Tahir Silêman Sernivîskarê rojnama “Diplomat”ê, sala 1954’ê li Komara Ermenistanê, nehîya Vêdiyê, gundê Xalîsê ji dayîk bûye. Piştî xitimkirina Dibistana Navîn li Serbajarê Azerbaycanê Bakûyê, li Unîvêrsîtêta Pêdagojîyê da wekî xwendevan bi zimanê Azerî tê pejirandinê, zanîngehê di sala 1980-an kuta dike.
Piştî xitimkirina zanîngehê vedigere Ermenistanê, nahîya Vêdîyê alana Develîyê, dibistana navîn da cara yekemîn wekî mamostayê zimanê Kurdî û Azerî dest bi mamostatîyê dike. Usa jî, derbarê Kurd û Kurdistanê da agahîyan dide gelê Kurd, kasetên dengbêjên Kurdan lihev zêde û belav dike, ji Ewropayê rojnama û kovaran distîne û digihîjîne gel, karekî millî û neteweyî dimeşîne, bi giştî dibe fedaîyê gelên xwe.
Ji Sûrîyayî, Îraqê, Turkîyeyê û Ewropayê welatparêz mêvan têne mala wî, bona van pêwendîyan gellek caran KGB-ya Ermenistan, Azerbaycan, Kazakîstan û Soviyeta berê ewî nerihet kirine.
Di sala 1988-ê gava navbera Azerî û Ermenîyan de li ser Qerebaxa Çîya şer dest pê bû, bi hezaran malbatên Kurdên musulman û herweha tevahî, malbata Tahirê Silêman jî koçber dibe û diçe bajarê Bakûyê cî û war dibe. Ji wê salê vir de xebata rojnamevanîyê dike.
Mamoste Tahir Zewicîye, xwedîyê kurekî ye, xanima wî Nîgara Mihemmed û kurê wî Îsmayîl, kîjanîku Unîvêrsîtêya Êkonomî xitim kirîye, di xebata rojanamê de jî nêzîk ve halîkarê wî ne.