî Ehmed ji ber çavên wî nediçû. Ev agirê sînemê her û her pê re ma, û xwe ji hizir û dil û hişê wî bernedida. Ew agirê di hundirê wî de, roj bi roj, mezin û gûrtir dibû. Bi dengê qêrîn û hawara zarokan re har û dîn dibû..

Tew kula mezin bavê min bû. Bavê min.. kuldar û xemxurê wî bû.. Ne bijîşk û ne hekîm man.. ne derman û ocax man… qet tutişt bi lawê wî yê nesax kêr nekir. Bavê min bi wê kulê mir. Erê dayê.. Kula me bi kul be û di canê dijminan de der be, ew kul bi te re jî çû gorê… lê, diyar e we soz bi hev re dabû… Birayê min Muhemed jî pir dirêj nekir.. bê ko xatir ji min bixwaze, ewîjî ji vê jînê barkir…Tu bawer bike dayê, xatir nexwest û barkir…koçkir û ez bi tenê hiştim. Erê, ez bi tenê hiştim….

Ez tenê dizanim, bi çûna wî re.. bi mirina wî re.. bi mirina vî pakrewanî re.. di can û hişê wî de çirîska dawî ji agirê sînemê vemirî.

NAVÊN HIN GORIYÊN ŞEWATA SÎNEMA AMÛDÊ

Nesrellah Hecî Ebdellah Seyda

Ilwan Ibrahîm Seyda

Seedellah Hecî Ebdellah Seyda

Ebdilrehman, kurê Naza Emo

Berhevkirin: Dijwar Naso – Amûdê

Ehmed Ebdilhadî

Mihemed Mesum Xelîl (1950)

Ednan Mecîd Ezîz

Mihemed Yasîn Bin Essed Elribat (1951, Şam)

Zuher Ebdilezîz Ebdilqadir Derwîş

Mehmûd Ismaîl Remo

Mihemed Saleh Mihemed Yûsiv (1950)

Ibrahîm Mihemed Yûsiv (1946)

Fehed Şêxmûs (1949)

He was Emîn Bengo (1953)

Ibrahîm Silêman Bengo

Ehmed Ferhan

Mihemed Elhac Mehmûd

Mihemed Salih Silêman

Ezîz Mihemed Emîn Reşwanî (1948)

Ibrahîm Emîn Reşwanî (1948)

Ibrahîm Hac Îsa (1949)

Mihemed Silêman Mercî (1948)

Nurî Mihemed Sebuhe (1947)

Mehî Mihemed Emîn Kalo (1946)

Xorşîd Mela Sîrac (1950, gora tevayî)

Emîn Selfîc Emîn

Hesen Hac Mihemed

Mihemed Saleh Şêxmûs Mihemed Kurdî

Ehmed Ebdilrehman Axa Deqorî

Ibrahîm Ebdilrehman Axa Deqorî

Mihemed Hac Ismaîl Hiso (1946, sinfa 5an)

Mihemed Seîd Axa Deqorî (1928)

Mihemed Reşad Mehmûd Beşar (1948)

Mihemed Xalid Bin Şêx Ebdilrezaq Elbancî

Nurî Hac Hisên (1950)

Mecmeldîn Ebdilkerîm Seyid Necim

Ehmed Mihemed Elî Hiso (1948)

Ibrahîm Temo Omer (1950)

Saleh Xelef

Xidir Şêxmûs Zeyf

Mihemed yûnis Zeyf

Tariq Şerîf Xelîl (1954)

Mihemed Saleh Xelîl (1947)

Mihemed Zekî Şêx Musa

Remedan Mihemed Elî

Ebdilselam Mihemed Saleh Elhac Elî Elkermî (1951)

Hisên Ehmed Elkermî

Ismaîl Şukrî Rezo (1948)

Mihemed Izedîn Elebasî

Ibrahîm Mihemed Elî

Ehmed Mela Newaf (1950)

Mehmûd Nezîr Axa (1950)

Memdûh Nezîr Axa (1948)

Sebrî Şukrî Elî

Elî Şêxmûs Celo

Şêxmûs Ibrahîm Berazî (1946)

Ebdilrezaq Bin Ebdilxelîl (1949)

Ebdilezîz Bin Ebdilxelîl (1946)

Derwîş Mecîd Debax

Umer Ebdilhelîm Debax

Zuhêr Ehmed Husên (1946)

Ebdilsemed Şêx Tewfîq Elhuseynî

Subhî Elî Mihemed

Umer Elî Mihemed Elo

Fêsel Mustefa Tauus

Elî Mela Sîrac mela Mihemed (1948)

Ebdo Hac Umer Tauus

Ebdoi Ehmed Tauus

Faris Seîd Hesen

Remedan Hesen (1946)

Subhî Ehmed Mihemed Remedan (1952)

Saleh Felemez

Umer Sofî Ferec

Mehmûd Hac Mistefa

Ehmed Hemo Helqa

Ebdilrezaq Ibrahîm Kermî

Hisên Mihemed Kermî

Ehmed Mihemed Kermî

Mihyeldîn Zekî Eljac Qasim

Izedîn Ebdilkerîm

Mihemed Hac Xelef (1947)

Mehmûd Hac Xelef (1952)

Mesûm Hac Ezîz (1945)

Mihemed Ebdilcelîl Mela Ibrahîm

Sîrac Umer Şêxmûs (1946)

Ebdilrehman Osman

Ebdilîlah Şêxmûs

Mehmûd Hac Silêman

Fuad Dawid Şêxmûs Hefskê

Fewzî Elî Şêxo

Celal Hesen Elumrî

Ebdilezîz mehmûd Elumrî (1948)

Ebdilqehar Mehmûd Emumrî (1946)

Ebdo Ehmed Mihê Silê

Şêxmûs Elhac Têlo

Merûf Silêman Ibrahîm

Yehya Elhac Mihemed

Cemîl Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed

Ibrahîm Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed

Hisên Hac Mihemed

Hisên Mihemed

Ebdilwehab Mele Mihemed Seyda

Ebdilmecîd Mihemed Hecî Elî Kerro

Ebdilferîd Salih Seyda

Ev nav li ser hin gorên şehîdên sînema Amûdê di goristana Amûdê de hatine nivîsandin.

Rupela Nu.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Rûpelêk ji Dîroka Kevnar -I-

 Sıraç Oğuz Kurdistan di warê avakirina şaristaniyê da welateke herî kevnare. Li rojhilata Navîn, Kurd …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !