Arşîvên Etîketan

Jiyana Yaşar Kaya

Yaşar Kaya

Yaşar Kaya (* 1938, Kars – 19 Mart 2016 Erbil) Yek ji siyasetmedar, nivîskar û rojnamevanê Kurdan e. Piştî qedandina dibistana amadeyî li Stenbolê dest bi perwerdeya aborîzaniyê li zankoya Stenbolê dike. Di sala 1959’î de wekî 49 kes ji ber Kurdbûyîn û xwedîderketina mafên rewa yên Kurdan tên darizandin. Ev darizandin di dîroka Kurdistanê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Dr. Fûad

Dr. Fûad

Dr. Fûad (z. 1887 li Şamkuş a Amed − m. 17’ê avrêlê 1925, Deriyê Sêrê ya Amed) bijîşk, nivîskar û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê yê dawiya Osmanîyan bû. Bi tevî hevalên xwe ji aliyê Komara Tirkiyê ve li Amedê hatine darvekirin. Dr. Fûad ji navçeya Çêrmûg a Amedê ye û lawê Hecî Îbrahîm Beg e. Li Amedê bijîşkî dikiribûye. Bi têkçûna Osmaniyan, destpêkirina serhildanên Kurd re, ew jî wekî întellektûelekî wê demê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Hazim Beg

Hazim Beg

Hazim Beg (* ? reşemî 1900 li Zaxo – 3’ê pûşperê 1954, li Mûsilê) siyasetmedar, çalakvanekî mafê mirovan bû. Di komkujiya ermeniyan de, bi mal, milk û hemî hêza xwe alîkarî daye qurbaniyên ermeniyan. Jiyan Kurê Şemdîn Axa ye. Li 26’ê tîrmehê ya sala 1925’ê weke wekîlê bajêrê Zaxo li meclîsê hate helbijartin. Li sala 1925’ê bû endamê partiya Pêşkeftin “Al.Teqedim” û sala 1934’ê bû …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Şakirê Miho

Şakirê Miho

Profesor Şakirê Miho di sala 1930’an li devera Elegeza Ermenistanê ji dayîk bûye, malbata wî kurdên Êzîdî ye û ji eşîra Sipkî ne û di sedsala 19’an da ji ber êrîşên Osmaniyan ji bajarê Qersê koçber kirine û çûne Ermenistanê. Profesor Şakirê Miho li sala 1948’ê li zanîngeha Êrîvanê li beşa dîrokê dest bi xwendina bilind kir û di sala 1952’an …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Medet Serhat

Medet Serhat

Medet Serhat (*? – † 12’ê sermawezê 1994, Stenbol) parêzer, siyasetmedarekî kurd bû. Ji parêzgeha Îdirê ye. Li zanîngeha Stenbolê perwerdeya dadê dîtiye. Sala 959’ê bi sedemê kurdperweriyê tê girtin û 13 mehan di zîndanê de dimîne. Sala 1963’yê, ji ber ku di kovara Dengê de pesnê kurdewariyê daye, tê darizandin. Sala 1965’ê jî bi bahaneya komeleyeke kurdperwer vekiriye 1 sal û …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Selahedînê Eyûbî

Selahedînê Eyûbî

Selahedînê Eyûbî (wek Selahedîn, Selaheddîn, Silhedîn, Selahedînê Kurdî û Simko (bi erebî: صلاح الدين يوسف بن أيوب‎, lat. Selah el-Dîn Yusif îbn Eyûb) jî tê naskirin; li Rojavayê jê re Saladîn dibêjin) (z. 1138 – m. 4’ê adarê, 1193) serleşkerekî kurd[1][2][3] î misilman bû ku di destpêkê de li dijî fatimiyan û pişt re li dijî xaçperestan (mesîhiyên ku çûbûn xakên pîroz li Filistînê ji bo ola xwe biparêzin) derketîbû û bajarê Qudsê (Orşelîm) dorê sedsalekê şunda bidest …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Emîrxan Lepzêrîn

Jiyana Emîrxan Lepzêrîn

Mîr Lepzêrîn, Mîrxan Lepzêrîn, Emîrxan Lepzêrîn, yek jî mîrên kurd ên sedsala 17. bû. Navê tê wateya “mîrê dest û lepên wî bizêr in”. Li rojhilatê Kurdistanê, li devedora Gola Urmiyêyê desthilatdarî dikir. Mezinê êla Biradost bû. Kela Dimdimê bidest dixe, ji bo şahên Îranê dibe xetereyeke mezin. Şah Ebbasê I. êrîş dibe ser mîr û şerên mezin derdikevin (1606 heya 1610). Gelek kurd tên kujtin, …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !