Vladîmîr Îlyîç Lenîn an jî Vladîmîr Îlyîç Ûlyanov bi kurtî wek Lenîn (Zilamê Lenayê”) tê naskirin, (1870 – 1924), mirovekî şoreşger û siyayasetmedarê Rûsyayê ye. Avaker û serokê partiya Bolşevîk, dilê şoreşa cotmehê, û derhênerê YKSS’yê ye.
Cara yekemîn zanistiya azadiya çînan a marksîzmê bi Lenîn û Bolşevîkan biserdikeve. Lenîn di zanîna Marksîzmê de hin guherandine pêk tîne. Bo mînak ew wekî sazûmanî dîktatoriya proletaryayê dibîne û ji bo wê biserbixe têdikoşe. Lenîn bi dibistanên marksîzmê yên din re dikeve nîqaşan û roj bi roj alîgirên riya wî zêde dibin.
Lenîn di rêxistinbûnê de jî guhertinan dike. Ew bi navê navendparêziya demokratîk modeleke nû avadike û ev model dibe bingeha pirraniya partiyên komûnîst û sosyalîst. Lenîn bi navê NEP (Ekonomî polîtîkaya nû) programeke berfireh bo damezrandina deweleta nû a sosyalîst amade dike. Mixabin tenduristiya wî dest nade. Lenîn di 30ê tebaxa 1918an de bi granî tê brîndarkirin. Bi 3 derbên kujer jiyana wî heya mirinê dikeve xetereyê.
Lenîn di saxiya xwe de bingehê azadiya gelên li împeratoriya Rûsyayê datîne. Mezin an piçûk ji hemî gel an hindikayiyan re serxwebûnê ava dike. Di dema Lenîn de bi navê Kurdistana Sor otonomiyek ji bo Kurdan jî tê damezrandin. Lenîn wesiyet dike ku Stalîn û Troçkî divê hin taybetiyên xwe biguherînin an bi vî awayî ew dê ji bo paşerojê xetereyan bînin.
Piştî mirina Lenîn di sala 1924an de, wasiyetên wî tên jibîrkirin heya bigire tên windakirin.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com