Hejarê Farqînî
Berîya ku bikevim vê mijarê dixwazim hin tiştan di derbarê silûk û qerentînayê da bêjim.
Weka ku em jî dizanin ji bela vayrosa koronayê ku ji Wûhan a Çînê derket û bû bela serê hemû dinê em ji mal newêrin derkevin. Tabî kesên ku bawerîya xwe bi teorîyên ji zanistîyê gelek gelek dûr in jî tînin hene. Ji bo halê me jî gotine qerentîna. Li gor lêkolîna min a teng peyva qerentîna ji îtalî tê û ew jî bi xwe tê wateya çile. Berîya çend salan nesaxîyek li alîyê Venedîkê hebûna keştîyên ku bixwesta biçin wir bernedidan û çil roj li ber avê didan seknandin da ku nesaxî nekeve hindir.
Meseleyek wisa di gelên rojhilatê jî taybetî di kurdan da jî heye. Meseleya çile yan silûk. Berê sofî, bîrewer, feylesof ji bo ku xwe bigihînin rastîya dinê, rastîya Xwedê yan fam kirina hemû cîhanê diketin înzîwayê. Ji qewlê tirkan çîle dikşandin. Lewra bê av bê xwarin û bi dehan roj wisa diman da ku xwe li ser wê mesele yan meseleyan girêbidin. Ma Hz. Zerdeşt wisa nebû xwedîyê agirê û hunera wê… Înzîwaya kurdan jî wek meseleya qerentînaya îtalîyan tê. Sofî berê diketin çile, çil roj! Kî zane dibe ku ji kurdan çûye heta Venedîkê…
Çend roj berê jî bavê min got ” wey mala min ê halê me bû halê melayên ku ketine silûkê” Silûk wek çile wek qerentîna tê bikaranîn. Lê armanc û encama wan ji hev pir û pir cuda ne. Wa ye niha bi wateya tam dikarim bikevim mijara xwe ya ewilîn. Di meseleya qerentîna û çilê da li gor min divê mirov hevparî û cudahîyên wan derxe holê.
Belkû mirov dikare bi awayên din jî lê nêzîk bibe. Weka ku antîkapîtalîst dibêjin vayrosek qirêjîya hemû dewletan derxist ber çavan! Rast e.
BERNAMEGEH