Hîcran Aslan
Sultan Yaray, pirtûka xwe ya bi navê Bêyî Te di sala 2019 de ji Weşanxaneya J&J daye weşandin. Di helbestên xwe de zimanekî sade û civakî bikar aniye. Sultan Yaray jineke wisa nîne ku dengê xwe di hundirê xwe de bifetisîne, dengê xwe bilind dike û her bilind dike, lê guhdar dike, xwe bi wî dengî nas dike. Wek bi xwe re bibe heval, derdê xwe herî zêde ji xwe re diqîre. Helbestên wê, ji hêvîyên evînê, ji giranîya şer û ji narînîya jinîtîyê ava bûne. Hevokên wê tevlihev û di nav mijê de nînin, bi esmanekî şîn û fireh dagirtî ne.
Îşev
dixwazim di binê bijangên te de
xwe weşêrim
da ku bayê payizê
min ji guliyên evîna te neqetine [Bayê Payîzê, r. 22]
Helbestvan di nav evinê de bi baskên koçerekî digere. Gavek çi ye? Çawa wek hesinekî dibe giran? Çawa dibe gerdûn, dibe ber derîyê derve, ku bi gavekê diçî yan jî tim dimîni. Çûyîneke tu çiqas direvî ewqas di nav de yî.
kenên me di êşên me de wenda bûn
hêstirên me di bijangên me de girti man
gotinên me di bêdengiya me de lal bûn [Lal Bûn, r. 79]
Sultan Yaray, tengasîyên jinên cîhanê û yên kurd tîne ziman, dixwaze bibe ew dengê ku di bêdengîyê de heliyaye û çûye; ji nuh ve dide der. Ne tenê ji bo xwe ji bo jinên ku di hundirê me de mane û tav nedîtine bîne ber çavê me.
Ax zimanê min!
zimanê qedîm
zimanê ku mîna şîrê dayika min paqij û helal e
neyar te dike kefen û li bedena min dipêçe… [Zimanê Qedîm, r. 83]
Têkilîya meriv û zimanê dayikê qut bibe, çi tê holê? Meriv çawa kêm dimîne, çawa jê dûr dikeve? Ji çar alîyan analîz dike.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com