1-Şorbeya gilorikê ya Dîlokê
Şorbeya gilorikê ya Dîlokê, ji gelek şorbeyên gilorikê yên pêjgeha kurd, yek e. Bi taybetî li parêzgeha Dîlokê navdar e. Li herêmên din him bi heman navê, him jî bi navên cuda tê binavkirin.
Kurteagahî
Gilorik (gilolik, gilûlik) ji kufteyên hûrik rê dibêjin. Cureyên şorbeya gilorikê hene û carnan bi navên cuda jî tên binavkirin. Bo mînak li Meledîyê şorbê zivistankî, li Erdêxanê gilûlik, cureyên vê şorbeyê ne.
Savar pirranî li bakur û rojhilatê Kurdistanê tê bikaranîn û gelek kufte jî ji savarê tên çêkirin. Li başûr û herêmên hewaya wê germ e, bêhtir rizê (birincê) dixwin. Di viya de bandora gelê cîran ereban jî heye, lewra birincê pirr dixwin. Bi rastî xwarinên ereban gelek rengîn in û pêjgeha ereb gelek dewlemend e.
Berkelî
Bo ser rûyê wê;
- KŞ (kevçiya şîraniyê) rûn
- 1 KŞ pûjan
Bo gilorikê;
- Bi pîvana 5 SA (stekana-qedeha avê) goştê kişandî ji goştê çaqotê yê mihê
- 1/2 SA riz (birinc)
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) pîvaza serî ya hûrkirî
- 1 KŞ xwê
- 1 KŞ îsota reş
Bo ava şorbeyê;
- 1 hêk
- 1 KŞ xwê (solin)
- 1/2 SA nok
- 1/2 SA mastê parzûnkirî
- 500 gr tîkegoşt (goştê mihê yê pîrzolayê
Çêkirin
Beriya hûn destpê bikin, nokê bi qasî 8 katjimêrî di nava avê de bihêlin. Bila ji 8 saetê zêdetir jî nemîne. Nokê bi tevî tîkegoştê bidin ser agir. Keliya kefa wê bigirin, darxûnê (devanga, qalpaxa quşxaneyê) bigirin, heya nermijî bûn, bikelînin. Beriya hûn ji ser agir daynin, xwê bavêjinê.
Rizê xwe pakij bişon, bi çatekê hinekê ziwa bikin, lewra şil bin gilorik hevûdu nagirin. Di hawanê de bikutin. Bi goştê kişandî, xwê, îsota reş baş bistrên. Gilorikan çêbikin. Van gilorikan di nava ava kelî ya şor de bikelînin, bixaşînin (bi qasî 4-6 deqeyan). Bi kefgîrê wan bigirin û berdin nava goşt û nokê, bi hevre heya kufte baş keliyan, bikelînin.
Hêk û mast biçelpînin, ji ava gilorikan (we nerijand înşallah) hindik hindik hinekê tevlî bikin, ron bikin. Viya bersin nava xwarina xwe. Xwê bavêjinê yan kontrol bikin. Çend kelan pê bînin, lê her tevbidin, bila binê wê negire.
Kelandin bidawî bû, li binikên servîsê belav bikin. Di nava rûn de pûjanê biqijilînin û berdin ser binikan. Êdî dikare were ser destexaneyê.
2-Şorbeya keşkê
Şorbeya keşkê, şorbeya çortanê, germiya keşkê/çortanê, terhane ji şorbeya ku ji keşk an çortanê tê kelandin e.
Keşk û çortan ne yek in, herdu du cure ne lê li hin deveran çortan û keşk, wekî hevwate tên bikaranîn. Kurd, ermenî, faris, balkanî, romî (tirk) ji keşkê gelek xwarinan didin ser. Şorbeyawê pirranî zivistanê tê xwarin. Keşk û çortan ji havîn an payîzê ve tên hişkkirin. Li Dilok, Meledî, Sêwas, Ezirgan, di nava kurdên Anatoliya Navîn de keşk navdar e.
Kurd navê terhane bikarnayînin, lê ji ber bandora tirkî, navên xwarinên kurdî jî, roj bi roj tên jibîrkirin.
Berkeliya (melzemeyê) şorbeya keşkê ya Erxewanê
- 600 gr keşk
- 12 SA (stekana-qedeha avê) av
- 4 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
- 10 dd (dendik) sîr
Bo sosa wê:
- 100 gr margarîn
- 2 KŞ biharbêhna (biharat) pûjanê
- 2 KŞ îsota tûj, îsota pûlpelî, îsota sor
Çêkirin
Ji êvar de keşkê bikin nava avê bila nermijî bibe. Lê bila pirr dirêj jî di nava avê de nemîne, 4-5 katjimêr bes e. Bidarivînin, avê berdin quşxane yan beroşê, xwê pê werbikin, bi qasî 30-45 deqe bikelînin.
Ji ser agir daynin keşkê li tevdêrê (mîkser) bidin (berê dipişirandin) û bi qasî 3-4 deqeyan dîsa bikelînin. Heger dixwazin tîr nemîne, bi avê ron bikin, li ser daxwazê ye. Di badiyekê de sîrê bikutin, tevlî şorbeyê bikin.
Îcar dora rûnê ser e. Di rûnbirêşkê de rûn bihelînin, îsot û pûjanê berdin navê. Sosa wê li ser binikên servîsê tê belavkirin, nakeve quşxaneyê.
3-Şorbeya koçeran
Şorbeya koçeran
Şorbeya koçeran, li Amedê şorbeya zozanî, şorbeya dimiliyan, şorbeya mastê mihên sor, şorbeyeke pêjgeha kurd e. Derbasê pêjgeha Tirkiyeyê jî bûye û bi romî (tirkî) jê re Yayla Çorbasi dibêjin. Bo vê şorbeyê gelek binavkirin hene.
Berkelî
- 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
- 1 KŞ pûjan
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
- 1 lt ava goşt
- 1 SA (stekana-qedeha avê) mastê tîr, parzûnkirî
- 1 hêk
- 1/2 SA ard (arvan)
Çêkirin
Di badiyekê de hêk, ard û mastê biçelpînin. Hindik hindik ava goşt pê bidin xwarin û bidin ser agir. Dema dikele bêrawestan tevbidin (li hev bixin). Dema bêhna ardê çû û hinekê tîr bû, xwê bavêjinê û kelekî pê bînin.
Di rûnbirêşkê de rûn biqijilînin, pûjanê kêmtirî 1 deqeyê biqelînin, baldar bin bila neşewite. Ev ji bo ser şorbeyê ye.
4-Şorbeya lazûta kutayî
Şorbeya lazûta kutayî ji lazûtê (li hin deveran garis, zalût dibêjin) tê çêkirin. Ji danê lazûtê ne tenê cureyek, gelek cureyên şorbeyê tên çêkirin. Bi taybetî li herêma Serhedê tê zanîn.
Ferhengoka lazûtê
Gelek binavkirinên lazûtê hene di kurdî de, zimanzanan standard nekirine.
- Baçik: Lazûtên gelek hûrik in. Ji lazûtên negihîştî yên xav ên ku bo kelandinê tên veqetandin re jî dibêjin (navekê din jî bîcik e)
- Lazût: Li Serhedê û gelek deveran ji lazûtên bo hêranê, ardê wê tên çandin re dibêjin.
- Zalût: Li herêma Tolhildanê û gelek deveran tê bikaranîn
- Garis: Li Mêrdîn û gelek devaran tê bikaranîn. Bi îngilîzî: Panicum e, bi texmînî ji ber ku pirr berê di demên antîk de gelên îranî (kurd, faris ûêd) çandiniya wê kirine û dişibe gufikên lazûtê wisa gotine.
- Gilgil: Panicum milliaceum e bi latînî. Ne lazût e.
- Lazûk: Kêm be ev jî tê bikaranîn, ji bêjeya lazûtik, lazûtokê.
Ji vê şorbeyê re, şorbeya gurcikî (gurciyan) jî dibêjin.
Berkeliya terifeyeka wê
- 2 stekan (qedeh) danê genimê
- 1 stekan loviya hebî
- 1 stekan nok
- Nîv stekan lazûta kutayî
- 1 kg şîr
- 1 serî pîvaz
Çêkirin
- Lazûtê xwe di nava avê de bihêlin, nermijî bikin. Bikelînin. 1 kg şîr tevlî bikin, bikelînin.
- Pîvazekê di nava rûnê nivîşkî de biqijilînin, îsota tûj (îsota pûlpelî) berdin ser û bi hev re berdin nava quşxaneyê.
5-Şorbeya sînemiliyan
Şorbeya sînemiliyan, cure şorbeyeke ji xelkê êla sînemilî yê li peravên Deryaya Navîn û hin deverên Kîlîkyayê cihwarbûyîne ne, belav bûye. Navekê wê yê din jî şorbeya mamanê ye.
Berkelî (melzemeyê xwarinê)
- 1 SA (stekana-qedeha avê) kuncî (qelandî û hêrayî]
- 1 SA savar (girar, girara hûrik)
- 1 SA fistiqa binerdî (qelandî û hêrayî)
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) mergeya îsotê
- 3-5 pelikên kelemê (xaşandî û hûrkirî)
- 3-5 pelên kahoyê (hûrkirî)
- 3 pîvazên teze (hûrkirî)
- Xwê
- 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) naneya hişk, ango biharbêhnî
- 1 serî pîvaz (zirav hûrkirî)
- 1 KŞ îsota pûlpelî (îsota tûj, îsota sor)
- 2 lîmon (ava wê)
- 2 fringî ango bacana sor, tomatos, pamîdor (rêşkerkirî, rendekirî)
- 2 Arûf an xiyar (bi ziravî hûrkirî û bê qalik)
- 1 baq (qevçe, pirnag) bexdenûsa hûrkirî
Ravek (terîfe)
Di badiyeke kûr de, fistiq, savar, merge, kuncî, nane û pîvazê tev bidin, xwê pê werbikin. Ji aliyekê ve avê bikelînin. Vê ava kelandî bi ser melzemeyên xwe bikin, daku girara we biwerime, binepixe. Sar bû, dîsa tev bidin.
Pîvazên teze, bexdenûs, fringî û xiyarê jî tevlî bikin. Avê berdin serê (kêm an zêde li ser daxwaza we ye). Herî dawî kaho û kelemê jî berdin navê, tev bidin û bo servîsê li binikên xwarinê parve bikin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).
6-Şorbeya savarê
Şorbeya savarê, şorbeya girarê, germiya savarê, avsîra girarê wekî ji navê wê kivşe ye, ji girarê (savar) tê kelandin.
Savar di pêjgeha kurd de cihekê sereke digire re. Bi taybetî li herêma Tolhildanê, deşta Rewanê, Serhed, rojhilatê Kurdistanê, Dêrsimê savar ji rizê (birinc) bêhtir tê xwarin. Ji bo kurdênMeledîyê wiha dibêjin: “Heger 366 xwarinên wan hene, 365 ji savarê ye, ya mayî jî kufteya nîskê ye û para kewaniya malê ye”, Helbet ev ji henek û suhbetan e, ne tenê ji bo Melediyan dibêjin.
Meledî ji aliyê xwarinan ve pirr dewlemend e, bi sedan cureyên xwarinên wan hene.
Berkeliya şorbeya savarê ya Sêwas, Xarpêt û Botanê
- 4 serî pîvaz
- 4 SA (stekana-qedeha avê) nîsk
- Pûjan
- 6 îsotên dirêj (li ser daxwazê yên tûj/no)
- 2 SA girar (savar)
- 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê nivîşk
- Îsota tûj (îsota sor, îsota pûlpelî)
- Li ser daxwaza we goştê kişandî (ango pirr an hindik, hûn dizanin)
- Xwê (solin)
Çêkirin
Nîsk divê şevekê di avê de bê hîştin, nermijîkirin. Beriya hûn dest bi amadekirina xwarinê bikin, 9-10 SA avê berdin ser û bi qasî 30 deqeyê (mînûte) bikelînin. Li makêşê (safik) bixin.
Îsot û pîvazê di nava rûn de biqijilînin, goştê kişandî tevlî bikin û hinekê bi hev re biqijilînin. Nîska makêşê de ye berdin nava rûnbirêşkê, ango nav goştê kişandî. Hinekê (5-10 deqe) bi hev re biqelînin.
Şorbeyê li binikên servîsê parve bikin, îsota tûj a di nava rûn de qijiliye, berdin ser binikan.
7-Şorbeya gundiyan a Botanê
Şorbeya gundiyan a Botanê ji ya kurdên Anatoliya Navîn (bnr. şorbeya gundiyan) cudatir e. Ji ava goşt, savar, ard (arvan) awîşen (cehter) û hin zebzeyan tê çêkirin. Li herêma Amedêû çend deverên herêma Tolhildanê jî tê zanîn û xwarin. Mirov nikare bêje ku standardeke vê şorbeyê heye, lewra heger hin zebze û biharbêhn (biharat) kêm yan zêde bin, dibe. Li Amedê gizêr û bexdenûs neguher e.
Berkeliya şorbeya gundiyan a Botanê
- 1 hêk
- Rûn
- Biharbêhna awîşenê (cehter)
- 1 gizêr
- 1 qevd bexdenûs
- 3-4 SA (stekana-qedeha avê) ava goşt
- 1 fringî (bacanê sor, pamîdor, tomatos)
- Xwê (solin)
- 240-260 gr mast
- 150 gr girar (savar)
- 1 kartol (patat)
- Pûjan
- Li ser daxwazê qevdek îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî)
Çêkirin
Quşxaneyê bînin, savarê (girar) berdinê. Bi qasî 2-3 SA avê berdin ser girarê hinekê bikelînin. Gizêr û kartola hûrkirî di quşxaneyeke din de hinekê bikelînin.
Savarê berdin nava zebzeyan, ava goşt jî. Di badî yan binikeke kûr de mast û hêkê biçelqînin, hêdî hêdî berdin nava quşxaneyê. Frîngî û bexdenûsa hûrkirî jî tevlî bikin.
Di rûnbirêşkê de rûn biqijilînin û biharbêhnan berdin navê. Rûn berdin ser şorbeyê û bi germî bînin ser destexaneyê (sifre).
8-Şorbeya gundiyan
Şorbeya gundiyan, şorbeya pîvazê ya xelikiyan cure şorbeyeke kurdên Anatoliyaya navîn e. Li Dîlokê jî tê zanîn.
Bixwazin şerab û sirke jî
Niha li bajaran şeraba spî jî tevlî dikin ku çêjdar dike. Di vê terîfeyê de şerab nîne. Di terîfeya gundiyan de sirke jî nîne lê li vir di terîfeyê de sirke heye, lewra bi rastî jî, sirke gelek tehmê xweş dike.
Terîfe ji xanimeke êla Xelîkan hatiye wergirtin ku li Ewropayê dijî.
Berkelî
- 250 gr pîvaza serî ya spî
- 5 gr ard (arvan)
- 50 gr rûnê nivîşkî
- 1 KX (kevçiya xwarinê) sirkeya sêvê
- 600 gr ava goştê mirîşkê
- 1 dendik sîr
- 1 ta awîşena teze (cehtera teze)
- Hinekê penîrê spî (li bajaran niha penîrê grawyer bikartînin)
- Hinekê nanê kartû (li bajaran niha nanê baget bikartînin)
- Xwê
- Îsota reş
Çêkirin
Runê nivîşkî berdin quşxaneya xwe. Pîvazê hûrkirî di nav de biqijilînin. Bi qasî 10 deqeyan sor bikin, neşewitînin. Bi qasî 2 KX ard berdin navê. Heger bixwazin şerab û sirkeyê jî berdinê, sor bikin.
Heskek ava goştê mirîşkê berdin quşxaneya xwe, hinekê tevdin. Sê stekan (qedeh) ava goştê mirîşkê dîsa tevlî bikin. Xwê, îsota reş pê werbikin, bihêlin bila di germiya nizm de bikele. Bi qasî nîvê saetê bikelînin.
Ji ser agir daynin, li binikên servîsê parve bikin. Penîrê xwe li ser nan bihelînin, bi tevî nan bipişirînin, berdin nava şorbeyê. Êdî dikare were ser destexaneyê.
Çima gotine şorbeya gundiyan
Dibe ku ji ber berkeliya vê xwarinê be, ev nav lê kirine. Nanpişirandina nava xwarinê, awayek ji xwarinên hêsan e û gundî gelek dixwin.
9-Şorbeya fringiyê ya Botanê
Şorbeya fringiyê ya Botanê ji şorbeyên pêjgeha kurd ên herêma Botanê ye.
Standardeke wê nîne, mirov dikare lê kêm-zêde bike. Taybetiya şorbeyên Botanê ew e ku, botanî pirr qîmetê didin şorbeyan, ne tenê wekî xwarineke sivik an bo taştêyê dibînin, gelek zad û zebzeyan bikartînin.
Berkeliya (melzemeyê) şorbeyê
- 1 serî pîvaz
- 2 dd (dendik) sîr
- 5-6 heb fringî (bacanê sor, pamîdor, tomatos, şamik)
- 4-5 pelên merzekewê (firincemişk, rihan)
- 2 KX (kevçiyê xwarinê) ard (arvan)
- 5 SA (stekana-qedeha avê) ava goşt
- Têra xwe xwê
- Hinekê îsota reş (filfil)
- Li ser daxwazê hinekê îsota sor (îsota tûj, îsota pûlpelî)
Çêkirin
Qalikên firingiyan bigirin, dendikên wan derînin, kûbîkê (wekî zarê) hûr bikin. Pîvaz û sîran bikin 4 parçe berdin quşxaneyê. Ava goşt berdin nava quşxaneyê bidin ser agir. Baldar bin bila ardê we girikî nebe, bihele.
Xwê, îsota sor, rihan û ardê tevlîhev bikin hinekê avê berdin ser, tevdin. Berdin nava quşxaneya bi ava goşt dikele. Firingî nermîjî bûn, bi kefgîrê derînin, bipelçiqînin yan li makîneyê bidin, dîsa berdin quşxaneyê kelekî din jî pê bînin.
Dema we servîs kir, hûn dikarin nanê hatiye biraştin an penîrê qaşar jî bipişirînîn navê. Êdî amade ye ku were ser destexaneyê (sifre).
10-Şorbeya dizan
Şorbeya dizan, şorbeya genimê ya bi goştê mirîşkê ye. Herwiha mirov dikare goştê qaz an cilûxê (elok, hulî) jî bikarbîne.
Çima gotine şorbeya dizan?
Ev nav, herêmî ye. Li hin deverên Serhedê, bi taybetî li gundên êla Bekiriyan lê cihwar in, behsa şorbeyekê tê kirin ku dişibe vê şorbeyê. Dibêjin “zirzeya derê pûnik û pûngala kê hatiye şikestin bila here pê stûyê mala ku şorbeya mirîşkî kelandine, bigire”. Ango dibe ku wan mirîşk dizîbin.
Helbet ev ji gotin, galegal û henekên civakê ne, mala ku lê mirîşk hatiye çêkirin, dibe ku mala mele, sofî, pîr û şêxekî be. Herwiha, ev xwarin a dewlemendan e, lewra gelek tişt dikevinê û ew jî ne erzan in.
Ev nav wisa maye. Avsîra dîzan jî dibêjin. Avsîr di hin devokan de di wateya şorbeyê de ye.
Berkelî (bo heşt kesan)
- Mirîşkek bi giştî
- Bi qasî 1 stekanek (qedeh) genim
- 12-14 stekan av
- Qutiyek konserveya polikê (baqilê xatûnî)
- 1 heb gizêr
- 1 heb bendik (kerewîz)
- 4-6 ta bexdenûs
- 4 îsota reş a hebî
- 2 kevçî merge (ava bacanê sor)
- 1 kevçî rûnê ron
- 1 ta pîvaza teze
- Li ser daxwazê cureyên biharbêhnê (biharat)
Çêkirina xwarinê
Genimê xwe pakij bikin, têxin badiyeke mezin. Bi tiliyekê ser re, avê bixinê û bi qasî 3 katjimêrî bidin sekinandin, bo nermijîkirinê.
Gizêr, pîvaza teze, bendikê kûbîkî tîke bikin, pelên bendikê hûrik hûrik hûr bikinê.
Mirîşka xwe amade bikin, bi saxî bikin quşxane yan beroşekê. Zebzeyên xwe berdin navê û ava we pîvabû berdin serê. Îsota reş û xwêyê jî tevlî bikin, bi qasî katjimêrek (saetek) bikelînin.
Dema keliya mirîşka xwe derînin. Ava wê di quşxaneyê de bila bimîne, bendik, fringî, genimê tevlî bikin, agirê xwe nizm bikin, bi qasî saetekê jî wisa bikelînin.
Goştê mirîşkê ji hestiyan veqetînin, wekî rişteyê ta bi ta bikin. Hêj kela xwarina we bidawî nebûye (ango saetekê di germiya nizm de), goştê xwe berdin navê.
Bexdenûsa hûrane hatiye hûrkirin, îsota reş, xwê û rûnê zeytê berdin ser xwarinê, carekê kelê pê bînin.
Bi germî bînin ser destexaneyê (sifreyê).
Heger ev mirîşka we, ya diziyê bû, tehma wê jî xweştir dibe (!).
11-Şorbeya bazirganan
Şorbeya bazirganan ji şorbeyeke ku çêkirina wê hêsan e re tê gotin. A rastî heger ava wê kêm be, mirov dikare wekî sosekê jî binav bike. Bi taybetî li herêma Xerzanê pirr tê xwarin. Li hin herêman ji vê şorbeyê re, şorbeya bacgiran jî dibêjin.
Nan tê pişirandin, wê dixin badiyekê yan binikên xwarinê. Ava dikelînin, sîra kutayî û rûnê nivîşkî davêjin navê. Ango sosekê tê amadekirin. Ev sos li ser nanê hûrkirî tê rokirin.
Xwarineke gelek çorsane ye, lewra jî fîrar, bazirgan û rêwiyan ev xwarine, bi navê wan hatiye binavkirin.
Dibêjin gundiyan ev xwarin didabûne karmend û bacgirên mîran, lewra hez ji wan nedikirin, ji bo gundiyan bacgir mêvanên hêja nebûn. Zivistanan xwarinên wiha hêsan bo zarokan çêdikin.
12-Şorbenîska bi genimê
Şorbenîska bi genimê, şorbeyeke ji pêjgeha kurd e. Xwarineke parêzê ye û zivistankî ye.
Şorbenîsk şorbeyeke klasîk û sereke ye di nava xwarinên kurdî de. Nîsk ji aliyê proteînan ve dewlemend e. Ji bo nexweşên ku xwîna wan kêm e, tê pêşniyarkirin. Di 100 gr nîskê de 980 mg potasyûm, 347 mg fosfor û 127 mg kalsiyûm heye.
Bijîşkiya gelêrî ya kurd, xwarina şorbenîskê ji bo kesên di laşê wan de hesin kêm in jî pêşniyar dike.
Cureyên şorbenîska bi genimê yên sereke
Li Kurdistanê gelek awayên vê şorbeyê tên xwarin:
- Şorbenîska bi genim û goşt
- Şorbenîska dewrêşan, pirranî genim kêm nîsk û goşt jî nîne
- Şorbenîska bi genim a savarkî, ava wê tê darivandin wekî savarê tê xwarin.
Berkelî (bo çar kesan)
- 1 stekan (qedeh) nîska sor
- Nîvê stekanê genim (a bo eşûranê)
- Hinekê zeferan
- 2 kevçî rûnê soyayê
- 6 stekan ava goşt
- Xwê, solin (kesên parêzê digirin bi destûra bijîşkan)
- Li ser daxwazê cureyên biharbêhnê (biharat)
Çêkirin
Genimê xwe şevekê berê bikin nava avê bila nermijî bibe. Roja din bêî ku ava wê biguherînin, bidin ser agir û bixaşînin, bidarivînîn.
Ava goşt di verok an quşxaneyekê de bikelînin, zeferanê tevlî bikin. Nîska xwe bişon, pakij bikin, bidarivînin. Genim û nîskê berdin quşxaneyê, darxûna wê bigirin, di agirekê nizm de bikelînin.
Rûnê xwe berdinê, tevdin. Xwêya xwe kontrol bikin, ji agir daynin, bi germî bînin ser destexaneyê (sifreyê).
13-Şorbenîsk
Şorbenîsk, yek ji şorbeyên navdar e, di pêjgeha kurd de. Ji av, nîskê ye. Hin kes pîvazê nakinê. Herwiha bi biharbêhnan (biharat) tê çêjdarkirin.
Berkeliya şorbenîska Qersê
- 5 stekan (qedeh) av
- 2 serî pîvaz
- 2 stekan nîska sor
- Nîvê stekana avê rûnê ron
- 1 kevçî mergeya fringiyê (ava bacanê sor, salçe)
- Kevalek, tabletek ava mirîşkê (tên firotin)
- 1 kevçî îsota sor
- 1 kevçî pûjana hişkkirî (tihtavik)
Çêkirin
Pîvazên xwe hûrane hûrbikin, di nava rûn de biqijilînin. Nîska xwe pakij bişon (di pênc avê de). Nîska xwe bi tevî merge, ava mirîşkê berdin ser pîvazan. Ava kelî rokin navê û bi vê awayî 10 deqeyan bikelînin.
Bi sefînokek, parzûnkerek ku hûrikî parzûn dike, xwarina xwe parzûn bikin. Ev ji bo parçekirina nîskan e jî. We parzûn kir, viya dîsa berdin quşxaneyê, kelekê din jî pê bînin.
Pûjan, îsota sor, xwê bixinê, kelekê jî pê bînin. Heger nekeliya, nermijî nebûne nîsk, agirê xwe nizm bikin, heya nîsk nermijî bûn bikelînin.
Ev ne standard e. Li hin deverên Kurdistanê hestiyekê diavêjin nava xwarinê û bi saetan dikelînin. Dîsa hin kes mergeyê tevlî nakin.
14-Şorbemaş
Şorbemaş, şorbemas (di hin devoka de tîpa “ş” dikin “s”) navê şorbeyeke pêjgeha kurd e. Li parêzgeha Semsûrê navdar e. Herwiha li herêma Tolhildanê, bi taybetî li parêzgeha Meledîyê jî gelek didin ser.
Ferhengok
- Maş bi latînî Phaseolus aureus e
- Maş herwiha ji bi latînî Vigna sinensis re jî dibêjin, li vir zebzeya vê riwekê tê bikaranîn.
Berkelî
- 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê
- 1.5 lt ava goşt
- 1/2 SA (stekana-qedeha avê) dan
- 1/2 SA maş
- 1 serî pîvaz
- 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
- 1 KŞ îsota pûlpelî (îsota tûj)
Çêkirin
Danê xwe pakij bişon, ji êvar ve têxin nava avê. Danê berdin nava ava goşt heya nermijî bû bikelînin. Pîvazê xelekî hûrbikin, berdin navê. Pîvaz jî nermijî bûn, keliyan, îcar jî maşê tevlî bikin. Bila ew jî nermijî bibe.
Du rûnbirêşkê de rûn biqijilînin, îsota tûj têxin navê. Baldar bin îsota tûj zû dişewite.
Şorbeya we êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).
15-Şorbeguh
Şorbeguh, şorbeya guh(ê) navê şorbeyeke pêjgeha kurd e. Li parêzgehên Dîlok, Amed û Rihayê bi heman navê tên binavkirin. Carnan ji ber asîmîlasyonê navê vê xwarinê bi zimanê romî (tirkî) jî dibêjin. Li herêmên din carnan bi navên din tê binavkirin.
Berkeliya şorbeguhê
Bo ava şorbeyê;
- 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
- 1 lt ava goşt
- 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
- 2 KX ard (arvan)
Bo hevîrê wê;
- 1 SA (stekana, qedeha avê) rûnê ron
- 1,5 SA ard
- 1 hêk
- 1 KŞ xwê
- 1/2 stekan av
Bo hundirê wê;
- 1 KX xwê
- 4 KX goştê kişandî
- 1 KŞ biharbêhna kufteyê
- 1 KŞ îsota reş
Bo rûyê wê, wekî sos;
- 1 KŞ darçîn
Amadekirin
Goştê kişandî bi biharbêhnê bistrên. Hûn dikarin pîvazê jî tevlî goştê kişandi bikin, li ser daxwazê ye. Di tasekê de hêk, xwê û avê biçelpînin, hevîrekê tîr bistrên. Bila ji memika guhê hişktir be. Vê hevîrê bi qasî 10-12 deqeyan bidin rawestandin.
Pelhevîrkan vekin (şikeva), bila ne pirr tenik, ne jî stûr be. Ji pelhevîrkê (pelhevîrkan) çargoşeyên aliyekê wan 3 cm e bibirrin. Ji têkela we ji bo hundir çêkiribû, van çargoşeyan dabigirin. 10 deqeyan bidin sekinandin. Di nava rûn de biqijilînin.
Rûn, ardê berdin quşxaneyê heya zerayî pê ket biqelînin. Ava goşt (bila sarî be) berdin ser, tevdin û bikelînin. Xwê bavêjinê. 5 deqe şûnde bi wan kufteyên re servîs bikin.
16-Şorbeya kartolê
Şorbeya kartolê kêm be jî di pêjgeha kurd de tên kelandin. Kurd kartolê bêhtir di hêyavk, tiyanan de bikartînin. Li herêmên soranîaxêvan, Botan, Tolhildanê bêhtir tên zanîn û kelandin. Dîsa kurdên Cihû jî dixwin.
Standardeke vê şorbeyê nîne. Mirov dikare lê kêm-zêde bike.
Berkeliya şorbeya kartolê ya Botanê
- 1 SA (stekana-qedeha avê) şîr
- 1 hêk
- 1,5 kg ard (arvan)
- 1,5 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
- 9-11 SA ava goşt
- 2 serî pîvaz
- 3-4 kartol
- Xwê (solin)
- Hinekê îsora sor (îsota pûlpelî, îsota tûj)
- Li ser daxwazê hinekê biharbêhn (bi kêfa xwe)
Çêkirin
Hêkê bixaşînin dê zerika wê ji we re lazim be. Pîvazê li rêşkerê bidin, di rûnbirêşkê de biqijilînin. Ardê berdin navê, tevdin. Kartolan li rêşkerê bide, di nava ava goşt de bikelîne. Bi kefgîrê kartolan bigire bidarivîne, xwê pê werbike.
Zerika hêkê derîne, di nava şîr de biçelpîne û wê jî berde nava xwarinê. Îsot an biharatên ku hûn bixwazim pê werbikin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).
17-Şorbeya deqsorê
Şorbeya deqsorê ji goştê deqsorê tê çêkirin. Ji ber ku li çem û royên Kurdistanê deqsor gelek in, kurd gelek xwarinan jê çêdikin. Mixabin pirraniya van xwarinan niha wekî xwarinên pêjgehên biyanî tên binavkirin.
A rastî mirov dikare bêje şorbeyên deqsorê, lewra gelek tişt jî dikarin tevlî bên kirin.
Berkeliya şorbeya deqsorê (bo çar kesan)
- 1 heb deqsor (fîlet)
- 1 kevçî sirke
- 2 serî pîvaz
- 4 stekan (qedeh) av
- 2 kartol (patat, patatos)
- 1 kevçî riz (birinc)
- 3-4 ta bexdenûs
- Xwê (solin)
- Li ser daxwazê biharbêhn (biharat)
Çêkirin
Pîvazên xwe hûrik hûrik hûrbikin, kartolan jî kûbîkî. 4 stekan ava xwe berdin quşxaneyekê û wan jî pê re. Bixaşînin.
Bexdenûsa hûrkirî û xwê tevlî bikin. Dema kel pê ket, rizê têxin navê. Bi qasî 10-20 deqe bikelînin.
Deqsora xwe di rûnbirêşkekê de, di nava 1 stekan avê de bi qasî 5 deqe bikelînin. Ji agirin bigirin, çermê wê derînin, riste bikin, ango çêtiyên dirêjî û ziravane.
Goştê xwe tevlî şorbeyê bikin. Sirkeyê û hinekê jî avê bikin ser. Heya riza we nerm bû, bikelînin.
Di binikên xwarinê de bi bexdenûsê ûêd bixemilînin û servîs bikin.
18-Şorbeya kardiyê
Kardiyê wekî guliyên porê jinê dirêsin. Radixin be tavê daku hişk bibe. Viya zivistanê dertînin. Pakij dişon û tîke dikin. Heya hat xwarinê dikelînin.
Kardiya kelandî ya darivandî dixin nav çênca ji rûnê bi îsota sor (an tûj) qijilandî ku di navê de pîvaz, sîr (ne mecbûrî ye) hene. Bi hev re dîsa dikelînin, wekî şorbenîskê.
Li hin deveran dan, nok an rizê jî tevlî dikin. Daxwaz hebe beriya bînin ser destexaneyê ava lîmonê jî dixinê. Tehma şorbeya kardiyê gelek xweş e.
Li herêma Serhedê, bi taybetî li parêzgehên Erzîrom, Çewlîg, Mûşê bi biharan gundî kardiyê berhev dikin û bo xwarina zivistanê hişk dikin.
Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de
Kardî di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, wekî riwekeke hêza sîstema parastinê ya laşê mirov zêde dike, tê zanîn. Dibêjin li dijî şêrpenceyê jî kêrbar e lê lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Kurd divê bêî bijîşkên xwe derbareyê tenduristiyê de bi gotina kesê nekin. Ji agahiyan sûdê werbigirin lê tenê bi gotina bijîşkan bikin. Wîkîpediya kurdî berpirsiyariyê wernagire, li kesî temiyan nake.
19-Şorbeya Gurgumê
Şorbeya Gurgumê, şorbeya Meraşê cure şorbeyeke kurdan ku pirranî li parêzgeha Gurgumê, di nava êla Sînemiliyan de tê xwarin. Herwiha li Riha, Dîlok, Erdêxan, Sêwas û li herêma Serhedê jî gelek tê xwarin. Bi tirkî navê viya kirine Ezo Gelin çorbası yan Maraş çorbası.
Li ser daxwazê hin berkelî lê kêm an zêde tên kirin. Terîfeya wê ya standard ev e:
Berkelî
- 2 KX (kevçiyê xwarinê) ard (arvan)
- 1 Stekan (qedeh) riz (birinc)
- 6 stekan ava goştê mirîşkê
- 2 KX rûnê nivîşkî
- 2 serî pîvaz
- 2 KX merge (ava bacanê sor, ava fringiyê, salçe)
- 1 stekan nîska sor
- Pûjan (nane, tihtavika hişk a biharatî)
- Xwê
- Îsota sor
Çêkirin
- Rûnê xwe berdin quşxaneyê, bihelînin
- Pîvaza xwe kûbkî hûrbikin, berdin nava rûn, heya zerayî pê ket biqijilînin.
- Ardê xwe pê werbikin, tevdin lê neşewitînin.
- Ava goşt berdinê, bi tevdanê bikelînin
- Nîskê xwe bişon, amade bikin.
- Riza xwe amadebikin.
- Berê mergeyê, paşê nîskê û bi qasî 4-5 deqeyan şûnde jî birincê berdinê, tevdin.
- Xwê, pûjan û îsotê pê werbikin.
- 9- Heya nîsk û birinc nermijî bûn, hatin zirêyê bikelînin.
Êdî dikare were ser destexaneyê
.
.