WESİYET- Seyfedînê Welekorî
WESİYET- Seyfedînê Welekorî

WESİYET- Seyfedînê Welekorî

Di wextekî mirovekî zana, ronakbîr, arif û dinyadîtî hebûye. Ev mirov, gelek dewlemend û comert jî bûye. Her wiha bavê sê kuran bûye. Yê mezin kiribû berpirsîyarê cot û cobaran, yê duyemîn bibû berpirsyarê pez û sewalên din û yê piçûk jî di nava malê da xizmeta dîwana bavê xwe û hatin çûyîna mêvanan dikir.
Rojekî bavê wan gazî wan kir û her sê kurên wî hatin bi qedrekî mezin li ber bavê xwe çokdan û gotin:” Bavo ka keremke fermana te ji bo me çi ye?”

Bavê wan dest pê kir, got:” Kurên min çawa hûn jî dizanin temenê min di nav salan ve çûye. Dibe ez îro hebim sibê tunebim kes evê yekê nizane. Yanê teqdîr ya Yezdanê gewre ye. Lê ez ê wesiyetên xwe li we bikim, piştî ku min emrê Xweda bi cî anî û ez çûme ser dilovanya xwe, divê hûn wesiyetên min jibîr nekin û bînin cî.

Her sê kurên wî dibêjin:” Bavo Xwedê te ji ser serê me kêm neke, lê bila dilê bavê me rehet be em ê emr û fermanên te bi cî bînin û wesiyeta te li ‘erdê nahêlin û dereng jî naxin.”
Bavê wan keyfxweş dibe û şukr û spasiya xwe ji bo Xwedayê xwe tîne û her wiha ji kurên xwe ra diayan dike. Pişt re ewil ji kurê mezin dest pê dike, dibêje:”Kurê min! Wesiyeta min li te ev e, çi kesê ku hat ber derê min tu wan bê par nekî, û wan bê dexl û dan nehêlî, ger feqîrek ji ber derê me bê par vegere, wê Xwedê rizqê we biqelîne.

Ji kurê navîn re jî dibêje:” Kurê min heger te terşekî xwe firot tu car bi bihayekî zêde nebêje û di bazara xwe de sûnd nexwe. Her wiha feqîr û xizanan tu wext bê goşt, bê şîr û mast nehêle. nexwe wê êşeke wisa bikeve nav terşê te ku tu nezanibî ji ber di serê te da hatîye.”

Evê carê bavê wan kîsek tijî zêr ji bêrika xwe derdixe û berê xwe dide kurê biçûk, dibêje:”Kurê min di vî kîsî de sed zêrên zer hene. tu yê vî kîsî têkî bêrika xwe li bajar û navçe û gûndan bigerî. Ku te yekî ehmeq li ku dît, ji vî kîsê hanê zêrekê bidê û wesiyeta min jî ji wî kesê re bibêjî.”

Dema bav gotina xwe diqedîne, zarokên wî bi edeb li ber bavê xwe bejna xwe ditewînin û soz didine bavê xwe weysiyetan bînin cî.
Dem derbaz dibin, sal diçin, roj diqulibin. Rojekê ew arifê maqûl emrê Xwedê bi cî tîne û diçe ber dilovaniya Xwedê.
Her sê bira piştî ku bavê xwe binax dikin, ji hev ra dibêjin hat wexta ku em weyisetên bavê xwe bîne cî. Birayê biçûk dibêje her du kekên xwe:
– Mal û xan bi hêviya we ve. Ez ê bikevim li ser rê û dirban ji bona wesiyeta bavo bînime cî.
Birayê mezin dibê:
– Tu xeman neke û di xema malê de jî nemîne. Em ê karê xwe jî û karê tejî bikin. Tu here ji te ra oxir be.

Birayê biçûk kîsê zêran di bêrîka xwe da bi cî dike û dikeve ser rê. Ev bajar na yê dinê, ev navçe na ya dinê, ev gund na gundêkî dinê… Werhasil pir digere di binê pê wî de av tob dibe û dibe birîn. Cil di ser de diqetin, por û rih lê dirêj dibin. Bi xwe ji xwe re
Dibêje :”Xwedê Rebî ka ez ê ji kê ra bêjim “tu ehmeq î” û ez ê çawa bizanibim ku ev mirov an ew mirov ehmeq e.”
Rêya wî ber bi bajarekî mezin dikeve. Bala xwe didê ku milet ber bi qadekê ve diherikin.
Mêrik li ber qehwexanekê disekine ca hevek bêhna xwe derxe û ji qehweçîra
dibêje:” Ez di bextê te me tu ji min re qehwekî bikelîne ez hinek bêhna xwe derxîm û ez ê herim rêya min dûre.”

Qehweçî bala xwe didê ku mirovekî per û perîşan di halekî xirab de wek parsekçîya ye, lê xeberdan û tevger ya arifa ne. Meraq dike jê dipirse dibê:”Xortê delal tê xuyanê ku tu ne ji vî bajarêyî, tu kî yî? Û ji kû yî? Tu bi kû va tê û tu yê bi kû ve herî?
Xort di ber xwe de difikire dibê heyran ev camêr qehweçî ye. Her curre mirov têne bal wî û çay vedixwin û dîwan dikin, dibe ku ew yekî ‘ehmeq jî nas bike. Û ji min re bibe alîkar. Piştî vê ew xort tîne wesiyeta bavê xwe jê re dibêje.
Qehweçî jê re dibêje:
– Xortê delal îro li bajarê me hilbijartina paşayê nû heye. Dê ji bo gel şahîyekî li darxe. Tu mêvanê apê xwe yî em ê herine wê şahîyê û pişt re em ê daxwaza te bîne cî.

Qehweçî di gel wî xortî radibin diçine wê qada ku şahî lê heye. Wextê diçine qadê, bala xwe didinê girseya gel tovbûye sirûştan dibêjin”Paşa xweş be”. Li alekî govend, meş û durişme, li alekî dinê jî hin kesan mirovekî paşopê li kerê siwar kirine, bi wî mirovî tinaz û tiranê xwe pê dikin. Gava xort ewî mirovî dibîne ku yekî temenmezin e û paşopê li ser pişta kerê ye, şaşik ketiye qirikê ser û por li hev alîya ye, hin kes yuh didinê hin kes çamûrê davêjinê hin kes zixta di kerê ra dikin û ker dide zîtika ew mirov dikeve nava zibil û careke dinê wî siwar dikin û pê dikenin..
Ji xort re dibe meraq û tîne ku ji qehweçî bipirse lê dêna xwe didê ku mirovekî li ser text û payekî rûniştiye, tacek yê li serî cubekî bi sîm li xwe kirî. Kî tê dest û etega wî maç dike û dibêje “Paşayê min tu her bijî.”

Xortê me dibêje apê qehweçî:”Heyran ev çi hale? Li alekî def û dewet û şahî, li alekî ev mirovê paşopê li kerê suwarkirine û gel wî rezîl dike. Li alê din ev mirovê li ser text û pa rûniştî daw û delinga xwe bi gel dide maçkirin…Ji bo Xwedê ev çi hale?
Apê qehweçî bersiv dide, dibêje:
– Xortê delal em du salan carekî ji xwe ra paşayekî hildibijêrin. Paşayê nû datînin ser text, û yê kevn jî wuha li kerê siwar dikin û poça kerê didine dest wî, rûyê wî kur dikin ‘egalê dixine qirika wî û wuha tînine serê wî.
Ku du salên evî paşayî jî temam be, em ê paşayekî nû hilbijêrin daynine dewsa wî û vêca evî paşopê li kerê suwar bikin, a ha ev e sebebê vê şahiya me

Xort dibêje bi Xwedê min ‘ehmeq dît û ez ê wesiyeta bavê xwe binime cî.
Ya Rebî sed hezar car spasî ji bona ‘ezemet û meznahîya te.
Xort radibe diçe li hizûra paşayê nû silav li paşê dike, dibê:” Paşayê min! Ez mirovekî xerî bim û ne ji vir im. her wuha ne bajarvaniyê te me.
Ger paşayê min, ji kerema xwe min guhdarî bike ehdeka min heye. Bavê min li min wesiyetek kiriye divê ez wesiyeta bavê xwe binime cî.
Paşa dibêje:
– Xortê delal tu keremdar bî. Ka bêje ehda te çi ye? Tu çi ji min daxwaz bikî tu azad î.

Xort dibê:
– Paşa sax be. Ez tu tiştekî ji malê dinê naxwazim. Tenê tu yê sozekê bidî min ku ez heta gotina xwe xilas nekim, ne tu û ne jî tu kes ji gelê te tikilê min nebe.
Paşa dibê:” Xortê delal bi sozê wan mirovên ku gel bi serê wan sûnd dixwin, ne ez û ne jî ji gelê min tu kes tikilê te nabe. De kerem ke bêje.
Xort wesiyeta bavê xwe ji serî heta dawîyê ji paşê re dibêje.
Û kîsê zêran ji bêrika xwe derdixe datîne ber çokê paşê,dibê:
– Paşayê min keremke (Kîsê zêran derdixe) dixwazim evan bidime te. lew ra ehmeqê ku ez lê digeryam tu yî.
Gava xort wisa dibêje paşa tengo fireh dibe agir di bêvilên paşê re derdikevin û girseya gel êrişî ser vî xortî dikin ku wî bipelçiqînin.
Paşa li ser vê yekê destê xwe bilind dike:
– Ka bisekinin ka bisekinin, dibê û berê xwe dide wî xortî:” Belê min soza ku kes tikilê te nebe daye te. Lê te çima ez kirim ehmeq?”

Xort dibê:
– Paşayê min, ma tu halê paşayê beriya xwe nabînî ka ew kirine çi halî? Ew rezîl û ruswa kirine, paşopê li kerê suwar kirine. Piştî du sal din tu yê jî bikevî vî halê hanê. Ma mirovek ehmeq nebe, kî xwe ji bo du salên paşatiyê rezîl dike?
Paşa difikire dibê wellahî ev xort mafdar e, (suwariya kerê ‘etbek e, lê ketina wî du ‘etbe) Tîne tac û cubeyê xwe datîne, gazî gel dike, dibê:
– Heger hûn neyên em ji xwe re makezagonekî nû çênekin, ku di wê makezagonê de mafê her kesî wek hev nebe eva ez bi ehmeqiya xwe razîme û sed zêrê xwe hildidim diçime mala xwe.

Gel li hev dicivin zagona kevin betal dikin û makezagonekî nû ji xwe re sazdikin. Bi hibijartinekî demoqrasî paşayê xwe yê nû hilbijêrin.
Wesiyeta min jî ev e, gere her Kurd vê nivîsê bixwîne û ji bo çar sal parlementî an jî çar sal bibe şaredar bila xwe ji gelê xwe dûr nexin, nebîn ‘ehmeq…m

Çevkanî; Bavê min ‘Evdilbarîyê Zibêr
Werger; Seyfedînê Welekorî.

Lê Binêre

ÇIVANOK

 Mehmet Gür Ez ê vê heftiyê di qunc nivîsa xwe de cih bidim çivanokan an …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !