Li Rojhilata Navîn pergaleke dagirkeriya navneteweyî hatiye damezrandin û ev pergal, li ser gel û civakên herêmê pişaftin, xwepişaftin û qirbûnê ferz dike. Sê aktorên bingehîn ên pergala dagirkeriya Rojhilata Navîn hene; sê desthilatdariyên kevnar: Serweriya tirk, fars û ereb. Her çiqasî di navbera van her sê hêzên dagirker de dem bi dem nakokî, dijberî û pevçûn rûdidin jî, di encamê de li hemberî têkoşîna gelên bindest di nav ahangsaziyekê de tevdigerin. Nemaze jî li dijî gelê kurd hertim bûne ‘yek’; dorpêçeke rûxîner damezrandine. Di feraseta her sê aktoran de jî qirkirin û tunekirina gel, ol, bawerî û civakên cuda hedefeke esasî ye. Ji ber êrîşên van hêzan dîroka kurd û Kurdistanê veguheriye pêçeka têkçûn û sosretan. Dêran e; ew kurdên ku bi sedsalan têkoşiyan û serî netewandin lê her û her têk çûn; hê jî têk diçin û weha xuya dibe heta ku li kambaxiya xwe hayê nebin, li ser sedemên têkçûnan nehizirin û çareyekê ji heqîqeta xwe re nebînin, ew ê bi têkçûnên dijwartir re rû bi rû bimînin.
Dagirkerên herêmê bidestxistina mafên ku li ser muktesebata neteweyî rûdine, ji kurdan re ‘rewa’ nabînin; wekheviya kurd û Kurdistanê bi tu awayî napejirînin û gelê kurd jî wekî hevalbendê Israîl, Amerîka û Ewropayê pênase dikin. Bi vê gotarê jî qir û qetlîamên ku li ser gelê kurd dimeşînin dişon, dinixumînin û “rewa” nîşan didin. Di esasê xwe de ew di nav ahengsaziyekê de ligel Amerîka, Ewropa û dewletên din têkiliyên stratejîk datînin û di gelek qonaxên dîrokî de bi saya van têkiliyan serhildanên gelê kurd têk birine û têk dibin. Dema ku ew di rêxistina NATOyê, Yekitiya Ewropayê û hwd de cih digirin wek “mafekî meşrû” rave dikin; lê dema ku kurd bi dewletên kurewî û rêxistinên navneteweyî re têkiliyan datînin; bi hev re kurdan kevir dikin, nalet dikin û hedef digirin.
Dagirkeriya Rojhilata Navîn ji xeynî kurdan, serdemekê gelê cihû jî kiribû hedefa tehekumkeriya xwe. Lê cihûyan dorpêça qirker şikand û kefen çirand. Ji ber ku ji mêj ve çarenûsa her du gelan dişibin hev, pêwîst e ku kurd li ser dîroka nêzîk a cihûyan lêkolînên berfireh pêk bînin. Lê lêkolînên li ser cihûyan li dera hanê bihêlin, mixabin ku kurdan heta îro dîroka xwe ya nêzîk jî ronî nekiriye; yan jî ronî kirine lê girîng nedîtine û li ber çavan negirtine. Di gelek neqebên dîrokî de kurdên ku bi sosret têk çûne, ji dêlva ku sedemên têkçûnên xwe zelal bikin; paşpê, bi rêbazên berê, bi şîar û daxwazên berê li encamên nû û cuda geriyane. Kurtasiya peyvê, hêza serhildanên gelê kurd heta îro bi qîm nehatiye ku dorpêça dagirkeriya herêmê bişkîne. Madem li gelek herêmên Kurdistanê serhildanên ku bi şîar û rêbazên berê hatine meşandin tev di bin dorpêça dagirkeriya Rojhilata Navîn de têk çûne; ma dibe ku bêyî çareserkirina vê pirsgirêkê agirê serhildanên nû bên vexistin? Divê em bipirsin: Ev dorpêça dagirker a herêmî û navneteweyî, gelo wê çawa bişkê?
Li gorî me du vebijark hene. Ya yekemîn û herî girîng, ‘piştevaniya enternasyonalîst’ e; ango alîkariya gelên tirk, fars, ereb û gelên cîhanê ne. Ji bo kurdan ne di nav tirkan de, ne di nav farsan de û ne jî di nav ereban de piştgiriyeke enternasyonalîst heye. Ger sînerjiyeke enternasyonalîst li pişta gelê kurd rabûba, jixwe niha zûde mafên xwe yên neteweyî bi dest xistibûya… Vebijarka duyemîn jî, ji hêzeke kurewî wergirtina piştgiriyê ye. Bi rastî ev vebijark di hundirê xwe de hinek xetereyan jî vedihewîne. Lewra di navbera du hêzên newekhev de ceribandina stratejiya neteweyî, herêmî û navneteweyî; mumkûn e ku di pêvajoyeke domdirêj de veguhere trajediya tenêmayîn û têkçûnan. Lê ji aliyê din de hevkariyeke stratejîk jî tune be, dewletên kurewî li dijî dagirkeriya Rojhilata Navîn giraniya xwe danaynin û pêngavên çarenûsî navêjin. Tê zanîn ku ligel hevalbendiya kurdên Başûr a bi Amerîkayê re, li dijî êrîşên hikûmeta Iraqê yên qirker û komkujer ku di salên 1970yî û di salên 1980yî de birin ser kurdan, dewleta Amerîkayê bêdeng û bêhelwest mabû.
Belkî ne hedê me ye ku li cihê partî û rêxistinên kurd hebin, em mijara stratejiya navneteweyî vekin. Lê çarenûsa gelê kurd û bidestxistina azadî û wekheviya wî, ji bo me ji her tiştî girîngtir e… Dema qala hêzên kurewî dibe, bêguman ewil Amerîka tê bîra mirov; lewra dewleta ku herî hêsan dikare dagirkeriya Rojhilata Navîn bişkîne Amerîkayê ye. Lê ligel ku gelek navendên stratejiyê yên Amerîkayê erênî nêzî modernîteya demokratîk dibin jî, di nav kod û şîfreyên çepgiriya Kurdistanê de feraseta beşeke girîng vê heqîqetê fahm nake; ango bi Amerîkayê re girêdana tu qewlan “erê” nake. Ger mêla piraniyê jî weha be, em jî dikarin bibêjin ku “gelê kurd ne mehkûmê Amerîkayê ye” û pêşniyareke weha bikin: “Dewletên wekî Almanya, Brîtanya û Fransayê hene. Her sê dewlet jî parzemîna Amerîka û Asyayê digihînin hev. Di nav van dewletan de, ji bo pêkanîna têkiliyên stratejîk, em Fransayê herî nêzî kurdan dibînin”. Îcar hûn ê bipirsin, “gelo çima Fransa?”. Ji bo ku ev pirs bê bersivandin, divê berê pirsên wekî “çima ne Almanya û çima ne Brîtanya?” bên veçirandin: Ji ber sedemên ku ji travmaya Nazîzmê pêk hatine, Almanya di kêşe û nakokiyên navneteweyî de rolên leşkerî yên diyarker zû bi zû wernagire. Têkiliyên Almanyayê ku di warê aborî, siyasî û dîplomasiyê de bi Tirkiyeyê re girê dane û bi ser avê ketine; herî kêm bi qeysa van têkiliyan jî di binê avê de ne. Lewma em dikarin bibêjin ku Almanya di ber kurdan de hevalbendiya Tirkiyeyê naterikîne… Rewşa Brîtanyayê hinekî cuda ye; her çiqasî di damezrandina Komara Tirkiyeyê de roleke girîng lîstibe û berpirsiyareke çarparîkirina Kurdistanê be jî, ji bo çarenûsa gelê kurd dikare helwesteke cuda nîşan bide û tê zanîn ku li Başûr roleke weha lîstiye. Encax zêdetir di bin siya Amerîkayê de tevdigere; nemaze ji salên 1990î pê ve wekî ‘fotokopiya Amerîkayê’ tevdigere û di pêngavên çarenûsî de Amerîka çi dibêje, guh li Amerîkayê dike. Bi kurtasî em jî dibêjin, “li cihê ku ‘esil’ hebe, ‘fotokopî’ ne çareserî ye”… Vebijarka Fransayê dimîne. Fransa pêvajoyeke domdirêj hem ji aliyê leşkerî de û hem jî ji aliyê dîplomasiyê de vîzyoneke afirîner dimeşîne; di têkiliyên navneteweyî de helwesteke bi îstikrar nîşan dide; di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de xwediyê ‘mafê vetokirinê’ ye…
Ger kurd bi israr siyaseteke piralî û lêgerîneke dîplomatî nemeşînin, guman heye ku di bin giraniya dagirkeriya Rojhilata Navîn de bipelixin û biherifin. Eşkere ye ku piştgirî û piştevaniya Amerîkayê tune bûya, muktesebata ku li Başûr û Rojava bi destê kurdan ketiye, dê ji aliyê dagirkeriya herêmê ve bihata xespkirin. Ev rola Amerîkayê, tena serê xwe jî bi neteweya kurd re nêzîkayî û dilsoziyekê rave dike. Wekî gotina dawîn em binê vê nîşeyê xêzbikin: Ey siyasetmedarên kurd, ger di destên we de huner û kerameteke din a şikandina dorpêça dagirker tune ye, rojek berî rojekê bi Amerîkayê re bipeyîvin; ger vêya nayê hesabê we, mijara hevalbendiya stratejîk bi Fransayê re binirxînin; ger hûn vêya jî naferikînin, herin li dinyayê bigerin, dost û hevalbendên mirovahiyê û hogirên gelê kurd li hev bicivînin, reşa xwe li ber deriyên wan deynin… Herin, ji Rûsyayê û heta Çîn û Maçînê li dostan bigerin; teqez ji ev xemsarî, xwînsarî, bêvîzyonî û bêîdraqiya hanê çêtir e û dibe ku ji ev berxwedêriya we sînerjiyeke azadî û serxwebûnê biafire.
11.08.2020 Mervan Serhildan