Mehmet GÜR
Ez hêj tênegihştime çi pirsgireka xweda li gel jinan heye?. Çima rik û kerba xwe kiriye daniye ser jinan? An ji, jinan çi malê xweda diziye û çima ji jinan sor bûye? Çi bêrêzî li hember reb kiriye ku ev qas ji jinan acize? Dibe ku jinan çav berdabe text û serweriya wî. Ji ber van sedaman ji jî jinan acîz û rik be. Hêj biaqilê min nakeve ev nakokiya navbera xweda û jinan ji ku ve tê. Bingeha vê pisgirekê hebe nebe di dîrokê de ye. Li gorî mîtolojiyê destkpêka mirovahiyê bi çand û hûnera jinan dest pê dike. Bi gotinek din xwedewand çanda jinane ne. Xwedewend biaqil û merifeta jinan hatine afirandin. Hûner û çanda afirînerê destxetê jinane. Dîroka xûliqandina aqilê mîtolojiyê û afirandinê bi jinan dest pê dike. Li gorî min kerba xweda ya li hember jinan ne bêsedeme. Sedema wê ji çanda jinan tê. Lewra afirînerên xwedewanda jin in.
Xûliqandina xweda ji jî vê afirandinê tê. An ku xweda berhêmê û bermayê aqil û ramanên jina ye. Vêca çanda yek-xwedatiyê ji berhemê aqilê zilam e. Zilamî ev çande ji jinan girtiye. Lasayî (texlît) jinan kiriye. Xwestiye şopên jinan ji hemû astên afirandina xweda reş bikin. Bi aqil û bîra mirovahiyê leyîstine. Jin wek hevkara şeytan û çavkaniya hemû xirabiyan hatiye nişandan. Ev jî bûye sedema mirovan ku ji bihuştê werin qewirandin. Wê, Adem xapandiye û li gel şeytan hevkarî kiriye. Ev mîtolojî jî dibin serê zilamê neqenç derketiye. Hozên (qabîle) ji şivanan pêkhatî wekî aşûtê di ser afirandin û çanda jinan de hatibûn. Hemû şopên jinan berevajî kiribûn. Diviyabû zilaman ewilî xwedayê xwe li gorî aqil û merîfet, kimala (têgihiştin) keseyetiya xwe afirandiba. Lê dizanin ku jinan berî wan xwedewand xûliqandibûn.
Çanda neolîtîk û aqilê mîtolojiyê kevneşopiya jinan bû. Destpêkê diviyabû ev çand berze kiriba û ji bîra mirovahiyê biriba. Dîrok bi derew û xapandinên xwe xemilandiban. Mitolojîya bi destê jinan hatî çêkirin kiriba berhemê aqilê xwe. Mîta jinan afirandî, klanên şivanan kêlî kêlî vediguherand. Xwedayek li gorî azwer (hirs), zewk û daxwazên zilaman di nav rêzên mîtolojîyê de serî radikir. Xwedewan diketin bin sîya xwedayên zilam de. Şop û kevneşopiyên jinan li her derê mitolojiyê hate reşkirin û rik û kerba xweda dikir bin jinan. Bi aqilê civakê dileyîstîn û hemû berhem û çanda jinê wekî tîştekî neqenç, lanetkirî pêşwazî mirovahiyê dikirin. Xweda di mîtolojîya zilaman de bûbû dijminê jinan. Klanên şivanan li gorî çand û jiyana xwe xwedayek ji jinan aciz û rikbir diyarî civakan dikir û kiribû serwerê şaristaniyê. Bi gava mitolojiya Adem û hewayê jin kiribû dijminê mirovan û bi hewayê jin ji dîroka mirovahiyê rakiribûn. Jin kiribû amûrekî lanetî û malê zilamî.
Xwedayê mitolojiya klanên şivanan ji bo çi ev qas ji jinan diryayiye(aciz e)?. Rik û kerbên xwe kiriye bin por û cil û bergên jinan. Tayek pora jinan çima ev qas xweda aciz dike û ji dîtina rûyê jinan ditirse. Bi rastî tayek pora jinan were dîtin dê pergalê xwedayê gewre hilbiweşine. Mesele nedîtina tayê pora jinê û rûyê wê ye. Dê derew û xapandinên mitolojiya wî derbikeve holê. Lewra hêlîn û dergûşa afirandinê serdema jina ye. Zilaman li ber mîtolojiya jinan xwedayê xwe aniye holê. Vêca ditirsin ku rastiya wan eşkera bibe. Ji ber vê sedemê di hemû astên civakê de mafê axiftin û jiyanê nadin jinan. Jin kirine di nav çar dîwaran de. Por û rûyên wan bi çarşefên reş veşartine. Kirine mal û milkê xwe. Di pirtûkên xwe yên asîmanî de çi mafê jiyanê ne dane jinan. Jin kêmaqil û nezan dane xuyakirin.
Di kanûn û şerîetê xweda divê jin bi stare û di xizmeta zilam de be. Jin ‘namûsa zilam’ û ‘zeviya wî ye çawa bixwaze dê wisa bikêle’. Nikare digotina zilam derbikeve. Por û rûyê wê dê herdem veşartibe û çi kes divê nebîne. Gava jinê por û rûyê xwe tazî kîr wê çaxê dê dînya biheje. Dê xweda pir aciz bibe. Dê erdhej û zelzele û nexweşî bikevîn cihanê. Dê xweda belayên wisa tuşî mirovahiyê bikin ku çi caran nehatine dîtin û bihistin. Xweda dê dilovanî û bereketê ji ser rûyê erdî rabike. Xezeb , agirî bike nesibê mirovan…
Ew xwedayê ev gerdûn û gerstêrk afirandî dê çima ev qas ji jinê bitirse? Min hêj fehmnekiriye. Çi karê xweda nîne ku tenê por û cil û bergên jinan ji bo xwe bike xem, pisgirek? Hima çavê xweda yê li ser jinan. Çi karê xweda di vê gerdûna bêserûbin de nîne, dê bikeve şopandina bizav û tevgerên jinan.
Li gorî min çi pisgereka xweda li gel jinan nîne. Kerb û rika wî ji li gel jinan nîne. Xwe têkilî çi jiyanan nake. Çi alaqa wî bi por û rû , cil û bergên jinan nîne. Ev tiştên hatî nivîsand û gotin hemû berhemên aqilê zilamê qirêj e. Agahiya xweda bi van tiştên bêhişî û kêmaqil nîne. Zilam naxwaze serweriya xwe ya li ser jinê winda bike. Vêca xweda dike heceta van tiştên nezan û derîaqil. Heke çi karê xweda bi jinan nîne. Çi zor û rika wî li gel jinê nîne. Zilaman xwe bi zorê kirine wekilên xweda. Bûne berdevkên wî û gotinên xwe dikin gotinên wî. Li cihê wî biryar û hikmî didin. Heke çi alaqa xweda bi biryarên derbarê jinan de hatine girtin nîne. Heta agahiya wî bi van biryarên derîaqil nebûye. ilm û agahiya wî pê nîne. Rik û kerba zilam li gel jinê ye. Lewra jin xwediya aqilê mîtolojîya xûliqandinê ye. Kerbên zilam ji vê sedemê vedibin û rik û kerba xwe kiriye bin jinê.
Vêca ev hesûdiya xwe kiriye ayet û kiriye kîsê xweda. Lê tiştê sosret agahiya xweda bi van ayet, hedisa û pêxemberan nîne. Zilaman hemû tîşt berevajî kirine.
Lê îro jinan serî rakirine û xwedî li çand û kevneşopiyên xwe derdikevin. Pûtê bi zilaman nadin.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com