Xebatên Pêşîn Li Ser Alfabeya Kurdî-Latînî

Xebatên Pêşîn Li Ser Alfabeya Kurdî-Latînî / Seîd Veroj

Raboriya bikaranîna alfabeya latînî û xebatên sereke yên li ser zimanê kurdî

Dixwazim li ser dewra sereke ya çapkirina eserên kurdî, xebatên li ser nivîsandina kurdî û alfabeyê bikim. Babeteke girîng a weşanên salên destêka 1900î, nivîs û gengeşeyên li ser xebata ziman û eserên kurdî ye. Di vê çarçoveyê de; ji nû ve çapkirina berhemên klasîkên kurdî, nivîs û nûçeyên di derheqê xebatên rêxistinên kulturî û siyasî yên kurdan de, sansora li ser zimanê kurdî, meseleya şêwe û diyalektan, hewldanên standartkirina zimanê kurdî û çêkirina alfabeyeke nû, babetên tewr girîng ên nivîs û nivîskarên weşanên wê demê bûn. Feqet îro dema ku behsa bikaranîna alfabeya latînî ji bo nivîsîna zimanê kurdî bête kirin, pêşiyê Celadet Bedirxan tête bîra me. Bêguman di pêkanîna şiklê dawî û tetbîqkirina vê alfabeyê de para Celadet Bedirxan û ekola Hawarê gelek zêde ye.

Lêbelê di kudandina vê rê de keda gelek mirovên beriya wî jî hene, divê ew jî bêne bi bîrxistin û ev encam, wek pêvajoyeke gehiştî û kolektîf bête dîtin. Lewra li ser vî babetê nêrînên cihê cihê hene. Qedrî Cemîl Paşa, di bîranînên xwe de li ser rabirdûya xebata bikaranîna alfabeya latînî û gengeşeyên li ser vî babetê dibêje: “Pêşniyara qebûlkirina tîpên (herfên) latînî, cara yekemîn di sala 1913yê de ji layê memurê posteya Stenbolê Fewzî Beg ve hatiye kirin ku bi xwe jî endamê Komela Hêvî bû. Her weha Dr. Abdullah Cevdet jî di nivîsên xwe yên nav rûpelên kovara Rojî Kurd de ji bo nivîsandina zimanê kurdî pêşniyara bikaranîna alfabeya latînî dike û dibêje tîpên erebî nikarin bi temamî zimanê kurdî îfade bikin.”[1]

Dr. Abdullah Cevdet di hejmara yekem a Rojî Kurd de li ser girîngî û pêdiviya perwerdeyî û guhartina alfabeyê weha dibêje: “Divê rêjeya xwendin û nivîsandina kurdan bi kêmtirîn bigîje 40%. Ya din, divê zarokek 7-8 salî, tewr zêde di nav mehek de fêrê xwendin û nivîsandinê bibe û karibe rast bixwîne. Ji bo pêkanîna vê jî, divê dev ji herfên kevnare bête berdan û yên nû bêne qebûlkirin.”[2] Dema em bala xwe bidin nav rûpelên Rojî Kurd, diyar dibe ku li ser alfabeyê gelek gengeşî çêbûne û pêşniyar hatine kirin. Digel pêşniyarên li jorê, nivîskarê Rojî Kurd Mesudê Silêmaniyeyî jî îşaret û herekeyên alfabeya erebî wek bargiraniyeke dijwar dibîne û pêdiviya nûkirina alfabeyê tîne ziman û dibêje: “Ji bo hînkirina 33 herfan, ji dusedî zêdetir şekil ji xwendevanan re têne nîşandan. Ev, xwendevan û mamosteyan gelek diwestîne û pêdiviya performansek gelek zêde ji wê re divê. Bi giştî sebebekî nezaniyê jî ev e.

Çareseriya vê yekê jî; divê di destpêka perwerdeyiyê de ji bo her herfekê tenê şiklek bête destnîşankirin û dest ji yên din bête berdan.”[3] Wê demê komeleyek bi navê Îlîmlerîn Genelleştîrîlmesî ve Harflerîn Dûzenlenmesî Cemiyetî [Cemiyeta Belavkirina Îlim û Serrastkirina Tîpan] hebû û ew jî tevlî van gengeşeyan dibe û ji bo rêvebirên kovara Rojî Kurd pêşniyarek wisa dikin: “Sebebê tewr girîng ê paşvemayina me, kêmasiya herfên (tîpên) me ye. Heta roja îro li ser vê babetê gelek dîtin hatine pêşkêşkirin; beşekî gotine bila herfên latînî, ermenî bêne qebûlkirin û beşekî din jî vê pêşniyarê wek xeteriyek dîtine û gotine bila herfên erebî yên ku ji aliyê alema îslamî ve têne bikaranîn bêne sererastkirin û qebûlkirin… Bi dîtina me, zimanê kurdî, bi herfên dervayê alfabeya erebî bête nivîsandin, dê ziman bête xerakirin. Ji ber vê yekê, ji bo zimanê milletên misilman qebûlkirina alfabeyên biyanî, ne munasib e; xeternak e. Em nabêjin ne mimkun e, em dibêjin ne munasib e. Ger ji vê xeternakiyê nebe, dikare mimkun be. Ji ber vê yekê, divê herfên erebî li gorî zimanê hemû milletên misilman ji nû ve bêne sererastkirin.”[4]

Li ser meseleya alfabeyê, M. S. Azîzî jî di hejmara duyemîn a Rojî Kurd de, pêşniyarên Cemiyeta Belavkirina Îlim û Serrastkirina Tîpan erênî dibîne û dibêje: “Meseleya lêkolandin û amadekirina alfabeyeke hêsan û nû ya ji bo kurdî, berdewamî serê min meşxul kiriye; ez wisa bawer dikim ku pêşniyara Cemiyeta Belavkirina Îlim û Sererastkirina Tîpan a li ser alfabeyê, ji her kesî bêtir bi kêrî me kurdan tê.”[5] Di heman hejmara Rojî Kurd de Modanî Xelîl ku bi kurteya “M. X.” nivisindiye dibêje: “Elîfbayek li ser tarzekî nû lazim e.”[6] Ji Rojî Kurd şûn ve di nav kovar û rojnameyên wekî Jîn, Kurdistan û Serbestiyê de jî li ser alfabe, zimanê kurdî, sansura li ser nivîsandina kurdî, perwerdeyî û çapkirina berhemên klasîk ên kurdî nirxandin û pêşniyarên ciyawaz hatine kirin. Sansur, wê demê jî babeteke girîng a çapemeniyê bû û bi taybetî nivîsên kurdî jî hatine sansurkirin.

Dema em bala xwe bidin hin hejmar û rûpelên weşanên wê demê, diyar dibe ku valayî di nav de heye û ew valayî ji ber sansur û qedexeya li ser zimanê kurdî bû. Li ser meseleya sansurê, di hejmara 29ê Nîsan 1919 ya Serbestiyê de weha hatiye gotin: “Ji ber ku di nava îdareya matbûatê de mutercîmekî şarezayê zimanê milletê kurd nîne, gelek astengî li pêşiya neşriyata kurdî çê dibe. Ji ber vê yekê, roja bihûrî, helbesteke kurdî ji nav rûpelên rojnameya me hatiye sansurkirin.”[7] Ji ber vê sansurê, di nav rûpelên Serbestî de bi navê “Neşriyata Kurd” daxuyaniyek hatiye belavkirin û dibêje: “Ji aliyê îdareya sansurê ve helbesteke kurdî ji nav rojnameya me hatiye derxistin. Helbest bi tevî tercumeya xwe hatibû nivîsandin û rakirina wê ne li gorî teamulên heyî bû. Gelek rojname 20-30 rêzik û qitayên bi zimanê fransizî û farisî çap dikin û rastî tu astengiyekî nayin, em hêvî dikin ev qaîde ji bo neşriyata me jî bêne tetbîqkirin.”[8] Digel van rexne û balkêşiyan, di nav rûpelên weşanên kurdan de gengeşe û nivîsên li ser vê babetê têne domandin. Naveroka paneleke CTKê bi sernivîsa “Di heqê zimanê kurdan de” weha hatiye ragehandin:

“Ji aliyê xortê çeleng ê kurd Abdurehman Rehmî yê Hekarî ve, do li navenda Cemiyeta Tealiya Kurdistanê li ser girîngiya ziman û pêşxistina qabîliyeta kurdî panelek muhîm hate sazkirin. Axaftvanî hinek berhemên şaîrên kurd bi dûr û dirêjî tetkîk kirin û li ser kultura neteweyî ya kurd, hin esasên balkêş dane diyarkirin.”[9] Du roj piştî belavkirina vê nûçeyê, li Stenbolê di navenda CTKê de, komîsyonek taybet ji bo lêkolîn û çapkirina eserên alim û şaîrên kurd tête damezirandin. Di nûçeyê de hatiye gotin ku “Hin zatên îlmiye û mûlkiyeyê hatine wezîfedarkirin ku di heqê eserên îlmî yê kurdî de xwedî malumat in. Vê komîsyonê, lêkolînên xwe yên li ser Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî temam kirine. Heşt formayên vê eserê hatine çapkirin û yên mayî jî di demeke kurt de têne çapkirin. Mem û Zîn, şaheserekî edebiyata klasîk a kurd tête qebûlkirin.”[10] Mem û Zîn, bi vê çapê, cara yekemîn dikeve nav lewheyên matbeayê. Li ser xebatên standartkirina zimanê kurdî û hewldanên Cemiyeta Neşrê Mearîf ê Kurd [Komela Kurd a Belavkirina Zanînê], di hejmara 480ê ya Serbestiyê de, bi sernivîsa “Tedvîna lîsanê kurdî” [Standartkirina zimanê kurdî] nivîseke wisa hatiye belavkirin: “Piştî îlankirina Meşrûtiyetê, ji bo îsleh û standartkirina kurdî, Komela Kurd a Belavkirina Zanînê û hin rêxistinên din hatibûn damezirandin.

Van rêxistinan di dema destpêkirina Şerê Giştî de xebat û weşana xwe dabûn rawestandin. Ji dawîhatina Şerê Giştî şûn ve, van rêxistinan bi belavkirina kovara Jînê, dest bi berdewamkirina xebata berê kirine. Komela navborî ji berê ve dixebite ku li ser esasê cihê nivîsandina herfan, gramereke zimanê kurdî binivisîne û bide çapkirin. Alfabe hatiye amadekirin û hetanî çend rojên din dê bête çapkirin. Alfabeya ku nûha tê çapkirin, ji alfabeya berê bêtir mifedar û mukemeltir e. Em mûteşebbîs û nivîskarên wê pîroz dikin.”[11] Kamuran Bedirxan jî di nivîsa xwe de behsa girîngiya xebata vê komelê û karê standartkirina zimanê kurdî dike û dibêje: “Ew milletên ku zimanê xwe reforme bikin, qaîdeyên gramera xwe sererast bikin, herfên sade û sivik çêbikin û pê binivisînin, asteng li ber îstiqbal û pêkhatina hêviyên wan namînin.”[12]

Nivîskar di çarçoveya vê dîtinê de, bala komîsyona navborî dikişîne li ser van xûsusiyetan û dibêje: “Xusûsiyetên tewr girîng ên ku komîsyon dîqet bike ev in: 1- Alfabeya ku ji bo xwendin û nivîsandina kurdî bête duristkirin, divê gundî jî karibin di demeke kurt de bi wê alfabeyê hînê xwendin û nivîsandinê bibin. 2- Meseleyek tewr dijwar jî, şikil û rêbaza alfabeyê ye; gelo ev alfabe dê ji milê çep ber bi milê rast ve yan ji milê rast ber bi milê çep ve bête nivîsandin. Dema em bala xwe bidin girîngiya vê babetê, divê em bi hîssa faaliyetek azamî û têgehîştinek nûjeniyê tevbigerin.”[13]

Li ser vê babetê gengeşeyek balkêş jî, meha Tebaxa sala 1919yê di navbera Noel û şanda wî ya kurd de çêdibe. Di rêwîtiya Meletiyê de, li ser zimanê kurdî du xusûsiyetên balkêş dibin meseleya rojeva gengeşiya Noel û endamên heyeta wî ya kurd; cûdatiya şêwe-diyalektên kurdî û alfabeya nivîsandina kurdî. Ji ber ku bi rêya Entab û Meraşê re diçûn, dema heyet digîje qeza Pazarciq a Meraşê, tiştekî girîng bala Noel dikşîne, dibîne ku axaftvanên şêwe û diyalektên van herêman û yên herêmên din ên Kurdistanê bi hêsanî hev têdigîjin.

Lewra endamên heyeta wî yek ji Botan, yek ji Hekarî û yê din jî kurdê Diyarbekirê bû, di têkilî û hev têgihîştina wan û yê van herêman de tu problemk tune bû. Li ser vê yekê Noel dibêje: “Bi pirranî dihat gotin ku zimanê kurdî zimanek têkel e, li gorî herêman diguhere û hev tênagîjin. Rast e, baba kurdî ya ku li başûrê rojavayê Kurdistanê tête axaftin, di navbera wê û kurmancî de ferq heye, lê ku em bêjin şêweyên cûda yên kurmancî di esasê de ji hev cûda ne, ev nerast e. Li nik min kurdên Botanî, Hekariyî û Diyarbekirî hene, ew di navbera xwe de û bi kurdên tewr bakurê Kurdistanê re bi rehetî hev têdigîjin. Di nav çend hefteyan de dikarin bi temamî wekî kurdên binekî yên li vê deverê biaxivin. Ferqa bingehîn a di navbera axaftina wan de, bikaranîna tîpên dengdêr in.”[14]

Xûsusiyetek din jî bikaranîna alfabê ye; “Noel dibêje, min notên xwe yên li ser zargotinên herêmî yên kurdî bi alfabeya latînî dinivîsand û hevalên min ên kurd jî bi alfabeya erebî dinivîsandin. Bi tevî ku ez hîn baş bi kurdî hîn nebûbûm jî, di dema xwendinê de, min ji wan baştir dengên kurdî derdixist û xwendina min jî ji ya wan bêqisurtir bû. Wê demê min têgehîşt ku herfên erebî ji bo tîpên dengdêr ên kurdî têr nakin û ne bes in. Piraniya wan ciwanan bawer dikir ku tîpên latînî bêtir dikarin dengên kurdî derbixin û dixebitîn ev dîtinên hanê li Kurdistanê jî bêne qebûlkirin. Lêbelê neslên beriya wan û ulema, ji ber sebebên dînî, li hemberê gorandinek weha ne.”[15]

Encam û gengeşeyên rêwîtiya serdana Meletiyê, di serê Celadet Bedirxan de fikra bikaranîna alfabeya latînî ya kurdî peyda dike. Celadet Bedirxan bi xwe jî li ser bihûriya peydabûna fikra alfabeya latînî ya kurdî dibêje: “Ev elfabeya hanê ku îro em zimanê xwe pê dinivisînin paşiya xebateke salinên dirêj e. Di sala 1919an de me da bû çiyayên Meletiyê. Em ketibûn nav eşîra Reşiwan. Mêcer Noel jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanî bû, dixebitî ko hînê zarê bakur bibe û ji xwe re her tişt dinivîsandin. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin.

Carinan me çav li nivîsarên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bilêvkirineke biyanî, lê bi dişwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (û, و) ji (o, û (î, و) ji (ê, ى) h. p. derdixistin diketim ber hezar dişwarî. Ma çima? Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî. Êdin min bikariya destnivîsa xwe paş hezar salî jî bê dişwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihat sekinandin.”[16]

Piştî van nirixandin û gengeşeyên dûr û dirêj, cara pêşîn di sala 1928an de li Erîvanê yekemîn pirtûka kurdî ya bi alfabeya latînî hatiye çapkirin. “Elfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî cara ewilî di sala 1928an de li Ermenîstanê ji teref nivîskarên kurd Erebê Şemo û Îsahak Maragulovê Asûrî ve hatiye çêkirin. Ji aliyê hikumeta Ermenîstanê û herweha hikumeta yekîtiya Sovyetê ve jî hatiye pejirandin. Di sala 1929an de bi vê elfabeyê pirtûka perwerdekirina zimanê kurdî hat weşandin. Navê vê pirtûkê “Xo xo hînbûna xwendina nivîsara kurmancî” bû. Ev pirtûka hînker li Erîvanê hat weşandin. Divê bê zanîn ku ev pirtûka kurdî, pirtûka bi tîpên latînî ya pêşîn e li cîhanê. Ev pirtûk, niha di pirtûkxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de ye.”[17]

Ev pêvajo bi van gengeşî û pêşniyaran digîje hetanî destpêka salên 1930an. “Di sala 1931ê de li Şamê di mala Elî Axayê Zilfo de civînek tête darxistin û Celadet Bedirxan, Hemzeyê Miksî, ji kurdên Şamê Musa Beg û Ekrem Cemîlpaşa wek lijneya amadekirina elîfbaya kurdî/latinî dihêne hilbijartin. Ligel vê yekê, ji layê hevalan de çend elîfba hatine derxistin.”[18] Nûredîn Zaza sala 1931ê digel kekê xwe Dr. Nafîz ji Helebê diçin Şamê û li wê derê dibe temaşevan û guhdarvanê gengeşeyên li ser alfabeya latînî/kurd. Dibêje: “Celadet Bedirxan, elfabeya kurdî, bi tîpên latînî, pêk tanî û dil dikir ko bi van kovarekê derêxe. Ekrem Cemîl Paşa, hemzeyê Miksî û hinekên din tê de pir kêmanî didîtin û bi hişkî lê radibûn. Lê, rehmetî Celadet bi gelek zimanan dizanî, pir li Ewropa mabû, bi ser de jî zor zîrek, bi hiş û hûner bû, bala xwe dida rexne û gotinên xelkê û dixebitî ko şaşiyên xwe binase, elfabeya xwe li gora dengên zimên û ji şîwe û zaravayên têvel rêz û dûzanên bingehîn derêxe.

Ew ji zû da li vî tiştî hûr dibû, lê li Şamê ev karê ha bûbû mijûlayiya wî ya hergavî. Di sala 1932an de, piştî ko elfabeya xwe danî û rêzimanek jî dirust kir”[19], dest bi derêxistina kovara Hawarê kir. Ev gengeşiyên ku beriya bîst salan dest pê kiribû, di sala 1932yan de digîje radeyek bilind û dibe pêngavek nû. Bêguman ev radeya nû jî, encam û berhemê ew gotar û gengeşeyên beriya bîst salan bû. Piştê ku alfabeya latînî di kovara Hawarê (1932-1943/ 57 hej.) de hate ceribandin û qebûlkirin, paşê kovarên wekî Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946/ 73 hej.) û Stêr (1943-1945/ 3 hej.) jî bi vê alfabeyê hatin weşandin. Îro, ziman û diyalektên kurdî, pirranî bi vî alfabeyê têne nivîsandin, bi taybetî jî di nav kurdên bakur û rojavayê Kurdistanê û dîasporayê de tête bikaranîn.

ÇAVKANÎ:

[1]Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, Diyarbekir, 2007, r. 138

[2] Abdullah Cevdet, Bir Hitap [Xîtabetek], Rojî Kurd, h: 1, 30ê Gulana 1913, Weşanên War, Diyarbekir, 2007, r. 16-17 [3] Suleymaniyeli Mesud, Harflerimiz ve okuma kolaylığı, Rojî Kurd, no: 1, 6 Heziran 1329 (1913), Weşanên War, İstanbul, 2002, r. 29

[4] İlimlerin Genelleştirilmesi ve Harflerin Düzenlenmesi Cemiyeti, Rojî Kurd mecmuası yüce müdürlüğüne, Rojî Kurd, no: 2, Weşanên War, İstanbul, 2002, r. 56-57

[5] M. S. Azîzî, Harflerimiz ve okuma kolaylığı, Rojî Kurd, no: 2, 6ê Temûza 1329 (1913), Weşanên War, İstanbul, 2002, r

[6] M. X., Ziman, Rojî Kurd, no: 3, 6ê Temûza 1329 (1913), weşanên War, İstanbul, 2002, r. 88

[7] Serbestî, Kürd sansürü [Sansora kurdî], no: 480, 29 Nisan 1919

[8] Serbestî, Kürdçe yazılar [Nivîsên kurdî], no: 480, 29 Nisan 1919

[9] Serbestî, Kürd lisanı hakkında [Li ser zimanê kurdî], no: 477, 26ê Nîsana 1919

[10] Serbestî, Kürd eserleri tetkik komisyonu [Lijneya lêkolîna eserên kurdî], no: 479, 28 Nisan 191

[11] Serbestî, Kürd lisanının tedvini [Standartkirina zimanê kurdî], no: 480, 4 Mayis 1919

[12] Kamuran Bedirhan, Kürdler ve Kurdistan: Kürd lisanı [Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî],Serbestî, no: 486, 5ê Gulana 1919

[13] J. b.. 5ê Gulana 1919

[14] Edward William Charles Noel, Kurdistan 1919, Weşanên Avesta, İstanbul, 1999, r. 22-23

[15] J. b., r. 23

[16] Celadet Bedirxan, Pêşgotinek, Hawar, hejmar: 13, 14yê Çileyê-Berê 1932, Weşanên Nûdem, cild: 1, Stockholm, 1998, r. 263

[17]http://www.kovarabir.com/2015/07/mir-osmane-deriki-mir-celadet-ali-bedirxan-1893-1951/, 21 Temmuz 2015 72
[18] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, Diyarbekir, 2007, r. 138 [19] Dr. Nûredîn Zaza, Pêşgotin, Hawar (1934-1943), h.: 24-57, çapxanên: Mindik el- Mibkî, Teraqî, Şam.

KANÎZAR, KOVARA ZIMANÊ KURDÎ, HEJMAR 13.

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !