YEKEM KOVARA ZAROKAN A KURDÎ: “GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD”

YEKEM KOVARA ZAROKAN A KURDÎ: “GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD”

Kenan SUBAŞI

KURTE:
Di vê xebatê de danasîna yekem kovara zarokan a Kurdî ya bi navê Girr û Gallî
Mindallanî Kurd hatiye kirin. Berî danasîna vê kovarê me pêşî bi kurtî qala girîngiya
kovarên zarokan û nimûneya wê ya yekem a di cîhanê de kir. Her wiha berî derketina
vê kovarê li Îranê rewşa çapemenî û sîyasî ya Kurdan çawa bûye hat vegotin. Çimkî
bêguman rewşa siyasî ya wê çaxê faktoreke girîng bû ji bo derketina vê kovarê. Piştî
van agahiyên kurt me kovara Girr û Gallî Mindallanî Kurd ku di sala 1946an de sê
hejmar jê derçûne bi awayekî berfireh hem ji aliyê naverokê
ve hem ji aliyê şiklî ve da nasandin. Di kovarê de çi cure
nivîs weşiyane, bi kîjan rêbazê weşana xwe kiriye, armanca
weşana vê kovarê çi bûye bi berfirehî hatiye berçavkirin.
Herî dawî sê bergên resen ên kovarê jî di vê xebatê de bi
xwîneran re hatiye parvekirin.

1. DESTPÊK
Li ser mêjûya rojnamegerî û kovargeriya cîhanê û yên neteweyên cuda, gelek
xebat hatine nivîsandin. Di van xebatan de rojname û kovarên yekem, her gav bûne
mijarên sereke û qala wan her hatiye kirin. Helbet di serî de rojname û kovar bi giştî
bûn û zêdetir jî rojane û polîtîk bûn. Lê her ku ev war pêş ket û geş bû, li gorî qadên
jiyan û zanistê dabeş bûn û êdî rojname û kovar, ji aliyê mijarên xwe ve sînorkirî
hatin amadekirin.

Piştî ku zarok di navenda jiyanê de cihekî xwe yê sereke girt1, di mêjûya
rojnamegerî û kovargeriyê de, bê şik qadek ji bo zarokan jî hat vekirin. Di vê bareyê
de mînaka yekem di sala 1722an de li Leipzig’ê kovara bi navê Leipziger Wochenblatt
für Kinder tê weşandin û tê gotin ku tê de çîrok, fabl, mijarên li ser xwezayê û name
cih digirtin.2 Helbet piştî vê mînakê mîna her qadeke din her ku çû, hejmarên wan
kovar û rojnameyan zêde bûn û naveroka wan jî dewlemendtir bû. Ji ber ku zarok,
wek mirovekî ku -divê bê perwerdekirin- dihat dîtin, ji hêla naveroka kovaran ve
her û her mijara “perwerdekirina zarokê” li pêş bû.

Kovar û rojname ji ber ku berhemên serdema modern in, mîna her berhema
modern, li gorî Ewropiyan di nav Kurdan de pir dereng, deng û reng vedaye. Hem
rojnameya yekem a Kurdan a bi navê Kurdistan (1898) hem jî kovara yekem a zarokan
a Kurdî ya bi navê (1946) di du serdemên pir hesas û watedar
de hatin çapkirin. Rojnameya Kurdistanê, nêzîkî serê sedsala 20an, di rewşeke wisa
de derket ku neteweyên cuda yên bi împaratoriya Osmanî ve girêdayî, êdî doza
heq û huqûqa xwe dikirin û Kurd jî ji vê pêlê wek komeke xwendevan û rewşenbîr
haydar bûn û dixwestin tiştekî bi dest bixin. Kovara yekem a zarokan jî Girr û Gallî
Mindallanî Kurd, ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Îranê hatibû derxistin
ku kadroya vê partiyê, damezirînerê komara Mehabadê jî bûn. Xala hevpar a
van her du weşanên sereke yên di warên xwe de ew e ku kengî tevgereke siyasî û

huqûqî di nav Kurdan de çêbûye û piçek be jî dema ku Kurdan pêşiya xwe dîtine,
bêyî şik xebatên bi vî rengî çêkirine. Helbet neteweyeke ku ji gelek heqên xwe bêpar
û ji gelek aliyan ve lawaz, di nav bernameya karên xwe de, berî gelek tiştan cih
bide amadekirin û weşandina kovareke zarokan û perwerdeya wan, dê bi şanazî û
serbilindî ev yek bê bibîranîn.

2. SALA 1946AN Û GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD
Ji ber nebûna axeke yekparçe û hukûmeteke nevendî ya Kurdan, ji destpêka
xebatên wan bigire heya niha jî Kurdan di qad û navendên cuda de, qonax bi qonax
xebatên xwe meşandine û dimeşînin. Ji sala 1898an bigire heya sala 1946an, di
rojnamegerî û kovargeriyê de pênc navendên sereke, ava bûne. Di serî de navenda
Stenbolê ku rêxistin û weşanên xwe yên taybet hebûn ku karê rewşenbiriya Kurdî,
li wan deran dihate meşandin. Her wiha navenda duyem, navenda Silêmaniyê ye
ku di sala 1918an de, dest bi xebatên weşangeriyê dike. Hema hema di heman salan
de di sala 1930 û 32yan de du navendên din hene ku yek ji wan, li Kafkasyayê, di
nav Kurdên Êzidî de reng vedabû û ya din jî li ser xeta Şam û Beyrûtê ava bûbû.3

Navenda pêncem jî navenda li Mehabadê bû ku di 16ê Tebaxa sala 1942yan de bi
avabûna Komaley Jiyanewey Kurdistan (Komaley JK) dest bi xebatên rewşenbîrî û
polîtîk hatin kirin. Komaley JK ji nav (Komeley Azadîxwazî Kurdistan) afirî û derket
ku ev komele li rojhilatê Kurdistanê, zêdetir li devera Mukriyan xwe bi cih kiribû û
Komaley JK jî nîvfermî li Mehabadê hatibû damezirandin. Bi avabûn û geşedana vê
komeleyê re karên rewşenbîrî yên li nav Kurdan, geş bûn û cara yekem bi xwedîtiya
vê komelê, di tîrmeha sala 1943yan de bi navê Niştiman kovarek çap bû û heya Gulana
1944an li ser hev 9 hejmar jê çap bûn.4 Komaley JK bi hin sedemên îdeolojîk
û zêdetir jî polîtîk, xwe fesx kir û di 15ê Tebaxa 1945an de veguherî û bû Partiya
Demokrat a Kurdistanê ya Îranê. Pir zêde nekişand, nêzîkî 6 mehan şûnde vê partiyê
li Mehabadê, di 22 Kanûna Paşîn a 1946an de Komara Kurdistanê damezirand û
îlan kir.5 Di kurtejiyana vê komarê de ku nêzîkî salekê bû, gelek tiştên mayende û
biqîmet ji bo dîroka Kurdan, li ber dest man ku yek ji van; bêguman yekemîn kovara

kovarê, li gorî xebateke Îdrîs Ebdulla Mistefa 24 kovar hatibûn weşandin.6

3. GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD
3.1. Hejmarên Kovarê
Serperişt û midurê îdareyê ya kovarê Qadirî Muderris e ku ev kovar xwerû bi
zaravayê Soranî, bi temamî li ser hev 3 hejmar derketine û mêjûya çapbûna hejmarên
wê bi vî şiklî ye:
Hejmar Mêjûya Şemsî Soranî Mêjûya Mîladî Kurmancî
Hejmara Yekemîn 1 21 بانەمەڕ 1325 Nîsan 1946
Hejmara Duyemîn 1 21 جۆزەردان 1325 Gulan 1946
Hejmara Sêyemîn 1 21 پووشپەڕ 1325 Pûşper 1946

Qewareya kovarê ji aliyê dirêjahiyê ve 21 santîmetre (cm) û ji aliyê berayê ve 12
cm ye. Her du hejmarên ewil, ji bilî bergan, ji 12 rûpelan pêk tên û hejmara sêyem
jî ji 13 rûpelan pêk hatiye. Kovar ji aliyê Komara Kurdistanê û li paytext Mehabadê
di Çapxaneya Kurdistanê de çap bûye. Li ser bergên hejmara yekem, wêne tune.
Li ser berga dawî ya hejmara duyem wêneyek heye ku emê di sernivîseke din de
qala wê bikin. Li ser berga pêşî ya hejmara sêyem jî wêneyeke Selaheddînê Eyyûbî
heye ku li her du teniştên wêneyê du dirûşm hene û li tenişta rastê: “Her bijî fexrê
qewmê Kurd û sultanê Ereb” û li tenişta çepê jî wiha hatiye nivîsîn: “Tu nemirî
Selaheddînê Eyyûbî neseb”.

3.2. Armanc û Mebesta Kovarê
Di berga dawî ya hejmara yekem de armanc û mebesta kovarê, di bin sernava
“Pendên Xoşewîst” de wiha hatiye ravekirin: “Ev kovar bi tenê ji bo ronîkirina mejiyê
xwendewar û zarokên Kurd e.”7 Piştî diyarkirina vê armancê, daxwazeke wiha anîne
ziman: “Lewra hûn di rêya fêrkirin û perwerdekirinê de ji me şarezatir in. Tika ye ji
we nêrînên xwe ji bo me binivîsin ta her ku biçe baştir be û her cureyekê ku li gorî
mejiyê xwendewaran guncav be, emê di hejmara duyem de derxin.”8

3.3. Nasnemaya Kovarê
Li ser rûpela berga ewil a her sê hejmaran, wiha hatiye nivîsîn:

“Bîra Karkerên Çapxaneya Kurdistanê” wateya vê bîra netewa Kurdî ew e ku yan Çapxaneya Kurdistanê
ew damezirandiye yan jî Çapxaneya Kurdistanê ji bo wê bîrê dameziraye.9

3.4. Dirûşma Kovarê
Li ser bergên pêşî, li ser navê kovarê, ev dirûşm di her sê hejmaran de jî hene:
“Bi navê Xwedayê Berz û Bêhewta – Bijî Kurd û Kurdistana Mezin”.

3.5. Îthaf an jî Diyarî
Di hejmara yekem û duyem de, em rastî îthaf an jî diyarîkirinê tên. Di hejmara
yekem de, li ser navê hemû zarokên Kurd kovar îthafî kurê Qazî Muhemmed tê kirin
û wiha hatiye nivîsîn: “Pêşkeş e ji bo rêya zanist û hunerê, ji bo takegula hêviya
Kurdistanê û pêşrewê zarokên Kurd kek “Elî Qazî” ku ew zarokê şîrîn ê Hezretî
Pêşewayê gewre yê Kurdistanê ye.”10 Di berga paşî ya hejmara duyem de, di bin
wêneyê bi hev re yê Ihsan Nûrî Paşa û hevala wî Yaşar Xanimê de,11 bi sernivîsa “ji
bo canê pak ê şehîdên rêya azadiyê” kovar îthafî şehîdên serhildana Agirî û qetliyama
Zîlanê hatiye kirin ku wiha hatiye nivîsîn:
“Ji bo wan bedenên biqîmet ên ku di roja reş a Îlona sala 1930an de di nav xwîna
xwe ya pak a sor de ji aliyê mêtingeran ve hatin şewitandin: ji bo wan zarokên ku wê
rojê girr û galla azadiyê dikirin û îroj jî ciwanên Kurd in û milletê Kurd bi bîreweriya
xwînava bav û bapîrên xwe, bi ronakbîrî û niştimanperweriya xwe digihine meydana
azadiyê.
Ji bo canê pak ê şehîdên ku ji aliyê Tirkiyeya dîktator ve hatine sêdarekirin ku vê gavê
ruhê wan ê netewî li asîmanê Kurdistanê difire û ev Girr û Galle pêşkeş e bo wan.”12

3.6. Babetên Di Kovarê De
Di temenê kovarê yê kurt de xebateke pir baş û serkeftî derketiye holê. Di naverokê
de zêdetir bal li ser perwerdekirina zarokê bûye ku ev yek, wê çaxê, xala sereke ya
hemû kovarên zarokan bû. Naverok monotom, rij û bêhnteng nîne, berevajî wê
pir rengîn û bi kêf e. Lewra perwerde ye, lêbelê ne tenê bi rêya nivîs û xwendinê
ye, her wiha bi rêya lîstinê jî perwerde dike. Di kovarê de li gorî cûreyan wek ku
Îdrîs Ebdulla Mistefa jî dabeşkirinek kiriye, wiha hatiye der: 8 helbest, 12 gotar, li 3
deran takeristeyên watedar hene, 6 çîrok, 3 dersên ziman, 2 agahdarî, 3 misabeqe/
pêşbaziyên ji bo hêzkirina mejî û 3 nivîs jî di bareyê rewşenbîriya giştî de di kovarê
de weşiyane.13
Ji ber dirûşma li ser bergê jî kifş dibe ku bi rêya vê kovarê dixwazin zarokên

dîndar û welatperwer perwerde bikin. Mîna dirûşma xwe, di naverokê de jî mirov
dikare bibêje ku xalên sereke; şirînkirin û xweşkirina dîn, netew, welat, zanist û
huner e ku ew jî wek rêbaz, ya ku her gav tê dubarekirin “xwendin” e. Mirov dikare
babetên sereke yên di kovarê de wiha rêz bike:
• Bi dayina pesnê Xwedê çandina hezkirina Xwedê di dilê zarokê de tê afirandin.
• Pesindana pêxemberê Îslamê Hz. Muhemmed (s.x).
• Welatperwerî û danasîna Kurdistanê.
• Girîngîdana bi zanist, huner û xwendinê û pêşketina bi vê rêyê û gihiştina asta
cîhanê di van waran de.
• Vegotin û ronîkirina armancên formasyon û terbiyetdanê ji bo mamosteyan û
rexnegirtin li rêbaza klasîk a perwerdeyê.
• Bixwebawerî, serbilindî û şanazî ji bo zarokan bi taybetî di warê mêjû û netewa
wan de.
• Komaleyetî û yekîtî, fêrkirina rêzimanê, hişyariya tenduristî û rewşenbîriya
giştî jî di her hejmarê de cih girtine.
• Lîstik û bi rêya wê, bihêzkirina mejiyê zarokê.

3.7. Naveroka Kovarê
Kovar ji aliyê naverokê ve zengîn û pir cûreyî ye. Mijarên sereke; pesnê Xweda
û xweşkirin û şirînkirina welat, netew, welatperwerî û netewperwerî ye. Di hin
nivîsan de ziman, li gorî zarokan giran e. Jixwe ev kovar, zêdetir xîtabî serdema
zarokatiya dibistanê dike. Yanî ji bo zarokên pêşdibistanê, ne guncav e. Di her sê
hejmaran de nêzî 42 sernivîs hene û emê van sernivîsan di nav çarçoveyekê de li
jêr nîşan bidin.

4. GOTINA DAWÎ
Kovara Girr û Gallî Mindallanî Kurd yekem kovara zarokan a Kurdî tê qebûlkirin.
Berî vê kovarê di sala 1932yan de di kovara Hewarê de di pênc hejmarên ewil de, bi
navê “Stûna Zarowan”14 beşek ji kovarê, ji bo zarokan hatiye veqetandin. Lêbelê ev,

serbixwe çap nebûye û wek di hundirê kovarê de beşek jê ye. Ji bilî vê, berî Girr û
Gallî Mindallanî Kurd di sala 1940an de di kovara Gelawêjê de jî dîsa ji bo zarokan
pir çîrok, helbest û gotarên serkeftî weşiyane.15 Lêbelê di Gelawêjê de mîna Hawarê
beşeke serbixwe ji bo zarokan tunebûye. Ji bo zarokan berî Girr û Gallî Mindallanî
Kurd rewş wiha bûye. Piştî wê jî rewş zêde ne serkeftî bûye di warê weşanên zarokan
de, lewra piştî kovara yekem, kovara duyem a zarokan di sala 1972yan de bi navê
“Estêre”16 wek paşkoya kovara Rojî Kurdistan derketiye û sê hejmar jê derçûne. Heya
niha jî başûrê Kurdistanê ne tê de li parçeyên din, rewşa kovargeriya zarokan kêm
û zêde bi vî şiklî beyar û lawaz e.
Dema ku mirov li dîmena kovargeriya zarokan a Kurdî dinêre, mirov bi rehetî
dikare bibêje ku Girr û Gallî Mindallanî Kurd, stêrkeke çirûsî ye, ji bo Kurdan şoreşek
e û mînakeke pir girîng e di warê xwe de.

Jêrenot:

1 Ji bo agahiyên berfireh derbarê guherîna nêrînê ya li ser zarokatiyê binêrin: Colin Heywood, Baba
Bana Top At: Batı’da Çocukluğun Tarihi, Çeviren: Esin Hoşsucu, Kitap Yayınevi, İstanbul, 2003.
2 Hüseyin Şimşek. “XIX. Yüzyıl Çocuk Dergiciliği ve Eğitsel İşlevleri Üzerine”. Milli Eğitim Dergisi,
sayı: 151, Ankara, 2001.

3 Ji bo agahiyên berfireh der barê xebatên van navendan de binêrin: Amir Hasanpoor. “Kürdistan’da

Milliyetçilik ve Dil 1918-1985” İngilizceden Çevirenler: İbrahim Bingöl, Cemil Gündoğan.
İstanbul: Avesta, 2005, sayfa: 275-409.
4 Abbas Vali. “Kürdistan Cumhuriyeti; İran’da Kürt Kimliğinin Oluşumu”. İngilizceden Çeviren:
Zeri İnanç, İstanbul: Avesta. 2010, r. 42-43.
5 Vali, h.b. r.74-81.

6 Îdrîs Ebdulla Mistefa. “Rojnamegeriyê Mindallan be Zimanî Kurdî”. Hewlêr: Birêwberayetîy
Çapxaney Roşenbîrî. 2004, r. 73-75.
گڕ و گاڵی منداڵانی كورد 7 , hejmar: 1, rûpel: berga dawî.
8 H.b, h.c.

9 Mistefa, h.b. r. 73.
گڕ و گاڵی منداڵانی كورد 10 , hejmar:1, rûpel: berga pêşî rûyê hundurîn.
11 Ji ber ku tu agahî li ser wêneyê tune û wêne bixwe jî tam nayê xuyan, li gorî nêrîna min bi
îhtîmaleke mezin di vê wêneyê de sûretê her du şexsên navborî cih digirin.
12 H.b. hejmar: 2, rûpel: berga paşî.
13 Bi awayek berfireh serî li berhema Îdrîs Ebdulla Mistefa bidin: Mistefa, h.b. r.76-78.

14 Pênc hejmarên ewil binêrin: Firat Cewerî. (1998). “Hawar Cild 1:1-23”. Stockholm: Nûdem.

15 Ji bo agahiyên zêdetir binêrin: Ahmed Said Ali Barzanji, “Edebî Mindallan Le Govarî Gelawêj
De”. Silêmanî: Dezgeyê Serdem, 2010, r. 51-102.
16 Ji bo agahiyên zêdetir binêrin: Barzanji, h.b. r. 33-40.

ÇAVKANÎ
* Cihê ku lê “kovar” hatiye nivîsandin, tê wê maneyê ku navekî taybet ê li ser xebatê tune û xebata
giştî ya kovarê ye.
HEYWOOD, Colin. (2003). Baba Bana Top At: Batı’da Çocukluğun Tarihi. Çeviren: Esin Hoşsucu.
İstanbul: Kitap Yayınevi.
ŞİMŞEK, Hüseyin. (2001). “XIX. Yüzyıl Çocuk Dergiciliği ve Eğitsel İşlevleri Üzerine” Milli Eğitim
Dergisi, sayı: 151. Ankara.
HASANPOOR, Amir. (2005). “Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil 1918-1985”. İngilizceden Çevirenler:
İbrahim Bingöl, Cemil Gündoğan. İstanbul: Avesta.
VALİ, Abbas. (2010). “Kürdistan Cumhuriyeti; İran’da Kürt Kimliğinin Oluşumu”. İngilizceden Çeviren:
Zeri İnanç. İstanbul: Avesta.
MISTEFA, Îdrîs Ebdulla. (2004). “Rojnamegeriyê Mindallan be Zimanî Kurdî”. Hewlêr: Birêwberayetîy
Çapxaney Roşenbîrî.
CEWERÎ, Firat. (1998). “Hawar Cild 1:1-23”. Stockholm: Nûdem.
BARZANJI, Ahmed Said Ali. (2010). “Edebî Mindallan Le Govarî Gelawêj De”. Silêmanî: Dezgeyê
Serdem.

Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !