MERVAN SERHILDAN
Li Çelkaniyan ji kengî de bû ku veguherînên malbatî û civakî rû dabûn, gelek nirxên serdemên kevnar wenda bûbûn. Ewil xanî û baniyên hevsipartî, yek bi yek ji hevdu qetiyabûn, ser û cîran adetî ji hev xeyidîbûn. Nîşaneyên çand, huner û jiyana hevpar wekî hincetên pevçûn û pevketinê li nakokiyên qîçik û binik hatibûn sêwirîn û veguherîn. Her rojeke nû, xweziyên gundê Çelkaniyan li hev zêde dikirin û wek lodên ax û waxê hildidan. Ezbenî sosretên heyameke weha dijwar girtibûn ser vê herêmê ku ragihandin û danûstendinên şêniyên vî gundî ji binî de dihejandin, hêviyên niştecihên vî warî wek pelên daran diweşandin, herifînên nixumî bi rê ve diçûn ku dilê şahid û çavdêran diêşandin… Hîs û hestên şênber, ne pir, sed sal berê jî asasê jîn û tevgerîna gundî û maliyên Çelkaniyan bû; di qonaxa sî- çel sal berê de jî gelek nirx mabûn. Gelo çi bûbû, çi guherîbû, çi qewimîbû, çi karesat pêk hatibû ku îro li zozên ew barîna berf û baranên berê jî nemabû. Ma çi tofan rabûbû ku Çelkaniyan ne Çelkaniyanê berê bû; mirov ne mirovên berê bûn; demsal ne demsalên berê bûn; teqla xwezayê û ya civakê guherîbû. Te yê bi gav û saetê bigota ku li Zozanê Zorava hertişt, herkes, her geşedan di bin destwerdaneke rûreş de bû…
Hinek pirs hene ku xweber ji bin bîra mirov hildidin; gelo çima û bi kîjan hişmendiyê îro gundî ji hev dûr diçin, direvin? Gelo ji ber kîjan nebesiyê ye ku îro ragihandina kêf û henekên li meydana şahiyan, wekî ka û kapolên ber bayê gindirîbûn newala zext û pêkutiyan? Îro piştevanî û hevkariyên li ser dika êş û xeman gelo çawa û di kîjan neqebê de ji bîr ve çûbûn? Gelo îro bi destên kê û bi kîjan jêbirê parvekirina sir û razên ku di dil û hinavan de nixumîbûn ji holê rabûbûn? Gelo tofanek li nirxên gelê Çelkaniyan rabûbû, lê tu kes li vê karesatê hayê nebûbû; gidîno, qe hema benderuhek jî pê nehesiyabû? Di hemêza şêniyên vî gundî de cihê Guriyekî û Pîra dayika wî jî nemabû; di bin xanî û baniyên gelê vî gundî de ji bo ku Guriyê Pîrê û dayika wî ya ku heştê salên riziyayî li dû xwe hiştiye ji xwe re bikin starî û lûs bibin, tu kesî hew kujek, hew qoziyek, hew çaviyek cih veneqetandibû. Ew Gurî û pîra dayikê ku heta îro tayeke gil û giha, hêlîneke teyr û teba, seriyek zar û zêçên ji vî gundî ji wan neêşiyabûn, negazinîbûn û aciz nebûbûn, li Girê Welî di Berqefa Sêstûnê de ev çardeh sal in ku di nav hejarî û kambaxiyê de asirîbûn… Ma kî pê nizane, di jiyanê de gelek sir û razên ku ji sedsalan dawerivîne hene; di jiyanê de gelek efsûnên ku hinek mirovan di ser dehsalan re difirînin hene. Lê di jiyanê de hinek kod û şîfreyên takekesî hene ku kes pê nizane, divê ew nihênî hertim takekesî û nixumî bimînin, divê kifş nebin, divê di bîra mirov de bineqişin… Civakên ku hewl didin bibin qewm û netew, divê ewila ewil van nihêniyan kifş bikin, li xwe vehewînin, li hev bicivînin, bi hostatî bihûnin û bi serkanî bikelijînin… War û welatên ku dilnizmî û dilpakiya xwe wenda dikin, pê re şopa hiş û aqil wenda dikin, bîr û bala xwe dimiçiqînin, ji rêgezên hevrejiyanê bêrî dimînin. Civakên ku dilnizmî û dilpakiya xwe ji dest didin, bi terî û dûvikên zexelan ve dizeliqin, li paş hêzdar û hêzperestan dicivin, bi tu awayî hevrûbûnê qebûl nakin. Civakên ku dilnizmî û dilpakiya xwe ji dest didin, wek cinên ku hesin bivînin, ji qewmê xwe direvin; ji heqîqetê nefretê dikin; şewr û şîretan red dikin. Civakên ku li ser dika qewmî û neteweyî şabaşiyan ji bîr dikin; civakên ku binyada hevrejiyana xwe dirizînin; civakên ku baskên fireh teng dikin; civakên ku palûteyê bêwatê dixin; civakên ku cuha netewebûnê diteqînin, di nav çol û beyariyên bêserûber de bêtaqet dikevin…
Li Çelkaniyan şaşitiyek, kêmasiyek, nebesiyek hebû; li vî gundî ji exlaq û etîka sedsal berê hema bigir tiştek nemabû. Bila sedsal li wir bimîne, li ev warê qedîm ji heştê sal berê jî, tenê bi navê Pîra Gewezê pîrikek hezizî, dayika Gurî, kewara çîrok û dîrokên kevnar, tevli fêhm û feraseta xwe mabû. Lê gelo çi qewimîbû ku kesî nedipirsî û nedigot, “Gelo efsûna ku vê jinê weha zindî digire çi ye? Gelo bi saya xwarin û vexwarina xwe weha çalak e, yan bi saya hiş û dêhnê vekirî weha jîr û jêhatî ye, yan jî bi saya hinek kerametên ku kes pê nizane, pêçekek dehsal di bin nigên xwe ve kiriye? Gidîno çawa dibe, li vî gundê ku li qeraçê Çiyayê Zorava ye, kes napirse û nabêje, “Zivistanên vî çiyayî dijwar in, cî bi cî zêdeyî du metro berf dikevin; dengên gur, wawîk, hirç û keftarên herêmê ji Çelkaniyan jî tên bihîstin û guhdarîkirin. Ma Gurî û Pîra Gewezê li nav şikêr û kendalên Zorava û di nav ew jiyana dirinde de bi çi û çawa dikarin debarê bikin, çawa xwe germ dikin, çawa xwarinê dipijin, bi çi amûrê avê vedixwin û xweparastineke çawa dikin?..
Hinek morîk hene, bext vedikin. Lê ne morîkên tizbiyan in, ne dendikên zeytûnan in, ne kevirên heftokan in. Hinek morîk hene, di kakilên xwe de efsûnan vedidizin; hinek morîk hene, ji pîrên pîroz pê ve kes bi kod û şîfreyên wan nizanin; hinek morîk hene ku gurî û pîrên bêkes û bêkeys ji gef û tehdîdên piralî diparêzin… Zivistana vê salê berfeke ji berfên ku mişt gît û pêzûn in, bi xwe re anîbû Çelkaniyan. Cewoyê Dewrêş û hevjîna wî Xatûnê, ji bo ku hinek qewimînên zozên bi çavên seriyan bivînin, bi armanca ku nihêniyên vî warî kifş bikin, çend rojan besta Sêstûnê bi dorveger şopandibûn. Piştî çend hefteyan, di derengiya şevê de bi çavê seriyan dîtibûn ku şêr û şepalan şîr, pilingan pezkovî, hirçan hingiv, kewan hêk, ba û bageran nivîn û lehêf dibirin ber devê Şikefta Sêstûnê û didan destê Pîra Gewezê. Bi mat û metalbûneke bêhawe nihêrîbûn û bi xofa vê şahidiyê adetî beyitîbûn. Çiqas pêjn û rewrew li ber çavên wan hingivîbûn, Cewo û Xatûnê jî wekî huner û kerametên Pîra Gewezê û kurê wê Gurî dihesibandin. Ev cara yekê bû ku li ser tevgera Pîrê û Guriyê wê, şik û gumanên kûr rû dabûn. Bûyerên ku li pêş çavên şahidan qewimîbûn, ne ji rêzê bûn. Lê Xwedê jî şahid e ku hay û baya Xatûnê ji planên Cewoyê Dewrêş tune bû… Ezbigorî tiştin din hebûn, hinek sedemên cuda hebûn, hinek fermanên paş dik û diwaran hebûn. Sih sal berê qeymeqamê Korbelê ma belasebeb mohra keyetiyê dabû destê Cewo; ma belasebeb ew vexwendibû meqamê xwe û hemû fermanên ji bo saloxgeriya hawirê, ma qey bêtemî û bêbendewarî dabû?.. Vê payîzê qeymeqamê nû jî, wekî yên berê ew vexwendibû, gelek agahî jê wergirtibû. Qeymeqam di dawiya hevdîtinê de qal û behsa çar refên çar bi çar kiribû; heta bi nav û nîşanên çar firarkiriyên serhildêr, ji Cewo re, ta bi derziyê ve kiribû û di ber peyva xwe re jî çenteyek mişt pere nîşanî wî dabû û ‘ger tu peywira xwe bi cih bînî, ev çente ya te ye, kuro!..’ gotibû. Ma ji her kesî ve ne diyar e ku işaret bi çi kiribû?.. Ev qeymeqam, ê çendan bû ku bi çenteyan pere li oxira mala keye xerc kiribû. Vayê riya çenteyek pereyên din vedibû. Ma hûn Cewo zarok dibînin, ma ew ê nizanibe sih û pêjnên ku li zozên didîtin, yên rewşa kesên xapîner bûn? Deng û dêmên qiyameya hanê, xuyangên rêbazên leşkerî bûn. Dîmenên pêş çavan, ji bo mirovê ku guh di serî de dilîzin, mikurhatineke Sêstûnê bû.
Cewo li dû tiştên hesas bû, ji Xatûnê re jî û ji civata eşîrê re jî tu carî qala sîxurî û saloxgeriyan nekiribû; paşpê hertim dilsozê rûpoşa xwe bû, hertim xwediyê tevgereke xapîner bû. Jixwe du rûyên Cewoyê Dewrêş hebûn; yek jê nerm wekî pembo bû, yek jî rûyekî ji rûyê bozegurên dirinde bû… Di civata xwe de, ji herkesî bêtir wî qal û behsa kurdewarî û welatparêziyê dikir, ji herkesî bêtir qaşo muxalîfiya dewletê dikir û xwe ji herkesî bêtir çalak û hestyar xuya dikir. Lê heqîqeta tazî, hertim di binê kîsê wî de bû. Di nava sih salî de çend çenteyên mişt pere bi dest xistibûn, di bankayan de çend hesabên wî yên nixumî hebûn û bizava ewqasî zengînî çi bû; ne Xatûnê û ne jî eşîrê pê dizanibû. Belkî herkesî dizanibû ku ev keyeyê bi nav û deng zengîn e; lê tenê nizanibûn bizava vê dewlemendiyê ji çi ye û ji ku ye. Hew rojekê jî bêr û bivir hilnegirtine; teviriyek li zeviyekî nexistiye; das, çakûç û hors ranekirine; lê li Çelkaniyan qesr û qonax lêkirine… Di vê şapatê de hemin tişteke bêberdêl nemabû, lê ji hinekan re ne xem bû; niha her cure sîxurî hêsantir dihat kirin. Sih sal berê riya erebeyan tune bû, zozan xalî bû, bajar pir dûr bû, çûyîn û hatina navbera zozan û navçeyê jî zehmet bû. Bi salan nigên leşkerên dewletê jî bi nezar û newalên vê erdnîgariyê nedibû. Telefon, televîzyon, kamera û balafirên şer hêj herêm bi tor û tevna saloxgeriyê nederibandibûn. Şopandina tevgera gundî û maliyan a bi peykan û ji dûranî ve, hêj pêk nehatibû… Ev salên heştêyî tev sir û raz in, nihêniyên tirsnak lihêfên şêniyên Çelkaniyan in. Ne pir, tenê sî-çel sal berê, di pêvajoya Duyemîn Şerê Cîhanê de jî ewqas ecêb û sosret di bîra tu kesî re derbas nebûbûn… Vê derê zozan e ezbenî, bêhna hevalan jê tê; lê li xwe miqate bin, hawirdor tije sî û sîxur in, pêvdanînên vî zozanî berxwedêran dikişînin ser devê hezaza man û nemanê.
Cewo, ne mirovekî ji rêzê bû, wek pêşengekî welatparêzên herêmê dihat nasîn, xwedî civat bû, xwedî eşîr bû û hêzdar bû. Biraziyekî xwe bi girtin dabû, pismamekî xwe jî bi derba reşkesan bi înfazkirin dabû; lê tukesî jê guman jî nekiribû, herwiha gundewarên Çelkaniyan û eşîra Zorava piştevanên wî bûn. Kesî ne dizanîbû, ne dikaribû û ne jî diwêribû bi hêsanî li ser kesayeta wî bigota ‘yek û dudu’… Lê li wir rawestin; lewra li vî zozanî guriyek hebû û ji kengî de ye ku ji tevgera Cewoyê Dewrêş bi guman ketibû. Rojekê, Gurî ev mijar ji mêvanên xwe yên ezîz re jî vekiribû.
“Gelî hevalan, çûyîn û hatina Cewo di bîra min de şik û gumanan vedike, pirsnîşanan diafirîne. Ligel temenê xwe jî, wek ciwanan li newal û nezarên zozên digere, heroj bi dûrbînê hawirdorê kişf dike, carinan amureke wekî dûrgotkê bi kelecan dide ber bêvila xwe û dipeyive…”
Ji ber vê şîroveyê, Guriyê Pîrê bersiveke weha wergirtibû ku adetî ji darên bêgulî de ketibû.
“Heval, te ev peyv li vir got, lê li tu derên din nebêje; Cewzadê Dewrêş hevalbendê me yê xas e. Xwediyê welatparêziyeke bi nav û deng e, rêzdar e, eşîreke bêserûber li piştê ye, nandar e, maldar e, egît e, mêrxas e!..”
Bibeze Cewo bibeze, zozan li oxira te ye… Şeveqa roja çaran, Cewo li qeraçên zozên bi dûrbîn û dûrgotkê digere. Gurî dibîne, lê nizane ku hikumet li Zorava nigekî operasyêna dawîn disepîne; nizane ku çûnhatina Cewo ya îro, ne ji tevgerîna wî ya kevn e; nizane ku mêvanên wî yên delalî di bin bombebaranekê de ne; nizane ku hevalên tev sir û raz li ber deriyê mirinê asê mane… Çawa ku dengê teqînê bihîstin, qurpîn ji nava Gurî û pîra Gewezê hat, ji nişkav li rûyê hevdu nihêrîn bi meraq. Bi ber deriyê şikeftê de çûn, bi carekê; dengin nêz û tirsnak dibihîstin. Li ser best û berwarên hevalan girîna otomatîkan bû, girmîna tank û topan bû, teqereqa helîkopteran bû; şerekî şerane rû dabû… Hîn nû bûn, hîn ferxên virnî yên salê bûn, hîn nû hatibûn vî çiyayî; ezmûna bi mirinê, ma ji bo wan ne pir zû bû? Lê dagirkerên vî welatî ne Elî û Welî bûn, ne gêjik û kawik bûn; dagirkerên vî welatî, ji çendsed sal berê de amadeyiya rojên bi vî rengî kiribûn; rayedarên vê herêmê ji sî- çel sal berê de amadeyiya rojên bi vî rengî kiribûn; desthilatdarên vê erdnîgariyê, ji sî- çel sal berê de rûpoş bi Cewoyan ve kiribûn û ev axa pîroz ji nû ve dagir kiribûn… Cihên ku şer lê diqewimî ji Gurî û Pîra Gewezê ve xuya nedibûn; lê gundiyên li Girê Behîv û li Qûntarê Giwîjê bi çavên seriyan didîtin ku bi her bombebarînekê re agir ji best û newalên Zorava difûriya. Li asîman helîkopterên çort bi bêvilin tev agir digeriyan; leşkerên hikumetê rêz bi rêz û bi zikişkê di ser berfa spî re bi cilên bozik tevdigeriyan. Li derdorên tank û topan, komikên leşkeran teqemenî dikişand. Li aliyekî ciwan û canikên çar bi çar, li aliyekî jî amûr û leşkerên artêşan; rû bi rû ne, gidîno dêran e dêran… Ji şeveqê de ev cara çaran e ku helîkopterên şer di ser Şikefta Sêstûnê re difiriyan. Gurî zûde ye ku serwext bûye, lê wê ji pîra dayikê re çawa bianiya ziman. Carekê, dîn û dêhnê wî tev rabû, hest liviyan; li rûyê Pîrê ya qermiçî nihêrî, serê pozê wê yê tenik berjêr bûbû, nûtikên çavan dipitpitîn, di bin sûcbariyeke nixumî de westiyabû; ji bejna zirav û dirêj pişteke xûz û bi otik mabû… Di vê kêliyê de peyv, zehmet bû; lê bi teqlan be jî û gelekî giran be jî, devê wî geriya.
“Tu dibînî dayê, ev şer ne şerekî navbera eşîran e, ev şer wê çarenûsa zozên diyar bike, wê dahatûya welêt zelal bike. Min digot qey heval agahiyên çaralî werdigirin, min digot qey guhên wan qul in, min digot qey li Zorava çûkek bifire haya wan jê çêdibe. Lê Xwedê şahid e, bi giştî em di guhên gê de ne. Niha Cewo wek leşkerekî keşfê têdikoşe, nigekî operasyonê ye… Û li gorî min, ew mirovê ku cara dawîn bi hevalan re hatibû mêvaniya me û ji min re gotibû ‘Cewzadê Dewrêş hevalbendê me yê xas e’ jî ne xalis e. Ew kî bû, çi bû, çawa tevli komê bûbû, di kîjan bihurkê de dawerivîbû nav hevalan; her ku dihizirim şaş û mat dimînim. Dika ku em li ser dibezin mişt çahl û kortal in dayê, hawir tarî ye, em ji kujekî heqîqetê pê ve tiştekî din nabînin. Çiqas pîroziyên me hene, di bin nigên hinek keye û Cewoyan de eciqîne. Me hemû sir û razên xwe bi dest ve berdane. Min nedixwest vê çîroka tirsnak vebêjim, devê min nedigeriya dayê; lê divê tavilê ragihînim. Kes nizane, Şikefta Sêstûnê şahidê çendî şehîdiyan e; dagirkerên vî welatî xwediyên cerbên hezarsale ne; ev aqil tenê ne yê hikumeta navendî ye, kesî nekolaye û teqez nekiriye ku xwêya çend keye û Cewoyên bi rûpoş tê de heye. Heqîqet dijwar e dayê, me pir bi hêsanî şabaşiya kujerên xwe kiriye, me neyarê xwe nemir kiriye, me ruhistînê xwe bi destê xwe afirandiye. Vê êvarê şik û gumana min nemaye ku çawaniya min û te û Sêstûnê kifş bûye, em têkçûyî ne dayê. Îro li Zozanê Zorava tofanek diqewime, hemû nirx û pîroziyên vî welatî di binî de dimîne; em têkçûyî ne dayê û di demeke pir kurt de, wê min û te jî şehîd bixin, zanibe!..”
Bi gotina dawîn re kizîn bi dilê Gewezê ket, domeke dirêj bêhes û bêdeng dageriya. Wê jî didît ku ruhistînek li vî zozanî digeriya; wê jî dizanibû ku Sêstûnê her çiqas kurên leheng û serkan zabûn, ewqas jî xençer û gule li wan bariyabûn; lê nizanîbû Guriyê ku neh mehan di malçûkê de hilgirtiye, xwe ewqasî bi pêş ve biriye û bûye şîrovegerê stratejî û taktîkên qewmekî ji qewmên bindest û nebesiyên li ser riya têkçûnê. Hîn nû li xwe hayê bûbû ku diviya morîka nemirinê radestî ev sêwiyê hanê bikira; hîn nû pê hesiyabû ku Gurî jî dizanibû, xwediyên vê kêşeyê ew sêwî û gurî ne ku di bin kerlaliyeke nixumî de sonda dilsoziyê xwarine, ligel barîna hêstran. Ger morîka efsûnî ya nemirinê ji dest nedaba, qe nebûya wê karîba sêwiyekî vê dozê ji mirinê rizgar bikira. Hîn nû li xwe hayê bûbû ku diviyabû zû bi zû ew morîk ji dest dernexista. Erê, me qebûl e ku morîk nedabû mirovên nediyar; lê ku ew morîk têketa destê kesayetên wekî Cewoyê Dewrêş; mirin û şehadeta Gurî û Gewezan wê teqez û di heman çirkê de pêk bihata. Vayê sêwiyê wê yê stûxwar li ser vê heqîqetê diramiya… Berêvarî, dengên çek û helîkopteran tibabekî kêm bûbûn, teyr û tebayên ku ji qul û hêlînan bazdabûn, bêserî li stariyên nû digeriyan… Di nav wê çirka şolî de pêjnek di ser devê berqefa Sêstûnê re bihurî, Pîra Gewezê bi guman ket, nihêrî lê tiştek bi ber çavan neket. Şikefta Sêstûnê di biniya rûyê erdê re bû. Reşkesê li paş gomeyê pêşiya berqefê, devê tivingê dabû ser dilê Gurî, bo ku derb fût neçe. Lê vê kêliyê Gurî neditebitî; geh bi viyalî şikeftê de û geh jî bi wiyalî şikeftê de pêwan dikir. Çakêtekî ji malê kulavan li bejna dumetro çiqasî xweş rûniştibû, Xwedêyo! Tiliyên destê xwe bênavber digirt û vedikir ku te yê bigota qey werzîşê dike. Gêrên çavan û rûyê qer, hur î hubrî di bin reşahiya êvarê de wenda bûbûn. Guriyê ku di nav hizr û raman de dageriyaye, bi carekê berê xwe da dawiya şikeftê. Lê pir neçû, dîsa bi heman teqlê vegeriya. Çawa ku nêzî devê şikeftê bû xişpînek ji derve hat; Pîrê jî li wê hêlê zîvirî ku ringîn bi çekê ket û girîneke ji girîna otomatîkan li dû hilat. Bi xiroş û qajewajeke bêterîf, mirîşkên Pîrê ji dawiya Sêstûnê bi derve de firiyan… Te yê bigota qey Gurî ji dareke bêgulî de ket, bêgav û bêdeng, bi ricf û lerizîneke bêkeys can dida. Pîrê dinihurî, diqîriya.
“Şêrîn, Şêrîîînnn!..”
Navê vî sêwiyê çelsalî, cara yekê bû ku bi asteke ewqasî bilind hildihat, li kevana mirineke tev sosret û karesat. Vê êvarê Zorava di bin xençerên îxanetê de mabû; vê êvarê Çelkaniyan jî poz çikandibû erdê, ker û lal bû, kulavê bêxîretê li xwe gerandibû… Gewezê kurê xwe bi hewar û gazî hemêz dikir; di wê kelebêhnê de awirên wê bêhay dageriyan ser devê Sêstûnê. Sûfetê ew mirovê ku morîka nemirinê dabûyê, ew mirovê ku ji Gurî re gotibû “Cewzadê Dewrêş hevalbendê me yê xas e. Xwediyê welatparêziyeke bi nav û deng e, egît e, mêrxas e…”, bi keleşeke xwînî ket herdu qulên çavan.
“Gurî û sêwiyên vî welatî çewt û çepel in, ger înfaz nebûya, wê rûpoşa sîxuriyê ya Cewzad Axa bixista, hahahaaa; û ma ne tu jî dayika wî yî?”
Careke din girîn bi keleşe ket, tofan qewimî; Pîra Gewezê, Gurî weha nazenîn berhemêz kiribû û serê xwe bi ser rûyê kurê xwe de weha xûz kiribû, te yê sond bixwara ku Şêrînê xwe bi şîr dida; li ser şotika xwînê di hemêza hev de qelibîn; xwîna Gurî û Pîrê û soringa şikeftê li nav hev digeriyan ku kêlî bi kêlî gewmên dubarekirina dîroka qewmê têkçûnê nîşan didan.
13.11.2021
Mervan Serhildan
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com