Yilmaz Güney Mirov, Hunermend, Helwêst - Dr. Ibrahîmê Mehmûd

Yilmaz Güney Mirov, Hunermend, Helwêst – Dr. Ibrahîmê Mehmûd

Ji bo bîranîna 83 saliya li dayikbûnê                              

Yilmaz Güney Mirov, Hunermend, Helwêst – Dr. Ibrahîmê Mehmûd

Li Dayikbûna Güney

Di Şefeqekê de ji Şefeqên buhara nerim û pir bi xwinav ; û li gundekî dûrî cîhana serdemê bi navê Yenîcê, nêzîkî bajarê (Adena) li başûrê dewleta Tirkiyê, qîjîna zarokekî sawa di malbateke kurdî de, feqîr û belengaz hat…Lê tevî feqîrî û çetnahiya jiyana rojane jî, dîsan xweşî û şadî kete dil û mala dê û bavê (Gulê û Hemîd) de; û bê ramanên pêşekî, navê Yilmaz (polat, tiştê ku nayê tewandin ê -I.M. ) lê kirin, û baweriya wan hebû, ku wê çarenûsa wî jî weke a hemû zarokên gundiyan bê: Cotiyarekî bi hêz û çelenk bê, da ku rojekê ji rojan barê ser milê bavê sivik bikê û jiyana malbatê bi rêve bibê!!  Bêyî, ku bê bîra her du belengazan li wateye (maneya) navê wî jî bikolin! Ma herdu perîşanan, ji ku diwêran bîr bikin, ku wan kurek (zarokek) aniya ser rûyê erdê û wê rojekê ji rojan bibe yek ji navdarê cîhanê?!! Yan jî wê navê miletê xwe û welatê wî li cîhanê belav bikê û bibê cihê şanaziya wî?? Yan jî wê dawiya jiyana wî li Parîs ê be û wê li goristana Mezinan were binax kirin ê? Ma gelo bajarekî bi vî navî (Parîs) li ser rû erdê heye???

Lê ew di pêşeroj û çarenûsa nûhatiyê xwe de şaş derketin û tiştê, ku di xwenan de jî ne li bîra wan bû, hate cih…Wan, bi rastî mirovekî mezin, leheng û payebilind anîbûn dunayê..

Ev zêdebûna wan, di 1ê nîsana 1937 an de rûdabû; ev roj, weke ku Yilmaz bi xwe gotiye, li gor nasname yê bû: „ Min jî, weke hemû zarokên gund, nasnama (Nifûsa) xwe dereng wergirtibû, ji ber wê ez roja li dayikbûna xwe, sedî sed nizanim…“(1).

Yilmaz ji malbateke kurd de, a ku ji Sêwerekê koçberî wan navçeyan bû bû. Malbata wî jî, weke bi hezaran malbatên kurd êd main, ji neçarî û ji ber sedemên aborî, siyasî û zordestiya dewleta Tirkiyê, welatê xwe bi cih hiştibûn; herwise weke ku li ser hemû malbatên kurdan, li ser malbata Yilmaz jî hatibû ferzkirin ku siuadiya ( navê Malbatê, Famîliyê -I.M. ) xwe biguherin û navê Putûn* li xwe bikin!

Rewşa jiyana malbata Putûn weke a hemû xelkên gund û cotiyarên wê bû… Wan  jiyana  xwe li jêr dilovaniya (rehma) Axa (Feyodal) yê kedxwar û zilma wî didomandin: ji berbanga sibehê û tanî şevtariya êvarê cotiyarî û karkirin di nav erdan de,  ji bo berjewendiya çend kesan û bi nanoziko!!

Bêgoman jiyana Yilmaz ê piçûk jî, ji a zarokên gund ne cudatir bû: birçîbûn, belengazî,  hejarî û karkirin di nav erd û baxçan de… Jiyana dijwar û ji piçû-kayî de, bandoreke mezin li ser şêweyê bîrkirin û nerînên wî ên pêşerojê hiştibû. Di derheqa vê yekê de, Yilmaz wise nivisandiye: „…hêjî ew perîşanî, rebenî û êş a ku min di zaroktiya xwe de dîtibûn, li bîra minin. Baş tê bîra min… me rojeke xweş û şadî di mala xwe de ne dîtibû… Bavê min – ji ber piçûktirîn sedem – timî li diya min dixist û ew ji malê derdixist… gelk caran em zarok jî pêre derdixistin. Li ber deriyê mala me dareke tûyê û du darên henjîran hebûn, pirrê caran me tevî dayika xwe tanî sibehê li bin wan daran xew dikir; lê car caran jî daiyka min bi destê min û birayê min digirt û em bi xwe re bi pê – tevî ku 27 km  dûr bû jî – dibirine mala mirovekî xwe li Adana… Ez qet (tucarî) rewşa diya xwe û giriyê wê bi dirêjahiya rê, jibîr nakim! Bi taybetî, ez nikarim wan sitranên kurdî, yên dilşewat, nerim û di eynî demê de jî tijî hêrs û tolvedan, yên ku diya min bi hêsran re û bi dengekî nizim, di ber xwede digotin, jibîr bikim …“(2)

Hîn di piçûkatiya xwe de, Yilmaz rastî jiyaneke t`al û dijwar hat; lê şert û mercên wê jiyana nexweş wise lê kirin, ku hesta rikberî û nepejirandina şêweyê wê jiyanê li ba wî û ji zaroktî ve, xwirt bibê. Yilmaz dibêje: „ Ez kurê cotiyarekî feqîrim, mana wê şêweyê jiyaneke taybet li ser min hatiye ferzkirin ê; lê ew jiyan şopeke kûr li ser hişmendiya mirov dihêlê…Hevalê min ê zaroktî, navê wî Silo bû; ew jî weke min kurê cotiyarekî feqîr bû…Zarokên Axa (feyodalan) em neçar dikirin, ku lêstika hesp û erebanê ( hentûrê ) bi wan re bileyizin. Tiştekî sirûştî bû, ku em (ez û Silo) her dem (timî) dibûne hespê  ku bi erebê ve dihatine girêdanê û me ew li pey xwe dikişandin…Carekê ji caran Silo nexweş ket û ew birine merkezê (bajêr) ji bo derman kirin ê… Lê mixabin piştî demeke kurt, laşekî sar û bê jiyan li ser erebekê, ku du gamêşan ew dikişand, vegerandin gund…Ji wê çaxê de min biriyara xwe da, ku êdî nema bibim hespê girêdanê di lêstika zarokên axa de..!“(3)

 

Belê, Yilmazê piçûk ew şêweyê jiyanê, a ku bi sedê salaye li ser wan hatibû ferzkirin ê, bê vîn (îrade) û hemdê xwe qebûl ne dikir. Ew bi serhişkî û rikberiya xwe, bê hişmendî û pîlan, nema bû hespê girêdayî di destê zarokên Feyodalan de; û piştre, di destê zarokên burjwazî û sermiyandaran de jî! Lê cudahî ew bû, ku vê carê di qonaxeke din de ji jiyana xwe, bi zanebûn û vîna xwe û bi çekekî nû beramberî wan rawestiya (emê vê yekê piştre bi firehî şirove bikin -I.M.)!

Pêwiste bê gotin, ku guhertina wê jiyana dijwar û reva ( bazdana ) ji şêweyê jiyana cotiyariyê û ne qebûlkirina zakonên ( irif û adet ) civaka gundiyan, ne li gor taqet û tiwanên (imkanên) Yilmaz ê piçûk bûn; ew jî, weke hemtemenên xwe neçar bû, ku rêalîta jiyanê qebûk bikê û ji bin desthelata bavê xwe, a dijwar dernekeve.

 

Bêgoman, bavê wî dixwest, ku kurê wî bibê cotiyarekê bi hêz û çeleng, her weha bikeve dibistanê, da ku hînî ( fêrî) hesab, firotina pembû, çandina titûnê û hunerê kirîn û firoştina wê bibê. Lê Yilmaz ê serhişk, tiştekî din dixwest: „…Min wê çaxê nizanîbû, bê ez çi dixwazim -Yilmaz digot – lê sedî sed ne ew tiştê, ku bavê min ji min re dixwest…“(4).

Bîr û ramanên Yilmaz hemû li ser yek xalê bûn, ew jî ew bû, ka gelo wê çawa  û bi çi rêkê bikaribe xwendina xwe bibe serî; wî soz bi xwe re da bû, ku bi çi nirxî be jî, gereke ew bixwênê û bighêje astên zaniyariya bilind… Êdî bi destxistina zaniyarî bû armanca wî a sereke!!

Ev yek bi hesanî û zelalbûn, mirov di romana wî de, a bi navê “ Stuxwar mirin * dibênê; nexasime di kesayetiya Remziyê piçûk de – qehremanê romanê –  tê xwiyan… Kampîr,  bavê Remzî, cotiyarekî feqîr û belengaze, lê ew bi hemû tiwana û hebûna  xwe ve hewil dide, da ku, kurê wî here dibistanê û bixwênê…

Dema xwendina romanê, mirov (ê ku şarezayî jiyana Güney ye) bi hesanî wekheviya pêvajoya jiyana qehreman ê wê û a Yilmaz dibîne! Nivîskarê romanê qehremanê xwe; zarokekî dilovan, diltenik, lê di heman demê de jî, serhişk û riktûnd nîşan dide; ew tevî piçûkahiya temenê xwe jî, bi hemû awayî dixwaze di civakeke paşdemayî de, azad û serbixwe bijî?! Ew Armanca xwe ji bo vê yekê, tenê di berdewamiya xwendinê de dibênê; çi dibe bila bibe, lê gereke ew xwendina xwe bibe serî!!

Di rastiyê de, û dûrî cîhana xewin û romanan, ev çarenûs rastî Yilmaz Putûn hatibû. Tevî, bidûrketina bav ê ji malbatê, û tevî belengazî û çetnahiyên jiyana rojane, Yilmaz xwendina xwe berdewam kir…Her sê salên sereta û yên navîn li gundê xwe xwend. Xwendin li dibistan ê û karkirin di çandiniyê de, wise li Yilmaz kir, ku baweriya wî bi xwe û pêşeroja xwe zêdetir bibê, loma jî, ji bo qezenciya dibistana bilind û lîsê ( Bakaloriyos ) ew çû bû bajarê Adanê!

 

Jiyan li vî bajarê mezin yê pîşesaziyê, ne hesan bû; li wir tu kes, li kesî xwedî dernakeve! Yilmaz; vî xortê vînpolat, ji nişkave xwe li meydana jiyanê a dijwar û bê dilovanî (bê rehim) de û hemberî perîşanî û feqîrtiyê, bi teniya dît: ji aliyekî ve, divabû dê û birayên xwe xwedî bikê û berpirsiyariya malbatê hildê ser şanê xwe, û ji aliyê din ve jî, pêwist bû xwe xwedî bikê û xwendina xwe bidomê nê?! Çare nemabû, yan bazdan ji meydanê, û yan jî têkoşan û serkeftin ji bo jiyaneke asûde û serfiraz…!

 

Bêgoman Yilmaz (weke ku emê di pêş de jî diyar bikin –I.M.) ne mirovê rev û bazdanê bû…Wî rêya têkoşanê girt; bi roj dixwend û bi şevan jî kar dikir! Ji bilî wê jî Yilmaz zû bîr bir, ku ji bo têgihêştina jiyanê û bidestxistina serkeftinan tê de, pêwiste mirov wê ji hemû aliyî ve nas bikê û zêdetir xwe nêzîkî milet û êş û derdên wî bikê, da ku bikaribe çareseriyan jî, ji wan re bibênê!!

Yilmaz ji neçarî gelek karên cor bi cor kirin…Yek ji ciyên karê wî, şirketa And-Film a sînemê bû. Lê ji ber hindikbûna pereyên keda rojê (7 Lîre), wî waz li wê şirketê anî û çû şirketa Kemal-Film, a ku rojê (8 Lîre) didan, kar kir!! Karê wî gerandina filîman û nîşandana wan li meydanên bajar û gundan bû. Rola  salên kar di şirketa Kemal-Film de (1952–1954) ji bo Yilmaz pirr giring bûn; wî ji nêzîk ve rewşa jiyana karker û çotiyaran, nexasime ên kurdan naskir. Li ser daxwaza şirketa sînemê, divabû Yilmaz li pirraniya bajar, bajarok û gundên Kurdistana bakur bigerê; bi taybetî li navçeyên Alezîz ê, Gazî-Entab ê, Diyar Bekir ê û gelekêd main…Bê goman, gera li wan navçeyan, dan û standina bi kurdan re û naskirina rastiya jiyana wan ji nêz ve, wise li Yilmaz kir, ku bi kurahî li ser gelek pirsên ku wê çaxê jê re tarî û bê bersiv bûn, rawestê!

Weke: Ma gelo ez jî bi eslê xwe ne kurdim? Wê çaxê, ji ber çi bavê min welat,  rez û zeviyên xwe bi cih hiştibûn û koçberî nav tirkan bû bû? gelo ji ber çi, hewqas cudahiyên civakî, aborî û kulturî di rewşa jiyana van navçeyan û navçeyên tirkan de hene?!!!

Di derheqa vê yekê de, Yilmaz di hevpeyvînekê de, wise dibêje: „ …vê paşiyê, ez bi timamî têgihîştim, bê çima bavê min welatê xwe bi cih hiştibû û koçberî  Tirkiyê bû bû… Ez baş têgihîştim, ku wan siyaseta pantûrkîzm ê di heqê me de bi cih di anîn, her weha em neçar dikirin, ku bi tirkî bi axivin; ji bilî wê jî, bi darê zorê di dibistanan de em hîndikirin, ku em hemû tirkin…“(5).

Gera li nav wan navçeyên jibîrkirî û paşdemayî de, û her weha dan û standina wî bi kurdan re hiştin, ku Yilmaz ji nêzîk ve û bi hewaseke mezin rabûn û rûniştina kurdan û felklora wan bi giştî nas bikê; di heman demê de, ew bû bû şahidekî zindî li ser bindestî, êş, rebenî û gelek adetên kevin yên, ku dem di ser wan re derbas bû bû.

Bê mubalexe, ez dikarim bêjim, ku ev tişt hemû bûne bingeh ji bo babetên nivîsarên wî re, nexasime yên destpêkê; û her weha, piştre jî bûne bingeha hûnera wî a sînemê. Babetên çîrokên wî, yên wan salan, ne bi tesadufî bûn. Ew  berhema dirustbûna ramanên taybet bûn, li ba wî; bi gotineke din, tovê rêalîzma civakî serê xwe di berhemên wî de derdixist!

Yilmaz, tevî aloziyên jiyanêjî,  xwendina xwe a lîsê di sala 1955 an de kota kir, û di heman salê de jî xwe li zanîngeha Anqera – Kolêja Yasa (huquq) – qeyd kir,lê jiber sedemên diravî (aborî, madî) nikarîbû li wir bidomîne û careke din vegeriya bajarê Adana û dest bi kar kir; vê carê di şirketa Dar-Film a sînemê de. Lê wî bi yekcarî dev ji xwendinê berneda: Piştî demeke kurt, wî qesda Istanbol ê kir û li zanîngeh wêbû xwendevanê beşê Aborî…!

Di vê demê de Yilmaz bû bû aşiqê lîtêratûr (edeb) û nivîsandinê, bi taybetî nivîsandina çîrokan!! Herweha di qonaxa xwendinê de, tevî çend hevalên xwe dest bi weşana du kovaran bi navê: „ Boran „ û „ Durûk* kiri bû. Weşaana her du kovaran jiber sedemên aborî pirr dirêj ne kiribû!!

Yilmaz bi germî dest bi nivîsandina çîrokên rêalîst kir. Naveroka çîrokên wî, ango babetên wî cor bi cor bûn. Wî hewil dida serpêhatiya jiyana xwe û xelkên derdora xwe a rojana bênê ser kaxezan û belav bikê! Li gor helsengandina (nirxandin, teqi’m) gelek rexnevanan, çîrokên wî di wê serdemê de bû bûn neynika (mirêka) civaka bindest û hejaran!

Carekê ji caran, çîrokeke wî,  piştî weşandinê  bala  hêzên ewlekarî û çavdê-rên siyasî dikşênê û bi lez û bez tê qedexekirin ê û navê  nivîskarê wê beloq dibe! Ev yek di sala 1957 an de bû, û ji wê çaxê ve û tanî deqîqeya dawî ji jiyana xwe, ew û hemû xebatên wî, yên edebî û hûnerî (Filîmên sînemê) ketin bin çavdêraiya hêzên ewlekariya neteweyî de; û şerê wan ji aliyê hemû hukumetên dewleta Tirkiyê ve, bê cawaziya nerînên wan ên siyasî û Idyolojî, hate kirin ê?!!

Navê çîroka, ku hatibû qedexekirin ê, û a ku bû bû sedemê binçavkirina nivîsevanê wê: „ Mu’adela bi sê nehêniyan „ bû; ew çîroka kurt di kovara bi navê „ on uç – sêsdeh  -13-“ de hatibû weşandin ê… bi kurtî;  bûyerên çîrokê li ser jiyana jineke gêncî (xort,ciwan) feqîre, a ku ji neçarî laşê xwe difroşe û dibe qorbana zilm û zordariya dewlemend û feyodalan… Tawanbariya (cirma) jinikê – bê goman di nerîna desthelatdaran de – ewe, ku wê mêranî (cesaret) di xwe de dîtiye û hember zilm û çavsoriya feyodalê bê moral dengê xwe hilda ye û gotiye: „ wê rojekê dawiya te jî bê ..“ !! Desthelatdarên dewleta Tirkiy ê,  ev hevoka – mîn (bombe) kirî– kirine biyanu (hincet) û Yilmaz bi tomtbariya „ propaganda komûnîzim „ ê  dane dadigehê!!

Di destpêkê de dadigehê (bê ku Yilmaz li wir hazir be jî) biryara 7 sal û nîv zindan, siza dane wî!! Lê piştre, dadeweran (Hakiman) biryara hukmê xwe siviktir kirin û anîn sal û nîvek zindan û şeş heyva jî sirgun…

Bi vî hawî û bi tometdariya „ propaganda komnîzim „ ê, Yilmaz cara yekem di jiyana xwe de çû zindan ê, bê ku – wê çaxê – bizanibe wateya (maneya) gotina „komunîzim“ ê jî, çi ye?? Di derheqa vê yekê de, û li ser pirsa rojnamevanan, Yilmaz wise bersiv dabû: „ Min du sal di zindan ê de derbas kirin, bê ku ez wateya gotina komunîzm ê, a ku ez ji bo wê hatibûn girtin bizanibim…lê vê gotinê pirr bala min kişand û min lêkola da ku bizanibim, ka gelo ev çi ye, ku ez ji ber wê ve hatime zindan kirin ê. Min di zindan ê de xebatên Marks, Lênîn û Êngêls xwendin… Salên zindanê û sirguna min li bajarê Qoniya yê, ji min re bûne dibstana jiyanê…“(6).

 

Di ber çîrokan re jî, Yilmaz sênariyo yên cor bi cor ji bo filîmên sînemê dinivîsandin. Bêgman eşkiraye ku, hatina Yilmaz nav cîhana sînemê bi tesadufî bû, wî ji bo ziktêrî û peydakirina çend qirûşan di şirketên sînemê de kar kiribû, lê tevî wê jî,   hezkirina wî ji edeb, huner û nivîsandinê re bi giştî, nexasime piştî serketinê di nivîsandina sênariyo yan de, hişt ku ew bi cedî bîr li sînemê wek huner bikê…

Di sala 1958 an de, û dîsan bi tesadufî,  Yilmaz derhênerê sînemê ê navdar Atif Yilmaz * nas kir. Pêwiste bê gotin, ku rola Atif Y. û piştgiriya wî ji bo pêşeroja Yilmaz û berdewamiya wî di hunra sînemê de,  pirr giring bû. Yilmaz, tu carî bandor û qenciya wî derhênerî jibîr nedikir, û berdewam nirxekî giran di dayê!

Di yek ji hevpeyvînên xweyî dawî de, Yilmaz wise pesinê wî kiribû:

„…kesaytiya herî pêşî a ku şopa xweyî kûr di jiyana min a hunerî de hiştibû, û a ku rê ya helbijartina pîşeya sînemê ji min re xweş kiribû,  derhêner  Atif   Yilmaz bû… Wî şans û firsenda lêstika di filman de pêşkêşî min kir û bi saya serê wî min ev pîşe ( lêstikvanê sînemê, akter ) bi dehê salan berdewam kir…“(7)

Di dawiya salên 50 î de ji sedsala buhirî, zîrekiya Yilmaz û çelengiya wî di nivîsandina sênariyo yên serketî de, eşikra bû. Ji bilî wê jî, pehlewaniya wî bi serfirazî di lêstika flîman de, nexasima yên destpêk ê, wek: „ Zarokên vî welatî „

„ Xezala sipî „ „ du Mêrxas „ „ Musimê titûnê „ û êd maiyn, bala temaşevanan û pîşevanên sînemê bi giştî kişand!

Gereke bê gotin,  ku Yilmaz sênariyo dinivîsandin û di filîman de jî dilîst, di dema, ku ew bazdayî bû û hukumet (jiber hukmê dadgehê, a ku me li jor bas kiribû- I.M.) bi şev û roj lê digeriya, da ku sizayê xwe bibe serî.  Lê Yilmaz ew biryara (hukmê) zalim û naheq ne dipejirand û xwe zû bi zû ne dida destê wan…

Piştî çar salan ji xweveşartin û  revê,  hêzên ewlekarî û polîsan ew  girtin  û sala 1961ê zindan kirin; û ji wê çaxê ve zindan bû kozika (ciyê) wî!!

 

Bi  zindankirina Yilmaz Putûn,  hukumet û hêzên hevalbendên wê, bi hêvîbûn ku wê ew bi vê yekê ji cîhana sînemê bi dûr bikevê û wê temaşevanên wî jî, yên ku yekser jê hezkiribûn, wî jibîr bikin…! Lê bêtirs ez dikarim bêjim, ku desthelatdar û hevalbendên wan di hêviyên xwe de şaş derketin; hezkirina xelkê ji wî û hunera nivîsandin û lêstka wî re, bi gelekî ji hêvî û daxwazên dujminan mezintirbû…?!

 

Jiber kesayetiya (şexsiyeta) Yilmaz, weke ku li jor hate ronîkirinê, zindan jê re bûbû dibistana jiyanê û sûdmend ji bo bihêzkirina şexsiyeta xwe a siyasî û hunerî! Di zindanê de nivîsandina çîrokan û sênaroy yên filîman berdewam kir, û yek li pey a din şandine weşanxaneyan, bi hêviya ku bêne çapkirin û belavkirin ê. Lê xwediyê çapxaneyên bazirganî ditirsiyan wan biweşînin; ne tenê ji ber ku Y. Putûn zindaniyê siyasî bû, belê her wise jî, ji ber ku nivîsandinên wî rêalîta jiyanê nîşan didan û li ser bingeha bûyerên rastî dihatin avakirinê û neynika jiyana wê serdemê bûn! Loma jî navê Yilmaz bi rêalîzma nû (New Realizm) ve hate girêdan û bi saya xebatên xwe bû nunerê wê xetê (N.R.) ne tenê li Tirkiyê belê her weha li timamiya Rojhelata Navîn jî.

Ji bilê wê jî, pêwiste bê gotin, ku nivîsandinên Y. Putûn tirseke mezin dixistin dil û hinavên çînên dewlemend (Feyodal, Burjwazî û bazirganên kedxwar) û alîgirên wan di desthelatdariya  siyasî de!  Loma jî hemû  nivîsandinên bi navê wî, dihatin sanzure (binçav) kirin ê û rê li ber weşana wan dihatine girtinê?!

Ji ber wê û ji ber hin sedemên din, ew  neçar bû,  ku navê nehênî (weke ku li her deverê cîhanê belave – I.M.) bi kar bênê. Wî navê Güney (wateya wê bi tirkî yanî başûr) ji xwe re helbijart… Bi dîtina min, helbijartina vî navî bi zanebûn bû; ew encama êş û derdkişana şexsî bû, û di heman demê de jî quçhildan û sîngberzî bû; ji ber navê wî bi giştî: Yilmaz Güney ( Başuriyê ku nayê nizimkirin ê, yan jî: Başuriyê ji polat.. I.M.) wateyên kûr û dûr nîşan didin?!!

 

Bi rastî jî,  ji wê çaxê ve  Yilmaz bi navê  xwe yê  nû û li hevhatî,  hate naskirinê û di dev û hişê milyonan (dost û dujmin) de hat û çû… Bê pesindan (mubalexe), Nav û xwediyê xwe (weke ku wê li pêş bê diyarkirin ê -I.M.) bûne stêrka herî geş, bilind û bi dirêjahiya salan, di esmanê Tirkiya reş û tarî de…

 

Bi zindankirina Y.Güney, qonaxeke aloz û giring ji qonaxên dirustkirina şexsiyeta wî a hunerî û siyasî ve, bi dawî hat; da ku qonaxeke nû, kûr û giringtir di bîrbirina rastiya jiyanê de û pîlankirina xebatên pêşerojê bi hişmendî, dest pê bike…

Zindan, kîlerên binerd yên tarî û qirêj, deriyên hasinî, dîwarên qalind û derabekirî… Ev gotin û ciyên bi tirs û sehûgirtî; gelo çuqasî dengên azadîxwaz têde hatine xeniqandinê? Gelo çendîn mêrxas û xwedî prînsîp têde hatine windakirinê û canê xwe ji dest dane?! Lê di heman demê de jî, çuqasî ev ciyên reş, kûr û tarî bûne motika çirûsk û tîşikên ronahiyê li ser rûyê erdê jibo pêşerojeke geş û serfiraz!! Çendîn mirovên navdar û mezinên dunyayê têde peyda bûne, û ji wêderê bi zengelorkên xweyî zêrîn sitran gotine;! Yan jî bi xwîna xwe pirtûk û nvîsarên herdem zindî nivîsandine…? !
Ez bêtirs dikarim bêjim, ku Yilmaz, ev xortê başûrî yê vînpolat, bi serblindî kete rêza wan mêrxasan de, yên ku bi xebat û helwêstên xwe ve, rûpelên zêrîn di dîroka mirovayetiyê de vekirine; zindanê tu bandora neyênî (nêgatîv) lê nekir, belko bi pêçewane (bi berevajî wê, eksê wê) ew hîn xwirttir û mukurtir kir, da ku rêya dabû pêşiya xwe, tevî çetnahiyan jî, bibe serî! Loma jî em dibênin, her di nav wan quncên reş û tarî de, dest bi nivîsandina romana xwe a navdar „situxwar mirin“ * kir.
Belê, di zindanê bi xwe de Yilmaz Güney bû nivîskar û hunermendekî xwedî bawer û rêalîsperest. Di vî warî de, ew wise dibêje: „ Zindanê hîç bandoreke neyênî li min nekir… bûyerên çîroka ku min nivisandbû, ji rastiya jiyanê hatibûn. Min li gor ezmûna (tcruba) xwe û hevalên xwe, bi dilsozî (emanet) rûdan şirove kiribûn…Ji wê çaxê ve û di hemû xebatên xwe de, yên edebî û sînemê, min xeta rêalîzmê parast û bûme dilsoz wê…“(8).
Bi drêjhiya dema di zindanê de, Güney bîr lê dikir, ka gelo piştî derketinê wê çi bikê?? Wî baş dizanî bû, ku êdî ew ketiye bin çavdêriyê de û bûye nîşan ji desthelatdaran re… Di vê demê de hesteke xwirt pêre peyda bû bû, ku ew dikare tenê hemû daxwaz û xewnên xwe di rêya sînemê de cî bicî bikê; lê pirs ew bû: çawa û bi çi şêwe û mêtodan…?? Piştî bîrkirinên kûr û dûr, daneberhev û helsengandina mijarê ji hemû aliyan ve, ew gihêşte wê baweriyê, ku ew tişt tenê bi rêya lêstikvaniyê (ekterî) di flîman de dikare pêk bê; heger pêwist be, bila di filîmên bazirganî yên bê wate û erzan de be jî! Tiştê giring di vê qonaxê de jibo wî ew bû, ku bighêje armanca sereke…!
Di rastiyê de jî, ew raman û xewnên wî zû bi cih hatin; piştî derketina wî ji zindan ê, ew pir li kar geriya, çi kar be bila bibe, giring ewe, ku bi berpirsiyariya xwe beramber malbatê rabe… Şansê baş, ew vê carê jî rastî şirketa sînemê, a bi navê Mîrîc-Film hat û tê de kar kir… Ji wê çaxê de, yanî ji destpêka 1963 an ve, Yilmaz Güney êkranên (perde, şaşa) sînema tirkiyê roj bi roj dagîr kir û bû ekter û nivîsevanê sênaryo jibo filêman yê herî serkevtî.
Güney bi pehlewaniya xwe di filîman de, hemû rolên ku dispartine wî, weke ekterekî lêhatî û hostayekî zîrek pêktanîn! Ji ber wê hezkiriyên wî di nav temaşevanan de, roj bi roj zêde dibûn û bi navê wî bang dikirin!!

Bêgoman, organên ewlekariyê, yên ku çavdêriya hemû xebat û rabûn û rûniştina Y.Güney dikirin, bi serkevtinên wî narehet dibûn û didanên (diran) xwe lê disêqeandin! Her weha sermiyandar û çîna burjwazî jî, yên ku pîşeya sînemê di bin hukmê wan de bû, ji pêşveçûna Güney û serkevtinên wî di “cîhana” wan de, nerazîbûn û bi hebûna wî dilteng dibûn; û di guhên hev û du de dikirne piste pist û ji hev dipirsîn: Gelo çi li der-dora me diqewimê?! Ev xortê gundî, feqîr, krêt (nexweşik, fehiş, nebedew) yê ku ribba (çarîkek) hunermendên me yên navdar, ne xweşike, rolên xwe bi hostayetiyeke bilind pêktîne?! Ew roj bi roj, hiş û dilê milyonan ber bi xwe ve dikşînê?!! Salonên sînemê, yên ku filîmên wî di wan de têne nîşandanê, rê û rêwan ji xelkê di wan de namênê? Em çibikin beramberî vê rûdanê… Çênabe, ku em bêdeng bimênin…??!
Bi vî hawî, hêzên nexêrxwaz gotina xwe kirin yek û wek gava yekem, çekê xwe: Rojnamegeriya “zer” a kolanan û rojnamevanên erzan di rûyê wî de rakirin. ”…Nexêrxwazên min – Güney dibêje – nexasime bazirganên mezin yên sînemê neçar man û bê vîna xwe qebul kirin ku, ev xortê nexweşik rolên xwe bi deh qat, ji ekterên me yên padîşahê bedewiyê baştir pêktîne…Wê çaxê min bi dengkî bilind ragihand û got: heger ekterên we padîşahên xweşikbûnê ne; bila ez jî padîşahê nexweşik (krêt) bim…! Ji wê demê ve û tanî vê rojê rojnamegeriya wan ev nav bi min ve girêda “(9).
Dujminên Güney bi hemû şêweyî hewil dan, ku efsane û navê wî ji sînema tirkiyê winda bikin! Lê hemû hewildanên wan serî negirtin û karên wan ê qirêj di derheqa wî de, ber bi valehiyî û beravêtinê ve çûn; ji ber wê, ew zû bi ser hişê xwe ve hatin û gihaştine wê baweriyê, ku şerkirina dijî Yilmaz wê ziyaneke mezin li şirketên wan ê sînemê bikê! Lewra wan destpêkir xwe nêzîkî wî kirin û vexwendî (dawetî) lêstika di filîmên xwe de kir! Bêgoman ne ji ber ku jê hezdikirin, belko zêdetir ji bo rikberiya hev, qezenciyên diravî û bilindkirina navê şirkrtên xwe bû!!
Li vir pirseke mezin xwe bi xwe têne meydanê; Gelo çi tiştî dihişt ku Güney bibe hezkiriyê temaşevanan?!
Pêwiste bê gotin, ku bersiva vê pirsa giring, ne hesane û bi du-sê gotinan nayê bersivdanê; lewra di destpêkê de gereke ez amaje pê bidim (destnîşan bikim, zelal bikim), ku ketina Yilmaz Güney di nav cîhana edeb û sînemê de bi taybetî, dijî zakon, şert û mercên civaka burjwazî bû, nemaze civakeke wek a tirkiyê di wê serdemê de. Ew jî, jiber sedemekî xwerust (sirûştî, sade, besît), ku Yilmaz kurê cotiyarekî belengazî nexwende bû û rewşa jiyana wî û civaka ku têde perwerde bû bû, ne tenê dûrî wî pîşeyî bûn, belko tu bingeh jî jê re ne danîbû!
Burjwaziya pîşezazî bi hîç şêweyî rê ne dida, ku laşekî xerîb – kurê cotyarekî hejar – nêzîkî Mîrnişîna wê ( wan hesab dikir, ku pîşeya sînemê taybetmendiya çîna dewlemendan e ) bibe! Ji ber wê xweferzkrina li ser çîna dewlemendan dijî vîna wan û bidestxitina cihekê di Mîrnişîna wan de, – di bin navê Bedew yan jî ne xweşik – bixwe serkevtineke mezin û zîrekiyeke bê pesindan bû!! Ev sedemek bû ji hezkirina xelkê jê re; lê sedemê din ew bû, ku Yilmaz ji ber rewşa jiyana cotyarî, a ku bi xwe têde derbas bû bû, baş nirxê belengaz û hejaran dizanî; cîhana wan a ruhî ji hundirve nasdikir, zanîbû çawa û bi çê şêweyî, êş û derdên wan bêne ser êkranên sînmê û berê wan bi kuve bidê!

Dema, ku xelk dihatin salonên sînemê jibo temaşekirina filîmên Güney, wan sedî sed bawer dikirin, ku wê wextekî, her çiqas kurt be jî, wê bi kesayetiyekê re wek ya xwe li ser êkranê bijîn; ew kesê, ku eynî êş, derd û xemên wan dikşêne. Jiblî wê jî, ew piştrastbûn, ku wê ew kes ( yanî Yilmaz) bi lêstika xwe, bi rabûn û rûniştina xwe, bi awir û lihevpêçana (mîmîka) laşê xwe, wê problêmekî ji problêmên civaka wan destnîşan bikê… Weke ku em dizanin, ev yek dijberî naveroka hemû filîmêd mayin yên tirkiyê bûn; ew flîmên, ku “Padîşahên xweşikbûnê“ di wan de dileyistin… Xelk li tiştekî nû, li tiştekî rêyalîst û nêzîkî jiyan xwe a rojana digeriyan û wan, bêpesindan (mubalexe) ev yek di kesayetî û hûnera Yilmaz Güney de dîtin; bi gotineke din, Güney ji wan re bûbû neynik (awêne, mirêk) a ku xwe têde didîtin; ev bû nehêniya (sirrê) sereke ji serkevtina Güney û hezkirina xelkê ji wî re. Lê bidîrina min, nehêniyeke din, nekêmî a berê ji hezkirina temaşevanan ji wî re hebû, ew jî qelafet û gewdê wî bû! Tevî ku dijmin û nexêrxwazên wî berdewam, ew weke mirovekî nebedew û xwînta’l destnîşan dikirin jî, lê di rastiyê de û ji aliyê hunera sînemê ve, ew dûrî pesnê dijminan bû. Temaşevanan û herwise jî rexnevanan, li ser êkranê xortekî nûhatî, bejinzirav û lihevhatî, pehlewankî zîrek û jêhatî di pêkanîna rolên xwe de, didîtin. Jixên wê jî, awir û lîstka çavên wî, hezkirin û dilovaniya wî ji hejar û belengazan re, hişkbûn û mêraniya wî beramber naheqî û zordestiyê didane zanîn, ku ew xwedî vîneke pola ye û tucarî nayê tewandin ê… Bêgoman vê yekê ew li ber çavên temaşevanan hîn şêrîntir û bilindtir dikir!!
Di vê qonaxê de û hetanî sala 1968 an Güney bi lêstika xwe di filîman de bû stêrka herî geş di sînema tirkiyê de. Daxwaza rabûna bi rolên sereke di filîman de êdî ji hemû aliyan ve jêre hatin; netenê ji derhêner (rêjîsor) û filîmçêkerên arzan û nenas ve, belê herwise ji yên navdar û xwedî tecrubeyên mezin ve jî!

Yilmaz bi hindkayî salê di 10 filîman de rolên sereke pêktanîn; di nava 5 salan de ew di 60 filîmî de leyist; ji wan filîman weke nimûne:
“ Çemê sor” – “ Kujerê ku bû qurban” – “ Bizina reş” – “ Teyrê brîndar” – “ Her ku dimirim dîsan dijîm “ – “ Gurê çiya Koçero “ – “ Tanî dilopa dawî ji xwînê “ û gelekêd main.
Gelek dijminên Güney û di nav wan de jî hin rexnegirên sîmema burjwazî, nav û naveroka wan filîman, yên vê qonaxa seretayî di jiyana wî de, bi xerabî li qelemê dan û ew weke Filîmên “bazirkanî yên arzan (Mîlodramî) û bê wate“ nîşan dan; wan dixwest vê yekê wek çek dijî kesayetiya Yilmaz bikar bênin, daku navê wî xerab bikin û rê ya serkevtinê li pêşiya wî bibirin!!
Bêgoman ew helsengandin û nirxandin gelekî dijwar û ne rewa (naheq) bû, jiber ku filîmên Güney herçiqas bazirganî bûn jî, lê ew bi tu hawî ne weke yên “Hwlyod” û yên tirkî bi wateya milodramî bûn; bidîtina min, di wan de awazeke taybet – awaza Güney û perwerdeya wî a zaroktî û civaka wî – hebû. Jibilî wê jî, rastiyke pirî giring heye, pêwiste em jibîr nekin û careke din bi bîr bênin. Weke ku me berê jî xwiya kiribû, armanca sereke a Güney ji lêstika di wan filîman de ew bû, ku nav û dirav ( mal) peyda bike, daku bikaribe di pêş de û serbixwe hemû bîr û ramanên xwe yên ku bi dem û tecrubêre di mêjiyê wî de di meyan, pêk bêne!!
Bêgoman ev mêtod (şêwe,îslûb) di dîroka hûner de tiştekî rewa û eşkere ye û berî Güney jî gelek hunermendên navdar li cîhanê ev taktîk bi kar anîne; Tenê weke nemûne: Yek ji Derhênerên herî navdar li Cîhanê, damezirvanê rêalîzma nû ( New Realîzim ) di sîmema Italî de – Vitoriyo De Sika – ew taktîk bi kar anî û bi rastî jî giha armancên xwe û berhmên pi’r bi nirx û bilind di dîroka sînemê de çêkirin! Ev tişt bi Yilmaz Güney re jî çê bû. Wî gelek caran tekez li ser vê rastiyê kiriye û di got: “Xebatên min yên bazirganî ji ailiyekî din ve alîkariya min kirin. Bi saya navdariyê, sewiya min a hunerî, baweriya temaşevanan û filîmçêkeran bi rolên min û qezenciya diravî, êdî min daxwaz kir ku filîmên xwe bixwe çêbikim. Min dixwest filîmên cuda (başqe) ji yên berê derbixim; filîmên bi wateyên siyasî û helwêstên eşkere bin, ew girêdayê Markisîzimê bin weke felsefa mirovayetiyê bi giştî û rêbaza wê a ramanî (fikirî) û ciwaniyê (êtîk) di huner de a ku min ji xwe re helbijart û li ser şopa wê diçûm “. (10)
Armanca din a Y.Güney ji serxwebûnê di çêkirina filîman de, bi dîtina min her çuqas bê pîlan (bêhemd) û zanebûn be jî, ew bû ku jiyana civaka kurdan bi hemû kêmasî, nakokî, tradîtsiyonên (adetên) kevnare û problêmên rojane derxe meydanê û nîşanî xelkê bide?! Bêşik hesteke netewyî guvaştî û veşartî di dil û hişê Güney de hebû; dibe ku di forma xweyî seretayî de bû û ne bi wateya siyasî û berxwedana rojane bû (gereke tucarî jibîra me neçê, ku hesta neteweyî li ba kurdên Kurdistana bakur bi giştî piştî şikandina serhildanên salên 30 û 40 î ji sedsala buhirî û jiber zilm û zordariya dewleta tirkiyê a dijwar, nizim bû bû. Desthelatdarên tirkiyê bi hemû şêweyî û bê rehim şerê xwenaskirina kurdan a neteweyî di bin çi navî de bûna jî, dikirin).
Y.Güney dixwest jiyana kurdan a rojane, karakterê wan yê milî, welatê wan yê bi sirûşta xwe ve bedew û çiyayên wê yên bilind û asê bi rêya navê filîman û qehremanên wan û helbijartina cihên rûdana bûyeran nîşan bidê…
Jiber perwerdeya malê a hişk, bingeha wî a milî û serpêhatiyên ku bi çavên serê xwe dîtibûn, wî dikarîbû êş û derdên civakê ji hundir ve şirove bikê û tiştian bi nav bike, ango tiliya xwe deyne ser birînê! Weke nimûne ka em bikurtî awirekî bavêjin ser filîmê “Koçero“?! Ev filîm bişêweyekî indîrêkt (ne yekser) – jiber tirsa sansura tirkî a dijwar – serpêhatiya qehremanê kurd ê gelêrî, ku tanî mirinê dijî desthelatdarên tirkan şer kiribû, dike! Ma gelo kî ji kurdan navê Koçero û efsana mêrxasî û şerê wî dijî tabûrên leşkerên tirk, ne bihîstiye?! Jibilî wê jî di filîm de çîrokeke avîndariyê a sade û di heman wextê de jî sert û bê nemûne, ku ew tenê dikare di civakeke wek a kurdan de bi hemû nakokiyên xwe ve rûbide, heye! Yilmaz bi hostayetî hemû êş û derdên jina kurd a ku ji hemû mafên xwe bêpaare di kesayetiya qehremana filîm de nîşan dide. *

Dîsan weke nimûne, ka em bikurtî awirekî bavêjin ser filîmê “ Zakonên sinûr “?! Bûyerên filîm bişêweyekî vekirî li ser sinûrên di navbera Tirkiyê û Sûrî de pêktên; rûdan (bûyer) nîşan didin, bê çawa ew xeta ku li erdê kurdan xistine û li herdû hêlên wê mîn û bombe çandine bûne sedema êş û birînên yek miletî ku di nav du dewletan de hatiye parçekirin. Ji neçarî, jibo xwejiyanê û gelek caran jobo serdana xizim û kesên nêzîk, xelkê deverê xwe li nav bomban dixin, lê di encam de, weke ku filîm diyar dike salê bidehan mirovên kurd li ser herdu aliyên sinûr têne kuştin û birîndarkirin. Filîm eşkere nîşan dide, ku ew sinûrên di navbera kurdan de, dijî vîna wan hatine danîn û bûne bingeha belengazî, bindestî û ne aramiya jiyana wan.
Bi vî hawî em dikarin bêjin, ku naveroka piraniya filîmên Güney êd mayin jî li ser babetên jiyan û civaka kurdan bûn…Bûyerên filîman bigiştî li kurdistana bakur (tirkiyê), li nav deşt û çiyayên wê yên bikind û asê de dihatine kişandin; jiyana xelkê çiyayî (ma gelo çiyayî kî ne? Gereke em tucarî jibîr nekin, ku tanî vê rojê jî toraniyên tirkan navê “Tirkên çiyayî“ li me kurdan dikin û bi wê yekê hewil didin hebûna me a milî wenda bikin), mêraniya wan û girêdana wan bi axa xwe ve nîşan dida!
Bi dîtina me, ev hemû nîşanê wê yekê bûn, ku hesteke neteweyî bincilik (veşartî) di kesayetiya Güney de hebû: ew hest xweberîxwe (efewî) û hêdî-hêdî di rolên wî de, yên ku bi wan dirabû, derdiket ser êkranê. Lê rastiyeke li ber çav heye, ku tu kes nikare înkar bike; ew jî ewe, ku asil û bingeha wî a neteweyî bandoreke mezin li ser kesayetiya wî a edebî, hûnerî û siyasî kiribû! Jiber wî bixwe di derheqa vê yekê de weha gotiye: “…Bavê min berdewam di goti: xewina min ewe, ku ez ji vî welatî barbikim û vegerim welatê xwe, da ku ji vê jiyana pîs û reswe xelas bibim. Di destpêkê de, min wateya gotinên wî fam nedikir, lê piştre ez têgehîştim, ku netewa wî bûbû sedemên êş û derdên wî û pozbilindiya wî, ew bindestî qebûl nedikir û dixwest rojekê berî a din ji wir barbikê… Gelek caran dema ku ew bi hêrs diket û aciz dibû, dest di avête tembûrê û stranên kurdî yên mêranî û navtêdanê digotin…Min ev nehênî (siir) jî vê paşiyê fam kir; jiber stranên kurdî bêhna wî fereh dikirin û damarên wî sist dikirin.Wî hemû kîn, êş û derdên di henavê xwe de bi rê ya stranan derdixist“.(11)
Jibilî wê jî û tenha weke nimûne, ka em guh li gotinê hin ji hevalên wî sebaret (derheqa) bi asil û nêzîkbûna wî ji miletê wî re, bigrin. Di gotareke xwe de, derhênerê tirk ê navdar Ardîn Kîral * nivisandiye: “Yilmaz, tê hejmartin lawekî payebilind yê miletê xwe. Dema win temaşeyî filîmên wî bikin, win vê rastiyê dibênin; herwise win bi zelalî dibênin, bê ew çiqasî nêzîkî miletê xwe ye, di nav de dijî û bi dilê xwe yê mezin ji wan hez dike “(12).
Bi herhal, emê hewil bidin vê rastiyê, zêdetir di pêş de bidne xwiyan.

Em vegerin ser filîmên wî, yên ku navê “ Mîlodrama “ li wan dikirin, yanjî gelek caran yên ji wan re “arzan“ dihate gotin! Bo zanîn û li gor dîtina me ev hukim ne rewa bû; tevî ku Yilmaz di filîmên “bazirganî“ de jî di leyist, lê wî rolê rêalîst pêktanîn, wî tucarî rola qehremanê ku nayê şikandinê, yanjî kuştinê qebûl nedikir, ev ji alîkî ve û ji aliyê din ve jî, wî timî kesayetiya mirovên rêal, yên civaka xwe tanî ser êkranê, û bi hemû zanebûna xwe ve guh dida problêmên belengaz û hejarên civaka xwe; bi gotineke din, em dikarin bêjin, ku ew qehremanekî gelêrî, dilovan û diltenig bû.
Tekez li ser vê yekê, rojnameyên burjiwazî yên tirkiyê neçar mabûn û li ser rol û kesayetiya Yilmaz weha dinivîsandin: “…Gelek kerakterên Güney yên xerîb û nedîtî hene. Wî di filîmên xwe yên destpêk de gelek tûndî, kuştin û talankirin bi kar anî, lê em dibênin, ku di heman demê de jî dilovanî û henûniyeke bêhempa li ba wî heye. Ew gelekî guh dide kesên derdora xwe û li wan miqateye û xwedî derdikeve; ev tişt di sînema cîhanî de, mînakeke gelek kême …” (13)
Birastî jî û bêmezinkirin (Mubalexe) dema mirov filîmên Güney dibîne, hest bi rastiya jiyanê dike; ev yek berî hemû tiştî divegere ser guhdan û agehdariya wî li ser rewşa civak û problêmên kesên ku têde dijîn, û herweha hezkirina wî ji hunerê sînemê û bipêşvebirina wê re.
Pêwiste em li vir bêjin, ku berî hatina Yilmaz Güney ser êkranên sînema tirkiyê, ew sîneme bi yek aliyî ve diçû û rêyeke eşkere ji xwe re dîtibû; ew jî rêya filîmên avîndarî, eşq û kêfê bûn yên ku pirraniya wan bi navê hûnermenda tirk a bi xweşikbûna xwe bi nav û deng Turkan Şorayî ve hatibûn girêdan. Weke, ku win dizanin, naveroka wan filîman li ser hezkirin, qesr û qonaxên buha û jiyana dewlemendan bûn, yên ku hunermendên bedew bi rolên wan dirabûn. Armanca wan jî mijûlkirina temaşevan bi jiyanke xeyalî û dûrketinê ji problêmên civakê yên rojane bû! Lê bi hatina Yilmaz Güney rêyeke nû di sînema tirkiyê de peydabû û wî berê wê bi aliyekî din ve da, ku 180 pile (derece) dijberî rêça yên berî wî bû: Rêyeke rêlaîst a nêzîkî jiyana rojane, bi taybetî a kesên feqîr û belengaz, yên ku li hêviya ronahiyekê bûn da ku jiyana xwe a tarî û pirr li nakokî bibênin, nîşan bidin û li dîtina çareseriyê jî bigerin!!
Bêgoman ev yek ne bidilê çînên feyodal, burjwazî û desthelatdaran bû; jiber serketina rêya rêalîst dijî berjewendiyên wan bû û jiyana wan dixiste tehlûkê de, loma jî wan careke din bi rêya rojnameyên arzan dest bi nivîsandinê li ser Yilmaz kirin, bihêviya ku wî aciz û bêhinteng bikin, da ku helwêstin şaş bistênê, jibo ku ji wan re bibe behane (biyanû, hincet), şerê wî eşkere bikin û biyekcarî xwe jê xelas bikin.
Wê çaxê rojnameyan gelek tişt di derheqa wî de nivîsîn; tenê bo nemûne em çend gotinan li vir bibîr bênin: “… Heger em rê li pêşiya vî xortê serserî negirin, ewê ne bikêfa me û dijî vîna me (xesip li ser me) bikeve dîroka me de! Lê hîn ji wê xerabtir jî; wê ew dîrokê li gor vîna (îrada) xwe binvîse…”, “…Ev mirovê (mexluqê) nexweşik, serhişk û xerîb ê ku li me naçê (na şibihê me) ji kuve ji me re derket?!! Ew ne di bîçim ê (rûdan, şikil) me de ye û nejî rabûn û rûniştina wî wek a me ye?!”, “…Filîmên wî pirr bi dênamîkin, tevgereke xwirt û balkêş; weke lêdan, dizî û kuştinê jî di wan de heye, jiber wê jî, netenê temaşevanên me ji wan hezdikin, belê herwise temaşevanên Europî jî ji wan hezdikin; nexasime yên Italî…” û h.w.d.
Belê xwediyê wan gotin û ramanan, jibîr dikirin, yanjî nedixwestin qebûlbikin, ku Yilmaz rastiya jiyanê, bi hemû kêm û kurtiyên wê ve nîşan dida; lomajî temaşevanan ji filîmên wî hezdikirin, nexasime yên Italî, lewra wan di kesayetiya Güney de hunermendekî dilsoz û parêzgerê rêya rêalîzma nû di sînemê de, a ku piştî şerê Cîhanê yê dûhemîn li Italiya destpêkiribû, didîtin.

Weke ku têzanîn, bûrjwaziya tirkiyê û desthiladarên wê hemû mêtodên rewa û nerewa jî bikar anîn da ku rê li pêşiya Yilmaz û serkevtinên wî bigrin, lê vîna Güney a polat û baweriya wî a tekez bi serkevtinê bi gellekî ji bîr û boçûnên (karên) hêzên kevneperist û nexêrxwaz bi hêztir bûn. Wî ciyekî xwe yê taybet û ber biçav di cîhana sînemê de çêkir; û di demeke pirr kurt de bû stêrika herî geş di sînema tirkiyê de bi yekcarî; bîçim û gewdê wî li hemû deverên welat hate naskirinê; wêneyên wî li ser rûpelên yekem yên rojnameyên mezin, li ser derî û pencereyên dikanan û herwise jî li ser dîwarê kolanan (sikakan) li bajarên mezin û piçûk, feqîr û dewlemend hatne belavkirinê.
Bi vî hawî hebûna Yilmaz û kesayetiya wî a hunerî hate ferzkirinê… Wise diyar bû, ku hemû tişt bi rêyeke sirûştî ve derbas dibe; çînên dewlemend û desthilatdar ji neçarî ev rûdana awarte (istisnaa) qebûlkirin û di guhên hevûdu de gotin:
ma wê çi bibe?! Bila ev kesê nebedew û xwînta’l were nav rêzên me: pere, navdari, keçikên xweşik, koşik (qesir) û otombîlên buha û fereh …u h.d. Qey qedera civaka me wise ye…!!
Lê ew çîn careke din, di hesab û gomanên xwe de şaş derçûn û qet nehate bîra wan, ku navdarî û daneheva dirav jibo Yilmaz ne armanca sereke bû, belku halet (mêtod) bû, da ku bikaribe xebata xwe, serbixwe bi pêşve bibe!

Piştî bi destxistina serkevtinan û navdariyê di cîhana sînemê de, Yilmaz biryar da ku êdî dem hatiya jibo pêkanîna armancan, yên ku bidrêjahiya salan di mê-jiyê wî de meya bûn: derhênana filîmên cidî, yên ku li gor nerînên wî yên siyasi bin û her wise jî li ser jiyana xelkê a rojane bin û bersiva birsên wan bidin!!
Bi vê yekê Güney soz da, ku qet nekeve rêza burjuazî û zordestan de û di jiyanê de nebe hevalbendê wan. Di derheqa vê yekê de wî gelek caran gotiye: Ez yek ji wan kesa me yên, ku dijî çînên serdest şer dikin; pêwiste ez bidime xwiyakirinê, bê ew çîna ku ez ji nav wê hatime, çawa û bi çi şêweyî û ji aliyê kê ve tê çewsandinê??
Li ser bingeha van bîr û baweriyan û li gor ezmûna (tecruba) xwe a ta’l di jiyanê de, nexasime ji zaroktiya xwe ve – Jiyana çotiyarî, nakokiyên civakî, birçîbûn û belengazî, bindestiya çînî û neteweyî – Yilmaz serbixwe, dûrî bandora şirkrtên bazirganî yên mezin dest bi çêkirina filîman kir, nexasime dema hinek dirav kete destê wî de.*
Di sala 1968 an de, bi çêkirina filîmê “Seyid Xan“ * Y. Güney bi ezmûna xwe a yekem di derhênana filîmên sînemê de rabû. Li gor dîtina rexnegir û pisporên sînemê, filîmê “Seyid Xan“ tê hejmartin (hesabkirin) destpêka filîmên Yilmaz yên rêalîst e, jiber di wî filîmî de bi zanebûn wateyên civakî bi kûrî hatine nîşandan.
Bi rastî jî, filîmê “Seyid Xan“ rêyalîst bû, têde jiyana gundekî kurdî bi hemû kêm û kurtî û paşdemayina xwe ve dihate xwiyakirin. Seyid Xan, qehremanê filîm (Y.Güney bi xwe bi rola wî dirabû) mirovekî gundî û belengaz bû; tevî feqîrtiya xwe, wî bêwestan û bi vîneke polat alîkariya hejarên gund dikir; dijî naheqî û bindestiyê dirabû û serê xwe li ber feyodal û zordestan nizim (ne ditewand) ne dikir!
Temaşevanan, cara yekem bû, ku xwe û mirovên civaka xwe di kesayetiya Seyid Xan de dîtin; jihevre digotin: ew weke filankese, yanjî bêvankese; ji filan taxê ye, yanjî ji filan gundî ye…Bi rastî ev yek, sedemekî herî giring bû ji sedemên serketina filîm! Di demeke kurt de 8 milyon kes temaşe kirin, ew di dîroka sînema tirkî de bû rêkord (hejmara herî bilind); jibilî wê jî “Seyid Xan“ di fêstîvala sînemê de li Adena, sala 1969 an xelata yekemîn “kûzê zêr” wergirt û Y.Güney jî xelata baştirîn lêstikvanê rola mêran stand.

Serketina filîm ji aliyê rexnevanan ve pir bilind hate nirxandin, ta giha pileya (sewiya, dereca) ku ew weke filîmê “Erd diheje“ yê derhênerê Italî, ê rêalîstî û navdar Lûkîno Fîskontî, bi navkirin!! Bêgoman tenê ev wekhevî, di wê serdemê de, dihate hejmartin weke xelateke payebilind!
Raste “ Seyid Xan “ srkeftineke mzin ji Yilmaz re anî, navê wî hîn belavtir kir, layinger (sempetîzan) û temaşevanên wî hîn zêdetir kir, lê ew serkeftin têra wî nedikir! Jibo wî, ew filîm ezmûna seretayî (destpêk) bû li ser rêyeke gelek dûr û dirêj, tev astteng û êş, lê di heman demê de jî serbilindî û rûmet!
Di derheqa vê yekê de, wî li gelek deveran digot: ku ev filîm ne li gor hêviyên min bû û ew di gelek aliyan de qels hatibû, lê ew ezmûneke (tecrubeke) dewlemend bû; min zanebûn û derfetên xwe têde taqî (ceriband) kirin û bi rêya vî filîmî hînî nehêniyên vî pîşeyî (sin’et) bûm…
Lê birastî jî çarenûsa vî pehlewanê mezin paradoks (ecêb) bû! Di dema ku wî xwe jibo çekirina filîmekî nû amade dikr, dezgeha (ordiya) leşkerî (eskerî) di rê ya wî de rawstiya û daxwaz-nameya çûna eskeriyê, bi zûtirîn wext, dane destê wî…!!
Çare çi ye? Yilmaz Güney jixwe pirsî. Ev erk gereke bê kirinê… Reva ji vê xizmetê tehlûke?!
Bêgoman wî jî, weke her xwertekî nûgihêştî, ku kaxeza eskeriyê distîne, xem û mitala ciyê xizmeta leşkeriyê dikir! Lê ev nehênî gelekî nedomand û sala 1968 an Yilmaz Putûn birne eskeriyê, bajarê Mûşê, bajarê kurdî ê kevnare, cî û warê dayika wî, … Xizmet li vî bajarê – dilê kurdistana bakur – Netenê bextê (şensê) Yilmaz bû, belê herwise bextê miletê kurd bû jî; jiber li wir û hîn di destpêka pêvajoya berhemdariya xwe de, rewşa jiyana kurdan ji hemû aliyan ve: rabûn û rûniştin, zilm û zordarî, hêvî û daxwaz, şîn û şahî û h.d… ji nêzîkve naskir; lewra hetanî wê çaxê Yilmaz tenha dizanî ku bav û diya wî kurdin, ne zêdetir!! Lê li Mûşê wî hemû tişt di derheqa miletê xwe de dît û bû şahid li ser bûyerên jiyana rojane li wan navçeyan…Bi dîtina min wê yekê bandoreke (şopeke, ta’sireke) gelek mezin li ser nerîn, helwêst û hestên wî hişt! Ez dikarim bêjim, wî ji wê çaxê ve bi çavekî vekirî û hişmendiyeke kûr çavdêriya jiyan û çarenûsa miletê xwe kir, lê bêyî ku derxe derve û bidengekî bilind eşkira bike! *
Wî bi zanebûn ev yek di hiş û dilê xwe de parast, da ku di qonaxên pêşde û li ser xwe (hêdî-hêdî, gav bi gav) û zêdetir bi rêya çekê xwe – kamêre û hûnera sînemê – pêşkêşî ne tenê miletê xwe, belê herwise jî nîşanî cîhanê hemûyî bide!
Piştî filîmê “ Seyd Xan “ û geşbûna stêrika wî di sînema tirkiyê de; û di dema ku navê wî, netenê weke lêstikvanekî lêhatî û nivîskarê sênariyo, belê herwise weke derhênerekî leheng jî, li ser zimanan digeriya û di rojnamegeriyê de dihate xwendinê, ew ji ber cavan winda bû…Xelkê tirkiyê bi hemû çînên xwe ve (Civakî, rewşenbîrî, siyasî û h.w.d.) li ser paşeroja wî gengeşe (Diskusyon) kirin û li ser çarenûsa wî li eskeriyê cudahî peyda bû: gelek ji wan li hêviya vegera wî bûn, bi hisreta ku careke din wî li ser perdeyên sînemê bibênin; û bêgoman di rêya wî re, xwe û jiyana xwe jî bibênin! Lê gelekêd mayin jî, bi dûrkrtina wî rizgariya xwe, ji dêwekî ku li ser singa wan mexel hatiye û bûye bela li ser serê wan, dîtin! Wan bi şev û roj hêvî dikirin, ku eskerî bibe sedema dûrkrtina wî ji cîhana sînemê! Yanjî kûştina wî li wir…Lê ji bextê geş re, ew hêvî û daxwazên dujminane bi cih nehatin û dilxweşiya wan dom nekir?! Yilmaz derfeta çend rojên vehesandina xwe – Jiber êşa movikên pîştê – li eskeriyê bi dest xist û mijûlî karê sînemê û derhênana filîman bû!! Tekez (ta’kîd) li ser hezkirina wî ji hûnera sînemê re û bidestxistina piçûktirîn derfet û bûyerên jiyana rojane jibo çêkirina filîman, derhênerên tirk yê navdar Ardîn Kiral di bîreweriyên xwe de li ser Yilmaz dibêje: “… jiyana vî mirovî gelekî balkêş û seyre (ecêbe)! Wî hemû jiyana xwe di zindan û awarebûnê de desrbakir; herwise bê westan û bihemû tiwaneyên (îmkanên) xwe ve dijî faşiyet û bindestiyê şer kir, bêyî ku yek rojê jî çekê (sîlah) sînemê jibîr bike “(14)!

Di rastiyê de jî karên Yilmaz kêmnemûne bûn; wî guh (nirx, qîmet) ne da êşa di piştê de, çavdêriya eskeran jê re û qedexekirina hatin û çûyînê…Belê wî her sê mehên vehesandina xwe jibo nexwşiyê li Istanbûlê bi kar anî û sênaryo a filîmê xwe “ Gurên birçî “ nivîsand, derhêna û bi xwe jî rola sereke têde leyist?! Lê dema serokatiya eskeriyê jibo vî tiştî agehdar kirin, wan yekser rojên vehesandina wî birîn, ew bi lez û bez vegerandin ciyê eskeriya wî û siza jî kirin: ew ji nîşankirna pileya efseriyê (zabit), – tevî ku li gor qanûnê weke mirovekî xwendevanê ûnîvêrsîtê mafê wî hebû jî – bê parkirin?!
Piştî “Gurên birçî“ Yilmaz Güney dest bi derhênana yek ji filîmên herî balkêş “Mirovê Krêt” (Bêmirês, Nexweşik, Xwînta’l) di wê qonaxê de kir.

Ramana bingehîn a vî filîmî çend bûyerên pêkhatiye, ku di jiyana Yilmaz bixwe de rûda bûn; Dema ew diçû dibistana seretayî, zarokên dewlemendan kenê (henek) xwe bi bîçim û gewdê wî, bi cil û bergên wî yên riziyayî dikirin…Güney bi hostayetî ew bûyer di “Mirovê Krêt” de nîanşanî xelkê kir; jiblî wê jî bi hemû tiwaneyên xwe, hewilda ku qonaxên jiyana xwe û bi taybetî hatina wî nav cîhana sînemê nîşan bide.

Em dikarin bêjin, ku ev filîm weke biyografiya (serpêhatiya şexsî) a derhêner bixwe hatibû; lewra wî bi rastî rola rojnamegeriya arzan, burjuazî û paşverû a ku rojane şerê wî dikrin û asteng jêre peyda dikrin daku neghêje navdariya bilind, bi hûrgilî di vî filîmî de nîşan da. Jiber wê em dikarên bêjin, ku armance sereke a filîm eşkerekirina bêmoralî û bêbextiya civaka feyodal-burjuwazî û lêstikên wan yên qirêj û di pişt perdeyan de dijê bi sedan xortên zêrek û jêhatî, bû. Lewra jibo serketina vê armancê, Yilmaz hemû haletên sînemê: Lêstika pisporane (profêsyonêl), wênegiriya serkeftî, mûzîka watedar û birîna (montaj) hûnandî bikar anîbû.
Filîmê “Mirovê Krêt” di nav xelkê de deng da û bi razîbûneke mezin pêşwazî lê hate kirin; herkesekî ji temaşevanan, li goriya têgehêştina, ji xwe re tiştek tê de dît. Beşekî ji wan ta dawî ramana filîm bikûrî şirove nekir, lê bi kêfxweşî qonaxên jidaykbûna lehengekî lêstikvanê sînemê ji nav refen feqîr û belengazan şopandin; lê gelekan jî, bi taybetî rexnegêr û pisporên sînemê, armanca filîm a rastî têgehîştin û bi dengekî bilind mêraniya derhêner jibo nîşandana babetên wise, ku wê çaxê li tirkiyê qedexe bûn, nirxandin! Loma jî “Mirovê Krêt” di fêstîvala giştî de, li Antakiya sala 1970 ê weke baştirîn filîmê salê hate helbijartinê û Güney jî, xelata baştrîn lêstikvan ê mêr di filîm de wergirt, jibilî wê û di heman demê de jî, wî xelata baştirîn lêstikvan ê mêr a wê salê bigştî û li ser astê timamiya tirkiyê stand!!

Bi vî haweyî em dibênin, ku qonaxa eskeriyê jî nikarîbû rê li pêşiya Yilmaz bigre, dilê dujminên wî hênik bike û vîna wî a polat bişkîne… Belê bi pêçewane (dijberî, berevajî, bile’kis) wî sûdeke mezin ji wê tecrûbê wergirt û zanîbû çawa bikarbêne…
Bi serbestkirina ji eskeriyê qonaxeke din ji qonaxên jiyana Yilmaz Güney a hûnerî û têkoşanê kotasî pêhat; da ku qonaxeke nû pir li serketin, ezmûneyên nû, serêş, berxwedan û xebat jibo bidestxistina armnacan destpêkir, a ku ez bêtirs dikarim bêjim, bû xala (nuqteya) guhertinên mezin ne tenê di dîroka sînema tirkiyê de, belê herwise jî di dîroka sînema welatên “cîhana sêhemîn” bi taybetî û dûnyayê tevî de bigiştî…

Yilmaz Güney, ew kêlîka (firsend, dem), ku gel dixwest dengê rastiya jiyanê bibhêze û wî kesê ku hêviyên wan, yên bi salan li bendê bûn eşkere bike, bibênin, ji dest berneda…Wî bi şêweyekî hasan û zindî, li ser xwe û bi dengekî nerim, bêtirs û bi bawerî hêviyên xelkê şirove kir!

Güney romanên wêjeyî (edebî) afirandin, çîrokên rêalîst nivîsandin û filîmên sînemê yên pir’ bi nirx çêkirin ne bi armanca daneheva dirav û hezkirina navderixistinê bû, yanjî jibo razîkirina hin hêz û kesan bû!
Belê wî ew xebat kir jiber hezkirina wî ji mirov û jiyanê re mezin bû, lewra wî temenê (emrê) xwe û hêmniya jiyana xwe a ku dikarî xweş be, diyarî wan kir; ew bi tihawî razî nedibû, ku li ser naheqî û zordestiyê a ku li dora wî dibû, bêdeng bimîne…Ev bû sedema serek û armanca hemû xebatên wî.

Di destpêkê de Yilmaz cudabûn (ciyawazî, ferq û meylî) dixiste navbera mirovên gund û yên bajaran; navbera şêweyî jiyana gundîtî û bajarvaniyê de; û li gorî wan berheman jî, ew eşkere meyldarê gundiyan bû!
Lê bi demê re û li ser bingeha dirustbûn û pêşveçûna hişmendiya wî a siyasî, ew nerîn li ba wî hate guhertinê; êdî destpêkir ne tenê ji aliyê cografî (cih û war, erdnîgarî) ve temaşiyê jiyana mirovan bike, belku zêdetir ji aliyê hest, helwêst û nerînên wan beramberî pirsên bingehîn, yên jiyana civakê ve!
Yilmaz, ev mirovê sade, nefispiçûk û dilovan hemû hêvî, êş û derd, xwein û xeyalên mirovên belengaz, hejar û bêçare dane ser milê (şanê) xwe û di dilê xweyî mezin de xwedî kirin! Ev yek bi zelalî di nameyekê de (10.07.1972) ji nameyên wî, yên ku berdewam ji girtîdîxana (zindan) „ Selemiyê“ ji kebaniya (xêzan, jin) xwe Fatime re dişandin eşkere dibe; tê de dibêje: „…Hezkiriya (xweşewîsta) min, ji me re di jiyanê de nehatiye nivîsandin, ku em bi xweşî û bêtirs bijîn, ew jî jiber sedemeke pir’ sade ye; Em hest bi êş, kul û xemên kesêd mayin dikin û weke êş û derdên xwe dihejmêrin (hesab dikin)… Jiber dilê me li ser xemdariya kesên ku em wan nasnakin jî di êşe û hêsrên wan dilê me parçe parçe dike…Me hêsir li ser pisîkan (kitik, pişîle) jî barandin û me sirûşt û hêlînên çivîkan (çûk, çoleke) jî parastin… Hezkiriya min! Çendî (çiqasî) xweşe, ku ti hevbeşê êş û derdên xelkê be! Çiqasî tiştekî mezine, ku ti mirovan ji tengasî û dilxemgîniyê rizgar (xelas) bikê… Min di jiyana xwe de, gelekî êş û derd kişandiye, lê tevî wê jî çiqasî ev jiyan xweş û bedewe!! Ji mirovan hez bike, alîkariya wan bike û bihêle ku ew jî ji te hez bikin; ji jiyanê dilsar nebe, bila dilxweşî ji te bi dûr nekeve; di vê jiyanê de, dijî êş û derdên xwe bi dilxweşî (kêf û e’şq) berxwe bide…“*.
Gotinên di vê nameyê de, yên hasan û sawa nîşan didin, bê çendî dilê vî teyrê zindankirî mezine û mirovheziya wî ji dile; bê çiqasî dilsoz û wefadarê prênsîp û bîr û baweriyên xwe ye; bê çiqasî wî bi hemû tiwaneyên (imkanên) xwe nivîsar û berhemên xwe yê hunerî xistine xizmeta mirovên ku ji wan hez dikir…! Dosteyêvskî, nivîskarê rûss yê mizin û navdar dibêje: „…Mirov bi serê xwe tenê, nehêniyeke (sir’eke) ji nehêniyên jiyanê, jiber wê pêwiste mirov bêwestan lê bigere. Jibo vê armancê lêhêja ye, ku mirov jiyana xwe jî li ser bike…Ez li vê nehêniyê û çareseriya wê digerim, dêmek (tê wê wateyî, yanî) ez mirovim…“.
Bi dîtina min, Yilmaz ê mirov hewil dida, daku bighêje vê armanca pîroz û bikaribe wê nehêniyê şirove bike?!!

Di destpêka salên 70 yî de, ji sedsala buhurî, ezmûna (tecrube) Güney di hunera sînemê de bi hêztir û xwirttir bû. Wî destpêkir ew huner, a ku tê hejmartin „ giringtirîn humer “ jiberê zêdetir weke çek di şerê xwe de djiî çînên serdest û desthelatdaran bi kar anî. Wî bawerî bi wê yekê anî, ku hunermendê rastteqîn (rastî, dirust) gereke xizmeta berjewendiyên gel û pirsên (problêmên) wan yên çarenûsî bike! Di vê derheqê de, ew dibêje: „ Gereke hunermendê rastî û rêalîst têkelî (tevî, bikeve) jiyana gel bibe û li tenşta wî raweste, yan na û na ew nikare bigihêje armancên rastiyê… Erkê hunermendê gelêrî ewe, ku rastiyê bighêne xelkê, ew rastiya ku ji aliyê zordestan ve tê veşartinê…Armanca min ewe ku ez wê rastiyê bighênim timamiya gel û ezê jibo bidestxistina vê yekê xebatê bikim…“(15).
Gotinên Güney û ramanên wî „ li ber bayê ne çûn“, wî bi ce’dî û bê mandîbûn xebat kir, daku ew xewna wî a mirovayetî bi cih bê! Di rastiyê de jî û li ser bingeha ezmûna xwe ya dewlemend, wî di demeke kurt de filîmê xwe yê giranbuha „Hêvî „ derhêna, ê ku bû kevirê bingehîn di hunera wî ya rêalîst de û herwise jî xelekeke pir’ giring di zincîra filîmên wî yên pêşerojê de. Di derheqa vî filîmî de, derhêner tirk Ardîn Kîral wise dibêje: „ Filîmê Hêvî gevirê bingehîn yê avahiya sînema tirkiyê danî û ew têhejmartinê weke destpêka hemû destpêkan; di dîroka sînema tirkî de yekem car bû, ku babetên rêalîst eşkere û bi rastî dihatin nîşandanê; yekem car bû di dîroka hunera me ya sînemê de, ku filîmekî wise sade tê çêkirinê; bûyerên wê yên jiyana civaka me ya rojane bûn, ne weku trdîtsyona filîmêd me yên mayin, ku timî aliyên bedew û xeyalî nîşanî temaşevanan didan…“ (16).

Rastî jî, filîmê „Hêvî“ di dîroka sînema tirkiyê de tê hejmartin, ji aliyekî ve weke gulleyekî (fîşek) ber bi singa kesên faşî, paşverû û hemû çînên zordest li ser serê miletên di welat de, û ji aliyê din ve jî, ew jibo milyonan kesên bindest û bêçare, bû weke gulîstaneke pir’ li kulîlk û nêrgizan, hêlîna xewin û hêviyên wan… „Hêvî“ bû mizgîniya jidaykbûna hunermendekî ji nav gel û jibona gel; hunermendekî, ku wê rojekê ji rojan bibe cihê serbilindiya ne tenê miletê xwe, belê herweha a mirovayetiyê bi giştî!! Ev filÎm bû motika hunerekî rêalîst, ê ku di pêşde wê bibe şahid li ser bindestî û rebeniya wîmiletê ku derhêner jinav derketiye!
Derhênera tirk a navdar û pêşverû Sema Buras – Ew jî jiber zordariya dewleta tirkiyê li derveyî welat dijî – di gotareke xwe de li jêr sernivîsa „ Padîşahê krêt hêviyan ji me re tê ne“ di derheqa vî filîmî de wise nivisandiye: „…Min çavreşî avêtibû filîmên tirkî yên bazirganî û arzan, û min qet (hîç, tucarî) ne dixwest li wan temaşe bikim; jiber wê ez pir’ kêm diçûme eywanên (salonên) sînemê…Lê carekê ji caran tiştekî rûda ku hîç ne li bala min bû; berî 12-e salan min bi tesadufî di eywaneke sînemê de filîmê „Hêvî“ dît! Dema min ew dît, ez ketim nav sergêjiyê de û hesteke tarî û ne normal bi min re çêbû, a ku berî wê tucarî bi min re çê ne bûbû…Wê çaxê min bêhneke kûr û dirêj veda û di dilê xwe de got: vaye ronahiyeke melûl (piçûk, Cilmisî, hûr) di sînema me ya tarî de xwiyanî kir. Ez dikarim bêjim û bê mezinbûn, ku filîmê Hêvî şoreşeke rastteqîne di sînema tirkiyê de çêkir. Derhênerê filîm, akterê herî navdar û hezjêkiriyê, min, û xelkê tevde, Yilmaz Güney bû…Birastî ev filîm rûdaneke nû û serketiye…Pêwiste em timî lê vegerin û jê hîn bibin, nexasime em, derhênerên gênc (xort, ciwan, nûhatî)…(17)
„ Hêvî „ ev filîmê wise giring, di nava du mehan de hate amadekirin û di payiza sala 1970 î de li fêstîvala sînemê a seranserî (li ser astê, timamiya) tirkiyê, li bajarê Adena hate nîşandan! Ew di fêstîvalê de bû bûyra herî balkêş, lewra „Hêvî „ xelatên sereke yên wê wergirtin; ew hate hejmartin weke filîmê salê yê herî baş, sênaryo ya wî jî a herî serketî di wê salê de û Y.Güney bixwe jî xelata baştirîn lîstikvanê rola mêran stand… Lê tevî vê serketina mezin û nirxandina bilind ji aliyê komîta jûrî, rexnegirên huner û temaşevanan ve jî, desthelatdarên tirkiyê nîşandana filîm di eywanên sînemê de li seranserî welat, bi behaneya (hincet,biyanû) ku filîm „rastiya civaka tirkiyê şaş nîşan dide„ bi hemû şêweyî qedexe kirin?! Ma gelo ev tişt ne ciyê pirs û ser-sormandinê ye? Lê ya hîn ji wê xerabtir, wan (desthelatdaran) nehiştin ku „Hêvî„ (tevî ku jûrî, rexnegêran û hemû hunermendên beşdarîbûyên fêstîvala Adanê biryar dabûn, daku filîm ê Güney nûnerêtiya tirkiyê di fêstîvalên derveyî welat de bikê), ji welat derkeve û beşdarî di fêstîvalên navneteweyî de bike?!!
Pêwiste bê gotinê, ku tevî çetnahî (zehmetî) û çavdêriya xwirt û berdewam ji aliyê dewletê ve, Yilmaz bi serhişkiya xwe û alîkariya çend hevalên xwe dikarîbû „Hêvî“ parçe bi parçe û bi dizî bişêne derveyî tirkiyê!
Piştî wê û li ser pirsa rojnamevanan, ku wî zakonên dewletê binpê kiriye û xwe tawanbar kiriye?! Güney wise bersiv dabû: heger ev karê min tawanbarî bê, ez pê serbilindim; jiber ez dizanim, bê encamên xebata min, wê çibin…Çi li hundirê welat û çi jî li derveyê wê…
Di rastiyê de jî, gotinên Yilmaz li boşê derneketin û gomanên wî di cihê xwe de bûn; europiyan bi xweşî û pesindan pêşwazî li „Hêvî„ kirin û yekser jî di fêstîvala navneteweyî de a sînemê li bajarê Grênopl ê, xelata taybet a komîta jûrî wergirt! Jibilî wê jî ew bi serkeftineke mezin li gelek welatên europa, asiya û afrîka bakur hate nîşandanê. Govara tûnisî a bi zimanê ferensî (Jon Afrik) ev filîm weke baştirîn filîmên „welatên sêhemîn“ li cîhanê binavkiri…(18).
Bêgoman filîmê „Hêvî„ navê Güney weke derhênerekî navneteweyî bilind kir; êdî berhem û navê wî di çarçoveya fêstîvalên sînemê yên navneteweyî de bû cihê balkêşan û gengeşê; rexnegêr û pisporên sînemê li gelek welatan dest bi lêkolîn, nivîsandin û helsengandina (teqî’m) berhemên wî kirin. Şûffê di govara „Lê Fîgaro“ de nivisand: „…Zîrekbûneke kêmnemune ye jibo birina temaşevanan ber bi bîrkirinê ve…“ Herwise rojnama „Lê humanîtê“ li ser hêvî û jibo temaşevanên ferensî wise nivîsand: “…Werin temaşe bikin.. qehremanê filîm prolîtariya bi xwe ye…qehremanê fim birayê we ye…“(19).

Rastî jî, temaşevanên sade û belengaz xwe û jiyana xwe bi xweşî û nexweşiyên wê ve, di fîlîmên Güney de didîtin; temaşevanan, di nav wan de pisporên hunera sînemê jî, dema ku filîmên Güney didîtin diketine serkêjekî û gomanan de, gelo ev belgenameyîne (dekûmêntalin) yan jî lîstkvanîne (çêkirîne, çîrokbêjin)?!
Di vê derheqê de, rojnama „Parîs de Matş“ wise nivisandiye: gelo ev filîm dekûmêntale yan jî hêzeke xeyalî ye…? Ew rastiya jiyanê wise nîşan dide, ku ji temaşevanan re pir’ çetine cudabûnê di navbera belgenameyî û lîstkvaniya wî de bibênin…!

Belê, vî hunermendê rêalîst ji hindur ve û bi çavên vekirî û dûrbîn temaşeyî nakokî û nexweşiyên civakê kir; wî bi bawerî xwe nêzîkî xelkê kir û havbeşî êşên wan bû, daku bikaribe bi dilsozî şirove bike û nîşanî ne tenê wan, belê cîhanê bi giştî, bide! Tekez li ser vê yekê, rexnegirê sînemê yê yûnanî ê navdar Dîmîtrîs Zaniyakîs wise nivîsandiye: „ Yilmaz Güney wêneyên rewşa jiyana rojana a gel kişandiye. Jiber wê, bûyerên filîmên wî bûne belgenameyên zindî li ser belengazî, paşdemayin û zordariya gelê wî yê bindest.“ (20)

Gelek caran çetine ku mirov bikaribe filîmên rêalîst, yên ku bi hunereke bilind ve hatine hûnandinê şirove bike; ew jî weke perçeyên mûzîka xweş: timî di nav awazê wan de hêzeke nedît heye, ku mirovî bi ser xwe de dikşênin, bê ku mirov bikaribe bi gotinan pesin bide…Jiber wê ezê li vir di derheqa „Hêvî“ de, çend gotin û nivîsarên rexnegirên sînemê, nivîskar û hunermendên cîhanî yên navdar bi weşênim, daku xwendevan xwe bixwe, li ser hukum bike:
Filîmekî ecêbe…dihêle ku mirov timî li ser piyan be…
Ev filîm bi mêjiyekî mezin û pir’ bi zelalbûn hatiye çêkirinê…
Netenê divê, belê pir’ pêwiste ku bi milyonan kes vî filîmî bibênin!!
Çarliz Hîpdu
Bêgoman, Yilmaz têhejmartin derhêner û lêstikvanê sînemê ê yekemîn
di welatê xwe de!
Govara -Farêtî-Newyork

Dengekî ecêbe…Karekî hunerî payeberz û belkêşe!
Bi rê ya vî filîmî, me sînemeke din naskir, a ku berî niha nenas bû!
L.Çarliz, rojnama -Frans Siwar-
Berhemên sînemê yên wise cid’î û hunerbilind tanî vê sewiyê, pir’ kêmin!
L. Şûffê -Lê Fîgaro-
Filîmekî pevgirêdayî ye û mirov ber bi xwe ve dikêşe. dihêle ku
temaşevan jî pêre serîhildin! Birastî jî wise dike, daku miro dinava
xwe de bikele! Ev Filîm rûdaneke giringe!
Govara – Pozîtîv- N.T.
Vê çîroka hunerî em tevlîhev kirin…
Bi îmkanên xwe yên seretayî (piçûk, besît) û hozanvaniya xwe,
me dixe sergêjiyê de…Tiştekî dûrî aqilane… Di sînema tirkî de tiştekî
nû peyda bû (hate dîtin)!
R.Pînayon. Govara fransî “L’Buan”
Bi hozanvaniya xwe, bi rêalîta jiyanê û bi sadebûna xwe, sînema
tirkiyê a nû damezirand (ava kir) !
Lîs Lîtêrs (françasîs)
Bêgoman, ew (Y.G.) baştrîn akter û serkettirîn derhênerê sînema tirkiyê ye!
Pêter Brûk / Tonî Rîçardson
Filîmeke, pêwiste mirov li ser raweste û bîr lê bike!
Rojnama ferensî “Parî Matş”
Ev filîm pir’ bedewe; ew nûnerê rêalîzma nû ye. Berdewam bala mirovan dikşîne ber bibîrkirnê ve li ser rewşa jiyanê. Filîm rexne li rêjîma desthelatdar dike, a ku bû ye sedemê hêsirbarana xelkê û bindestiya miletê derhêner! Derhênerê filîm dibêje: ”min ne filîmê sînemê kişandiye, belku zêdetir min jiyana rojane a rastteqîn nîşan daye”. Jiber wê ew kete nav rêza çîna xwe û di hemû jiyana xwe de, xebat jibo rizgariya wê kir!
Marsêl Martan, govara “Êkran” çileya paşîn, 1974
Li hemberî filîmekî wise, Mirov dikare çi ji rêzlêgirtin û rawestana bêdeng zêdetir bike?! Eve zordestî! Eve kedxwarî! Eve belengazî… Ev hemû tişt îro li tirkiyê hene…
Govara “Deng û Reng“

Gereke em ji du aliyan ve temaşeyî vî filîmî bikin: Ji aliyekî ve; ew bi şêweyekî rêalîst rewşa jiyana gel nîşan dide. Ji aliyê din ve, ew bi hemû wateyan filîmekî siyasî ye; bûyerên filîm çîroka malbateke belengaze, a ku li devereke jibîrkirî û pir’ feqîr li tirkiyê dijî. Xelkên wê deverê êşa bindestiyê bi hemû şêweyên wê dikşênin…Ev filîm hêzeke mezin dide pêşvebirina sînema pêşverû a cîhanê…Bi vî filîmê xwe, derhêner kete pêsîra (li hemberrawestan, rûbirû) rêjîma desthelatdar de…Babetên ku Yilmaz nîşan dide, dîtina wan di sînema siyasî de bi giştî, pir’ kêmin.
Luîs Şaufêt

Berî derhênana vî filîmî, Yilmaz dizanîbû, ku wê ev yek tehlûke jê re bêne, lê tevî wê jî wî filîmekî wise, ê ku ne tenê li tirkiyê belê li seranserî cîhanê jî deng da, çêkir. Piştî pîşeya (mihne, sine’t) akteriyê, wî êdî dest bi derhênana filîman kir. Wî bixwe kamêra xwe hilda ser milên xwe û li hemû deveran geriya, daku filîmên di mêjiyê wî de meyî bûn çêbike…”hêvî” bûyerên filîmê “Dizê bisklêt (paskil) “ yê derhênerê îtalî Vîtoryo De Sîka, tênê bîra me, lê ji aliyê teknîkî ve, ew filîmên Sovyêtî (Yekîtiya Sovyêt) yên “ Bê deng ” bibîra me tîne. Di filîm de diyar dibe, ku Yilmaz pirsgirêkan ne bi rê ya lav lav û girî nîşan dide, belê ew bi mêranî û zelalî bîr û baweriyên xwe pêşkêşî temaşevanan dike. Ji bûyerên filîm diyar dibe, ku Yilmaz bi yekcarî biryar da ye ku bikeve nav rêzên gel de, ew gelê belengaz, hejar û jibîr kiriî; yê ku di heman demê de jî, ji jiyana xwe dilteng bûye û vîna wî a xebatê jibo azadiyê heye. Ev yek di rê ya meşa protêsto (dêmonstratsiyon) de a ku Yilmaz di filîm de nîşan dide, diyar dibe. Ew nîşan dide, bê çiqasî xelk ji jiyana xwe bêzar û dilteng bûye! Lê ew bi zanebûn û hostayetî jî nîşan dide, ku gel hêjî negihêştiye pileya (sewiya, derece) xwerêkxistin û serhildanê. Ev raman bi zelelî di rabûn û rûniştina qehremanê filîm de diyar dibe; nexasime ew berdewam dikeve xewin û xeyalên dirav û qesir û qonaxên mezin û xweş de…Cebar (qehremanê filîm) jibo bidestxistina wan xewnan, û gera li zêr û diravên dibin erdê de, hemû tiştî winda dike û bixwe jî dîn (şêt) dibe! Güney bi rêya qehremanê xwe, cilikê li ser hemû e’yb û A’rên (kêm û kurtiyên) civakê dirake, bi taybetî paşdemayina baweriyên olî yên pûç û vale; her wise ew zordariya koledaran (kolonyalîstan) jî li ser navçeyên xwe nîşan dide…Gereke em guh bidin filîmê “Hêvî” û şirove bikin weke berdewamiya rê ya rêlaîzma nû a sînemê; lewra ew dikare vê rê yê bi xwirtî bi pêşve bibe…”
Can Lûp Basîk- govara “Sîneme“ Sala 1973

Helwêsta Yilmaz Güney zelale, ew bixwe dibêje: “ Ez yekem ji wan kesan (mirovan) yên ku dijî çînên zordest şer dikim…Miletê me hetanî vê kêliyê jî, heqî ji naheqiyê cuda nake û bi zelalî jî başiyê ji xerabiyê dernaxe. Ew berdewam (timî) li hêviya tiştekî ye. Li hêviya çi ye?! ew nizane. Filîmê min bersiveke zelale ji van pirsan re; di welatê me de pir’aniya xelkê li hêviya tiştekî ne; bêgoman ew hêviya wan di heman valehiyê de ye wek a ku di filîm de ye…Mixabin ev yek hîn berdewame…”. Tiştê ku Yilmaz hetanî vê gavê ji sînema tirkî re pêşkêş kiriye, daxwazên gel têr nake û bersiva hemû pirsên wî yên civakî, siyasî û aborî nade. Di tebaxa sala 1970 î de Yimaz digot: “Jibo çêkirina filîmekî nû, dibe ku ez werim girtinê; ez dizanim, ku wê ev filîm li welatê min we re qedexekirinê û jibo wî jî, ezê bikevim girtîxanê (zindan, hebis) de, lê ev hemû jî nabe tehlûke û kelem (asteng, rêgir) jibo xebata min…” Desthelatdar li behanekê digeriyan, da ku Güney bigrin. Bi vî hawî û bi hinceta, ku ew alîkariya „şoreşgeran” dike, 17 adara 1972 an ew girtin. Di dema hazir de ew girtî ye û jibo azadiya wî jî, komîteke navneteweyî ji navdarên sînema cîhanî pêkhatiye.
Magî Itson

Bêgoman di derheqa „Hêvî“ û derhênerê wî de gelek gotin û nivîsar hene; ez li vir dixwazim bi çend parçe komêntarên Yilmaz bixwe li ser vî filîmî, kotasî bi wan bênim: “ Di derheqa „Hêvî“ de ez dikarim bêjim, ku bi hatina nav pîşeya derhênanê û dirustbûna baweriyên min yên siyasî, min bi yekcarî dest ji çêkirina filîmên bazirganî, yên ku babetên wan temaşevan benc dikirin û dûrî rastiyê dixistin, kişand…Min dst bi çêkirina qehremanê rêalîst û erênî kir; herwise jî min hewil da babetên jiyana zindî a rojane nîşan bidim û şirove bikim…Min bi yekcarî xatirê xwe ji kotasiyên (dawiya) xweş û dilşad di filîman de, yên ku sînema Emerîkî a jehirkirî em hîn kiribûn, xwest…Vî filîmî efsana „Qehreman“ ê ku dikare hemû tiştî bike, herdem serketî be û qet zora wî naçe, şikand; jibilî wê jî, filîm ramaneke nû pêşkêş kir, naveroka wê ew bû, ku xebata bi tenhayî û hêza bi serê xwe, bê sûde û nagihêje armancan; jibo çareseriya rast, pêwist gel destê xwe bide hev û xebateke siyasî bi rêkxistin û li ser bingeha ramanên pêşverû, bike…Bêgoman ramanên wise tehlûke ya mezin bixwe re tênin; ez bawerim pir’aniya temaşevanan jî ev mebest (raman, mexsed) wergirtin, lewra ev yek naveroka nama mine di rê ya sînemê de…“(21).

Raste, jiber wê jî, vê xebata hunerî a giranbuha di dîroka sînema welatên „Cîhana sêhemîn„ de, girngiya navneteweyî stand û derhênerê wê jî weke hunermendekî navdar li ser asta cîhanê hate naskirinê! Jiber wê, lê hêja ye ku em ronahiyê, heger ne bi xwirtî be jî, bavêjin ser bûyerên wê…

Bûyerên filîm, pir’aniya wan li bajarê Aden ê çê dibin. Qehremanê filîm „Cebar„ (Yilmaz bixwe bi rola wî dirabe) şofêrê hentûrê (e’rebe a ku hesip dikşênin) ye, wî jiber naheqî û zodariya Axa (kesê feyodal) ji gund barkiriye û hatiye bajêr, bihêviya ku rewşa jiyana xwe xweştir bike! Cebar bi şev û roj li ser wê hentûra kevin, a ku du hespên lawaz (jiber kêmbûna êm -xwarinia sewal-) li pey xwe dikşênin, kar dike. Gerekê bê gotinê, ku herdu hesip jî ne ê wî bûn, wî bi alîkariya dostekî xwe bi deyin kirîbûn! Roj û meh desrbas dibjn…lê hatina (nirxê keda wî) Cebarê belengaz di rojê de ji 10 lîre derbas na be?!
Li vê tofanê.. ma gelo wê heft mirov (kufletê malê) çawa bi van pereyên hindik bijîn?! Bi derbasbûna demê re, deynê wî perîşanî zêde dibin û hejmara deyndaran jî pir’tir dibe…Eşkereye, ku Cebar nikare deynên xwe bide; ma ji kudê gelo…çare çi yê?? Cebar dest bi kirîna kaxezên lotorî (yanesîb) dike, bihêviya ku hinek dirav (pere) qezenc bike, ew hêviyên mezin li ser wan kaxezên „bê îman“ datîne…lê berhem nîne…hemû kaxez vale (bê qezencî) derdikevin û pêre jî hemû hêviyên wî winda dibin…Cebar, di feqîrî, hejarî û xwenên xwe de ne bi tenê ye, belê dostekî wî „ Hesen“ ê barhilgir (hemal, ê ku çewalan li pişta xwe dike) jî heye…Hesen, sedî sed bawer dike ku gencîna (xezîna) zêr û zîv di bin erdê de heye û hemû hêviyên xwe pêve girêdane; jiber wê û bi lave lavê (qorban û heyran) hewil dide, ku Cebar jî bênê ser wê baweriyê û projeya xwe bibe serî: „…Heger te bi gotina min bikê, emê xwe û kufletên mala xwe ji vê rebeniyê rizgar bikin…Berî demekê min ew Şêx dît…Aaax, birayê Cebar, heger ti wî bibênê, tê bêje qey ev welîyeke ji awliayên xwedê yên herî salih…Heger em wî razî bikin û bê a’yat û sûretên qora’nê bixwênê, emê misoger gencînê bibênin…“!
Lê wê çawa Cebar bi gotina wî bike û ew di dilê xwe de dibêje: “ Hêviya Hesen xeyale û dûrî a’qilane…Çi bêhişe, ev barhilgirê belengaz, wî birastî xistiye serê xwe de, ku bi du’a û selewatan wê gencîna zêr bibîne…“?! Na û sedcarî na, Cebar bersiva Hesen dide û baweriyê bi wan hêviyên pûç na ênê…Lê deyndar deynên xwe dixwazin…Zarok pirçîne…Hentûr riziya ye û pêwistiya wê bi çakkirnê heye…Kaxezên lotorî vele derketin…Di encam de dest vale ye…
Aaax ji derdê feqîrtiyê, feqîrî tawane, kuf’re û ew barekî girane ne tenê li ser milê dê û bavan, belê herwise jî perîşanî û rezîliyê ji zarokên piçûk re jî tînê…Di dibistanê de, zarokên Cebar, jiber cilên xwe yên riziyayî, qirêj û pînekirî dibine ciyê pêkenîn û qerfên zarokê dewlemendan, jiblî wê jî û jiber feqîriyê ew bê defter û qelemin û nikarin dersên taybet jî werbigrin; ma gelo bi vî hawî wê çawa di xwendina xwe de bi serbikevin?!!
Her hevdîtinek di navbera herdu dostan (Cebar û Hesen) de, bi dilmanî, hesret û nûkirina birînan kotasî pê tê! Ji gotinên wan herdu perîşanan xwiyanî dibe, bi taybetî dema ew di ber dikana şêranî û goşt re diçin, ku wan di jiyana xwe de goştê birajtî, kebab û hetanî bi şêranî jî nexwarine!!
Hesen careke din çîroka gencîne û şêxê salih jê re dibêje, lê Cebar berxwe dide: „Hesen, ev çi xewin û xeyalên pûçin, ku ti xwe bi wan dixabîne…“ pişta xwe didê wî û diçe, daku ji xwe re çend qirûşan peyda bike…Lê malxerabûna mezin û tiştê ne li bîra tu kesî rûdide (diqewime)…! Cebar hentûra xwe li ser rê û li bin siya darekê radiwestêne û diçe daku pakêteke çixaran ji xwe re bikre…Dema wî dixwest nirxê pakêtê bide, ji nişkave û bi borîniya hespê re dengê terqîniyeke mezin hate guhê wî… Cebar li cihê, ku deng jê hat zivirî…Çi bibîne…Hespê lawaz li erdê dirêjkirîye û li ber sikratê mirinê ye! Li vê malwêraniyê… hêviya malbatê û çavkaniya sereke a jiyanê, di nav gola xwînê de digevize…Nêzîkî hentûrê, otombîleke (tirempêl, makîne, e’rebe) mersîdis ji yên buha, a ku li hespê xistiye, rawestiya ye! Mêrekê zikmezin, bi gumlek û kravat jê peya bû û bêyî ku berê xwe bide hesip, wî tenê li otombîla xwe mêze kir, daku bizanibe ka şixtik lê ketine yan na?! Ma gelo jibo wî çi bi nirxtire (buhatire)? Hespê lawaz yê di nav xwînê de, yan jî tekel û boyaxa (reng, subix) otombîlê? Bêgoman boyaxa otombîlê buhatire! Ev zakonên burjiwaziyane; ev perwerda rêjîma serdest û civaka genî ye…Mêrikê qelew (dagirtî, şîşman) ber bi Cebar ve tê û bi hêrs jê re dibêje: „ …Dilê te hênik (rihet) bû bê te çikir, hey bêmirês…Ti dibînê bê çi bi otombîlê hatiye, haa…Ti çawa hentûrê li ser rê bi cih dihêle hey kurê k…? Cebar, di cihê xwe de matmayî maye…Ew bawernake bê çi dibhêze û di nava xwe de dikele…Awireke dawî avête ser hespê mirî; hiş di serî de nema, ber çavên wî tarî bû û bi hemû hêza xwe ve êrişî mêrikê zikmezin kir: „…Hey kurê dêlikê, ti çi dibêjê…? Te hespê min kuştiye û hîn jî bê şerim û fedî, ti behsa boyax û şixtikên otombîlê dikê…?!! Lê yekser rûdan (Pirs, mesele) hemû diçe binkeya (navenda) polîs “navenda wekhevî û mafparastinê“; pirs dikeve ber destê parastvanên zakonê, yên ku ew li gorî berjewendiyên xwe hûnandine!
Win, xwendevanên birêz xwe bixwe hukum bikin: du mirov li ber ofserê (zabitê) polîs radiwestin; yek bi gumlek û kravat, zikmezin û efendî ( yekser bi qedir û qîmet kursî jê re datînin) û yê din jî hejar, pepûk çavbitirs û cilqirêj û pînekirî…Ma wê kî ji wan herdiwan tawan bar bê gelo? Ev pirs yekser di mêjiyê ofser de çû û hat! Bersiv (li gor zakonên ku berêeşkere ne) sedî sed wê mirovê hejar û cilqirêj be! Ma dikeve a’qilan de, ku ev mirovê jixweheskirî û efendî bibe sedemê rebeniya kesên din? Zakonan binpê bike? Serêşî û teşqeleyan ji xelkê re dirust bike? Nexêr…Naaa… Ofserê polîs baş dizane, bê kî di civakê de sedemê serêşî, teşqele û problêman e; ew nahêle ku pepûkê Cebar lêvên xwe jî ji ser hev rake û bersiva xwe bide! ew yekser bi ser de diqîjêne: “… huss, bêdeng be, pêzewang û rezîl…Winin yê çavkaniya qirêj û serêşê…Winin yê ku…Offf…ji derdê we, emê kengî ji we rizgar bibin…”?! Pepûko Cebar(di dilê xwe de got), ma te nizanîbû ku ji destpêkê de ti tawanbarî…Ma te nedizanî ku nirxê tekel û boyaxa otombîlê ji yê te û hespê te buhatire…Ma jibîra te çûbû, ku di bin siya zakonên rêjîma desthelatdar de, mafê te tine, daku ti jiyaneke dilhênik û bi rûmet bibê serî…!! Cebarê perîşan bi dilekî şikestî hespê xwe birêkir, bire çolê avête binya çalekê û bû xwarina teyir û balindeyan…Bi dilekî melûl û serî di berde, Cebar ber bi malê ve vegerî…Wê çi ji xêzana (jin, kebaniya malê) xwe re bêje? wê çawa rûdanê ji zarokan re şirove bike? Gereke dirav peyda bike, daku zarok tî û birçî nemênin…Gereke deynê xwe bidê…Gereke…û gereke…lê çawa û bi çi şêweyî?? pirsên bê bersiv!
Bi şev xew li çavên wî nakeve û di nav livînan (nivînan, cilkên xewê) de ji xêzana xwe dipirse: Ti çi diêje, heger ez di musim de herim daneheva pembû? Yanjî, ti çawa dibîne, heger ez herim gund û xwe bavêjim bextê Axa, yê ku min xulamtiy (xizmeta) wî dikir…?! Belengazo Cebar, ma haya kê ji mirina hespê te û birçîbûna zarokên te heye? Yanjî, ma ti bawer dikê, ku Axa dilbirehm û mirovhezin? Ma ne te jiber zilm û zordariya wan berê xwe da bajê? „…çi biserê min ketiye, ku hespê te kuştine, heyy kurê…ma min ji te re gotibû dev ji gund berde û here bajêr, haaa…? Li bajêr ne hesip tenê, dimirin…jiber çavên min winda be, yella, bera bajar zikê te têr bike…welî be…“ Bi van gotinan Axa bersiva lave lava Cebar da!
Cebar li karekî diger; li vê taxê li wê taxê, li vî deriyî dixe li wî deriyê…Lê hemû hewildanên wî bê encamin.
Yilmaz Güney bi derhênana hunerî a payeberiz û bi pêkanîna rola serketî, baş nîşan dide, bê çawa di civakeke wise de, mirov dibe dijminê mirovan; ji neçarî ew hemû rê yên ne rewa: dizî, şêlandin, lêdan û kuştinê digrin tanî bikaribin xwe û zarokên xwe xwedî bikin…feqîrî û birçîbûn dibe sedemê têkçûna pêwendiyên normal û hêmin ne tenê di nav cîran û dostan de, belê herwise di nav kufletên yek malê bixwe de jî! Yilmaz vê yekê bi hostayetî di rê ya çend bûyerên ku di mala Cebar de rûdidin, nîşan dide: Dê, bi kulma û bê rehim li kurê xwe yê piçûk dixe, jiber wî jiberdêla ku xwê bikre, çûye 25 qirûş daye bi kiriya bisklêt û lê siwar bûye…Di malê de hêlemane, şîv ne hazire, hewar û qîrîna giriyê zarokane her yek bi ê din re şer dike…Di wê kêliyê de, Cebarê westiyayî, dilşikestî û bêhêvî mayî, dikeve Malê de…Dema ew vî wêneyî dibîne, yekser êrîşî xêzana xwe dike û dide ber boks û piyan; ew hemû kerb û kulên jiyanê, yên ku dane dilê wî, di serê wê rebenê ve (a di bingeh de bêgunahe) derdixe! Li ser êkranê wêneyên ecêbmayî û kêmnemûne xwiya dibin! Bi rastî jî, ne ji valehiyê hatiye nivîsandinê: „ filîm bi drêjahiya xwe, dihêle ku temaşevan li ser piyan be….“ Cebar neçar dimîne, ku hemû tiştê malê, hetanî bi demança (a ku li ber wî pîroz û giringe) xwe jî dide ber firoştinê…Lê bextê reş ti kes tiştên wî, hetanî bi demançê jî, nakirin…Ew bi nerimî û guhdaneke mezin demança xwe di nav paçekî sipî de dipêçe û dixe bêrîka xwe de…Di wê navberê de, yekî diz ê bêrîka (pêxwas) çavdêriya wî dike û dide pey wî hetanê keysa xwe lê bêne (Bêgoman ew jî perîşanekî weke Cebar e, feqîrî û brçîbûnê wise lê kiriye, ku ew hînî vê pîşe ya krêt bibe)…Piştî qasekê (qederekê, kêliyekê) û di quncekî de, wî destê xwe xiste bêrîka Cebar a ku demançe tê de ye…lê ji bextê wî yê reş re, Cebar hest pê kir; bi destê wî girt û bi hemû heza xwe ew avête erdê û bi boks û piyan kete ser zikê wî de ( ev wêne, gelek bûyerên navdar yên sînema Yekîtiya Soviyêt a bêdeng di salên pirçîbûn û şerê navxweyî de, bi bîra me tênin). Lê hişê wî zû hate serê wî û ji xwe pirsî, gelo çima ev mirov diziyê dike…? Dibe, ku ew jî yekî weke min be, neçar û bê hêvî maye…? Ma ne baştire ez bîr li xwe û pêşeroja xwe bikim…? !
Dîsan bi dilekî şikestî Cebar divegere mala xwe…Li ber deriyê malê cîran li diya wî, a şêngirtî kombûne û nerazîbûna xwe nîşan didin…Deyndaran hentûr û hespê mayî birine mazatê (sûkê) jibo firoştinê…Cebar bi lez û bez ber bi bazarê ve diçe û bi ser wan de diqêre: Çawa win dikarin vî tiştî bikin? Kî ev maf daye we…? Lê bersiv bi gelekî xwirttir û girantir hat: Heger ti mêr ba, te yê deynê xwe vegerandibana…Ma, me şaşîtî kiribû dema me pere bi deyn dabûne te…?
Malwêraniyê destpêkir…Hemû hebûna wî di vê jiyanê de ji dest çû… Cebar bi yekcarî bêhêvî bû…Bê pilan û bê hiş di nav kolanên bajêr de diçe; ji nişkave ew rastî meyxanê (ciyê e’raq vexwarinê) hat…Belê meyxane; ciyê mirovên ku ji jiyana xwe bêzar û bêhêvî mane…Li wir ew hevalê xwe Hesen dibîne!
Ax…Ax birayê Hesen, Cebar di ber xwe de dibêje…Ew êdî bîr li şîret û xewnên Hesen dike… bûyerên roja xwe, bi hûrgilî ji hesen re dibêje, di nav de jî çîroka demançê…!
Hesen rewşa Cebar a xerab bi kar tênê û bi hemû şêweyî hewil dide, ku wî bi qena’et bîne: „ Ah, birayê Cebar! Heger ti bi a min bike, wê demança te bibe çavkaniya rizqê (jiyana) me …Heger ti bixwazê, em dikarin xwe ji vê malxerabûnê rizgar bikin…Were, em herin taxa dewlemendan û êrîşî malekê ji ê wan bikin…Yanjî bikevin ser rê ya yekî ji wan…Ha…Te çi got?? Cebar di serê xwe de bir û anî: dibe ku deriyek li me vebe…Ramanên Hesen û demança min bibine yek û xweşiyê ji me re bênin…Piştî nabûn û bîrkirineke kûr; Cebar li ber lave lava Hesen û baweriya wî a mezin bi serketinê, sist bû…Ma wê jiber rastiya jiyanê bi kuve herê…?
Çi sîstêmeke qirêj û rezîle, ew dihêle ku mirov tê de bibe diz, hov û mêrkuj!
Bi destpêka tariyê re, hedu hevalan berê xwe dane taxekê ji taxên dewlemendan û xwe di qunceke tarî de veşartin, hetanî nêçîra wan we re…Demançe jî bê gulle ye…Ma çi pêwistiya wan bi fîşekan heye? Herdu xweş bawerin, ku dewlemend bêzirav û tirsonekin; bese heger ti bitenê demançê nîşanan bide; ewê yeksre bêrîk û baxila xwe vale bikin û birevin…! Demek derbas bû lê ti kes diyar nebû…Cebar dixwaze here mal, lê Hesen lava lavê dike, ku ew qasekî din jî bimîne; di vê navberê de yekî emerîkî ê reş (berdestîk û pasewanê maleke dewlemend) beramberî wan tê…Bi dengekî nizim û bitirs, herdu heval dixwazin wî dêwî (e’frît, mirovê bilind û girs) rawestênin, lê yê emerîkî li xwe jî ne anî der û netirsiya, bi pêçewane wî êrîşî wan kir…Tevî ku herdu belengazan xwestin birevin jî, lê ew ji ber kutekên (kulm, boks) wî nefilitîn…Bi zor û heft kotekiya xwe ji nav lepên wî rizgar kirin! (Armanca Güney ji derxistina ê emerîkî li ser êkranê ew bû, daku bide zanîn bê hetanî çi pileyê berjewendiyên birjwaziya tirkî bi ya emerîkî ve hatiye girêdanê û ew ketine bin parastina wan dene. I.M.).
Jibo rêgirtin li pêşiya hatina hêzên impêryalî û xebat dijî berjewendiyên wan yên hevbeş bi birjwaziya neteweyî re, derhênerê filîm ramana xwe a sereke „Yekbûna prolîtariya“ bi zelalî nîşan dide! Ev yek bi eşkere di rêveçuna protêsto de a ku şofêrê hentûran li dijî biryara şaredariyê jibo qedexekirina wan derketibûn, diyar dibe, nexasime li ser zimanê Cebar dema di nîvî koma xelkê de bang dike: „ Gelî hevalan! Armanca meşa me ewe, ku em daxwaza mafên xwe yên windakirî, bikin…Ez di wê baweriyê de me, heger em rêzên xwe bikine yek, em dikarin wan mafan vegerênin…Yekîtî hêzê dirust dike, hevalno…werin em destên xwe bidin hev…“.
Tekez li ser vê ramanê, Yilmaz di sala 1975 an de nivisandiye: „ Pêwiste, ku bernameyekî zelel, dûr û dirêj û bê kompromîs yê prolîtariyên şoreşgêr, hebe…Jibo berxwedana dijî koledariyê bi hemû aliyên wê yên siyasî, civakî û aborî ve û her wise bidestxistina serkeftina dijê wê, pêwiste ku prolîtariya şoreşgêr di nav hêzeke rêxiszinî de û bi îdyolojiyeke rastteqîn, yekbûna rêzên gel pêkbîne…“(22).
Meşa protêsto di filîm de, berhemên baş bidest naênê…Kesî guh ne dida tiştên sereke…herkesekî xema xwe tenê dixwar…Hîn hêza milet ne gihêştiye…Ev raman û pirsên wise di serê Cebar de dizîvirîn; wî êdî nema dikarî xwe li ber çetnahî û kawiliya, ku bi serê wî hatiye bigre; vîna berxwedanê biyekcarî winda kir…Xewin û xeyalên Hesen, Li ber çavên wî bûne rastî…
Ew bi lez diçe ba Hesen: „Rabe birayê Hesen, em herin li şêx Hisên bigerin…Ew şêxê salih…Ê di xwendina a’yat û we’zan de pehelwan…Ê ku dikare ruh berde keviran…!
Hersê li mala Cebar civiyan…Legeneke (teşt) tije av anîn, hersê zarokên piçûk yê Cebar serên xwe bi ser de tewandin û şêx dest bi xwendina du’a û selewatan kir…Giring ewe (li gor zaniyariya şêx), ku yek ji zarokan di legena avê de siha darekê û du gevirên mezin, yek sipî û yek jî reş bibîne, daku şêx cihê gencînê destnîşan bike?! Mixabin, zarok tiştekî nabînin…Xedîce (xêzana Cebar) tê cihê zarokan (dibe ku çavên zaroka piçûkin û baş nebênin) bihêviya dîtina darê…Lê……..
Yilmaz bi hunera kamêra xwe nîşan dide, bê çi rewşeke taybet, kêmnemûne di sînemê de, li mala Cebar çêbûye: Xedîce serê xwe bi ser legena avê de tewan diye; Cebar û Hesen bi çav û rûyên geş, tijî hêvî li benda Xedîcê ne, ku mizgîniyê bide; zarokên Cebar, her yek di qunceke tarî de ji yên xanî çav zeloq û matmayî mane; û şêxê rihsipî bi dengekî bilind a’yatên xwe dixwêne……
Wê şevê xew nakeve çavên wan de…Nîvê şevê, Xedîce di xewnê de gencînê dibîne! Li Cebar dike qêrînî…Rabe gencîne hatiye koxika (gadîn, xaniyê sewêl) me…Pêwist nake win herin cihê dûr, vaye gencîne di bin piyê me de ye…Di wê nîveşeva baranbarî de, belengazê Cebar dirabe û binê koxikê dikole…“ Xema nexwe – Cebar bi lêxstina qazime re dibêje – wê hertişt baş be, nêzîk emê bibne xwedî dirav û zêr…“ Bi van gotinan ew dilê xêzana xwe xweş dike…Lê ew hetanî bi navikê jî şil (ter) bû ye û di nav çiravê de bêhêz bûye…Mixabin hemû mandîbûna wî bi boşê çû, Lê tevî wê jî xeyalên Hesen jêre bûne rastî û gera li gencînê êdî erke…Serê sibehê zû, xatir ji xêzan û zarokên xwe xwest: „Agehdarî zarokan be Xedîce…Nehêle ku ew hest bi xerîbiya min bikin…Ha ji te re çil Lîre jibo xerciya malê; deh roj tenê, ne zêdetir…Berê ez bi mehan ji mal der diketim û destevale divegeriyam…Vê carê tenê deh rojan xwe rakirin…tenê deh roj… û ezê bi zêr û zîv vegerrim…“!
Herdu hevalên perîşan dane tenişta şêx ê „salih“ û berê xwe dane çol û çiyan…Piştî çend rojan ji gerê li dara rût û bi tenê – Li gor zaniyariya şêx – wan ew dar li ser qeraxê çemekî dît…“ Destlimêja xwe bikin, lawên min – Şêx ji wan re got – Kevirên piçûk kom bikin û weke xêzekê li dora darê rêz bikin, daku ez bikaribim cihê gencînê sedî sed bibênim…“!
Cebar û Hesen bi gotina şêx kirin û li dora darê çûn û hatin û bi dorê (sirre, nobe) erd kolan…Şev û roj derbas dibn û her dikolin, lê tenê av derdikeve…Lê şêx her dixwend û şîret û selewat li wan dikir…“ Bêhêvî nebin…Hişiyar bin, ew (gencîne) gelek caran dikeve Şiklê (wêne, reng) kurmikan, yan marmarokan, yan çivîkan (teyrikên piçûk) yanjî gelek caran dibe weke marên mezin…Giring ewe win nehêlin ji destê we bifilite, çawa win lêbidin ewê yekser hemû bibe zêr, zîv û kevirên giranbuha…! Cebar di berxwede dibêje: wê çawa bifilte? Ma ne va demançe jî tije gulle ye…!
Heyvek derbas bû, lê di kortikê de (konçal, cihê kolayî) tenê av û mar û kurmikên bi rastî der dikevin…Herdu perîşan bêhêz bûn, li wan çolan bê nan bê av rewşa wan dehqat xerabtir bû…Cebar nema xwe girt…Ber bi şêx ve çu û qêrînî pêket: Eva heyvek derbas bû, şêx! Hemû keda me bi avê de çû…Zarok, birçî li hêviya me ne…Çil Lîre tenê…Wê jinêza bimirin, şêx…Marekî dî…Eve gencîne ha, ma tê bikuve herê û davêje ser mar…Zêr…zîv…Pere…“?!
Were ser hişê xwe -şêx dibêje- kurê min…Ev mar nîşana xêrê ye…û dîsan dest bi selewata kir, Lê dengê Cebar her diçû bilindtir dibû û di konçalê de li dora xwe dizêvirî û bang dikir: Zêr…Zîv…Wê zarok ji nêza re bimirin…Pere…kevirên buha…“!!
Bi vî hawî Güney qehremanê xwe ber bi dînbûnê (şêtî) ve dibe; dînbûna li wê çolê û di wê valehiya bi tirs û sehûkirtî de jibo hêviya windabûyî û bê şop! Wî ev yek bi zimanekî sade, yê hunera sînemê a pir’ li wêne û bi wate nîşanî cîhanê da; jibilî wê jî Yilmaz dikarîbû bikeve nav ruhê qehremanê xwe de; hemû derd û êşên wî, bîr û hêviyên wî bi hûrgilî derxiste ser êkranê!
Bi baweriya min ev yek bû sedema sereke a serkeftina filîmê „Hêvî“! Ne xweberî xwe ye (ne bi tesadufe) ku rexnegirê sînemê yê Italî ê navdar Lîno Mêçîka li ser „Hêvî“ wise nivîsî ye: “…Babeta filîmê Hêvî, naveroka filîmê rêalîzma nû ê giranbuha „ Dizê biskilêt “ yê derhênerê navdar Vîtoriyo Dê Sîka bi bîra me tîne. Di wî filîmî de, diziya biskilêtekî normal dibe sedemê perîşanî û belengaziya malbatekê bi temamî…Dizî di filîm de simbole; di rastiyê de ne tenê çavkaniya jiyana wê malbata îtalî a feqîr tê dizîn, belku zêdetir wateya ruhî û civakî a jiyanê tê dizîn û herwise jî hêviya pêşerojeke xweş jî namîne…heman (eynî) tişt bi serê belengazê îstenbolî de jî, şofêrê hentûrê di filîmê Hêvî de, hatiye, yê ku hespê wî tê kuştinê! Bêyî hesip, ne tenê pêwistiya civakê bi wî namîne, belku zêdetir ew dibe bar li ser wê civakê…“ (23).

Di dawiya analîza „Hêvî“ de, pêwiste bêgotinê, ku mezinbûna Güney ne tenê di derhênana serketî, hûnandina çîrokê û dewlemendiya sênariyo de bû; belê herwise jî di pêkhanîna rola sereke debû. Yilamaz kesayetiya qehremanê rêalîst û sade, yê ku li herdevera welat tê dîtinê, anî ser êkranê…Jiber wê ez dikarim bi dengekî bilind bêjim: heger Yilmaz Güney bitenê akterê sînemê ba, yan derhêner ba, yan nivîskarê sênariyo ba, yan hostayê romanên edebî ba û yanjî berhemdarê (produktion) filîman bana, ew tenê têr dikir (bes bû) weke xwedêdaneke (mewhîbe) mezin , lê dema ev gurza rengîn ji xwedêdayinê, hemû di mirovekî de bêne ba hev…Eva birastî rûdaneke gelek balkêşe û kêmnemûneye di dîroka huner de!!
Dibe, ku filîmê „Hêvî“ daxwazên Yilmaz bicih neanîbû; wise diyar bû ku ew gotina wî a yekem bû, lewra salên 1970 – 1971 di jiyana wî ya sînemê de ne normal bûn!
Serketina filîmê „Hêvî“ û navdariya ku jêre anîbû (li hundir û li dervî welat) wise lêkir, daku xebata xwe hîn zêdetir û çalaktir bike…Wî bi roj filîm dikişandin û bi şev jî sênariyo a filîmekî din dinivîsand, bê ku ji dek û dolabên (pîlanên, komplo) dujminên xwe bitirse! Birastî jî berhema wê çalakiya wî, a şev û rojê sosret ( ecêb) bû; di nava du salan de wî bi tenha xwe; him derhêner, him akter, him nivîsevanê sênariyo û him jî berhemdar, neh /9/ filîmên balkêş çêkirin!! Ji bilî wê jî, ew di nêzîkî bîst /20/ filîmên din de jî, yên derhênerêd mayin, weke akter bi rola sereke rabû?! Weke nemûne hin ji filîmên wê qonaxê: „ Kesên reviyayî, bazdayî“, „Ibret“, „Kesên bê hêvî“, „Bav“, „Şêngirtî“, „kesên guneh“ û gelekêd mayin…
Pir’aniya wan filîman li fêstîvalên netewyî û navneteweyî hatine xelatkirinê. Weke nemûne, filîmê „Şêngirtî“ di fêstîvalên navneteweyî de; sala 1974 an li Tehranê û sala 1976 an li Teşkendê pir’ bilind hatine nirxandinê; jibilî wê jî sala 1972 an li fêstîvala Vênîsiya xelata „Rexna navnetewyî“ stand; herwise û jibo rêzgirtin li kesayetiya Güney, di nav filîmên (dervî pêşbirkê) fêstîvala navneteweyî de li bajarê San Rêmo, sala 1977 an şeş filîmên wî: „ Hêvî“, „ „Bav“, „Şêngirtî“, „kesên guneh“, „Heval“ û „Endîşe“ nîşanî mêvan û temaşevanên wê dan!(24). Lê li ser astê (sewiya) tirkiyê, hersê filîmên wî: „Kesên bê hêvî“, „Şêngirtî“ û „Dilşewat“ li fêstîvala Adena, sala 1971 ê hersê xelatên sereke wergirtin; jibilî wan jî, Yilmaz bixwe jî weke baştirîn derhêner, baştirîn nivîsevanê sênariyo û baştirîn akterê salê, hate helbijartinê!!! Herwise di wê salê de jî, romana wî „Stuxwar mirin“ cara yekem bi temamî ji aliyê çapxana „Dost“ ve hate çapkirinê!
Birastî, ev serketin di dîroka hunera sînemê de kêmnemûne bû! Jiber wê li vir pirseke giring tê meydanê: Gelo nehêniya (sirrê) serketinên Güney çi bûn?!
Bêgoman bersiva vê pirsê ne hesane, lê tevî wê jî bi dîtina min, nehêniya rastî û sereke di pêşkêşkirina babetên rastteqîn de bû, nexasime yên jiyana rojane di civaka tirkiyê de bigiştî û di welatê kurdan „Başûrê-Rojhelatê anadolya“ bi taybetî! Lê nehêniya din a wê serketinê, û ya nekêmtirî a berê, zîrekî û hostayetiya Yilmaz di pêkanîna rolên sînemê de bû! Wî cîhana ruhî, dil û hinavê qehremanên xwe nasdikir; jiber ku ew bixwe, ji nav çîna wan derketibû, baş kerakterên wan dizanî: çawa radibin û rûdinên, çawa bi hevre didin û distênin û çi dixwazin,!
Werin em bi kurtî li naveroka hersê filîmên wî, yên hersê xelatên sereke li tirkiyê standibûn meyze bikin…Filîmê „Şêngirtî“ tê hejmartin yek ji ên herî baş li tirkiyê di salên 70ê de!
Bûyerên filîm li ser sînorên di navbera tirkî û sûriyê de, yanî di navçeyên kurdan de, rûdidin…Herpênc /5/ qehremanên filîm cotiyarin; ew jiber zakonên dijî navçeyê, yên dijwar û nebûna alîkariya dewletê jibo xweşkirina jiyanê û daku bikaribin kufletên malê xwe xwedî bikin, neçar dibin karê qaçaxiyê li ser sînor bikin…Di nav bûyeran de, derhêner bi zanebû û zelalî paşdemayina wan navçeyan û xelkêd wê nîşan dide…Herwise ew zêdeyî carekê hebûna leşker û qereqolên wan, weke simbola nearamî û bindestiya rûniştvanên wê navçeyê, nîşan dide! Di rêya têkilî, rabûn û rûniştina qehremanên filîm de, filîmçêker jiyana gundiyên belengaz, yên ku bûne qurbana bindestiya netewyî û paşketina civakî, tîne ser êkranê…Bi gotinekê; Güney bi hostayetî û bi şêweyekî hunerî bilind, naveroka nama filîm: derxistina kêm û kurtiyên wê jiyana neyeksanî a xelkên deverê, rexnegirtin li paşdemayina civakê û reswekirina bindestiya xelkên deverê, pêşkêşî temaşevanan kir…hêjayî gotinê ye, ku wî bi mêranî ronahî avête ser mercên jiyana xelkên wê deverî (kurd), yên ku berdewam di bin tirsê û zakonên awarte de dijîn!!
Lê di filîmê „Dilşewat“ de, Yilmaz aliyên reş, qirêj û malwêraniyê, yên a’detên kevnare, nexasime tolhildana (heyfhilanîn) bi xwînê, destnîşan dike û bi hemû teknîka hunera sênemê, reswe û rexne dike! Weke ku em dizanin, li Kurdistanê di salê de bi dehan mirovên bêguneh dibine qurbana vê a’deta pîs…Jibo pênasandina berhemên xerab yên vê tolhildana nerewa di civaka kurdan de, û bi armanca reswekirina wê di nav xelkê de, Güney dest bi çêkirina vî filîmî kir…Ew tê de, malwêranî û çarenûsa Çîçek Alî (qehremanê filîm) ê ku 15 sal ji temenê (emrê) xwe, jiber sedemên tolhildanê, di zindanê de derbaskirine, nîşan dide…Piştî derketina ji girtîxanê, Çîçek Alî divegere gundê xwe û daxwaza lêbuhrîn û e’fukirinê ji xizmên (xwediyên, mirovên) kesê ku wî kuştibû, dike!!
Qehremanê Güney bi demê re û bi çetnahyeke mezin, cihê xwe di nav gundiyan de, weke mirovekî baş û xwe ji gunehşûştî (tobekirî), digre… Çîçek Alî, daku nirxê şaşîtiya xwe bide, û xwe ji guneh rizgar bike, ew bi hemû hêza xwe ve, dest bi xizmet û alîkariya malbata wî kesê, ku bûbû qurban tawanbariya wî dike…Di rêya têkiliyên xwe bi gundiyan re, qehremanê filîm bi hemû şêweyî hewil dide, daku ew wî a’detê pîs terk bikin û dersê ji şaşîtiya ku wî bi xwe kiriyê, werbigrin…Ew ji wan re şirove dike, bê çiqasî wê bûyra kirêt (kuştina mirovekê bê guneh) bandoreke nêgatîv li ser pisîkolojiya wî hiştiye……
Roj derbas dibin û Çîçek Alî ji fecara sibehê de û hetanî şevtariyê, bi dil û can xizmeta malikê dike, lê bûyereke ne li bîr û ne jî di xeyalan de rûdide û pêre jî çarenûsa jiyana wî tê guhertinê… Di encama agirvemirandina bênderên malbata ku li ba wan kar dikir, herdû çavên wî kor dibin!! Jiber wê, êdî ew nema dikare kar bike…Dêmek pêwistiya tu kesî bi alîkariya wî namêne û wê bi taqê tenê di rezîlî û birçîbûnê de rojên xwe yên dawî bijmêre…
Bi vî hawî û bi stîleke (şêweyekî) hunerî bilind, derhêner me ber bi wê rastiyê ve dibe, ku di wê civakê de wekhevî û dadperwerî (e’dalet) tineye…Paşdemayin û belengazî dujminên xelkê yên dijwarin û gereke bi hemû mêtodan şerê wan bêkirinê!!
Zîrekî û mêraniya Yilmaz Güney di wê yekê de bû, ku wî di berhemên xwe yên edebî û hunerî de, hemû babetên civakê di dewleta tirkiyê de, wê demê, analîz û şirove kirin! Yek ji babetên giring, yên ku Güney bi rexne destnîşan kiribû, babeta mafiya tirkî bû! Ew ê yekemîn bû di nav hevpîşe yên xwe de, ku bi mêranî rastiya mafiya tirkî nîşan da; ew mafiya ku berhema zakonên gendelî (koruptsyon) , zordestiya civakî, genîbûna dam û dezgehên dewletê û kêmmoraliya birêvebirên wê bû! Ev hemû tişt bi zelalî di filîmê „ kesên bêhêvî“ de hatine diyarkirinê…Qehremanê vî filîmî, Firat (Yilmaz bi rola wî dirabe) serokê hemû mafiya tirkî ye; hevalê wî yê bi tenê û cihê baweriyê, demança wî ye…Firat padîşahê herî mezine…Herkes jêre diçe ser çokan û gotina wî li erdê nakeve…Sê biryar di peyrewa (destûra) vê rêxistina hov û zalim de hene, ku ti kes mafê wî tine di ser wan re raweste: mafê endamê rêxistinê tine ku bi kabê (qumar ê) bileyize; nabê Içkê (e’raqê, alkohulê) hetanî bi serxwşbûnê vexwe û ya dawî, mafê wî yê jinhênanê (zewacê) tine ye?!! Kî yekê ji van biryaran binpê bike, heger Padîşahê mezin bixwe be jî, wê çarenûsa wî kuştin be…Li ser van bingehan û li ser hesabê xwîn û hêsrên xelkê ev rêxistin a ku di gelek cihan de (weke ku di bûyerên filîm de diyar dibe) têkiliyên wê bi organên (dezgeh, birêveberî) dewletê re hene, xebata xwe berdewam dike…Filîmçêker di rêya bûyeran de, bi zanebûn hişkî, bêwijdanî û bêrehmiya serokê mafiya, nîşan dide…Bi awirdaneke wî, yanjî bi çavşikandinekê, herkesekî ku di rê ya rêxistinê de dibe kelem, yanjî nerazîbûna xwe nîşan bide, ew yekser tê kuştinê, lê tevî wê jî, derhêner bi şêweyekî hunerî û li hevhûnandî nîşan dide, ku Firat jî mirove, hezkirin jî dikare bikeve dilê wî de…Ew bê pilan ji aktera balêt ê (reqisvana şano, têyatir, tatron) hezdike, a ku jêre pirsa mêrkirinê weke şert datîne: Yan jinhênan û yanjî mafiya, yek ji herduan…? Firat, weke ku tê gotinê: kete nava du agiran…Piştî bîrkirineke dirêj û daneberheva bûyerên jiyana xwe, wî rê ya hezkirinê helbijart…Lê mafiya rehmê nake…Dema peyayên (çete, zilamên) wî agehdarî vî tiştî bûn; cîgirê wî serokatiya rêxistinê xiste destê xwe de û biryara kuştina Firat stand……
Weha ev filîmê dilşikestî û şênî bidawî tê, û herwise jî çarenûsa mirovê ku rêya hezkirin û poşmaniyê di ser a kuştin, dizî û talaniyê re bigre.
Li gor belgenameyan; temaşevan û rexnegirên sînemê bi dilxweşî pêşwazî li
hersê filîmên Güney kirin! Êdî Yilmaz, bê pêşbirk (lihemberderketî, munafese) di tirkiyê de, bû derhêner, akter û nivîsevanê sênariyo ê yekem! Stêrka wî a hunerî li ba temaşevanan hemûyan: feqîr û dewlemend, gundî û bajarvanî, xwendevan û nexwendevanan bilindtir û geştir bû. Lê di heman demê de jî, serketinên wî êdî bi ced’î bûne çavkaniya sergêjî, çavreşî û dildengiya hêzên desthelatdar! Neteweperistên dewletê hest pêkirin, ku êdî jibo wan, ew dibe tehlûke ya mezin; netnê jiber ku ew filîman li ser jiyana feqîran çêdeike, yanjî di ramanên xwe de pêşverû ye…belê hrewise jî, jiber ku ew destpêdike rewşa „Tirkên ne dirust, ne ê rastteqîn, yên çiyayî) têne ser êkranan û nîşanî cîhanê dide…?
Wise û roj bi roj ev hunermendê zîrek û lêhatî, di çav û pîlanê dewletê de bû dujminê wan ê numre 1…“ Carina ew digirtin û bi rojan ew di zindanê de dihiştin, bêyî ku ti sedem hebe…tenê pirsyarî û biduvdeçûn…Gelek caran jî, jê re digotin ji vî welatî barbike û bireve…Pir’ê caranjî, polîs bi kuştinê gef (tehdîd) li wî dikirin û jê re digotin: tê di kolanê (li ser cadê) de weke seg (kuçik) werê kuştinê û ti kes jî nizane bê kî kiriye…“(25).
Bi gef û çavsoriyê desthelatdarên dewleta tirkiyê bixwirtî dest bi çavdêriya hatin û çûyina wî û li her deverê kirin, Lê Yilmaz, weke hercar çavşikestî nebû û xebata xwe bi zanebûn û çav û guhên vekirî, berdewam kir. Wî rê ne dida, daku Pîlan û da’fkên dujminan, yên ku jêre vedabûn, biserbikevin; wî hemû tevger û xebatên xwe di çarçoveya zakon û qeydên fermî de dikir! Wise dikir, ku gelek caran dujminê wî jî zîrekiya wî dipejirandin! Carekê yekî ij hevalên wî (yên hindik) gotibû: „…Yilmaz bi zîrekiya xwe, zora dewlemendan di mal û lêstika wan de, bir…Pêwistiya wan bixwe jî bi filîmên wî heye, jiber temaşevan li wan meyze dikin… Heger filîmên Güney di ber komîsyonên çavdêriyê* re derbasbûna, êdî serketina wan misoger (sedî sed) bû…Dewlemendan dixwest, ku Güney bikeve nav rêzên wan û li ser rê ya wn here, lê wî ev tişt ji bingehê ve red kir.“(26)
Lê sedcarî mixabin, hevalên rastteqîn yên Yilmaz gelekî kêm bûn! Di meydana şer de dijî rêjîmên tirkiyê û bidrêjahiya salan, ew bi tenê mabû. Di vê derheqê de wî digot: „…Problêm û serêşiya min bi desthelatdarên dewletê re, ji kêliya ku min dest bi nivîsandina çirokên kurt kiribû, derketin. Dêmek ji sala 1956 av ve…“(27)
Birastî jî, tevgera Güney û serketina filîmên wî di wê rewşa neyartî û çavdêriya berdewam de, ciyê sersormandin û pirsê ye?!

Berî razîbûna li ser kişandina (wênegirtinê) filîmên Güney, sênaryo yên wan diçûne ber destê çar /4/ komîsyonên taybet; di nav wan de jî a leşkerî, ya ku biryara dawî di destê wê de bû…Encam jî, timî razîbûn li ser naveroka wan û dest bi kişandina filîman, didan!! Lê piştî çêkirina filîman û dema ku jibo nîşandanê di eywanên sînemê de amadebûn, wan komisyonan bixwe jî (dijî biryarên xwe yên berê) pêşkêşkirina wan jibo temaşevanan, bi behaneya ku ew filîm tehlûkene, yanjî nerastiya „civaka me“ nîşandidin, qedexe dikirin??
Bêgoman, pirseke bê bersiv di serê wan kesan (endamên komisyonan) de diçû û dihat? Çawa me razîbûna xwe li ser sênaryo yên wan daye ?!!
Li vir giringe, ku em amaje bi zîrekî û pehlewaniya Yilmaz di mêtodên xapandina desthelatddaran de, bidin. Wî sênaryo yên kurt û sade pêşkêşî komisyonan dikirin, daku tenê razîbûna wan werbigre, lê di dema wênekişandinê de wî guhertinên bingehîn dixistne naveroka wan de!
Bi vî hawî, Güney desthelatdar û komisyonên çavdêriyê xistibûne serkêjiyê de…Çi li der-dora me bibe? Mirovekî bi tenê me hemiyan dixapêne û bi serde jî bi rê yên rewa û destûrî?! Gelo tiştê wise çawa dibin? Em çi bikin? Çawa û bi çi şêweyî em wî winda bikin?? Ev û gelek pirsêd mayin ji desthelatdaran re bûne karê rojane…Organên asayişê (ewlekariyê) ew erk birine ser milê xwe û bi şev û roj çavdêriya ne tenê çalakiyên wî yên hunerî û edebî, belê her wise jî, ya hemû tevger û jiyana wî a taybetî, kirin. Êdî eşkere nûkerên dewletê 24 si’etan û bi mêtodên polîsî, ew û mala wî xistin bin nîşanê…Di encama vê çavsoriyê de, wan behaneyek (xwedêgiravî ew xwendevanên şoreşgêr di mala xwe de diparêze) jê re peyda kirin û bi biryara dadgehê a bi lez û formalîtê (şeklî), 10 sal sizayê girtîxanê danê?!!

Bi vî hawî; di encama da’fka ku dujminan jêre vedabûn û li ser bingeha biryara dadgehê a nerewa û dijwar, Yilmaz di 17 ê adara 1971 ê de birin girtîxanê…
Wî pêşwazî li roja ji daykbûna xwe, a 34- e mîn di zindanên reş û tarî de kir!

Hêzên paşverû û faşistên tirkiyê jibo bêdengkirina Güney, ne gihane merama (armancên) xwe û di hesab û pîvanên xwe de daku ew neçarbibû xwe bavêje himbêza wan, şaş derketin! Ji bextê geş re, ku dengên azad tucarî nayên xenqandinê…
Bi herhal, ka werin em bihevre çend rêzikan ji nama wî, a ku ji zindana Selemiyê roja 1 ê Nîsanê, sala 1973 an şandibû ji xêzana xwe Fatime re bixênin: „ Îro yekê Nîsanê ye, roja ji dayikbûna mine… Hîn gelek rojên ku em tê de nejîne li pêşiya me hene…Rojên tije êş, derd û rebenî…Kî dizane bê ji wan rojan hîn çend mane? Ez tucarî jibo xwe bitenê nejiya me…Û di jiyana xwe de jî qet (hîç) ji tiştekî netirsiya me…Ez baş dizanim, bê di rojên pêş de çi serêş û çetnahî li hêviya (li benda) minin; lê tevî wê jî, emê têkoşanê dijî dijminên xwe bikin…Pêşeroj a me ye; emê bimrin, lê wê mîratê (xebat, berhem) ji zarokên me re bimêne û ewê jî, wê wî mîratî biparêzin; û wê ew hest bi tirsê nekinin…Emê rojekê ji rojan zora tirsê, bindestî û têrorê bibin…Emê bi saya prensîp û baweriyên xwe yên xwirt, dijî vê zordestiya hovîtî biserbikevin…Ev yek misogere (sedî sede)…Ew (dijmin-I.M.) bi hêvîne, ku girtina mirovekî di nav çar dîwarên kevirî yên situr û ter (şil, avgirtî) de, û hiştina wî di pişt derabeyên hesinî de wê wise lê bike, ku vîna wî lawaz bibe û wê wî neçarbikin, daku bawerî û nerînên xwe biguhere!! Lê ew xwe dixapênin; ew tênagihêjin, ku ew tişt qet nabe (ne mumkine)…Ew tênagihêjin, ku misoger wê deriyên hesinî û bendên ji polat bêne hilweşandinê…“.
Ez nizanim bê helwêsta xwendevan ji van gotinên sade û dilsozane re wê çi be? Lê ez neçarim bêjim, dema ku min ew xwendin tu rê li ber min nema jixênî, ku ez bejna xwe, jibo rêzlêgirtinê ji mirovekî wise mêrxas û vînpolat re nizim bikim!
Ji me hemiyan re eşkere ye; heger Yilmaz bixwesta, derfet jibo wî hebû daku ji nerînên xwe vekişe (vegere), serê xwe jibo faşistan nizim bike û bi jiyaneke xweş „ ger û kêf, jinên bedew, qesir û koçikên bilind, qerwaş û otombîlên buha“ razî bibe! Lê wî ew jiyan nexwest û ji berdêla (ji dêvla) wê ve bi serbilindî zindanên tarî, perîşanî û rezîltî helbijart…Güney xortaniya xwe û piştre jî hemû jiyana xwe kirin qurbana nerîn û pernsîpên mirovayetî yên ku bi wan bawerî anîbû! wî ji dil têkoşan jibo azadiya gelê xwe û hemû gelên bindest dikir!
Güney ev tişt ne tenê bi gotinan belê herwise jî bi xebatên xwe yê di pêş de tekez kir! Di vî warî de wî di hevpeyvîneke xwe de jibo rojnama „L’Humanîtê“ wise gotibû: „ Jibo min giringe, ku ez bikevim nav rêzên gelê xwe de û hevbeşê êş û têkoşana wî bim. Ev yek ne tenê vêgavê, belê di dema pêş de jî wê çetnahî û serêşiyê bixwe re bênê, lê pêwiste mirov di jiyanê de ji nirxdana wê têkoşanê ne tirse; berevajî wê (bi pêçewane, bile’kis) gereke em li hember çetnahiyan rawestin. Ez dizanim ez çi nirxî didim, lê di heman demê de, ez dizanim bê ez çi jî werdigrim (distênim); ez rûmetê distênim, û ew besî mine (têra min dike)…“(28).
Di dema ku Güney xwe jibo çêkirina filîmekî nû amade dikir, dewleta tirkiyê ew birne zindanê, lê di jiyana wî de ew necara yekem bû û ne a dawî bû jî, dema ku zindan li ser rêya pêkanîna projeyên wî, jê re dibûne dîwar?!!
Yilmaz ne mirovê şikestin û revê bû, belku ew zêdetir mêrê serketinan bû, ne tenê li serbestiyê, belê herwise jî di zindanê de!!

Piştî girtina wî bi du heyvan, romana wî “Situxwar mirin” xelata Orhan Kemal a wêjeyî stand û di heman demê de jî, jibo rêzlêgirtin û liberçavgirtina afrandin û xebatên wî, ew weke baştirîn kesayetiya hûnerî di welat de hate helbijartin ê! Ev yek di encama rêfêrêndum (pirsiyarî) de a ku govara hunerî „Miliyet“ di nav 25 kesayetiyên navdar li tirkiyê çêkiribû, hatibû! Jibilî wê jî filîmê wî ê „Bav“ di îluna sala 1972 an de li fêstîvala sînemê a seranserî (li ser astê, timamiya) tirkiyê, li bajarê Adena xelata serke a zêr stand û Güney û Huliya Koycengit (yên ku rolên sereke tê de pêkanîbûn) xelata baştirîn rol ên mêr û jin a wê salê
bihevre standibûn! (29).
Bêgoman encama biryarên komîta Jûrî, nexasime serketinên Güney, ne bidilê desthelatdaran bû! Wan mêtodek bikar anîn, ku hîn berî wê di dîrokê de rûnedabû: komîta Jûrî neçar kirin daku biryarên xwe biguherênin! Jiber wê roja din, Jûrî xelata „zêr“ ji filîmê „Bav“ kişandin û dane filîmekî din bi navê „Kara Dogan“ û herwise jî xelata baştirîn rola mêran ji Yilmaz standin û ew dane Akter: Cuneyt Arkan (Temaşekin, Huliya Koycengit nekete ber biryara nû – I.M.)! Lê Cuneyt Arkan ew biryar nepejirand, xelat wernegirt û di çapemeniyê de jî wise ragihand: „ Ev yek qet (hîç) nayê qebûlkirinê! Bi çi mafî vê xelatê ji Güney distênin û diyarî min dikin?! Ev tişt jibo min rezîltî û reswetî ye, ne ku serketine! Bi dîtina min jî, ew xelat tenê layiqî (li bejnê tê, mafê) Yilmaze…“(30).
Ev biryar ji aliyê hunermend, nivîskar û hejmareke mezin ji temaşevanan hate reswekirinê; jixênî wê jî ew bû pirsa gengeşê (diskusyon) di encûmena milî (perleman) de! Di civînekê de ji civînên encûmen, Bulent Acewît – serokê partiya gel a komarê û di heman demê de jî, wê çaxê serokê opozîsyonê bû – weha ji nûneran re got: „…Min bi şermezarî rûdana fêstîvala sînemê li Adan a û çarenûsa „ xelata zêr“ bihîst…Ez li vir nikarim biryar bidim û bêjim ku ev xebata hunerî ji a din baştire (ev filîm ji ê din baştire-I.M.)! Lê ez sedî sed bawerim, ku ê biryar dane hevalbendên desthelatdarên hukumetê ne…Xelat ne ji „Bav“ kişandin, belê ew ji Yilmaz Güney standin…“!(31).
Bi vî tewerî û tevî deriyên hesinî û dîwarên sitûr, xelat li pey xelatê hatine zindanê! Serketinên Güney ne tenê li welat deng dan, belê herwise li dervî wê jî bala hunermendên cîhanî (navneteweyî) kişand! Di heman salê de herdu filîmên wî, „Hêvî“ û „ Şênî“ bi serketineke mezin li derve hatine nîşandan ê; yekem car di dîrokê de, dewleta tirkiyê bi rê ya filîmê „Şênî“ beşdarî fêstîvala Vênîsiya a navneteweyî li Italiya kiriye; û li wê fêstîvalê temaşevanan, yên ku jibo Güney azadî û ji faşistan re jî mirin dixwestin, bi germî pêşwaziya wî filîmî kirin.
Serketinên Güney li hundir û derveyî welat û nexasime helbijartina wî bi şêweyekî (bi awakî) fermî ji aliyê govara hunerî „Miliyet“ ve, weke mirovê herî navdar yê sala 1972 an, weke sîleyke (şêqam, şeqazile) xwirt li ser û çavên destheladarên tirkyê wê çaxê – û ên piştre jî – hat! Lewra girtina „ Hezkiriyê „ temaşevanan û rû yê herî naskirî di welat de, ji wan re ne hesan bû! Jixênî navdaran jî, milet bi hemû çînên xwe ve, nexasime hezkiriyên hunera wî, dengê xwe bilind kirin û daxwaza serbestkirina wî ji hukumetê xwestin! Her kesekî bi cûreyekî deng û hesta xwe jibo azadî û piştîvaniya Yilmaz derxist: hinekan jê re name nivîsandin, hinekan jî li kolanan civîn û meşên protêsto li darxistin û hinekêd main jî helbest û stran li ser gotin…Tenê bo nemûne, ez li vir dixwazim malikekî (parçekî) ji strana Aşiq Mahzûnî a bi navê „Yimaz Güney“ û a li gor sakoxan bûbû straneke gelêrî, ji wer bênim ser kaxezê:
Yilmaz, Yilmaz Rojhelat nanewê (natewê, naşikê)!
Rojava Yimaz, Bakur Yilmaz!
Yilmaz, Yilmaz, Güney (başûr) Yilmaz!
Xortên me na tirsin…Xortên me mêrin! (32).
Bêgoman, girtina Güney ne tenê mirovhez û pêşverûyên tirkyê dilxemgîn kiribû, belê herwise jî hunerdost û pêşverûyên cîhanê jî xembar kiri bû…Piştî girtina wî bi demeke kurt, navdarên sînema cîhanî, hnermend û pêşverûyên europî nameyke protêsto li ser girtina wî, şandin ji hukumeta tirkiyê re: “…Roj biroj huner, çand û zanist bi giştî li tirkyê dikeve bin fişarê (zextê) de…Di sînema tirkî de rola hunermend, akter û derhêner Yilmaz Güney pir mezine. Ew ji 20 ê adara 1971 ê ve di zindanê de ye! Em jibo vî sezayê (ceza) ne rewa û li ser rewşa tenduristiya (sehet) wî xemgînin! Em ji hemû filîmçeker û hunermendên cîhanê dixwazin, daku dengê xwe jibo serbestkirina wî bilind bikin! Herwise jî, em bi navê hemû hunermendan kiryara hukumeta tirkiyê bi girtina Güney şermezar dikin; û bang li hemiyan dikin, ku li ser vê nameyê imze bikin” (33).
Cihê gotinê ye, ku li bin vê name yê 7 fîrme (şirket) yên sînemê û yekîtiya şanogeran yên Siwêd ê û Elmaniya Rojava imze kiribûn, herwise 156 hunermendên sînemê û şanogeriyê jî navê xwe li bin xistibûn; ji wan: Ingmar Bêrgman, Kosta Gavras, Tonî Rishardson, Can pier Korîn, Mêlîna Mêrkûrî (Piştre bû wezîra rewşenbîriyê li Yunanistanê-I.M.), Jak Lang (Piştre bû wezîrê rewşenbîriyê li Ferensa-I.M.), Êlîzabêt Taylor, Rishard Borton, Dr.Lûnî H. Êster, Pîter Brûk, Krîstyan Rîst, Klaus Koch, K. Albrêxt, Êrnist Hofman, Ivan Petrovîç, Ulrîx Grîgor, Spîros Patakîs, Françîso Bolzonî, Alfrêd Hîlbêrg, Hans Jurgen Virîts, Raûl Sankla, Klaus Ider û gelekêd main…” (34).
Du sal û nîv, bi şev û rojên wê ve, yên sar û dirêj Yilmaz di girtîxana komara tirkiyê a leşkerî “Selemiyê” de derbas kirin! Salên “Selemiyê” –li gor gotina wî– xerabtrîn salên jiyana wî bûn! Yilmaz Güney li ser wê qonaxê nivîsand; wî hemû êş, çetnahî, dîtin û serpêhatiyên xwe, hemû di pirtûka xwe de a bi navê “Hucra min” çapkir…
Du sal û nîvan hunermendê jêhezkirî û xwîngerm, ronahiya rojê di nav derabeyên hesinî re didît; ew bi hesreta azadî û serbestiyê bû daku projeyên xwe yên di serê wî de meyî bûn bi cih bêne! Dema ku ji zindanê sala 1974 an* hate serbestkirinê, wî bi van gotinan bersiva rojnamevanan da: “…Mana min di zindanê de tê hejmartin (hesab dibe) weke beşekî ji têkoşana min a civakî…Vêgavê, çêkirin û derhênana filîmên nû erkê min ê sereke…” (35).
Birastî jî, çawa Yilmaz ji zindanê derket, yekser û bi çalakî xwe berda meydana kar, daku filîmên cidîtir, bi armancên vekirîtir û li ser babetên nû, yên ku sînema tirkiyê hîn rastî wan nehatibû, çêbike…Di encama wê çalakiyê de, filîmê “Heval” ê ku Yilmaz sênaryo ya wî di zindanê de nivîsandibû, hate çêkirin ê.
Gelo naverok û giringiya filîmê “ Heval ” çi bûn??
Bêgoman babeta “ Heval “ di sînema tirkiyê de nû bû; têde derhêner problêm û rewşa perwerde ya ruhî a rewşenbîra şirove dikir; ew yek di rêya civîn û gengeşeyên tûj de, yên di navbera xwendevan û lawan (xort, gênc) de çêdibûn dihate xwiyan! Di gelek wêneyan de ji temaşevanan re dihate xwiyan ku civaka wan ber bi guhertinan ve diçe!
Vî filîmî jiber giringiya peyama xwe, bala gelek mirovan kişand! Ew bi taybetî çîroka guhertina nerînên civakî ye di navbera du hevalên xwendina zanko (unîvêrsîtê) de, yên ku ji du malbatên gundî yên feqîr hatine! Di dema xwendinê de herdu hevalan weke hevûdu bîr dikirn û nerînên wan derbarê gelek pirsên civakî, ramanî (fikrî) û siyasî weke hev bûn; lê piştî kotasiya xwendinê û dûrketina wan ji hevûdû, guhertinên mezin di jiyan û dîtinên herdu hevalan: E’zîm – Yilmaz Güney – û Cemîl – Kerîm Efşar – de çêdibin.
Cemîl, ê ku jiyana wî a diravî xweş bûye, tenê bîr li kêfa xwe, sermiyan û seyranên xwe dike; Lê E’zîm, weke berê maye, armanca wî di jiyanê de xizmeta mirovayetiyê ye, guhdana problêmên xelkê û hevbeşiya wan di şên û şahiyên wan de ye…Piştî demeke dirêj herdu heval careke din rastî hevûdû tên…E’zîm dibêne bê çi guhertinên mezin di dîtin, bawerî û şêweyê birêvebirina jiyanê: koçika mezin, jina bedew, otombîlên bûha, qerwaşên li ber malê.. uhw. bi hevalê wî re çêbûnne! Ew jiber danûstandina hevalê xwe dilşikestî dibe û bandoreke mezin li ser wî dihêle, loma jî gelekî hewil dide, daku wî bêne ser baweriyên berê û dev ji wî kerakterê êgoystî (Bîrkirina li xwe bitenê) ê bêmirês, berde…Jina Cemîl a bedew û dewlemend -E’zra Balkan- bandoreke neyênî (nêgatîv) li ser danûstandin û kerakterê mêrê xwe dike…û ji destpêkê de bîçim, nerîn û gotinên -E’zim- hevalê mêrê wê, li xweşiya wê nehatibû…
Di rûniştinekê de û di dema gengeşê de li ser pirsên civakê, wê nema xwe girt û sîleyke bihêz li ser-çavên E’zîm xist…Cemîl di cihê xwe de bêdeng ma û mêranî pêre çênabû ku gotinekê jî, ji jina xwe re bêje…Wê çaxê E’zim têgiheîşt, ku wî bi yekcarî hevalê xwe winda kir û hewildanên wî jibo vekêşana ji wê jiyanê, bê sûdin…E’zim ji mala hevalê xwe der dikeve…Piştî derketina wî ji malê, dengê teqîna guleya demançê ji pişt perdê tê guhê temaşevanan; bivê yekê derhêner dide zanîn, ku hevaltî û pêwendiyên wan ji binî (kokê) ve hatine birîn ê.
Yilmaz Güney bi rê ya haletên (êlêmêntên) dirama sînemê yên cûr bi cûr û bi hostayetiya hunerî a bilind, dide xwiyan bê çawa du nerîn derbarê pirsên jiyanê dijberî hev derdikevin: yek mirovayetî ye û her dijî (ev peyama hemû berhemên Güney yên edebî û hunerî bû), û a dinjî pûçe û ber bi mirinê ve diçe…
“Heval” dengvedaneke mezin di civaka welat de da û di dîroka sînema tirkiyê de yekem filîm bû ku hejmara temaşevanên wî bilind bû; ew çar heftiyan li ser hev “ev dem jibo nîşandana filîman di sînema tirkiyê de, dirêjtrîn dem bû“ (36) û biserketineke bênemune li hemû bajarên tirkiyê hate nîşandan ê! Jibilî wê jî hemû dezgehên ragihandinê bi ferehî li ser nivîsandin û cihekî mezin dane şirovekirina filîm.
Piştî serketina “Heval” Yilmaz bi hêzeke xwirttir – weke mirovekî hest pê bike, ku rojên wî yên serbestî û li dervî zindanê kêm mane – dest bi çekirina filîman kir! Ew ji meydana wênekişandinê bi dûr neket û yekser dest bi kişandina filîmê “Endîşe – Kabûs” ê ku sênaryo ya wî jî di zindanê de nivisandibû kir. (Yilmaz di zindanê de, sênaryo yên 6 filîman nivîsandibû – I.M.)

Heger filîmê “Heval” li ser rewşa civaka bajêr û nakokiyên di nvbera çînên xwendevan û siyasetvanan de bû, belê filîmê “Endîşe” bi giştî li ser rewşa civaka prolîtariya gund û karkerên çinîn û daneheva pembu (loke) bû, bi taybetî li ser problêmên civakî, rabûn û rûniştin û tradîtsyonên kevnare yên karkerên çandiniyê di nav kurdan de bû! Yilmaz bixwe li ser vê yekê tekez kiribû û wise gotiye: “…Di gulana 1974 an de bi biryara efû ya giştî a jibo hemû zindaniyan, ez jî ji girtîgeha “Selemiyê” serbest htime berdan…Dema ez di zindanê de bûm, min 6 çîrok li ser problêmên cuda nivîsandin…Yek jiwana li ser nakokiyên xwendevanan di civaka burjiwazî de bû – mebebesta wî çîroka filîmê “Heval” e – I.M. – Lê ya din a ku yekser min piştî “Heval” destpêkiribû, çîroka “Endîşe” bû…Armanca min ji wê çîrokê ew bû, ku ez rewşa jiyana karkerên kurd yên çinîna pembu, nîşan bidim…Hemû kesên di filîm de kurd bûn. Hemû bûyer û wêne jî li ser sirûştê (tebîetê) hatine kişandin ê, me ti çetnahî jibo kar û xweamadekirinê di studiyo de, weke ku normal jibo çêkirina filîman dihate kirin, ne dît…Lê weke ku hemû kes dizane, min nikarîbû wî filîmî, bi dawî bênim; ew jî jiber tawanbariya min ji aliyê hukumeta paşverû ve, bi kuştina hakimekî…Biherhal ew çîrokeke dûr û dirêje…” (37).
Bûyerên “Endîşe” weke piraniya filîmên Güney di navçeyeke rêalîst de, rûdidan! Dema temaşevanê kurd, yanjî ê ku jiyana kurdan nasdike, ew filîm didît, yekser têderdixist, ku li filîmekî kurdî temaşe dike (Bêgoman jixênî ziman; jiber weke ku tê zanîn axavtin bi zimanê kurdî li tirkiyê qedexe ye – I.M.), ew tişt bizelalî di rê ya mûzîkê, cilûberg (kuncîle), rabûn û rûniştin û kerakterên qehremanê filîm de dihate xwiyakirinê! Yilmaz di panorameke (wêneyê giştî) civakî de a gelekî balkêş û tije (dagirtî, pir) li dirama kesayetî; du pirsgirêkên giring: tolhildana bi xwînê û revandina qîzan (Piraniya caran xort ji neçarî; yan feqîrin û yan jî dê û bavên qîzikan dijradiwestin, hezkiriya xwe bidizî direvênin! Weke ku em dizanin, ev tradîtsyoneke kurdî ya kevine – I.M.), yên ku bûne çavkaniya malwêranî û rebeniya gundiyên kurdan, destnîşan dike û bandora wan a neyênî jî li ser jiyana malbatan şirove dike…
Qehremanê filîm – Cebar – (Arkan Yûcel)* dibe qurbana zakona tolhildan bi xwînê; li gorî tradîtsyonê, ew gereke nirxê xwînê bide, yan na wê ew bixwe were kuştinê, çare tine…Ew belengaz bi şev û rojê dixebite ( tanî rojên ku têde karker jibo zêdekirina mia’ş (mûçe, perê mehane) dest ji kar diberdin jî), daku dirav bidehev û jiyana xwe ji mirinê, a ku hertim bi dûvdeye (li pey wî ye) rizgar bike…Lê belengazê Cebar, wê çawa bi hatineke (mia’şekî) hindik, dirav kom bike û nexasime malbata wî mezine…Cebar hemû hêviyên xwe bi qelenê (mehr) qîza xwe ya mezin ve, a ku gihaye mêrkirinê, girêdide…Ew car caran ji zarokên xwe re dibêje: sebir bikin zarokno, wê hey di demeke nêzîk de xortek were xwişka we bixwaze…Emê qelenê wê bistênin û jiyana xwe hemiyan rizgar bikin…Wise hêviya Cebar û malbatê mezim dibe û pêre qedir û qîmetê qîzikê jî li ba hemiyan bilind dibe!! Lê mala feqîrtî û kevneperistiyê wêran be…Ma gelo mafê wan perîşanan heye ku hêviyên wan mezin bibin? Gelo ew dikarin xewnên xweş bibênin? Bêgoman na…Malwêraniya mezin bi ser hemiyan de tê, dema ew sibehekê ji xewê dirabin û dibênin ku ti şopa qîzikê ne li malê û nejî li der dora wê heye…Ew nîvê şevê û bidizî bi delalê dilê xwe re reviya ye…Xewnên rizgariyê û hêviyên mezin jibo jiyaneke serbest û bê tirs, hilweşîn…Ev keça dilhişk û bêedeb çawa dikare ji malê bireve…Ew çawa dikare bê razîbûna (destûr, izin) dê û bavê ji xortan hez bike…?!!
Li vê malxerabûnê, kuştina Cebar nêzîk dibe û rojên wî têne hejmartin ê… ”Eve serpêhatiya mirin û hezkirin ê…Ma gelo ji vê wêraniyê wirdetir (pêve), tiştekî din nêzîktirî trajêdiya kilasîk heye…?!!”(38). Bi van gotinan, rexnegirê sînemê ê tirk Atîla Dorsayî ev filîm da nasîn. Cebar li ser destê dijminên xwe tê kuştinê (zakonên civakê bê rehmin), lê berî kuştinê Cebar daxwaza lêbuhrîn (jiber rojên protêsto wî pişta wan ne digirt û dest ji kar bernedida) ji karkeran dike…xatir ji wan dixwaze û di çavên wî yên şênî de û li ser rûyê wî yê xemgîn bi dehan pirsên bêbersiv hene…
Rexnegirên sînemê ev filîm weke reswekirina rewşa jiyana wî miletê di serdema nû de, helsengandin.
Rexnegirê sînemê ê tirk Indar Kamîl weha li ser filîm nivisand: “ Heger Yilmaz Güney bikarîbana filîmekî din jî li ser jiyana karkerên pîşesaziyê (sînae’tê) çêbike; wê ew tevî filîmên “Heval” û “Endîşe” bûbana xebateke sêhemî a bêhempa û mirêka (neynika) civaka tirkiya nûdemê, bihemû pirsgirêk û nakokiyên xwe ve…”(39).
Ramanên rexnegêr û a di dilê wî de , di pilan û projeyên Yilmaz de jî hebû; wî xwe amadekiribû, ku sla li pêş wî, yanî sala 1975 an sê filîmên din derbixe û di şeşên din de jî bi rola sereke rabe! Lê, mixabin careke din zindan û desthelatdarên faşist di rê ya wî de, bûne kelem…Wî ji sê heyv û nîvê pêve serbestî nedît; careke din ew bi naheqî xistin zindanên tarî û sar de!
Giringe bêgotinê, ku dengvedana biserketinên Güney li seranserî welat belav bû û xelkê dengûbasên wî weke leza birûskê ji hev re şandin; dîsan rojnameyên mezin û piçûk wêneyên wî li ser rûpelên yekem çapkirin û di derheqa wî de gotar nivîsandin…Jibilî wê jî filîmên wî bi mehan li salonên sîneman hatine nîşandan ê!
Bêgoman bi wan serketinên xwe, êdî Güney bi yekcarî di çavê nejadperistên tirk de bû weke dêwekî mezin ê ku “tehlûkê” bi xwe re têne! Careke din bi dehan pirs û ramanên bi tirs di serê Netewperistan de çûn û hatin: Gelo ev “serhişik” çi dixwaze bêje? Wî destpêkiriye pirsgirêkên tehlûke û nazik tîne meydanê! Ew problêmê mirovên dûrî civaka me nîşan dide; xelkên di filîmên wî de ne weke miletê me ne; ne rabûn û rûniştina wan, ne cil û bergên wan, ne mûzîk û folklora wan û nejî axavtina wan bi zimanê me; ew bi seqetî diaxivin (Ev bû sedema sereke a dijminatiya destheladaran ji Güney re; rewşa wî jî weke a her kurdekî dilsoz, ê ku serê xwe ji tirkan re nedanî û hebûna xwe a netewyî parast). Van pirs û metirsiyan wise li organên “Dêmoqratî” yên dewletê kir, ku êdî pîlanên mezin li serê wî bigerênin… Di rastiyê de jî wan dafik jêre vedan û kuştina hakimekî regezperist xistine stwîyê wî de! Çawa ev bûyer çêbû?
Di destpêkê de, pêwiste em bêjin, ku li li ser vê bûyerê (Kuştina Hakim) gelek nivîsar, çîrok û çîvanokên ji hev cuda hatine gerandin; lê encama giştikan û li gor belgenameyên şahidan li dadgeha bilind a dewletê, Yilmaz bixwe ne ê kujer bû…
Di destpêka payiza sala 1974 an de, piştî kotasiya kişandina filîmê “Heval” Yilmaz tevî (li gel) tîma filîmkişandinê çûne bajarokê “Yûmurtalik” ê nêzîkî bajarê Adana, daku dest bi kişandina filîmê “Endîşe” bikin…Di şeva 14 ê Ilonê (September) de û piştî kişandina çend dîmenên filîm Yilmaz tevî tîma filîmkişandinê, xêzana (jina) xwe û xwariziyê (xwişkeza, kurê xwişkê) xwe ê bi navê Abdullah Putün, biryar dan ku herin kazîno ya wî bajarokê xweş li ser qeraxê deriya (behrê) daku şîva xwe bixwin! Di wê şevê de Hakimê wî bajarokî “Sefa Mûtlû“ * jî tevî çar pasewanên (peyayên xwe) xwe li wir nanê êvarê dixwarin!
Dema Yilmaz û yên pêre ketin xwaringehê (rêstoranê) yekser ê Hakim dest bi gotinên ne layiq, qerf û provokasyonê kir: “Çi poz bilinde looo, dikeve hundir û silavê jî nake haaa…Ew padîşahê (qiralê) êkranê ye haaaa?! Ez jî padîşahê vê navçeyê me (vî memleketî me)…Cihê ku ez lê rûniştî bim, gereke hemû kesên li wir bi gotina min bikin û bejna xwe li ber min nizim bikin…Yê ku ev tişt ne bidilê wan bin, bila jivir barbikin û herin…” û gelek gotinêd maiyn, yên hestbirînkirin û şerfiroşiyê…Piştî ku ji qeh-qeha kenê xwe yê bilind xelas bû, Yilmaz jî hew xwe girt û bi qerf bersiva wî da: “ çi parêzerekî giştî (Hakime) ye loooo…”. Li vir û di cih de, bê ku yek bike du ( weke kesê ku li benda bihanekê be ), Hakim rabû ser xwe û êrîşî Yilmaz kir; lê Güney û bi armanca berxwedanê bi herdû destên xwe ew bi hêz ji xwe dûr kir…Hakimê sermest (serxweş) ket û li erdê dirêj bû, lê ew careke din rabû ser xwe û dîsan êrîşî Güney kir…Wêçaxê Yilmaz demança xwe ( marka –modêl- Biyêrtiya ) kişand û guleyek ber bi jor ve (ber bi esman ve ) jibo tirsandina wî, berda (teqand)…Sefa Mûtlû jî demança xwe derxist û berê wê da singa Yilmaz, lê ji bextê geş re di wê kêliyê de mirovekî ji tîma Güney lingê xwe li destê ê hakim xist û gule di ser serê xelkê re drbas bû, bi vî hawî, Yilmaz ji kuştinê rizgar kir… Bi teqîna guleyan re, êdî panîk (xelk li bin guhê hev ketin û bû hêleman) dirust bû…Di wê tevlî heviyê de guleyeke sêhem derket û li çavê rastê yê Hakim ket û pêre jî canê xwe ji dest da!! Ew gule ji demança (marka êdman) derket, a ku bi Abdullah Putün re bû (wî Hakim kuşt, jibo ku jiyana xalê xwe rizgar bike – Wise ragihand). Ji tirsa re A. Putün reviya serê çiya û xwe veşart, lê piştî bîrkirinê ku xweveşartina wî dikare serêşiyê ji xalê wî re çêbike, wî a dinî rojê serê sibehê xwe tevî demança xwe da destê polîs û hertişt rastî got.* Lê tevî wê jî, desthelatdaran Güney, ê ku yekser girtibûn, serbest bernedan! Eşkere bû ku ew li bihanekê digeriyan daku xwe jê xelas bikin. ( Li gor zanyariyan, piştî demeke kin Abdullah Putün, jiber sedemên nediyar, di zindanê de hate kuştin ê – I.M. ).
Serê sibeha 15 î Ilona 1974 an polîsên tirkan Yilmaz tawanbar kirin û ew birne dadgeha dewletê a bilin… Dadweran (Hakiman) 40 kes weke şahid vexwendî dadgehê kirin û li gotinên wan guhdarî kirin…Li gor belgenameyan; 33 ê kesan gotin, ku Yilmaz bêgunehe (wî hakim nekuştiye); xwediyê Kazîno (rêstoranê) sond xwar û got, ku Yilmaz gule ber bi esman ve berdabû û ew kujerê rastî nas nakê: pênc kesên din jî gotin, ku dengê teqîna sê guleyan hatiye guhê wan, lê kê berda ye kê û kî hakim kuştiye, ew nizanin!! Lê (temaşe bikin) kesê ku bi tiq û tenha ê ku li pêş dadweran got, ku Yilmaz ê kujere, yarmetîderê Hakim bi xwe bû, ê bi navê Fewzî Aslan!! Wî got: ” Ne raste, Yilmaz bi tîma xwe re, ne jibo nanxwarinê hatibû Kazîno, ew jibo kişandina filîm hatibû! Hebûna Sefa Mütlu li Kazîno ne jibo nanxwarin û meyvexwarinê (Araqvexwarin) bû, belê çuna me jibo pêkanîna erk (Wezîve, wacib) û xizmetê bû; bi taybetî daku em nehêlin Yilmaz li wan navçeyan filîm bikşêne “! (40).
Parêzerê (Advokat) malbata Hakimê kuştî, Osman Oçer bi xwirtî piştgiriya geotinên F.Aslan kir! Ji bo dadgehê ew şehdebûn bes bû, daku Güney siza bikin û 19 sal zindan li ser wî ferz kir?!
Ji danûstandina dadweran û pirsiyr û şirovekirinên ( komêntar) wan diyar dibû, ku ew vê bûyerê weke behane bi kartênin, daku tola xwe ji Yilmaz bistênin!
Li vir pêwiste em fişar û gefên berê: “Wê te weke kuçikekî (Se, Seg) di kolanê de bikujin û tikes jî nizane bê kî ye!” ên polîs û regezperestên tirk ji Güney re, jibîr nekin!!
Belê, birayara dadgehê di derheqa Güney de ne rewa û dijwar bû; wan bi wê yekê dixwest, dengê wî yê azad bi xeniqênin, daku ew ji afirandina berhemên nû, bi taybetî ji çekê wî “sîneme”, ê ku di rê ya wê re rebenî, hejarî û bindestiya kurdan nîşan dide, bi dûr bixin. Lê careke din ez bi piştrastî dibêjim, ku dengê Yilmaz ji hemû pîlan û bêbextiyên wan xwirttir bû; ji hemû dîwar û deriyên hesnî bilindtir bû, zindan li pey xwe hiştin, sînor û tixûbên dewlwtan derbas kir û li cîhanê belav bû: “ Ez jibo Kurdistaneke yekbûyî, dêmoqratîk û serbixwe; jibo Kurdistaneke ku armanca wê sosyalîzme, xebatê dikim…”.

Jiber vê bûyera bêbext, Yilmaz nema dikarîbû filîmê “Endîşe” bi dawî bêne! Wî ev xebata hêja siparte heval û yarmetîderê xwe Şerîf Gören, ê ku bi emanet û bi serfirazî bi dawî anî. Ev berhem ne a yekem bû, ku herdu hunermendan bi hev re kiribû û ne a dawî bû jî…
Bi vî hawî, netewperistan Yilmaz Güney cara sêhemîn di jiyana wî ya nûhatî de avêtin binê zindanan, daku qonaxeke din, dirêj pir li êş û koçeriyê di nav girtîgehên faşistan de destpêbike …

Careke din hêzên paşverû û faşistên tirkiyê Yilmaz Güney ji azadiya tevgerê bêpar kirin û bi naheqî û çavsoriyê ew birin zindanên sar û asê…Bi vê girtinê re jî, qonaxeke din ya dirêj, pir li êş û koçeriyê di nava girtîgehan de destpêkir – 19 sal zindan – wise dadegehên faşistan biryar dabûn…Bêgoman xwegirtin û berxwedan dijî vê dijminahiyê, nehesan bû. Lê Yilmaz ne ew mêrê tirsonek û reva ji meydana şer bû; belê ew xwediyê vîna ji pola bû; ew birastî kurdekî serhişik û mêrxas bû…Wî biryara berdewamiya xebatê dijî dijminan û ji nava girtîgehên wan da! Lê pirsên girng ewbûn, gelo çawa û bi çi şêweyî vê xebatê bi dest û lingên benkirî (girêdayî, di qeydê de) berdewam bike û tola xwe hilîne??
Gûney bersiva wan pirsan bi kar û berhemên xwe yên bêwestan da. Ew têgihêşt, ku di nav çar dîwarên stûr û bilind de, tenê pênûs û nivîsandina rastiya jiyanê dikare bibe çek dijî dijminên tirsonek, yên ku naxwazin rêyalîtêya civakê bipejirênin. Wî bi bîrewerî û hişmendî dest bi nivisandinê kir, daku ronahiyê bavêje ser jiyana hejaran û zordestiya ku li wan dibe li tirkiyê bigiştî û li Kurdistanê bi taybetî. Dema Yilmaz nivîsandina sênaryo xelas dikir, dest bi nivîsandina romanê dikir û dema roman bidawî dihat, dest bi nivîsandina çîrokan dikir û herwise berdewam û bê tebat zindana xwe kiribû kaniya berhemdanê…Pirs jibo wî bûbû pirsa hevrikî û serhildanê; wan -dijminan- dafk û pîlan jibo wî datanîn, daku dest ji xebatê bikşêne û ji jîn û jiyana xwe nefret bike…Lê wî bi hemû zanebûn û tiwaneyên xwe hewil dida daku ji wan re bide xwiyan, ku vîna wî ji ya wan bihêztire û ti kes nikare wî ji armancên ku dabûne ber çavên xwe, nexasime nîşandana rewşa miletê xwe û belengazên tirkiyê bigiştî, vegerêne. Bi gotineke din, wî rê ya revê û desthildanê (teslîmbûnê) nasnedikir…
Pêwiste bêgotinê, ku piraniya wan nivîsarên wî, piştre û yek li pey yekî bi alîkariya çend dostên wî yên derhênerên sînemê, weke Zekî Oktan, Şerîf Gören û yêd mayin, bûne filîmên sînemê û bi milyonan hezkiriyên wî li wan temaşekirin û bilind nirxandin. Ji wan berheman û tenê bo nimûne: Sala 1975 an derhêner Zekî Oktan romana Güney „ Yên tohmetbar “ kire filîmê sînemê; û her diheman salê de jî derhênerê sînemê yê gênc Artîm Kurac sênariyo ya Güney „ Izin “ (Icaze, çend roj vehesîn) kire filîmê sînemê; û di sala 1976 an de jî sê derhênerên naskirî, sênariyo yên Güney kirine filîm: Bîlcî Ulkaç filîmê „Wê rojek were „, Atif Yilmaz „ Yên bêçare „ û Zekî Oktan „ Dijmin „.
Ev filîm hemû jî serketinên baş bidest xistibûn, netenê li ser sewiya tirkiyê belê herwise li dervî wê jî, lê ew nirxandin û bûhapêdan negihaştibû sewiya bûhapêdana filîmên „ Kerî „ û „ Rê „ yên ku di dîroka sînema cîhanî de û jibo dewlemendiya xezna çanda mirovatiyê bigiştî, têne hejmartinê weke du destkevtên hûnerî yên giranbûha!
Berî ku ez ronahiyê bavêjim ser wan hedu berhemên mezin „ Kerî „ û „ Rê „ û bi hûrgilî li ser wan rawestin, ez dixwazim li vir ameje bi guhertineke giring di helwêsta Güney de beramberî gelê kurd û doza wî ya rewa, bikim!
Heger berê Yilmaz bi şêweyekî indîrêkt (ne yekser) û bi rê ya simbol, sirûşt û rabûn û rûniştinê rewşa belengazên kurdan nîşan dida, lê di vê qonaxê de, bi taybetî piştî nîvê salên 70 ê ji sedsala buhurî, wî di berhemên xwe de dest bi şirovekirina sedemên bindestiya kurdan ji hemû aliyan ve; civakî, aborî, olî û siyasî, kir. Bi gotineke din, ez dikarim bêjim, ku pirsa welat û xelkên wê di afrandinên wî de, bûbû babeta herî giring.
Bêgoman welat jibo wî hetanî bi radeyeke bilind, Kurdistan bû a ku rêjîma tirkiyê „Başûrê rojhelata Anatoliya“ bi nav dike; û xelkên wê jî miletê kurde, yê ku ji hemû mavên neteweyî û mirovayetî bêpare û herwise jî yê ku di kiltûr û mêjiyên nejadperistan de weke „Tirkên çiya „ tê naskirinê. Yilmaz di çîrok û filîmên xwe de, hewil da ku jiyana wan xelkên belengaz, welatê wan yê dûr û asê û yê weke xelkê wê ji hemû şêweyên jiyana serdemê bêpar, nîşan bide; wî herwise jî sirûşta wî welatî bi çiyayên xweyî bilind ve, bi mêrg, deşt û newalên xwe ve, kirine cihê bûyerên berhemên xwe; navên kurdan li qehremanên xwe kir, ew bi cil û bergên neteweyî derxistin ser êkranan (perdeyên sînemê), mûzîk û stranên felklora kurdan bi kar anî û nakokiyên jiyana wan a rojane: belengazî, bêxwendinî, nezanî û paşdemayîn a ku sedemên wê siyaseta rêjîmên faşist yên dewleta tikiyê bûn, destnîşan kirin. Güney bi rê ya haletên sînemyê, eşkere û bi zanebûn diyar kir, ku miletek jixênî tirkan û welatek jî jixênî tirkiya serdemê hene û bi hemû tiştên xwe ve ji wan cudane (cihêne, başqene).
Ew kesên ku filîmên – piraniya wan nêzîkî yên belgenameyî ne I.M – Güney dibênin, bêçetnahî dikarin hest pêbikin, bê çendî (çiqasî, tanî çi pileyê) ew nêzîki jiyana ruhî a wî miletî bû, bê wî bi çi hostayetî û zanebûneke kûr jiyan rojana ya cotiyarên kurd bi hemû hûrgilêyên wê ve, nîşan dida. Jiber bingeha xwe ya neteweyî û civakî, wî dikarîbû nakokiyên pisîkolojî yên di hundirê qehremanên xwe de, nîşan bide û herwise jî sedemên wan nakokiyan yên dîrokî, aborî, civakî û siyasî û bandora wan li ser şêweyê jiyana xelkê wê deverê, destnîşan bike. Yilma Güney bi berhemên xwe jibo miletê kurd, sermiyanekî netewyî gelek mezin, anî meydanê. Di vî warî de, rexnegirê sînemê yê sovyetî (Yekîtiya Sovyet a berê) R.B. Sobolêv wise nivîsandiye: „Yilma Güney ji hemû aliyan ve, hunermendekî payebilinde. Hêzên paşverû bi hemû mêtodan şerê wî dikirin…Birastî jî jiyana vî mirovî, yê ku her çandeke neteweyî dikare serê xwe bi wî bilind beke, ecêb û balkêşe. Tevî xerabkirina navê wî û girtina wî di nav çar dîwarên zindanê de jî, ew bûye pêşengê sînemê li tirkiyê, akter û derhêner Nr.1 (41).
Di rastiyê de jî jiyana vî hunermendê çeleng, serhişk û mêrxas cihê ecêbmayinê ye; şerê wî ji hemû ailyan ve dihate kirinê: ji aliyekî ve rojnamegeriya paşverû û nejadperest ya desthelatdar aliyên wî yên xerab û nêgatîv nîşan dida, daku nav û rûmeta wî di civakê de reş bike; û ji aliyê din ve jî, hukumeta tirkiyê bêminet û eşkere fişar tanîne ser wî û gef (tehdîd) lê dikirin û ditirsandin, daku ji wan re here ser çokan, yanjî ji zindanê û welat bi giştî bireve û koçber bibe…Tekez li ser vê yekê, di sala 1977 an de çavpêketinek di navbera Güney û Êliya Kazan (Yek ji mezintirîn derhênerê sînema Emerîkî ye û bi esilê xwe jî Yûnanî ye – I.M.) de li girtîgeha „Toptaşî“ çêbû. Wê çaxê Ê. Kazan serdana Güney di girtîgehê de kiribû…Jiber ku Yilmaz bixwe deriyê zindana xwe ji wî re vekiribû, hevpeyvîna di nav wan de bi pirsiyara Kazan dest pêkiribû:
– Ma pasewan (dergevan, bekçî) li vir tinene?
– Belê hene.
– Ma gelo li girtiyan didin (lêdan, kutekirin, îşkence)?
– Belê.
– Gelo derfet ji te re heye ku ti jivir birevê (reva ji zindanê)?
– Belê. Derfet jibo min heye, ne tenê ji vê zindanê belê herwise jî, ji hemû zindanên ku ez di wande girtî mabûm…
– Heger ti ji vir bireve, derfet heye ku ti ji welat jî derkeve?
– Heger ez vê yekê bikim, wê desthelatdarên dewletê gelekî dilxweş bibin. Lê ezê xebata xwe jibo doza me hetanî roja dawî ji jiyana xwe, di hundirê welat de bikim.
– Gelo ti di wê baweriyê de yî, ku jiyana te di tehlûkê (metirsî, xeter) de ye?
– Bêgoman ew dikarin min bikujin. Ez di dan û standinên xwe de gelekî hişiyarim û karê xwe bi hêminî (bêdeng, li ser xwe) dikim. Hevalên min yên dilsoz (wefadar) hene. (42)
Piştî derbasbûna sê salan di ser vê hevpeyvînê re, Yilmaz ji girtîgehê û welat jî bi yekcarî reviya û hate Europa; Di yekem hevpeyvîna rojnamevanî de, ev pirsyara jêrîn ji wî hate kirin:
– Ma te negotibû, ku ti ji welat dernakeve û tê xebata xwe di nav gelê xwe de berdewam bike?!!
Yilmaz wise bersiva vê pirsyarê dabû: „Hîn pir zû ye ku li ser reva min were axavtinê. Ez derketime, neku jibo vegera azadiya xwe ya kesayetî (şexsî). Ez derketime daku xebatê jibo vegera azadiya ku li welatê min hatiye windakirinê, bikim…Piştî cûnta leşkerî di 12 îlona 1980 î de û hatina faşîstan li ser hukumê welat, nûçeyên rast û ji çavkaniyên pêbawer gihane min, ku êdî ew pîlana kûştina min amade dikin. Wê çaxê bawerî bi min re sedî sed çêbû, ku mana di bin siya rêjemeke wise dîktator de bi saxî, êdî ne mumkine…“ (43)
Piştî vê ragihandinê û di herçar salên ku ji jiyana wî mabûn, êdî nema ti kesî pirsyar li ser vê babetê ji Yilmaz kir!!

Ka em vegerin ser şêweyê çêkirina herdû filîmên wî yên navdar „Kerî“ û „Rê“ û babetên wan yên sereke. Ezê hewil bidim li gorî zanebûn û têgihêştina xwe analîz ango şirove bikim; tevî ku di destpêkê de û pir bi nefispiçûkî dibêjim, ku şirovekirina berhemên Güney erkekî gelekî mezin û çetine, lewra jibo pêkanîna vî erkî, pêwiste ku tiwana, zîrekî û hesteke hunerî ya bilind li ba mirov hebe.
Di dema xwendina çîrok û romanên Güney de û temaşekirina li filîmên wî, pirsyareke giring di serê mirov de diçe û tê û bersiva wê jî bi hesanî nayê dîtinê; ew jî ewe: gelo kesayetiya Yilmaz kî bû? Aye çirok û roman nivîs bû, yanjî nivîsevanê sênaryo yên filîman bû? Gelo ew akterê sînemê bû, yanjî derhênerê wê bû? Aye berhemdarê filîman bû, yanjî çêkirê wan bû? Gelo hunermendekî gelêrî bû, yanjî têkoşerekî (xebatker) siyasî bû?!!
Jiber wê, dema di hevpeyvînekê de, yanjî di sêmînarekê de kesek jimin dipirse: başe Yilmaz kî bû? Ez bê ku yekê bikime dû (yekser) bersiv didim: herin çîrok û romanên wî yên edebî bixwênin û li filîmên wî yên sînemê temaşe bikin, winê wî bixwe di nav wan berheman de bibênin; ew bi ruh û bîrkirina xwe cêwiyê (diwane, zo, yên wekehev) qehremanên xwe ye; ji wê zêdetir ti kes nikare wî bide nasîn…
Yilmaz Güney bi berhemên xwe yên edebî û hunerî, xelk neçar (mecbûr) kirin daku mûçirk û tevzînok bi laşên wan ve were û lêdana dilê wan zêde û bilind bibe…Wî herwise jî ew neçar kirin, daku hêsran bibarênin, çavreşiyê helgirin, hezkirinê bikin, bîr li çarenûs û paşerojê jî bikin…

Werin em bihevre bidin ser şopa bûyerên „kerî“ (Sürü) vê sîmfoniya (parçek mûzîkê) bêhempa ya ku bi çavan tê dîtinê; û ya ku serpêhatiya bindestî, paşdemayin, hejarî û êşa miletekî di rê ya şêweyê jiyana malbatekê de, a ku ji hinavê wê miletî derketiye, dibêje!
Li vir ez neçarim careke din bêjim, ku pesindan û şirovekirina hunera bilind bi gotina gelekî çetine…Bi dîtina min, çawa şirovekirina parçek mûzîka xweş bi gotinan çetine (pêwiste mirov tenê lê guhdarî bike); herwise jî şirovekirina „Kerî“ çetine, pêwiste mirov lê temaşe bike…
Filîmê „kerî“ gelekî sade, tenik û balkêşe. Ramanên (fikir) filîm pir kûrin û naveroka wî jî bi wate û bûyerên xwe ve, gelekî dewlemende! Ramana sereke ya vî filîmî ewe, ku di bin fişar û êrîşa şaristaniya serdema nû de, a ku jiyana wan belengazan bûye qurbana wê, cihê tradîtsyonên (rabûn û rûnştin, a’det û teqalîd) kevin namîne! Şêweyê jiyana kevin li gorî diyalêktîka pêşdeçûnê ber bi tinebûnê ve diçe; derhênerê filîm vê yekê bi zelalî nişandide, lê di heman demê de jî, ew bi bawerî wê jiyana „şaristanî“ a ku li tirkiya serdemê heye, napejirêne û reswe jî dike! Ew bi eşkere zakonên jiyana burjiwazî ya ku li tirkiyê heye: bazirganên xwînmij û bêrehim, karmendên dewletê yên perexwir û fêlbazî, şêlandin û gendeliya ku li her deverê belav bûye, di filîm de destnîşan dike… Jibilî wê jî di „Kerî“ de çîroka avîndariyeke (hezkirin) bêdeng, dilşewat û pir bihêz heye. Di vî warî de, rexnegirekî europî yê sînemê piştî dîtina filîm wise gotibû: „ Ew babeta avîndariya Romiyo û Cûlêtê ye, a ku herdem zindî ye, lê bi şêweyê rojhelatî (şerqî, oryêntal) ye „(44).
Ev sîmfoniya ku bi çavan tê dîtinê û bi hostayetî hûnandî ji sê beşên (parçeyên) zelal pêkhatiye…
Di destpêkê de filîm jiyana malbateke kurdan ji êla (hoz, e’şir) „Weysîkan“ a ku di navçeyeke çiyayî de û dûrî cîhana serdemê dijî, nîşandide. Ev malbat bi şêweyê jiyana kevnare û tradîtsyonên ku bi sedê salan ji bav û kalan wergirtine dijî: Desthelatdariya bavê (Hemo Axa – serokê êlê) ya dijwar, yê ku hemû tişt, piçûk û mezin yên sebaret bi malbatê, di destên wî dene, û herwise jî erêkirina hemû fermanên wê desthelatdariyê ji aliyê endamên malbatê hemûyan ve. Û li dawiyê jî, dijminahiya „tolhildana bixwînê“ ya bi malbateke din re bi navê „Xelîlkan“ a ku ji gotinên wan diyar dibe, ku ew neyartî hîn ji dema bavbîran ve dom dike û dûrî li hevhatinê (aşti) ye jî.
Filîm raste-rast diyar dike, ku ew şêweyê jiyana êlîtî (e’şîrtî) ya di bin siya zakonên feyodal de, sedî sed ber bi tinebûnê ve diçe; ev yek baş diyar dibe dema, ku traktor ji berdêla gayên cot ve erdê radikin…Ew nîşana hatina burjiwaziyet û kapîtalîzmê li wan navçeyane, a ku sedî sed ne bi razîbûna ê kalemêr Hemo hatine…Jiber dema ew traktorê di nav erdan de dibîne, yekser bîçimê wî têkdiçe û awirên çavên wî tûj dibin, temaşevan hestpêdike, ku heger jidestê wî bê, wê ew wê haleta „necis“ bi awirên xwe binerd bike! Ji aliyekî dinve jî derhenêr bi zanebûn vê ramanê bi rê ya axavtin û şêweyê bîrkirina kurê serokê êlê yê mezin „Şivan“ zelal dike…Ev xortê bejin bilind, bihêz û lihevhatî baweriya wî bi guhertinê hatiye, nexasime di axavtina wî de bi yê E’tar (firoşerê hûrik-mûrika) re: „ …Ev jiyana îro bi şêweyê berê, nema bi rêve diçe…Li hemû deverê traktor û haletên nû peydabûne…Roj biroj mêrg, çîmen û cihê çera pez (mî, sewal) kêmtir dibe…“ Lê ev guhertin gereke bi çi şêweyî bibe?! Şivan çareseriyê di jiyana li bajar û dîtina karekeî li wir (bêyî ku nakokiyê jiyana bajaran û zakonên wan yên hişk û bêrehim bizanibe) dibînê! Jixênî wê jî Yilmaz hilweşandina malbatê gav bi gav û bi awayekî zîrek di rêya rabûn û rûniştina kurê Hemo ê herî piçûk „Silo“ de jî nîşandide; Silo pereyên nirxê firoştina mêdalî û parçeyên şûnewarî yên buha, bidizî ji malbatê diveşêre! Ev yek diyar dike, ku wî gava yekem dijî tradîtsyonan û destheladariyê bavê (gerekbû ew pere ketibûna xezna malbatê) avêt û bîr li cihêbûnê û paşeroja xwe kir…!
Bi dîtina min pêwiste li vir tiştekî giring were rohnî kirin; ewjî ewe, ku Güney bi rêya nîşandana wan mêdaliyên kevnare yên giranbuha dixwest bêje, ku ew milet (kurd) xwedî şaristaniyeke kevne û axa kurdistan jî bi şûnewariya xwe dewlemende! Jiber proseya kirîn û firoştinê wise nîşandide; dema ê E’tar wan ji Silo dikre bidengekî bilind dibêje: Silo ma ti weha dizane ku ew zîv û zêrin…?! Buhayê wan nezêdetirî çend qirûşane…Ew tenekene…Ev memleket (welat) ji wan dagirtiye!! Lê piştî demeke kurt û li bajêr em dibênin ku ê E’tar wan „tenekan“ bi nirxekî bilind difroşe bazirganên şûnewariyê…
Di vî beşî de, çêkirên filîm herwisejî bi zîrekî êtîka rûhî ya endamên malbata Hemo nîşandidin, nexasime di rêya pêwendiyên wan bi qehremana filîm „Bêrîvan“, jina Şivan re. Hemû çavreşiyê davêjine wê (tradîtsyon wise dixwazin) jiber ew keça êla „Xelîlkan „ e ya dijminê wan…Dibe ku li vir pirsyarek were bîra xwendevanan: gelo çawa wise lêhatibû ku ew pepûk, bibe bûka êla dijmin?!! Çîrok ewbû, ku di wextê xwe de, êla „Xelîlkan „ gaveke xêrxwazî û lihevhatinê avêtibûn û keça xwe bê qelen dabûne kurê mezin „Şivan“ yê Hemo axa, bihêviya ku êdî xwînrijî û kuştin, a ku bidehan mirovên bêguneh bûbûne qurban, di nav wan de raweste û nema rûbide…! Lê bextê reş û malxerabûnê destpêkiribû, dema ku zaroka Bêrîvan a yekem bi mirîtî hate dinyayê…Mixabin zaroka duhem jî mir…û yê sêhem jî jiber wê çû?! Li vê malêwêraniyê…Ev tişt -zarokjiberçûn- jibo Hemo û endmamên mala wî nîşaneke li ber çav bû, ku ew bîr li tiştên xerab û dûrîaqilan bikin: „…Haa ma ti bawer dike ku ew nexweşe haaa?!! -wise Hemo axa ji Şivan re dibêje- Ew ji êla Xelîlkan e, vê yekê jibîr neke Şivan…Ew zarokên xwe hîn di zikê xwe de dikuje, daku sibê mezin nebin û dijminahiya malbata wê nekin…!! Bi gotina min bike Şivan û wê berde… Ew dijmine ketiye nav me de…Ticarî bawerneke ku yekî ji Xelîlkan bibe xêrxwazê me…“. Şivanê belengaz…Tiştek li ber çav û di destê de tineye…Di rastiyê de jî zarok mirîtê tên…Jina wî -Bêrîvan- jiber wê yekê lal (nema dikarîbû bi axivê) bû ye…Çûna ser ziyaret û merqedan; xwendina ayat û selewatên şêx û oldaran ti encamî nade…Ka wê ew xwelîbiser çibike?! Ma gelo gotinên bavê min rastin? –Şivan di berxwede dibêje- Ma dibe ku ew zarokên xwe dikuje? Gelo ev yek dikeve mêjiyan de?? Na û hezarcarî na…Şivan bi ser bavê xwe de dike qêrînî -ew yekemcar bû di jiyana wî de-: „Ew nexweşe bavo…Nwxwşe, nexweş…Ji xwedê bitirse! Ev tişt çawa dikevin bîra te de…Ma gelo jin di dinyayê de heye, ku zarokên xwe bizanebûn û hîn di zikê xwe de bikuje?! Pêwistiya wê -dengê wî bilindtir bû- bi textorên pispor û dermanan heye bavo… Ew nwxwşe… Nexweş…“. Bi vê ywkê Şivan biryara dawî da, ku ew qet Bêrîvan biteniya nahêle…
Birastî jî rewşa van herdu perîşanan cihê serlêşêwandinê ye (ecêbe); tevî ku hemû tişt li hawîrdor dijî wane jî, lê pêwendiyeke avîndarî ya bihêz, rastî û di hemandemê de jî dûrî aqilane, wan bi hevûduve girêdide. Ev hezkirin bi şêweyê gundîtî yê herî sade li ser êkranê tê nîşandan, jiber wê ji temaşevanan re hîç çetnahî dirust nabe, daku bawerî bi rastî û rêalîtêya wê jiyanê bêne! Ev yeke bi zelalî diyr dibe dema ku Bêrîvan daxwaz û hêviyên hersê birayên xwe jibo vegera malê û birina wê ser textoran, red dike…
Xwendevanên hêja, bênin ber çavên xwe: Jineke kurd ya gundî -bi hemû wateyên vê gotinê-, nexweş, ji zarketî (lal) û çavdagirtî ji pirsyaran, ketiye navbera du agiran de; ji aliyekî ve hersê birayên wê, siwarên hespan yên ku lav lav ji wê dikin daku vegere mala bavê, û ji aliyê din ve jî mêrê xwe „Şivan“ yê ku li dûr li benda biryara wê maye? -birstî tabloyeke sînemê ya kêmnemûneye- Bêrîvan bi çavên xwe yên pir li xem û derd û bi bêdengiyeke gelek şewat, li birayên xwe yek bi yek temaşe dike û piştre weke teyreke bêbasik direve û xwe dipişt Şivan de vedişêre…Weke yekê ku bêje eve hêviya min di vê jiyanê de, eve hêlîna min a ku min biparêze…!
Şivan jî ji aliyê xwe ve hêviyên wê naşikêne û vê yeke bi mêranî û bi bêdengî nîşan dide, nexasime dema ku bavê wî bi dar, ling û destan li wî dixe…Weke yekî ku bêje, ez amademe barê hemû tiştî helbigrim û waz (dev ji) li malbatê jî bênim, lê Bêrîvan bi teniya nahêlim…!Birastî pir çetine mirov wan tabloyên ku li ser êkranê têne nîşandan bigotinan bêne ser kaxezê… Bêgoman beşekî mezin ji serketina wan tabloyan divgere ser pêkanîna herdu hunermendên sînemê: Tariq Akan „Şivan“ û Melîke Demirag „Bêrîvan“, yên ku bi hostayetî bi rolên xwe rabûbûn!
Qehremana sereke „Bêrîvan“ bi dirêjahiya filîm (zêdetir ji du sie’tan) yek gotin bi tenê jî ji nav lêvên wê derneketibû! (Ev yek jî di filîmên çîrokbêjî de, tiştekî nû bû – I.M.). Raste, wê axavtin bi zimanê xwe nekiribû, lê bi awirên çavê xwe mîmîka rû û laşê xwe, êş û xembariya xwe, daxwaz û hêviyên xwe ji temaşevanan re şirovekirin û wise lêkiribû, ku herkes kêlî bikêlî pêre bijî, li rewşa wê bipirse û xema wê jî ji dil û can bixwe…
Li vir ez bi pêwist dizanim, ku çend parçeyan ji gotina lêstikvana sînemê a tirk Melîke Demirag li ser mirina Yilmaz Güney bi bîranîn bênim:
„…Di havîna sala 1978 an de, ez ji Antaliya di bajarê Izmîr ê de diçûme Istanbol ê. Li Izmîr ê min biryar da ku serdana Yilmaz di zindanê de bikim…Di odeke piçûk de li girtîgehê, min û wî gelekî li ser hunera sînemê û giringiya wê axavtin kir…Yilmaz ji min re bi dirêjahî proje û pilanên xwe yên dahatû şirovekirin, bi taybetî li ser ramana filîmê „kerî“ rawestiya…Ez ecêb mayî mabûm, dema wî ji min xwest, ku ez bi rola sereke di wî filîmî de rabim, jiber piştî filîmê „Heval“ yê ku min têde bi Yilmaz re leyistibû, waz li lêstkvaniya di sînemê de anîbû…Lê wî baweriya xwe bi tiwaneyên min yên hunerî anîbû û bi xwirtî ji min xwest, ku ez bi wê rolê rabim, tevî ku min wê çaxê tiştek li ser jiyana kurdan nebihîstibû û nejî dizanîbû …Birastî ez deyndarê wî me; bi saya serê wî û bi rê ya filîm, min jiyana miletê kurd naskir, bi taybetî rewşa jinan…Herwise û bi rê ya wî filîmî jî, min jiyana miletê xwe yê tirk naskir… Bi rê ya „Kerî“ min gelek tişt naskirin yên ku berê ji min re nediyar bûn…Yilmaz nemiriye, ew di nav me de dijî…“ (45).
Bi gotinekê, em dikarin bêjin, ku di beşê yekem de ji filîm, derhêner rewşa jiyana malbatê ji hundur ve nîşan dide û tekez dike, ku ew şêweyê kevnare û pir li nakokiyan, gelekî dom nake û ber bi herifandinê ve diçe…

Lê di beşê duhem de ji „Kerî“ Yilmaz çîroka xembarî û malwêraniya malbata Hemo axa û rasthatina wê (rû birû) beramberî jiyana bajarvaniyê „şaristanî“ dibêje. Ev yek pir bi hostayetî di rê ya rêwingiya (karwanî, sefer) êşkişandinê di tirênê de, tê diyar kirinê…Serokê malbatê, yê kal jibo firoştina keriyê pez, ji bazirganan re imze kiribû, ku kerî li ser hesabê xwe bighêne hetanî bajarê Anqera, bêyî ku bîr bibe, tenê proseya veguhestina hewqas seriyên pez, tehlûkeye û serêşeke mezine…?! Roja çûnê nêzîk bû…Gereke karwan bi rê bike ve…Keriyê pez li pêşiya pênc mêran û jineke bêhêz, bi kotekî li pey wan bi rêve diçe, kete ser rê de…“ Şivan! -Hemo bi lavlav jê re got- bi gotina min bike û bila ew -Bêrîva- bi me re neyê…Ew kunde, nenîşane xêre ye…Wê ji mere felaketan bixwere bêne…Emê tiştên nebûyê bi çavên serê xwe bibênin Şivan…“. Lê lavlavê ti bandor li Şivan nekir, bipêçewane wî ji bavê xwe re şert danî; yan wê Bêrîvan jî were û li Anqera here ser textor, yanjî ewê bixwe jî li mal bimêne…?!! Bi vî hawî karwanê êşkişandin û di heman demê de jî jihevhilweşandinê, destpêkir…Hîna li gundê yekem ku gihaştibûnê de, diz û pêxwasan bi fêlbazî û pîlan şerek durust kirin û guleyên demança ber bi esman ve berdan, daku keriyê pez belawela bibe û diziya wan hasantir bibe…Hetanî ew gihêştin stasyona tirênê çend serî pez ji wan hatine dizînê…Li stasyona tirênê yê kalemêr rû birûyê gendelî (fesad) û organên dewletê yên şêlandin û xwînmêtina hejar û perîşanên weke Hemo, hat…Herkes; ji serokê stasyonê bigre û hetanî di şûfêrê tirênê re derkeve, para xwe (reşwe, bertîl) dixwazin…Çare tine, gerek Hemo bide, evin zakonên vî welatê…Lê tehlûka herî mezin û kula herî giran ew bû, ku birêvebirên stasyonê keriyê pez xistin vagonên jehir (zihêr) kirî de -berî wê bi demke kurt dermanê jehrê yê (D.D.T.) di wan vagonan de bar kiribûn- Ew yek bûbû sedemê mirina hejmareke mezin ya miyan (pez); jiblî wê jî, bi zelalî tê dîtinên, bêçawa û bidirêjahiya rê, çete, diz û qaçaxçî yên ku li her devera welat belav bûne, miyan ji vagonan didizîn…
Pêwiste were gotin, ku di rê ya vê rêwingiyê de, çêkirê filîm jiyana serdemê û nakokiyên wê li herdû civakên tirkiyê: ya kurdî û herwise jî ya tirkî di panorameke giştî de diyar dike! Ji aliyekî de gendeliya ku di hemû organên dewletê de belav bûye, fêlbazî, dizî, şêlandin û pûştiyetî (laşfiroşî) -em dibênin bêçawa jinika seqet ya laşfiroş Silo dixapêne û pereyên ku ji malbatê veşartibûn ji wî didize-, ya ku li her deverê belav bûye. Ji aliyê din ve jî ew amaje (rohniyê davêje ser) bi jiyan û xebata siyasî li welat dide -Girtina yê dengbêj, ê ku stranên internasyonalîzmê dibêje, û herwise jî kuştina xwendevanekî şoreşgêr yê ku belavokên siyasî belav dike, di nîvê kolanê de û ji aliyê hêzên tarî ve -.
Lê derhênerê „Kerî“ hêviya xwe bi yekcarî ji berxwedanê nabire û ew bi zanebûn di hin bûyeran de, amaje bi hêza pêşverû a ku dijî rêjîma tirkiyê xebatê dike, dide; nexasime bi rê ya nîşandana gêncê (xort, gede) rojnamefiroş, yê ku bi dengekî bilind bang dike: Rojname…Rojname…Ew li ser kiryarên faşîstan dinvîse û wan riswe dike…Ew li ser kiryarên Imperyalîzmê û tawanên wan li welatê me dinvîse…“. Bi vî hawî û bi şêweyekî hunerî pir bilind, ji temaşevanan re rewşeke xembarî û ji gelek ailyan ve, tê xwiyakirinê; lê bêgoman rewşeke rastî ye, rewşa tirkiya serdemê ye.

Beşê sêhemîn ji vê serpêhatiya hunerî a rêyalîst, me dike şahidê herifandina êla Hemo „Weysîkan“ û pêrejî ya sîstêma feyodalîzmê a riziyayî ku dem êdî di ser ve derbas bûye!
Piştî rêwingiyeke dirêj, pir li êş û xeman, hejmareke piçûk ji miyên ku mabûn gihêştin paytexta welat, bihêviya ku bazirgan sozê xwe pêkbênin! Lê careke din Hemo yê kalemêr rû birûyê rastiya ta’l ya zakonên neyeksane û bêwijdaniya bazirganan -Ma wî jiku bîr dibir, ku ew li gotina xwe xwedî dernakevin- hatibû!! Piştî ku wî ew rastî biçavên xwe dît û têgihêşt bê çi felek li serê wî geriya ye, êdî dereng bû…Li dawiyê û ji neçarî şertên bazirganan qebûlkir. Bi serhejandin û dilekîşikestî pez bi nirxekî gelekî kêm firoşte wan…Di serê wî de gelek pirs çûn û hatin: wê çawa deynên xwe bidê? Gelo wê çi ji endamên malbatê re, yên li gund bê pere û bê qût li hêviya wî ne, bêje? Wê çawa û bi çi şêweyî malbat vê zivistana dijwar bibe serî?! Jiber wan sedeman ew razînabe, ku peryên gelek jibo saxkirina Bêrîvan dide Şivan -Di rastiya pirsgirêkê de, mirov dikare rewşa Hemo axa li ber çav bigre; jiber kar û barê êlê hemû li ser şanê wî ye; wî pere ne ji timabûnê (bexî) re nedida, belkû zêdetir jiber paşeroja malbatê û parastina wê bû -.
Tevî kêmbûna pera jî, Şivan dikarîbû Bêrîvan bibe ba textor jibo saxkirinê…Li ba textor Bêrîvan bi hîç şêweyî razî nebû, ku çilên xwe li pêş mirovekî xerîb ji xwe bike…Lê di rstiyê de rewşa wê wise xerab bûbû, ku ti textorî êdî nema dikarîbû wê ji nexweşiya wê rizgar bike…Li “Anqera“, Bêrîvan bi yekcarî bêhêz bû û nema dikarîbû li ser piyan birêve here; Şivan ji neçarî ew li ser pişta xwe kir…Birastî jî, temaşevan tabloyeke xembar û xwedî bandoreke mezin, a ku mîna wê di sînema serdemê pir kêm tê dîtinê, dibêne…Di nîvê kolanên paytextê de; li pêşiya avahiyên bilind û dikanên mezin yên bi renga- reng xemilandî, û di bin awir û pêkenîna bi sedan mirov de; mêrekî gundî, bejin bilind, cil û bergriziyayî û xerîb… Jineke jihalketî, nîv sax li ser pişta wî ye, bilezûbez û bêarmanc birêve diçe…Li çavên xelkê temaşe dike, kelûgirî dibe û dixwaze ji wan re bêje; çima win ecêbmayî dimênin? Ev evîndara mine…Ew di vê jiyanê de hêviya mine, lê …! Belê, pir çetine ku mirov bikaribe wêneyeke wise bi wateyên xwe ve dewlemend, a ku rastî û kûrbûna avîndariya wan herdû perîşanan di wê civaka ker û lal de nîşan dide, bêne ber çav û xeyalên xwe!
Şivan berê xwe dide mala dostekî xwe -ew li eskeriyê naskiribû- yê ku li qeraxên bajar dijî û bi nanûziko weke bekciyê avahiyên mezin kar dike.
Li vir careke din Yilmaz bi zanebûn, wêneyên kêmdîtî û bi wateyên xwe ve dewlemend, nîşan dide; wise diyar dike, ku tevî vê mala piçûk a bê av, êlêktirîk û pencere jî, Şivan çavnebariyê (hesûdî) davêje rewşa dostê xwe…Ew bi çavbelî û ecêbmayîn buhst bi buhst li nava malê û tiştên tê -tevî hindikî û kevinbûna wan tişan- de temaşe dike…Carekê yan du caran awirên wî li wêneyê „Karl Marx „ yê bi dîwarê malê ve daleqandî dikeve -Yilmaz bi mebest vê yekê nîşan dide- bêyî ku bipirse ka gelo ew kî ye…Careke din bi melûlî serê xwe dixe ber xwe de û bîr li derd û kulên xwe û Bêrîvana nîvsax, dike…
Li vir û di odeke rût û vala de ji yên wê avahiya bilind, Bêrîvan bi nermî û bi bêdengî, weke ku çawa jiyana xwe dibire serî, wise jî canê xwe ji dest da û serê xwe êdî nema rakir…
Li gorî tradîsyonan gerkbû, ku laşê kesê mirî li cihê ji daykbûnê were veşartinê; jiber wê Şivan bi erkê xwe dizanî, ku laşê Bêrîvan bibe welatê wê! Bêgoman jibo vê yekê dirav pêwiste…Ew neçarbû careke din pera ji bavê xwe bixwaze…Lê weke hercar, kalemêr dilkevir, daxwaza wî red kir û got: „ Mala xwedê ava be, ew mir û em ji wê xelas bûn…Ma nebesbû tiştê ku di saxiya xwe de bi serê me anîbû Şivan…Ti dixwaze ku ew bi mirina xwe jî me perîşan û şepirze bike, ha…?! Şivan, bi çavên pir li hêsir û ecêbmayî temaşeyî bavê xwe kir û bi dengekî bilind bi ser wî de hilat û got: „Te hişe xwe xwariye…Ti hesta mirovatiyê li ba te nema ye…Kalemêrê xurufî, ti nema dizane ku ti çi dibêje…çawa zimanê te digere ku ti tiştên wise bêje…“. Weha û di nîvê bazara sewêl (ajel, pez) de bû qireqira bav û kur…Di wê kêliyê de, yekî zimandirêj, karkerê nava bazarê, xwe avête navbera wan û bi laqirdî (qerif, henek) got: „… Çi bele we ye birano…? Çima win jibo jineke mirî şer dikin? Herroj bi dehan kes dimirin…Bila ew jî bighêje wan yaho…Laşê mirî li kûderê were veşartinê weke heve…Ha li vir…Ha li wir…ferq çiye yaho…“. Hîn gotina wî di dev de bû, Şivan êdî nema xwe girt, weke gurê pirçî yê ku ji mêj de li nêçîra xwe digeriya, êrîşî mêrik -yê di bingeha xwe de, bêguneh bû- kir û bi hemû hêza xwe ve destên xwe xistin qirika wî de û gufaşt…Êdî tu hêz nema dikarîbû wî bextreşî, ji nava lepên Şivan rizgar bike…Ew neberda hetanî ku ruh jê neçûbû…

Di wê dema ku laşê bêrîvan di nav destan de mabû; polîs Şivan -jibo kuştina mêrik – birne girtîgehê; Silo firsenda pevçûnê bi dest xist û xwe ji bavê dizî û kete nav „Xweşiya“ bajar de û biryara xwe da, ku êdî nema vegere wê jiyana kevin… Hemo yê kalemêr jî, ji kerba Silo hiş di serî de namabû…Ew bi kopal, şaşika li serî û çil û bergên gundîtiyê, dikeve nava bajar de û weke dîna (şêt) di bin ronahiya şewqên kolanan de, di nav xireçira otombîl û mirovan de, bêyî ku kesek lê bibe xwedî, dike qêrîn û hawar: Silo…Silo…Siloooo…Siloooooo!

Bi vî hawî, derhêner bi şêweyekî diyalêktîk, rêyalîst û bi çîrokbêjiya xweş- hûnandî û sivik me (temaşevanan) dighêne encama dawî -Hilweşandina malbata Hemo û pêwistiya bi guhertina jiyana kevin -!
Çêkirê „Kerî“ ne weke gelek filmêd welatên „Sêhemîn“ yên ku rewşa du jiyanan; ya gund û ya bajar didin hemberî hev, nîşan dide! Ew bi hûnandineke hunerî ya bilind tekez dike, ku jiyana kevnare pûç bûye, lê di heman demê de jî „Şaristaniya“ serdemê jî, nexasime ya ku li tirkuyê heye, seqete û di bin siha wan rêjîman de wê her kêm û neyeksane jî bimêne! Jiber wê pêwistî bi guhertinê heye; lê çawa?!
Bi dîtina min, Yilmaz Güney bi vê serpêhatiya xwe ya mîlodî û sade, bersiv bi rê ya du tabloyên sereke di dawiya filîm de da: Yek, dema nîşandana wêneyê pêşengê şoreşa bindestan li Cîhanê „Karl Marx“ di mala dostê Şivan de; û duhem, bi rê ya raman û şêweyê bîrkirina xortê xwendevan -kurê dostê Şivan- re; ê ku çûna rêstorantê û şevbuhêrkê bi malbat û mêvanan re, red dike û ji berdêla wê ve diçe civîneke siyasî ya xortên pêşverû! Wise diyar dibe, ku filîmçêkir tekez li ser wê yekê dike, ku xebat li ser rê ya bîr û baweriyên zanistî, hînjî berdewame û paşerojeke geş, sedî sed bi rê ve ye!

Cihê amajepêdanê ye, ku taybetmendiyeke din di filîmê „Kerî“ de heye, a ku tenê di xebatên hozanvanî yên rêyalîst û giranbuha de, têne dîtinê; ewjî ewe, ku ev xebata bilind ya ruhsivik û bi çîrokbêjiya xwe ve hesan, li xweşiya hemû kesî, bêciyawaziya pileya zanebûn û pîşeya wan, tê?!
Di vî warî de, herdu rexnegirên sînemê yên sovyetî R. Sobolêv û O.Tênîşvîlê nivîsandine: „…Taybetiyeke filîmê „kerî“ ya ku kêm di xebatên sînemê de tê dîtinê, heye! Ew ji hemû aliyên êstêtîka huner vecihê nirxandinê ye; bi gotineke din, „Kerî“ jibo temaşevanên pispor, kesên xwedî ezmûne di warê hunera bilind û zanistiyê de, yên ku di huner de, ne tenê li bûyerên seyr digerin, belê yên ku dilhênikiyê (Xweşiyê, lezetê) ji huner dibênin, gelekî balkêşe; û di hema demê de, ew ji temaşevanên sade re jî, yên ku tenê temaşa bûyerên çîrokê dikin, bê ku li wateya wan bi kuratî bikolin, gelekî xweşe …“ (46).

Li dawiyê dimêne, ku em bêjin xebateke hunerî ya giranbuha û balkêş -bi taybetî jibo temaşevanên europî- hate çêkirin. Bi saya serketina „Kerî“ û pêşwaziyagerim a ku jêre li gelek welatên Europî hatibû kirin, netenê sînema tirkiyê belê herwise jî ya dewletên „Sêhemîn“bi giştî, gihêşte sewiya sînema cîhanî. Lewra ev filîm, bi pênc xelatên hunerî yên navneteweyî hatiye xelat kirinê, di nav wan dejî xelata sereke ya fêstîvala „Valênsiya“ sala 1980 ê li Êspaniya…

Yilmaz Güney destkeftinên mezin di cîhana sînemê de bidestxistin; navê wî, nexasime piştî filîmê „Kerî“ weke derhênerekî navnetewyî mezin hate xwiyakirin û kete rêza navdarên filîmçêkerên cîhanê! Rexnegirên sînemê bi hûrgilî û balgêşiyeke mezin awira xwe avêtin ser kesayetî û berhemên wî; di piraniya nivîsarên xwe de jî, bi pesindan ew helsengandin û weke hunermendekî bawermend bi doza gelê xwe û nêzîkî êşên wî, dane nasîn!
Bêgoman nîşandana jiyana civaka kurdan bi hemû kêm û kûrtiyên xwe ve, bandoreke ber biçav li ser raya giştî, nexasima a europî hiştibû! Lewra Yilmaz di berhemên xwe yên dawî de, hêdî hêdî destpêkir, ku êdî pirsa kurdan netenê weke pirseke paşdemayina civakî û aborî nîşan bide, belê herwise jî weke pirsa miletekî ku ji hemû mafên xwe yên milî bê pare! Ji wê zêdetir, êdî Güney bi rê ya hunera sînemê pirsa kurdî weke pirseke siyasî, a ku pêwistiya wê bi çareseriyê heye, pêşkêşî temaşevanên cîhanê kir!
Ez bêtirs dikarim bêjim, ku Yilmaz êdî çîroka bindestiya miletê xwe û birçîbûna wî jibo azadiyê êşkere û bi zimanekî hunerî pir payeberiz, hûnand. Di derheqa vê yekê de û li ser pirsiyara rojnamevanan, wî wise gotibû: Heger ez ne kurdbûma jî, minê piştgiriya doza kurdan bikra! Bênin ber çavên xwe, hetanî vê kêliyê 12 milyon kurd li tirkiyê ji hemû mafên xwe yên mirovayetî bêparin; ew nikarin bi azadî bi zimanê xwe bi axivin! Ma gelo mirov dikare çavên xwe li ser vê yekê bigre?!
Lê pirsên girng ew bûn, gelo wê ew çawa û bi çi şêweyî piştgiriya doza gelê xwe bike û dest û lingên wî benkirî (girêdayî, di qeydê de) ne? Gelo çawa di bin çavdêriya dijwar de, ew dikare babetên ku di serê wî de meyî ne, eşkere bike û derxe pişt sînoran??
Bi armanca bersivdana van pirsyaran, Gûney hîn di zindanê de, dest bi nivisandina sênariyo ya filîmê „Rê“ kir, û ji wir jî (ji zindanê) serkêşiya derhênana wê xebata giranbûha kir, a ku di fêstîvala navneteweyî ya sînemê de li bajarê „Kann“ ê /Ferensa/ sala 1982 an de xelata sereke „Palma (pelê) zêr“ wergirtibû!
Pêwiste bêgotinê, ku „Rê“ ji nişkave di çarçoveya berhemên fêstîvalê de hate nîşandanê û xelata yekem jî, a ku bi nirx û navdariya xwe ve nekêmî ya „Oskar“ ê ye, wergirt; ew ji aliyê rexnevan û rojnamevanan ve weke „bomba hunerî“ û filîmê wî mûsimî hate bi navkirinê, jiber wê jî ew li seranserî cîhanê hate belavkirinê…Li ser çêkirina vê xebata hunerî Y.Güney wise bersiv dabû: „…Min sênariyo ya vî filîmî di zindanê de nivîsand…Di zindanê de, min gelek kes naskirin û dostaniya gelekan ji wan jî kiribû…Car caran min li serpêhatiyên wan û bûyerên ku jibo wan hatibûne girtinê, guhdarî dikir û bi emanet jî min li ba xwe, dinivîsandin; wise û bi derbasbûna demê re yanzdeh /11/ çîrok li ba min gihabûn hev…Ji wan serpêhatiyan min pênc /5/ yên ku zêdetir nêzîkî rêyalîtêya jiyanê û armancên min bûn, helbijartin…Armanca sereke ya filîm ew bû, ku ez di rê ya çarenûsa her pênc girtiyên ku izna cejna qurbanê (Bayrem) jibo yek heftiyê werdigrin û ber bi malên xwe ve diçin, jiyana rojana ya rêyalîst li tirkiya nûdemê de, nîşan bidim…“(47).
Piştî amadekirina sênariyo û danîna pilana sereke ya vê xebata hunerî, Yilmaz jibo cîbicîkirina (pêkanîna) „Rê“ hevalê xwe yê derhêner „Şerîf Gören“ destnîşan kir û ev berpirsiyariya giran da ser milên (şanê) wî!
Bi dîtina min, helbijartina Yilmaz divegere ser du xalên bingehîn:
– Yekem: Şerîf Gören cîhana rûhî (hundir) ya Güney û bîr û baweriyên wî yên hunerî û siyasî baş nas dikirin, jiber wî berê jî weke „derhênerê alîkar“ di filîmên Güney de „Hêvî“, „Ibret“ û „ Endîşe“ de kar kiribû.
– Duhem: Şerîf Gören jî bi eslê xwe ve kurd bû, û wî ji hemû kesî zêdetir dikarîbû rabûn û rûniştina kurdan û kerakterê wan yê milî nîşan bide!

Di rastiyê de jî helbijartina Güney rast derket; Şerîf Gören bi çalakî, bi hemû zanebûna xwe ya hunerî û civakî, bêwestan û bi emanet hewil dabû daku filîm bi serbikeve! Lê hûnandina filîm, mûzîk û montaja dawî Yilmaz bixwe, piştî derketina wî ji tirkiyê, serkêşî kiribû û pêkanîbû!
Li vir, pêwiste bêgotinê ku vê xebata duqolî (bihevre) ya ku Yilmaz di zindanê de serkêşiya wê dikir, û ya ku Şerîf Gören li derve hemû tişt pêkdianî, pirsyareke mezin û cihê gomanê di nav rexnevanên sînemê de peydakir: Gelo kî derhênerê filîm yê rastî ye? Aye Y.Güney ye, yanjî Ş. Gören e?!!
Ji pextê geş re, Şerîf Gören yekser ew goman ji mêjiyê gomanlêkiran rakir û biyekcarî ev pirsyar zelal kir, dema ku ji rojnamevanan re got, ku: Çêkirê „Rê“ û derhênerê wî yê rastî Yimaz Güney ye; ew tenê hêjayî helgirtina vî navî ye; min û karmendêd mayin hemûyan, me daxwaz û fermanên wî yên ku ji girtîgehê didane me, bicih tanîn…
Lê çawa Yilmaz dikarîbû derhêneriyê ji zindanê bikê? Û bi çi şêweyî dikarîbû serkêşiya wê xebata mezin û hewqas karmendên wê birêve bibe?!!
Bersiva van pirsyaran, yên ku rexnegirên sînemê û rojnamevan xistibûn sergêjekê de, Yilmaz wise dabû: Di wê çaxê de – yanî dawiya salên 70 yî ji sedsala buhirî – Partiya Gel ya Komarê bi serokatiya B.Ecewît hukum li welat dikir û wan destûra serdanên zindaniyan pir hesan kiribûn…Min ew firsend bi dest dixist û hemû beşdarên di filîm de vexwendî zindanê dikirin; di wan serdanan de, min bi dehan rûpel yên ku hemû tişt bi hûrgilî li ser wan nivîsandibû, hetanî bi şêweyê wênegirtinê, didane destê wan û bi wan re pirova dikir; jixênî wê jî min ji wênegiran û lêstikvanên di „Rê“ de dixwest ku ew serdana navçeyên kurdan, cihê kişandina filîm bikin, bi xelkê cih re dan û standinê bikin, rabûn û rûniştina wan nasbikin û hemû tiştî jî bi wêneyên fotografî bigrin, daku rewşa cih û mirovên wan deveran timî li ber çavên wan be û di hişê wan de bimêne…
Hevalekî Yilmaz Güney di derheqa vê yekê de wise gotibû: „…Yilmaz hemû beşdarên di filîm de vexwendî (dawetî) zindanê dikirin, hetanî bi karmendê ronahiyê jî…Di wan hevdîtinan de, wî rola her leyistkvanekî şirove dikir û bixwe jî li pêşiya wan dileyist; jixên wê jî wî bihûrgilî ji wênegiran re jî tevgera kamêreyan nîşan dida, te digot qeyî (belkî) wî hemû jiyana xwe li pişt kamêra sînemê derbas kiriye?! Bi gotineke din, ez dikarim bêjim, ku wî oda hevdîtinê di zindanê de dikre stûdiyo ya sînemê…Piştî hevdîtinan em yekser diçûne meydana wênegirtina dîmenan li derve (Ber bi sirûştê ve, jiber piraniya dîmenên filîm li derve dihatin girtin – I.M.) û herkesekî ji me erkê xwe dizanî bû û weke ku Yilmaz gotibû, pêkdianî…“ (48).

Birastî jî rola hevalên Yilmaz (yên gelekî kêm bûn) di serkeftina filîmên wî de, bi taybetî yên ku ji zindanê serkêşiya wn dikir, gelekî mezin bû! Yilmaz jî ev tişt jibîr nedikir û di her lêhatinekê (mûnasebe) de jî bi sipasî digot: Ez burcdarê (deyndarê) hevalên xwe me, yên ku bi emanet bi min re kar dikirin û hemû daxwazên min bi baştirîn şêwe bi cih dianîn!
Li ser kesayetiya Güney, zîrekî û nûjeniya ku di xebata hunera sînemê de peydakiribû, herdu rexnevanên Sovyetî yên sînemê R. Sobolêv û U. Tênîşvîlî wise nivîsandine:“…Dîrok dizane ku gelek destkeftinên giranbûha yên zanistiyê di zindanan de hatine peydakirinê; herwise jî, ji wir berhemên navdar û perçeyên mûzîkê yên ku li cihanê belav bûne, hatine nivîsandinê, lê di kesayetiya Güney de ew -dîrok- êdî dizane, ku di zindanê de filîm jî dikarin werne çêkirinê…! Ev yek birastî bûyereke bênemûne ye…“ (49).

Bêgoman nehêniya serkeftinên Güney di nav pîşesazên sînemê, rexnevan û rojnamevanan de, bûbû cihê gengeşe û goftûgoyan! Di derheqa vê yekê de, rexnevanê sînemê yê yûnanî – Dîmîtrîs Zaniyakîs – wise dibêje: „…Yek ji nehêniyên herî giring yê serkeftina Güney ew bû, ku ew di nava miletê xwe de dijî, hemû tiştên ku wî nîşan didan, têne hejmartin weke belgenameyên zindî li ser êş, belengazî û bindestiya miletê kurd…Çavkaniya hêza filîmên wî: nîşandana jiyana rêyalîst a rojana bi hemû ta’liya xwe ve…Wenêyên ku Yilmaz dikişandin û li ser perda sînemê nîşan dida, ji temaşevanên rojava (Europî) re weke xewnên tirsê dihatin ber çavan; lê pir mixabin ew hemû rastî bûn û ne xewin bûn…Xeyseta din ya berhemên Güney, a ku sedî sed nîşana zîrekî û lehengiyê ye, ew bû ku lihevhatineke bilind û bi hostayetî, di navbera aliyên belgeyî û lêstkvaniyê de dihate dîtin…“ (50).

Li vir pêwiste mirov bûyer û babetên filîmê „Rê“ nas bike, daku bixwe rêbaza Güney di çêkirina filîman de bibêne; ew rêbaza ku li ser bingeha du xalên giring dihate avakirinê: Yekem: pevgirêdana bihêz (xwirt) di navbera bûyerên belgenameyî û lêstkvaniya hûnera sînemê de, a ku di dîrokê de tenê mezinên sînema rêalîst dikarîbûn bi cih bênin! Duhem: hevbeşiya derd û jiyana xelkên sade û çavdêriya wan bi hûrgilî û ji nêzîk ve!!

Qehremanên filîmê „Rê“ pênc girtiyên „serbest in“, yên ku Yilmaz bi çavên kamêra xwe, yek bi yek çavdêriya wan dike û qonax bi qonax li pey wan bi rê ve diçe!
Her pênc (Yûsif, Mewlûd, Seyid Alî, Mihemed Salih û Omer) girtiyên yek zindanê ne, a ku Güney bi xwe jî tê de mabû; izna (îcaze) heftiyekê distênin da ku herin gund û bajarên xwe, bihêviya dîtina xizim û kesên xwe, yên ku li ber dilên wan şêrînin û bi drêjahiya salan li benda wan mane…
Di rê de, her pênc mirovên „serbest“ rû bi rû rastî jiyana rojana a têror û tarî (Bûyerên filîm piştî hatina cunta faşîst a sala 1980 î li ser hukm rû didin – I,M.), ku li seranserî welat heye tên…Her çend kîlomêtran li ser rê, tabûrê leşkeran rawestane û kontrola rêwiyan dikin. Piştî rizgarbûna ji binkeyeke kontrolê; di otobûsê (Pasê) de her pênc girtî jiber kêf û xweşiya iznê ve sermestin, kaxezên wan di destên wan dene û ken û laqirdiyên (henek, şoxî) xwe bi hev dikin…Di wê navberê de perîşanê Yûsif kaxeza izna xwe winda dike…Piştî qasekê (demeke kurt), careke din leşker pasê kontrol dikin…Polîs yek bi yek daxwaza nasnameyên rêwingiyan dike…Dor dighe Yûsif, lê ew dike nake kaxeza izna xwe li ti deverê nabîne?!! Li vir malwêranî destpêdike: „Komondantê min, ez sûnd dixwim, ku kaxeza min vêgavê winda bûye… Rewşa min jî wek a van hevala ye…Em (kelogirî) hemû girtiyê yek zindanê ne û jibo yek heftiyê diçin iznê…“. Na herê, ma dilovanî û mirovayetî bi polîsê tirkan re heye: „ …Ez ji ku dizanim, ku ti diçê iznê? Yala.. wî jiber çavên min bibim û vegerênin cihê ku jê hatiye…“. Ofserê bê îman guh nade girî û lav lava Yûsif… Li wir îzna wî bi dawî tê!
Mewlûd berê xwe dide bajarê Qoniya bi hisreta ku destgirtiya xwe bibênê! Lê î’rf û A’det rê nadin ku ew bi teniya xwe bimênin…Xizim û mirovên destgirtiya wî çavdêriya wan dikin û gav bi gav di nava kolanên bajar û bexceyên wê de li pey wane; ew herdû avîndar nikarin bi serbestî du gotinên xweş jî ji hev re bêjin! Mewlûd, ev xortê bejinzirav û lihevhatî, izna wî tine ku destê avîndara xwe jî a bedew, bigre…Jibo têrkirina daxwazên laşê xwe, yên sêksê ew berê xwe dide avahiya laşfiroşan…Jiber êş û derdên civakê û pêwendiyên malbata mirovên xwe, ew rojên îzna xwe li meyxana û reqasxaneyên şevê dibe serî…
Li vir pêwiste bêgotinê, ku rêalîzma Güney û kûrbûna zanebûna wî, ne tenê di derxistina nakokiyên rêjîma serdest de dihate xwiyan, belê her wise jî, wî bi hostayetî nakokiyên psîkolojî yên di hundirê qehremanên xwe de, şirove dikir û ronahî di avête ser bandora perwerdeya paşdemayî a feyodalîzmê li ser rabû û rûniştina wan. Weke nemûne: di hevdîtinekê de, Mewlûd li ser daxwaza destgirtiya xwe ku nameyan li ser navnîşana metika wê jêre bişêne (heger name werin mala wan, Bav û Diya wê aciz dibin), weha bersiv dide: „…Guhe nede vê yekê! Eve rewşa civaka me…Ew (Bav, Dê û xizim) hemû li paş mane û hîn di sedsaleyên navîn de dijîn…“. Lê piştî qasekê û dîsan li ser pirsa destgirtiya xwe: gelo ew bixwe çawa bîr li wan tiştan dike? Bersiv dide û dibêje: „…Guh bigre, heger ti bibê xêzana (jina) min çênabe ti bê izna min ji malê derkeve…Çênabe ti li çavên xerîban temaşe bike, yanjî bi wan re bikene…Gotina min di malê de yasa ye (qanûne), gereke hemû kes dibin emrê min de be…Te fahmkir…“.

Lê çarenûsa hersê qehremanên (girtiyên) din, yên ku babeta filîm a bingehînin; rû bi rû rastî rewş jiyana dijwar û aloz ya miletê kurd dibin…Hemû bûyerên ku rû didin li Kurdistanê (Wîlayetên başûrê rojavayê tirkiyê) ne!
Dema ku pas (otobus) a ku hersê girtî (Seyid Alî, Mihemed Salih û Omer) tê dene desrbasî navçeyên kurdan dibe, yekser li ser êkranên sînemê bi manşêteke (rêzeke, nivîsareke) mezin û bi rengekî sor gotina „KURDISTAN“ tê nîşandan! Cihê gotinê ye, ku ev rûdan şoreşeke mezin di dîroka sînemê de peydakir, jiber ew yekemîn car bû ku gotina Kurdistan li ser êkranên sînemê û di filîmekî wise navdar de, ku li seranserî cîhanê belav bûbû, were nivîsandinê; bi dîtina min Y.Güney bi vî haweyî bi zanebûn û şoreşvanî axa Kurdistan ji dewleta tirkiyê cuda (başqe) kir…Di derheqa vê yekê de, Yilmaz piştî derketina xwe ji tirkiyê wise gotibû: „…Baweriya min sedî sed heye, ku koloniyek (welatekî dagîrkir) bi navê Kurdistan di tirkiyê de heye…Min bi rê ya hersê qehremanên xwe yên sereke, hewil da ku awirekê, herçende seretayî bû jî, bavêjim ser jiyana civakî, aborî û siyasî a wê deverê…“(51).
Hersê „ serbestên“ ku ji zindana piçûk derketine, bê hemdê xwe dikevin zindaneke mezintir de…Rê ya hersiyan ji hev cuda dibe, heryekî ji wan, pîştî salên zindanê yên dirêj berê xwe dide wîlayeta xwe, raste rast pêrgî problêmên ku li benda wan mane bibin…Heryekî ji wan li gor zanebûna xwe û derfetên li ber dest, dixwaze çareseriyekê ji aloziyan re bibênê! Lê çêkirê filîm bi hostayetiya hûnerî a bilind, û bi şêweyekî sade hemû rûdanên ku bi wan re çêdibin bi hevduve girêdide; bûyeran paralêl (li tenişt hev) nîşan dide û dihêle, ku temaşevan di dawiya filîm de, neçar bibe rû bi rû rastî êş, zordestî û çarenûsa gelê kurd ji aliyê koledarên tirk ve were.
Ka em bi hev re û bi kurtî bidin pey hersê belengazan, yên ku weke tê xwiyan qet xweşî û şadî neketiyê dilê wan de…
Qehremanê yekem – Seyid Alî – bi lez û bez diçe mala xwe, bihêviya ku xêzan (jin) û kurê xwe bibêne! Lê dema ew dighêje malê, rastî du pirsgirêkan dibe:
Yekem: nebûna xêzan û kurê wî di malê de?!
Duhem: hebûna jineke din (jinbav) a ku bavê wî markiriye, di malê de! (bi vê yekê Yilmaz amaje bi pirjinî di civaka Kurdistan de dide. I.M.).
Seyid Alî bi dilekî şikestî û dengekî nizim pirsa xêzan û kurê xwe ji Diya xwe a nexweş di nav nivînan de, dike? „ kurê min – dê dibêje – wê îxanet (xayntî) li te kir…Wê xwest bi yekî din re here…Ew li mala bavê xwe zindan kirî ye…“. Belê, ew li mala bavê, li gundekî çiyayî, dûr û çep dîl kirî ye (êsîre) û li benda çarenûsa xwe ye, a ku li gor a’detan gereke ew bi destê mêrê xwe (jiber, dîsan li gor a’detan ew milkê wî ye) sizayê xwe werbigre…Ew dide ser şopa xêzana xwe…
Li gundê „Sinceqê“ bûrayê (birayê jinê) wî yê mezin dibêje: „…Seyid! Me biryara kuştina wê da ye, lê vaye ti hatî…Gereke ti bi destê xwe vê yekê bikê…Şeref û namûsa te ya me ye jî…Heger pêwist be, em jibo alîkariya te amade ne…“. Belengazê Seyid, bi van gotina hîn pêtir tî û birçiyê tolhildanê dibe…Tevî tinebûna rê, serma û berfa ku bi qama mirovan ketiye, ew berê xwe dide gundikê ku xêzana wî li wire…Bi rê ve, jiber sermê û bablîsokên berfê hespa wî nema dikare bi rêve here û dikeve…Daku Hespê ji sekeratên mirinê rizgar bike, Seyid fîşekeke dilovaniyê (rehmê) diberde serê wê! Birastî tabloyeke kêmnemûne li ser êkranê tê xwiyan: xwîna hespê a gerim li ser berfa sipî belav dibe û deqên sor, weke birînan li ser laşekî sipî nexşe dike; ti dibê belkî sirûşt bi xwe jî li ser rewşa wan belengazan birîndar bû ye!! Bi rê ya kamêrê û nîşandana wêneyên sirûştê, Yilmaz ronahiyê tavêje ser welatê kurdan yê çiyayî û asê; yê ku ji cîhanê hatiye birîn, bi taybetî di demsala zivistanê de!
Bi zor û heft kutekan Seyid xwe dighêne wan çend malikên li qontala çiyayekî, ku di bin berfê de mane…Kalemêrê oldar (Xezûrê wî, bavê xêzana wî) bi selewat, du’a û xwendina sûretên qora’nê pêşwaziyê lê dike; ew bawer dike, ku bi vê yekê wê dûdilyê jibo pêkanîna erkê xwe, li ba Seyid nehêlê: „ Kurê min (bi zimanekî kurdî yê zalal.I.M.), heger ti bixwaze jina xwe bibênê, waye di wê koxika ha de ye û weke dêlikekî (kuçikê, segê mê) dijî…Eva heşt heyvin di wî halî de ye, em tenê nan û avê davêjin ber wê…Mêr be, bila weswese nekeve dilê te de û li ber wê sist nebe…Ew miroveke lewitî (qirêje, gemare) ye…“.
Perîşanê Seyid her diçe hêrsa wî dirabe û agirê tolhildanê di nava wî de dikele; biryar dide ku kur û xêzana xwe bibe mala birayê wê û li wir, li ber çavên xelkê „şerefa“ xwe ji lekeyan baqij bike…Ew xwe nagire hetanî roja dinê, her di nîvê wê şevê de jî, herduyan li pey xwe dikşêne û didin ser rê…Jina bêhêz her çend li ber xwe dide jî û qasekê bi rêve diçe, lê ew xwe li ber sermê û berfê nagire û nema dikare xwe li ser lingan bigre û li wî chê ku hesp lê ketibû ew jî dikeve…
Dilê Seyid pê dişewite û wê dide ser pişta xwe û ji kurê xwe dibêje bi qarîşê lê bixe, bihêviya ku xwîn di damarên wê de bigerê û bi ser hişê xwe ve were!
Lê hemû hewildanên wî; bang û hawarên wî: „ Zînê..Zînê… rabe ser xwe, nexewe Zînê…were ser hişê xwe…çavên xwe danexe (weke yekî ku bêje min ti efû kir!) li ber bayê diçin û pir derng hatin…
Birastî, dîtina wan tablo û bûyeran mirovan dixin nava serkêjiyê de, kelûgirî dibin û tevzînok bi laşên wan ve tên; dihên ku temaşevan neçar bibe daku bîr li rewşa wan belengazan, di vê serdema nû de bike?!
Derhênera tirk Sema Pûras di derheqa vê yekê de wise nivîsî bû: „…Ez û hevaleke xwe em ketin salonekê ji salonên sînemê li Berlînê, daku em li filîmê „Rê“, yê ku em gelekî li bendê mabûn, temaşe bikin…Salon ji xelkê û ji neteweyên cuda, miştbû (dagirtî bû, pir bû), rê û rêwan nebû; qire qir û hêleman bû, bitaybetî li hawîrdora me…Min çend caran ji wan hêvî kir, ku bêdeng bibin, lê gotina min ser ne digirt…Carekê û ji nişka ve min hew dît ku bêdengiyeke ecêb kete wê salona mezin de…Te digot belkî marekî bi xelkê ve daye…Piştî qasekê, min dît ku îske îska xelkê ye di ber xwe de digrîn, nexasime hevala min…Min xwe girtibû, jiber ez jî derhênerim û dizanim bê çêkirina filîman û lêstka di wan de çawa çêdibe…Lê bi dîtina wan tabloyan, hêsir bê vîna min ji çavên min jî hatine xwarê…Filîm bi dawî hat…Xelk bi bê dengî û li ser xwe ji salonê derdiketin û di ber xwe de, serê xwe bi hurmet ji çêkirê filîm re nizim dikirin…“ (52).
Bêgoman Yilmaz di çîroka qehremanê xwe – Seyd Alî – de, dixwest rewşa gundiyên kurdan, jiyana gundayetî, pêwendiyên feyodalîzmê û êlîtiyê yên ku bandora wan bi xwirtî li ser civakê mane, nîşan bide; û herwise jî ew ronahiyê davêje ser paşdemayîna navçeyên kurdan û bêpariya wan ji hemû destkeftên şaristaniyê, weke êlêktrîkê, kişandina avê, çêkirina rê yên çûn û hatinê, avakirina binkeyên textoriyê û h.w.d. Jibilî wê jî û weke ku di hemû berhemên xwe de, Güney bi rê ya vê çîrokê dîsan bi zelalî, bindestiya Jina kurd ji hemû aliyan ve destnîşan dike, bi hêviya çareseriya vê pirsa giring, a ku wî bi ramanên xwe daxwaza serbestiya wê dikir: „…Civaka ku azadiya jinan tê de tine be, ew civak bixwe jî ne azade…Weke ku çawa netewek (miletek) ku zordestiyê li neteweke din dike, ew bixwe jî di bingeha xwe de bindeste…“ (53).
Lê qehremanê duhemîn, Mihemed Salih „Memed“ (biçûkiya navê Mihemed e) berê xwe dide Diyarbekir, wî bajarê kurdî yê navdar, şûnwarê bav û kala û cihê rûniştina jin û zarokên xwe, yên ku piştî girtina wî, li mala xezûr dimênin. Bi rê ve gelek bûyerên rabirdû (derbas bûyî, yên berê) têne ber çavên wî, û bi dehan pirs di mêjiyê wî de diçin û tên: gelo ewê bi çi rûyî rastî jin û xizmên wê were? Ewê çi ji wan re bêje? Wê çawa ji wan re (xizmê jinê – li gor serpêhatiya berî çend salan – bawer dikin ku gunehê wî di kuştina kurê wan de heye) bêje ku ew ne tawanbar bû?! Gelo wê helwêsta xizmên wî çi be? Wê çawa pêşwaziyê lê bikin? Lê tevê wê jî, bêrîkirin û hzkirina wî ji jin û zarokan re, hiştbû ku hemû tiştî jibîr bike…Dema dighêje mala xezûrê xwe û daxwaza dîtina jin û zarokên xwe dike, hemû neferên malê li dijê wî derdikevin û ji ber devê derî diqewitênin: „…Ji ber çavên me –Xesiwa wî dibêje- here, kuçikê çepelî bê zirav…Bêşerefê tirsonek…Werin, werin zarokên min – Xesiwa wî, bi kurdiyeke pir zelal (Bi dîtina min Yilmaz, weke li gelek cihê din ji vî filîmî, ev tişt bi zanebûn destnîşan kiriye, daku bide xwiyan ku ew bi zimanê tirkî nizanin. I.M.) gotina xwe didomêne – bavê we bênamûse…Bavê we tirsoneke, wî kurê min yê xort bi brîndarî di nav destên wan de hişt û reviya daku xwe xelas bikê…“.
Belengazo Memed, vegere cihê ku ti ji wir hatî ye! Ma ti nizanê, ku a’detên kevnare hînjî serdestin û rehmê hetanî li zarokên bêguneh jî nakin. Birastî, temaşevan wêneyên gelekî diltezên (dilşewat) li ser êkranê dibênin; piştî dûrketina hewqas sal, zarok û xêzana te li ber çavên te û ti nikaribe wan himbêz bike û du gotinên dilxweş ji wan re bêje?!!
Bi çavên mişt li hêsir û dilekî şikestî, Memed ji devê derî, serdiberde divegere…Lê ew bi şev û bi dizî, dikare jin û zarokên xwe, yên ku ew jî bi dirêjahiya salan bi hisreta dîtina wî bûn, birevîne û ber bi cihekî nediyar ve diçin…Nîvê şevê û di tirênê de, dema ku hatin û çûyina rêwingiyan kêm dibe, Memed û jina xwe, hingî bêriya hev kirine, bi dizî dikevin destava (tiwalêt) tirênê de û „îşê xwe dikin“…Bextê wan yê reş, ji nişkave rêwingiyek agehdar dibe…“dinya li ser serê wan xerab dibe“, dibe hêleman û qîre qîr…bi dehan kulm û boksên rêwingiyan li wan dikevin…Dijûn û xeberên pîs ji wan re têne gotin…Zarokên wan ji xewê divençiniqin, didin girî û hawar…Pasewan û polîsên tirênê bi hawara wan ve tên…Rêwingiyên hêrsketî ji hev dûr dikin û wan hêmin dikin…Ofserê polîs jî bi ser wan de hiltê û dijûnan ji wan re dibêje: „…Bêşerefno…Çawa win dikarin tiştên wise bikin…Exlaq nemaye…Ezê li westgehê cezayê we bidim we…“ Bi dengekî şermin (fedîkar) û nizim, Memed dibêje: „…Mezinê min ew jina mine û ev jî zarokên me ne…“ Ha, ê ofser dengê xwe careke din bilind dike: „…Ka kaxezê zewaciya we? Ez ji ku bizan ku win jin û mêrê hevin…“. Lê pepûkê Memed bêdeng dimêne, ma wê ji kuderê kaxezan bêne, ku kaxez jibinî tine ne ( Ew li ser rê ya şerî’tê hatine ma’rkirinê; melayekî, yan jî sofiyekî û du şahid dizanin. I.M.)…Bi alîkariya polîs, herdu belengaz di oda tirênê de man tanî bighêjin westgeha ku bê, bi hêviya ku ji vê belayê rizgar bibin…Lê wan nizanîbû, ku bela herî mezin û ya bêçare, a’detên kevnare ne, kîn û zikreşiya ku nayê jibîr kirinê ye û tolhildan bi xwînê ye…Bûrayê wî yê piçûk bi demança tijî fîşek li wan digere û di tirênê de tola birayê xwe û malbatê hiltîne û xwe di nav rêwingiyan de diveşêre û winda dibe…
Bi dîtina min, jibilî reswekirina a’detên ku dem di ser wan re derbs bûye û pêwendiyên civaka kurdan, Yilmaz bi rê ya serpêhatiya Memed (Mihemed Salih) çend tiştên siyasî li navçeyên Kurdistanê indîrêkt destnîşan kirin: yek ji wan, dema ku Memed dighêje Diyarbekir, bi zelalî û eşkere tevger û dengê balefirên leşkerî dibêne û dibhîze! Ev nîşana wê yekê ye, ku binkeyên leşkerî li Kurdistanê hene û ew welatekî timî di rewşa cenkê de ye. Ya din û dîsan dema ku Memed dikeve nava vî bajarê dîrokî de, yê ku tê hejmartin paytexta bakurê Kurdistanê û yek ji şûnwarê şaristaniya kevnare ye, çêkirê filîm bi zanebûn û bi çavê kamêra xwe rewşa bajêr, kolan û sikakên wî yên qirêjî û rewşa zarokan (hêviyên pêşerojê) a xerab nîşan dide; ev yek jî nîşana reswekirina siyaseta rêjîmên tirkiyê ye sebaret bi navçeyên kurdan û hewildanên wan, da ku timî ev navçe û xelkên wê kole û çavgirtî bimênin.
Lê qehremanê sereke û helgirê bîr û ramanên Güney sebaret bi pirsa kurdî di filîmê „Rê“ de, girtiyê pênceme, yanjî qehremanê sêheme yê bi navê Omer e; ev xortê gundî yê sade ku li dawiyê rê ya berxwedanê digre!
Omer ber bi gundê xwe ve, yê piçûk û li ser sînorê tirkî û sûriyê ye, diçe…Lêv û rû biken, dilxweş û şad ber bi gund ve dibeze, bihêviya dîtina xizim, cînar û hevalan…Nêzîkî gund dibe, bi çavên geş pir li e’şq û xweşewîstî li wan xanîkên ku ji qurê (heriyê) hatine çêkirin temaşe dike; ti dibê qey ew li hember mezintirîn û bedewtirîn birc û koçêkên cîhanê rawestiya ye…Lê sed car mixabin, ew kêlîkên hêvîdar û dilşad ji wî belengazî re û herwise jî ji milyonan kurd re gelekî kêmin û kurtin! Dema ew nêzîkî malan dibe, dengê teqîniya guleyên tiving û kilaşinkovan têne guhê wî?! Piştî qasekê, bêdengiya mirinê bi ser gund de hat, te digot belkî ev gund bi dehê salan kavil maye…Ji nişkave, dengê leşkerekî ew bêdengî li ser gund rakir: „…Heger win xwe teslîm nekin, ezê xaniyan bi ser serê we de xerab bikim…Ezê hetanî hejmara sê yan bi hejmêrim: Yek…Du…“. Hîn hejmara sê yan negotibû, dengekî kûr ji bin erdê derket û bang kir: „…Bernedin…Guleyan bernedin…Emê xwe teslîm bikin…“. Ev tabloyên xembar yên ku yekser ken li ser lêvên Omer birin, li ber çavên wî rebenî, yê ku hîn silav jî li xizmên xwe nekiribû, çêbûn; ew bû şahîd li ser girtina qeflekî din ji serhildanvanên kurd! Wî bi awirên pir bi kîn û tolhildanê, li leşkerên tirk û kesên girtî tanî ku ji gund bi dûr ketin jî mêze dikir û di serê wî de bi dehan pirsyar digeriyan; ew di nava xwe de diêşiya; hedan ne dikete hişê wî de, di çavên wî de dihate xwiyan ku ew li çareseriyekê digere! Lê Cawa û bi çi şêweyî??
Wê şevê xew nekete çavên wî de; piştî nîvê şevê dîsan şer destpêkir û bû teqe teqa guleyan di ser gund re…Te digot belkî bûye meydana şer di navbera du leşkerên mezin de! Bêgoman ew nîşana berxwedana serhildanvanan bû: „…Em wise dijîn kurê min – Bavê Omer jêre got – Jiyaneke çetine, nayê debarkirinê…Tenê bese ku ti kurd bê, daku kuştin û mirin para te bê…“.
Omer hest pê dike, ku birayê wî yê mezin „ Abûzêd“ jî çuye serê çiya, jiber wê şênê xwe berdaye ser rû yê maliyan; bi tenê qire-qira Dê û bavê ye, ew li ser çarenûsa kurê mezin şer dikin…Bi kurtî tanî berê sibehê xew neketiyê çavên wan; her kes di cihê xwe de matmayî mabû! Cihê gotinê ye, ku Yilmaz Güney rewşa zarokan û tirsa ku di dil û li ser rû yan jibîr nekiribû; wî bi zanebûn ew kiribûn nîşana çavên kamêra xwe, bê çawa xwe bi dawa (kiras, çil) dayikên xwe ve digrin, bihêviya ku xwe ji guleyan biparêzin û ji tirsa re çav zeloq mane; wise ji temaşevan re tê xwiyan, ku wan tucarî xweşî û aramî di jiyana xwe de nedîtine…
Bi berbangê re, dengê jinên gund bilind bûn û bi kurdiyeke zelal, kirine qêrînî: „…Rabin ser xwe…Gelî gundiya rabin ser xwe…Vaye cendirma (eskeran) laşê şehîdên me anîne…Ew di şerê şeva çûyî de hatine kuştin …“!
Cîbeke (otombîleke) leşkerî di pêşiya terktorkrê de ye a ku laşên kuştiyan tê de ye, ber bi bêndera gund ve tê…Gundî pêşwaziyê li wan dikin…Ofserkî leşkerî hildikşe ser kevirekî û bi dengekî bilind dibêje: „ Gelî hevwelatiyan…Ev welat ê me hemiyane…Em hemû zarokên yek welatî ne, hîç ciyawazî di navbera me de tineye…Di encama şerê şeva buhirî de, pênc kes hatine kuştinê…Nasnama wan ne diyare…Kî ji we wan nasbike, gereke ji me re bêje…Heger îsbat bû ku kesek ji we wan nasbike û nebêje, ew jî wê bikeve nav rêza wan de…We fahmkir..? „
Leşker gundî hemû li pey hev rêz kirin, daku li kuştiyan mêze bikin! Yek bi yek li kuştiyên xwe mêze dikin…Ma gelo kî ji wan belengazan diwêre bêje ku wan nas dike?! ( Birastî çêkirê filîm rewşeke pir balkêş, kêmnemûne û dilşewat nîşan dide…Çawa mirov kurê xwe, yan birayê xwe, yanjî cînarê xwe li ber çavên xwe kuştî bibêne û newêribe bêje ku ew wî nas dike?!! Ma gelo ji dîtina vê tabloyê dilşewattir tiştekî din heye?!!).
Omer laşê birayê xwe yê mezin dibêne…Lê ew bêdeng dimêne…Wise pêwiste…Yan na ew jî wê bikeve rêza wî de…Çare çi ye?! Xwîn di damarên wî de dikelê…Agirê tolhildanê di çavên wî de gur dibe û li ser pirsyara ê ofser: Ew kesî nas dike? Omer bi bê dengî û hejandina serê xwe, nîşana nabûnê, bersiv dide…Herwise jî gundî hemû bi dilêş û şênî bi hejandina serê xwe, nabûnê ji naskirina şehîdên xwe re nîşan didin!!!
Gelo hetanî kengî ev zilm û zordestî? Ma çêdibe ku mirov li hemberî wê bêdeng bimêne?! Yilmaz Güney bersiva vê pirsê bi mêranî û eşkira di rê ya helwêsta qehremanê xwe Omer de dide. Omer, tevî lav lav û daxwaza dê û bavê, yên ku hêvî dikin daku ew vegere zindanê û sizayê xwe bibe serî, rê ya serhildanê digre: „ Na – bi kurdiyeke zelal dibêje -, ez nema divegerim zindanên wan…Ezê herim serê çiya…hetanî kengî em vê zilmê tehmûl bikin…“. Ew li hespê siwar tê û berê xwe dide serê çiya! Li vir pêwiste bê gotinê, ku Güney di tabloya çuna Omer ber bi çiya ve, xeysetekî giring ji xeysetên miletê kurd nîşan dide; ew jî ewe, ku jinên kurd bi dengekî bilind, lîlandin, stranên mêranî û navtêdanê Omer bi rê dikin!!
Omer rê ya berxwedanê berdewam dike…Bi vê yekê Güney nîşan dide, ku miletê kurd hîn zindî ye û berxwedana wî, tevî çetnahî û zordestiyê, hîn jî berdewame.
Bêgoman di „Rê“ de Güney dixwest bi nîşandana her tabloyekî, her bûyerekê û her tevgerekê ji lêstka qehremanên xwe, ramanekê yan jî bingeha pirsekê bi hemû wateyên fîlesofî û siyasî, çi dîrêkt yan jî indêrêkt, nîşan bide. Jiber wê gelek caran ji lêkolînvan re çetin tê ku bighêje kûriya hemû ramanên wî! Lê tevî wê jî, bi dîtina min, giringe ku ez li vir amaje bi ramaneke din ji ramanên Güney di vî filîmî de bidim ( Bi dîtina min ew yek ne xweberî xwe (efewî) bû); ew jî ewe, ku ew rastiya yekparçebûna welat kurdan „Kurdistan“ û çêkirina sînoran ji aliyê dijmin ve, nîşan dide! Ev yek bi zelalî di gotinên Omer de, dema ew bi hevalekî xwe re li ser sînorê Sûriyê rûniştine, tê xwiyan: „…Mêzeke -Omer dibêje- eve jî sûrî ye…Li wir mirov û xizmên me dijîn…Lê hebûna mayin (bombe) û têlên derabekirî em ji hev dûrkirine…“.
Bi vî hawî, Güney bêtirs helwêsta xwe a neteweyî û şoreşgerî pêşkêş kir, lê mixabin gelek kesan (di nav wan de jî hinek ji kurdan) kûriya wateyên berhemên wî tênegihêştin, yan jî piraniya wan ne dixwestin têbighêjin! Loma ew bi helwêsteke „ne zelal“ jibo çareseriya problêmên civakî, siyasî û aborî li tirkiyê, tohmetbar kirin!
Güney di hevpeyvîneke xwe de bi rojnama “L’Humanitê” re, wise bersiva vê yekê dabû: „…Gelek kes hene, min tohmetbar dikin û dibêjin ku min bi zelalî rê ya şoreşê nîşan neda ye; û min ti çareseriyên ber bi çav jibo pirsa neteweyî, bi taybetî pirsa netewa kurd a ku ez yek ji wê me nedaye; û min ti lêkolînên hûr li ser doza çandiniyê û avedaniyê çênekirine; û h.w.d…Bi kûrtî, ew ji min dixwazin, ku ez di pêncî /50/ deqîqeyan de, hemû tiştên ku Marx û Lênîn di jiyana xwe de nivîsandine, nîşan bidin?!“ (54).

Dimîne, ku ez li dawîyê bêjim: filîmê „Rê“, bê mubalexe ji hemû aliyan ve li hevhatî û pir wate bû; tanî pileya ku gelek rexnevanên navdar ew weke „ Ilyaza tirkî“ bi nav kirin; herwise jî nivîsandibûn, ku ew ji destpêkê û hetanî bi dawî dihêle ku mirov bi hewaseke mezin û çavên vekirî lê temaşe bike; û bi hunereke bilind hatiye hûnandinê! Herweha di derheqa „Rê“ de hatiye gotinê jî, ku ew parçeke mûzîk û stranbêjiya dilşewate û di heman demê de jî, ew haleta fêrbûna dersên têkoşanê ye jibo xizmeta mirovan û rizgariya wan ji bindestiyê…
Lê tevî van pesindanên bilind ji „Rê“ re û serkeftina wî di sînema cîhanî de jî; Yilmaz di derheqa wî de, wise gotibû: „ Min tucarî negotiye, ku min di filîmê „Rê“ de hemû aliyên welatê xwe nîşan daye. Min basa evîndarî û dilovaniyê; wefadarî û xwequrbaniyê; hêvîdariya jiyaneke xweş û bi rûmet kiriye…Min herwise jî tirs, perîşanî û serhildan nîşan daye…Lê gelk tişt mabûn, ku derfet nebû ez wan bêjim…“(55).
Belê, derfet nebû ku Yilmaz Güney hemû tiştî bêje û hemû êş, zordestî û hêviyên miletê xwe nîşan bide! Kelma mezin, ku kete ser rê ya pêkanîna wan armancan de, roja 12ê îlona reş a sala 1980î bû (Roja cûnta leşkerî a ceneralên faşist bi serokatiya Ken’an Evrên li tirkiyê). Dema ceneral hatine ser hukum, jiyan milyonan mirov (di nav wan de jî a Güney) kete bin tehlûkê de.
Jiyana Yilmaz (di zindanê de jî) kete bin metirsiyeke mezin de; ceneralan yekser biryara guhestina wî jibo zindana „ Isparta“ ( Kendaveke di deriya Mermera de) derxistin; dêmek dûrketin ji hemû tiştî (bi taybetî ji sînemê û azadiya serdanan), mana bi tenê û hesaniya windakirinê*

Jiber wê yekê, ti rê li ber Güney nema bû, jixênê derketina dervî welat ( tevî ku ew gelekî dijî wê ramanê bû ) û jiyana li xerîbiyê…

Yilmaz Güney di 9ê sermawezê (November) de sala 1981 an bi alîkariya çend hevalên xwe yên dilsoz, ji zindana “Siparta” û tirkiyê derket û ber bi dûriya ji welat ve çû! Wî destpêkê xwe li welatê yûnaniyan girt, yê ku bigermî ew himbêz kiribû; lewra wezîra çandê (kultur) a wê çaxê, hunermenda navdar Mêlîna Mêrkûrî, gelekî bigermî pêşwazî lêkiribû û weke hunermendekî mezin û şoreşgêr di welatê xwe de bixêrhatina wî kiribû.
Piştî derketina Güney û rizgariya wî ji nav destên faşîstan, dilê dost, hezkirî û temaşevanên filîmên wî xweş bû; bi hêviya jiyana bi azadî wê rê li pêşiya afrandinên nû û mezin veke. Lê li hemberî wan jî, gelek kesên nejadperest, dilbikîn û faşist hebûn, yên ku bi rizgariya wî dilxemgîn bûn û matmayî mabûn; gelo çawa û bi çi şêweyî ev „dujmin“ ji nav lepên wan rizgar bû ye?!!
Di destpêkê de, wise diyar bû, ku hemû tişt weke ku dil dixwaze hêsan û xweşe: ew azadiya ku Yilmaz bi dehê salan jê bêpar bû, li wî vegeriya ye û êdî ew metirsiya ku li tirkiyê li ser jiyana wî hebû, nemaye! Lê Güney di bersiva xwe de, li ser pirsa rojnamevanan: ka gelo piştî dûrketina ji cendirme û MIT yên tirkiyê, azadî ji bo te çiye? Diyar dike; azadiya ku ew lê digere, ne tenê azadiya karkirin û hatûçûna li europa ye, wî got: „ Ez nikarim li ser azadiya bi temamî bi axivim, ez tenê basa azadiya bi çarçove (nisbî) dikim; ew azadiya ku ez dikarim herim û bêm û kar bikim…Ez hîna jî di şert û mercên metirsiyê de dijîm û roj bi roj tehlûketir dibe, lê tevî wê jî ez li hêviya azadiya xwe ya bi temamî me û herwise jî azadiya miletê xwe yê bindest…“ (56).
Mixabin, li europa jî, Yilmaz hest bi jiyaneke hêmin û bêserêş nekiribû; jiyana wî timî û li her cihê ku diçûyê de, di metirsî û tehlûkê de bû; lewra ceneralên tirkiyê hemû mêtodên dîplomasî û pêwendiyên xwe bi welatên hevpeyman (endamên NATO) re bikartanîn, daku ne tenê Güney ji welatên xwe derbixin, belê herwise jî rê nedin ku berhemên wî werin nîşandan! Lê gelek ji wan welatan û li gor hebûna azadiya bîr û bawer, guh nedidane daxwazên ceneralan û filîmên Yilmaz bi dirêjahiya heftiyan di salonên sînemê europî de dihatine nîşandanê!
Bêgoman jiyana Yilmaz bûbû jiyaneke efsaneyî pir li tehlûke û metirsiyê; hatûçûna bidizî û xweveşartin bûbû beşek ji jiyana wî a rojane; ne jiber ku ew tirsonek bû, belko zêdetir ew mêtoda yekem di destê wî de mabû, daku li hember rêjîma tirkiyê rawestê û zilm û zordestiya wê ji europiyan re eşkere bike!
Ez dikarim bêjim, ku ew qonax ( koçberiya ji neçarî di navbera welatên europî de: Yonanistan, Siwêsra, Ferensa û ê.m.) di jiyan Güney ya siyasî û hunerî de bû qonaxeke gelekî giring; lewra wî xebata miletê xwe û armancên tevgera wî ya siyasî ji nêzîk ve naskir; jiblî wê jî û jiber hebûna azadiya tevgerê li welatên europî, wî danûstandin bi siyasetmedar û welatparêzên kurd re bêtirs kir! Bi dîtina min wan şert û mercên nû hest, bîr û ramanên neteweyî li ba Yilmaz Güney bihêztir kirin û ew êdî bi bawerî kete nav rêza xebata bi aştî jibo çareseriya doza gelê xwe û bi dengekî bilind got: „…Ez jibo kurdistaneka serbixwe, yekbûyî, dêmoqratî û sosyalîst xebatê dikim…“ (57).
Jibo pêkanîna van bîr û ramanên xwe di warê praktîkê de jî, wî tevî çend welatparêz û rewşenbîrên kurd Instîtûta kurdî jibo parastina çand û kultura neteweyî li Parîsê avakirin ( Instîtût bi fermî di 24î sibata 1983 an de hate vekirinê –I.M.).
Tevî nexweşiyê * ya ku li canê wî peyda bûbû jî, Yilmaz guh nedida êş û azarê û xebata xwe ya hunerî berdewam kir û di navbera 7 mehan de ( Cotmeh 1982 – Nîsan 1983 an ) filîmê xwe „Dîwar“* bi dawî anî!!
Weke hercar, armanca Yilmaz ji çêkirina vî filîmî ew bû, ku rêjîmên tirkiyê reswe bikê û zordariya wan, bi taybetî a li ser miletê kurd bi şêweyekî vekirî û eşkere nîşan bidê; nexasime ew vê carê li welatekî azad (ferensa) û dûrî çavdêriya faşistên tirkan, dijî…
„ Dîwar „ bi giştî li bakurê Ferensa û bi alîkariya hukumeta ferensî hate çêkirinê; naveroka filîm li ser jiyana girtiyên di zindanên tirkiyê de ye; jiber wê çêkirên filîm dêrek (kenîse, kilîse) ya filehan ( jiber şêweyê avakirina wê li ya zindanan diçû ) helbijartin û têde hemû bûyerên filîm kişandin…Di filîm de, jibilî qirêj, nexweşî û jiyana hovîtî ya girtiyan, Yilmaz herwise jî mêtodên îşkencê û lêxistina bi hovîtî a ku rojane li girtiyan dibe, nexasime yên piçûk (zarok) nîşan dide. Güney tekez dikir, ku wî li gor serpêhatiyên xwe di zindanan de, ew tablo û wêne bi çavên xwe dîtine…Yilmaz di filîm de tabloya îşkencekirina zarokekî di bîroya berpirsyarê zindanê de û li jêr wêneyekî mezin yê Atatürk „ Bavê tirkan“ ( Damezirvanê dewleta wan a serdema nû – I.M.) hetanî bi kuştinê (mirinê) nîşan dide…
Bêgoman nîşandana tabloyên wise ji temaşevanên europî re giran û çetin (zehmet) hatin, tanî pileya ku gelek rexnevanên sînema europî ev filîm bi şêweyekî neyênî (nêgatîv) û „ ne rêalîst “ helsengandin!!
Bi dîtina min, ew helwêsta europiyan beramberî Güney û filîmê wî ne durust bû; ma gelo jiyana di bin zordestiya rêjîmên faşîst de, nexasima di zindanên wan de wê bi çi şêweyî bê?!! Wise diyar bû ku europiyan dîroka xwe, bi taybetî a di bin siya faşîzmê de, zu jibîr kiribûn!!
Bi herhal, Güney di rojên xwe yên dawî de, jiber wê helwêsta europiyan li hember „Dîwar“, dilxemgîn bûbû, û bi kurtî di derheqa vê yekê de gotibû: „…Pir zehmete, ku europî bawerî bi tiştên ku li tirkiyê rû didin, bikin…Tiştê ku min nîşan daye, wêneyeke zindiyî ye ji jiyana îro ya rojane li tirkiyê; ez sedî sed bawerim wê rojek were, ku europî vê rastiyê qebûl bikin…“ (58).
Pêwiste bêgotinê, ku çalakî û berhemên Güney li xerîbiyê jî bûne çavkaniya tirs û serkêjekiya desthelatdarên dewleta tirkan; ew êdî li mêtodên tolhildanê geriyan bihêviya, ku bandora wî li ser civaka tirkiyê kêmtir bikin, jiber wê dadgehên ceneralan yên awarte (îstisnaa) fermana destdanîn û şewitandina hemû berhemên Yilmaz, hetanî bi filîmên ku tenê di wan de leyist bû jî, derxistin!! Û di rastiyê de jî, dezgeha asayişê (ewlekariyê, emniyetî) ya siyasî di roja 19.10. 1983 yan de ew ferman (biryar) mohir kir û hemû berhmên Güney yên ketin ber destê wan avêtine nav agir (weke ku çawa faşistên elemaniya hemû pirtûkên pêşverû avêtibûn nava agir – I.M.).
Bêgoman ev karê kirêt û nemirovane, li tirkiyê û ji aliyê gelek rewşenbîr, hunermend û hetanî bi siyasetmedaran ve jî, hate reswe kirinê; tenê jibo nemune, ezê çend gotinan di derheqa vê yekê de, bi bîr bênim:

„…Mirov nikare vî karê hovîtî, kirêt û nemirovane bawer bike…Ziman nikare vê tawanê şirove (wesif) bike…“ Alî Özgüntürk.
„ Tiştekî ecêbe…Di welatê me de pirtûk û filîm têne şewitandinê…Ev rewş naê tehmûlkirinê…Di rewşeke wise de, tucarî dêmoqratî li welatê me pêknayê…“
Tarik Ekan ( Akterê filîmên Güney yê „Kerî“ û „Rê“ –I.M.).
„…Ev mêjî û kiryarên wise, dihêlin ku mirov li dijî wan kesan, rahêje çek…Vêgavê filîmên Güney dişewitênin, lê wê rojek were, ku ew benzînê bi ser me hemiyan ve dakin û tevî filîman bişewitênin…“ Helîm Yafuz
„…Li vê ecêbê, ev hunermendê ku li cîhanê navdaye, dixwazin wî li ba me, li tirkiyê winda bikin…?“ Bîdad Günyol
„…Karekî wise derbeke mezin li huner dixê…Ev kar pîvana naskirina raman û armancên rêjîma me ye…“ Fikrî Saxlar (Sekretêrê giştî yê CHP, wê çaxê –I.M.). (59).

Piştî vê yekê, anîna navê Y.Güney û basa wî li tirkiyê qedexe bû; jibilî wê jî ceneralan nasnama tirkiyê bi fermî jê kişandin û ew ji mafê hemwelatiyê derxistin; dadgehên wan bi nehaziriya wî sizayê girtinê, zêdetir ji sed (100) salî ji wî re xwestin û herwise jî bi hemû awayî fişar birin ser dewletên „hevpemanên xwe“ daku li ser axa xwe, pêşwazî li Güney nekin!*
Kiryar, fişar û hêviyên ceneral û hêzên paşverû yên tirkiyê dilê wan hênik nekiribûn û negihabûn armancên xwe; jiber wê wan bi rê ya nûker û MIT ê xwe, dest bi mêtodên polîsî û mafiya (Li dûvçûn û kuştina bi bêbextî) kirin.
Di rastiyê de jî çend hewildanên wise hatine kirinê – Li gor gotina Yilmaz bi xwe – ya herî tehlûke, li welatê Tunis ( Yilmaz demeke kurt li wir bi cih bû bû – I.M.) rû dabû. Lê bi zîrekî û hişyarbûna xwe, wî dikarîbû di kêlîka pêwist de, berî opêrasyonê bi çend deqîqan, xwe rizgar bike û ji ber çavan winda bibe; bi vê yekê Yilmaz careke din, tekez kiribû ku ew ji rêjîmên tirkiyê û nûkerên wan zîrektir û mêrtire!!
Di wê dema ku rêjîmên tirkiyê bi hemû halet û mêtodên xwe, bi hemû organên ewlekariya xwe û bi fişar û pêwendiyên xwe yên navneteweyî ku di cenga xwe de dijî Güney bikar anîbûn daku ew ji bîr û baweriyên xwe vekişe û ji doza gelê xwe dûr bibe, bi serneketibûn, mixabin dijminekî din û ji hundur ve serî lê hildabû; ewjî ew nexweşiya bêçare a ku bi salan di henavên wî de şên hatibû…Tiştê herî dilxemgîn jibo wî ew bû, ku rojên jiyana wî li xerîbiyê ber bi dawî ve diçûn!! Di derheqa vê yekê de wî wise digot:
– Xerîbî jibo min, yanî bîranîn û bêrîkirina kevir, daristan, balinde (teyir, tilûr) û axa welatê mine…
– Xerîbî jibo min, yanî vegera welat û berdewamiya xebatê bi hemû hêz û vîna xwe…
– Xerîbî jibo min, yanî xwe bi miletên cîhanê bidin nasîn û herwise jî wan nasbikin…
Bi van gotinên kurt û sade, lê di heman demê de pir bi wate, Yilmaz piştî salekê ji mana xwe ya ji neçarî li dûrî welat, helwêsta xwe li ser xerîbiyê diyarkiribû!
Bi vî hawî diyar dibû, ku Güneyê bi ruh û canê xwe girêdayê axa welat bû û xemxwirê doza miletê xwe bû; wî di gelek axavtinên xwe de dida xwiyan, ku ewê vegerê welat û xebatê jibo doza gelê xwe berdewam bike: Min – wî digot – gelekî bêriya welat kiriye…Ez ji wê xebata rojane a ku li wir dibe, dûrim…ez dixwazim tevî wê xebatê bibim û bibim parçek ji wê…!
Ma gelo dihate bîra kê ji qîz û xortên miletê wî, yên ku demeke dirêj li hêviya hunermendekî weha mezin bûn, daku êş û daxwazên wan bi zimanekî hunerî bighêne miletên cîhanê, di wê dema ku bêdengiyeke giştî li ser bindestiya wan hebû, ku wê di temenekî xortanî de (47 salî) ji nav wan bar bike û here ser heqiya xwe?!
Sedcar mixabin destê mirinê gihêşte laşê wî, di wê dema ku wî xwe amade dikir daku filîmekî li ser dîroka kurdan çêbike!! Serê sibeha 9ê Ilonê (sêptemberê) sala 1984 an piraniya rojname û kovarên ferensî û europî bi manşêtên mezin li ser rûpelên yekem, nûçeya mirina Güney di nexweşexaneke bajarê Parîs de bi sedema nexweşiya – pençeşêra me’îdê – ragihandin…
Wise dilê Yilmaz ê mezin rawestiya û pêre jî jiyana wî ya efsaneyî, a pir li serêşî, çetin û di heman demê de jî serkeftin û berhemdar!

Xatirxwestina dawî

Nûçeya mirina Güney şopeke kur di dilê milyonan de û li sersanserî cîhanê hiştibû; ev yek eşkere di rê ya mêdiya navneteweyî de, a ku zêdetir ji mehekê li ser jiyan, huner û berhemên wî nivîsandibû, diyar dibû. Mixabin di nivîsareke wise de, pir çetine ku mirov hemû nivîsar yên ku bi gelek zimanan li ser wî hatibûn nivîsandinê, bênê ser kaxezê, jiber wê ez dikarim bi kurtî bêjim, ku filîmên Yilmaz bi heftiyan li ser êkranên TV û sînemê li gelek welatên europî hatine nîşandanê û bi milyonan miro ew dîtin; tenê jibo nemune, televziyona fermî ya Yunanistanê hemû filîmên Yilmaz: ji „Hêvî“ û hetanî bi „Dîwar„ nîşanî temaşevanên xwe dabû; ji bilî wê jî helbestvanê yunanî yê mezin Tiyodorakîs bi van gotinan şêna wî kişandibû: „…Ez bi nûçeya mirina vî mirovê mezin gelekî xembar bûm…Bêgoman mirina wî jibo mirovên pêşvereû û huner di serdema me de, ziyaneke (xesareteke) mezin bû…Wî bi rê ya hunera xwe, jiyana miletê xwe yê têkoşer jibo azadî, pêşdeçûn û mavê mirovan, nîşanî me da…Di vê kêlîka çetin (zehmet) de, ez jî tevî hemû miletê yunanî piştgiriya xebata hemû gelên tirkiyê li dijî rêjîma faşîst dikim…“ (60).
Tevî çavdêriya dijwar a rêjîma faşîst li tirkiyê li ser rojnamegeriyê û Yilmaz Güney û hewildanên wan daku nûçeya mirina wî belav nebe jî, dîsan çend rojnameyan ew nûçe belavkirin, bi kurtî li jiyana Yilmaz nivîsandin û çend berhemên wî jî bi bîranîn! Nivîskarê mezin Yeşar Kemal, yê ku ew jî bi eslê xwe kurde, li ser mirina wî xembariya xwe eşkere kiribû û ew weke mirovekî herî zîrek û berhemdar yê ku di jiyana xwe de rastî wan hatiye, pesend kir û herwise jî wêjeya ( nivîsarên edebî) wî jî bilind nirxandibû: „…Yilmaz ne tenê derhênerkî sînemê yê başbû, belê herwise jî nivîskarekî edebî mezin bû jî…“ (61).
Pêwiste bê gotinê, ku netenê mirovên hunermend û nivîskar şêna Yilmaz kişandin û gotinên layiq di derheqa wî de gotibûn; belê herwise jî siyasetmedar û birêvebirên dewletan jî jiyan, huner û xebata wî bilind nirxandibûn; weke nemune, endamê deftera (büro) siyasî ya partiya komunîst a ferenesî, Maksîm Grêmîts li ser gora wî wise gotibû: „ Güney hemû jiyana xwe xistibû xizmeta gelê xwe û azadiya wî; û di heman demê de jî hunera wî tê hejmartin weke hunereke şoreşgerî di xizmeta mirovahiyê de…“ û li ser hevdîtinên xwe yên şexsî bi Yilmaz re wî wise gotibû: „ Ew –Y.Güney – mirovekî dilmezin bû û xwedî vîneke pir bi hêz bû jibo serkeftina doza gelê xwe ya rewa…“ (62).

Bêgoman xwedîlêderketin û guhdana mêdiya cîhanî li Yilmaz Güney û nivîsandina gotinên layiq di derheqa wî de, dane zanîn bê tanî çi pileyê rola vî mirovî-hunermed di pêşvebirin û dewlemendkirina çanda navneteweyî de li ber çavan bû; lê ya ji hemûyî giringtir, rêkxistin û rêzlêgirtina ku li ser rêveçûna cenazeyê wî hatibû kirinê; bi hezaran mirov xatirên xwe yê dawî li salona instîtûya kurdî a parîs (li ser weseyt-nama wî) ji wî xwestibûn û laşê wî jî di goristana Piyêr Laşêz (goristana şoreşgerên ferensa) hate feşartinê!
Nunerê hukumeta ferensî, wezîrê rewşenbîrî, birêz Cak Lang di pêşiya xatirxwaz û rêveçûyên cenazê Güney de bû; wî bi navê hukumeta xwe ev gotin di derheqa Güney de gotin: „…Güney di rêzên sînema cîhanî yên pêşîn de bû; û ew têkoşerekî mêrxas û parêzvanekî bihêz bû jibo hemû bindest û hejaran…Wê berhemên wî, yên nemir hertim li bîra me bin…“ (63).
Cihê amajepêdanê ye, ku rêveçûna cenazeyê wî çend katjimêran (si’tan) dirêjkişandibû û bi hezaran mirov têde beşdar bûbûn; di nav wan de jî ronakbîr û hunermendên navdar di cîhanê de, nunerên rêxistinên ferensî û navneteweyî û herwise jî siyasetmedarên mezin li ferensa: ( M. Grêmîts û Joyî Hêrîz, endamên deftera siyasî yê partiya komunîst a ferensa. Birêz Liyonêl Jospan, sekretêrê yekem yê partiya sosyalîst a ferensa û nunerê Daniyêla Mêtêran – Xêzana serokê ferensa-. Li ser navê hukumeta xwe, birêz Andrêyas Papandrêyo, baylozê yunanistanê li ferensa. hunermendên navdar, Kosta Gafras, Patrîk Jêrao û gelekêd mayin…). Jibilî wan jî, hejmareke mezin ji rewenda kurd yên ku ji seranserî europa jibo xatirxwestinê hatibûn.
Roja 13.09.1984 an, katjmêr du û nîvê piştî nîvro rêveçuna cenaza wî di nav koma gulan de û li ser pişta makîneke fermî ya dewleta ferensî, ber bi meydana komarê ve, di nîvê bajarê parîsê de çûbû û li wir jî bi hezaran ferensî û xelkên biyanî tevê meşa cenaze bûbûn û ber bi goristana „mezinan“ ve çûbûn; li gor belgenameyan, cenaze bûbû rêvçûneke (dêmonstrasyon) nerazîbûnê (protêsto) li dijî rêjîma tirkiyê û siyaseta wê beramberî gelê kurd; jibilî wê jî beşdaran li ser gora wî azadî, aştî û biratiya gelan li tirkiyê xwestin û jibo canê pak yê hunermend û têkoşer Güney, yê ku jiyana xwe kiribû qorbana prensîpên mirovayetî, beşdaran bi gelek zimanên biyanî sirûda navneteweyî xwendin û piştgiriya xwe jibo doza miletê Güny nîşan dabûn.
Piştî veşartina laşê Yilmaz, yekser jî wêneyê wî li tenşta wêneyên navdarên cîhanê, yên nemir, li salona koşka (qesir) „Mezinan“ li Parîsê bi dîwar ve kirin!
Bêgoman Yilmaz Güney, bi taybetî li xerîbiyê bi dengekî bilind bang dikir û digot: „ jiyana min milkê gelê mine, yê bindest û têkoşer jibo rizgariya xwe“ û „Armanca min di jiyanê de, ne tenê pêşvebirina hunere, belê herwise jî azadiya gelê mine“. Loma jî, wî hewqas bayex û qedir û qîmet wergirtibû; jiber wê jî pêwiste tevgera kurdistanî wî weke şehîdekî xwe bidenasîn û li gor bilindiya berhemên wî lê xwedî derkeve!
Ez dikarim bêtirs bêjim, ku çawa Yilmaz Güney (li gor gotinên ku li jorê di derheqa wî de hatine gotinê) xezna çand û hunera cîhanî dewlemend kiriyê, wî herwise jî bi berhemên xwe çand û hunera me ya netewyî, a ku rehên wê dighêje hezarê salan, dewlemend û ferehtir kiriye û ew bi xebata xwe bûye cihê serbilindiya gelê kurd, yê ku hîn jî jibo serbestiya xwe têkoşanê dike, daku cihê xwe yê layiq di şaristaniya nûdemê de jî bigre! Jiber vê yekê bayexdan bi berhemên Güney, daneheva wan ji windabûnê, parastina wan bi şêweyê layiq û pênasîna wan li cîhanê, ergekî neteweyî giringe, ku dikeve ser şanê (milê) hemû kurdperweran!!

Di dawiyê de, pêwiste bi bîr bênim, ku beşdariya Güney di dewlemendbûna xezna çanda cîhanî de gelekî berbiçav bû; wî di temenê xwe yê kurt de (47 sal, ji wan 13 sal di zindanan de derbas kiribû) pênc roman û zêdetir ji sed kurteçîrok û sênaryo nivîsandine, 23 ê filîmên balkêş û serketî li ser babetên civakî-siyasî derhênane û herwise jî di zêdetir ji 120 filîmên sînemê de jî leyistiye?!!
Di derheqa vê yekê de, rexnevanekî sînemê gotibû: tiştê ku Y.Güney di temenê xwe yê kurt de afirandibû, mirovek nikare di sed salî de jî hewqas berhem bi afirêne!!

Jidêvla kotasiyê ve

Xwendevanê berêz:
Yilmaz Güney di cejna gelê kurd a netewyî “Newroz” de li instîtuya kurdî li parîs ê roja 18 ê avdarê sala 1984 an, gotinek pêşkêş beşdaran kiribû; jiber giringiya wê gotinê, a ku bi dîtina min weke wesyet-nameyekî jibo hemû welatparêzên kurd, nifşê nûhatî û hemû miletên Rojhelata Navîn tê hejmartin, ez wê bigiştî, weke ku di kovara instîtuya kurdî „Hêvî“ hejmara 3 / Sibat 1985 an de hatiye ( bê guhertin), jidêvla gotina dawî ve pêşkêşî we dikim:

Hevalên min ên hêja,
hogirên min,
û hemû mêvanên hêja,

Hun bi xêr hatine, silav li we…
Wekî hun dizanin, Newroz ji bo gelê kurd nîşana berxwedana dijî zaliman û zordestiyê, dijî dilsarî û teslîmiyetê, nîşana şerê azadî û serxwebûnê, nîşana yekîtî û hevgirtinê ye.
Ez dizanim ku dilên hevalên ku îro li vê derê civiyane bi tevayî bi van hisan (hest-I.M.) lê dixe. Ewê dilê zarokên me jî ji bo van hisan lê xe. Ji bo azadî û serxwebûnê, ji bo ku belavbûnê vegerînin yekîtiyê…
Heya îro di ber van amancan de gelek gorî hatin dayîn, wê hê jî bên dayîn, ji ber ku bê gorî serketin ne mimkin e. Divê ku em xwîn û hêsran bidin ber çavan. Em dipirsin: gelo kes dikare dengê dilekî tejî ezm û inyat (vîna berxwedanê-I.M.), tejî bawerî bibire? Em dîsan dipirsin: gelo mimkin e ku serê gelekî (milet-I.M.) ev qas biqerar, ev qas mêrxas û fedakar bê tewandin? Tucar…
Gelî hevalan, cefa, stem, belengazî, xwîn û hêsrên çavan qedera gelê kurd nîne. Em vê qederê red dikin, em vê qederê nas nakin. Em naxwazin ku zarokên welatekî ji çar alî de işxalkirî (dagîrkirî-I.M.), mistemleke (bindest-I.M.) bimînin, dixwazin bibin zarokên welatekî kurdî serbixwe, yekbûyî û azad, zarokên Kurdistanê. Em dixwazin li welatê xwe, li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evîn û azadiyê bistirên.
Em dixwazin dinya xwe bi destên xwe ava kin, axa xwe bi destên xwe bi kar bînin, teşeyên nû bidin wan û em dixwazin li ser axa xwe di bin ala xwe de serbest û serbixwe bijîn. Em dîsa ji bîr nakin ku menfeeta ( berjewendî-I.M.) karker, gundî û xebatkarên kurd, tirk, ereb û ecem di avakirina dewletên yekbûyî û xurt de ye. Lê yekîtiyek weha bi pêkanîna hoyên (şertên) yekîtiya bidil mimkine. Heke ev tunebe, ev yekîtî xewn e, ji vê bûnê li pêşiya me bi tenê rêyek heye: him li nav xwe û him jî li dervayî xwe têkoşînek piralî…
Gelî hevalan, amanca kesên ku îro li gelek hêlên Kurdistanê, li serê çiyan, li deştan, di zindanên faşîzmê de li dijî stem û zulmê şer dikin, tên kuştin jî her eve. Emê bîranîna wan ên ku di şer de hatin kuştin, ku di vê rêyê de şehîd ketin di dilê xwe de û di têkoşîna xwe de xwedî bikin û bidin jiyandin.
Xwezî bi wan ên ku bi berxwedan mirin. Û bûn agirê meşala serxwebûn û azadiyê. Pir xwezî bi wan! ..
Hevalên hêja, tê bîra we, di cejna ku ji bo vebûna Enstîtuya kurdî hatibû çêkirin min awa gotibû: Enstîtuya kurdî ne di xizmeta filan an bêvan grûbê de ye. Enstîtu malbendeke zanistî ye ku di xizmeta temamiya neteweyê kurd de ye. Xebat û icraeta salekê, ez bawerim, van gotinên min rast derxistin. Bila herkes baş zanibe ku ewê Enstîtu karakterê xwe yê serbixwe û bêalî, avahiya xwe ya demokratîk di ser her tiştî de bigre û biparêze. Ewê tucar mekeve dafika polemîk û xirecirên siyasî yên stewr. Divê ku hun jî Enstîtuyê weke çavê xwe biparêzin û piştîvaniya têkoşîna wê bikin.
Hevalên min, Enstîtu şitlek tovê serxwebûnê ye û berhema têkoşîna ku neteweyê kurd heya îro daye ye, pêşveçûn û xurtbûna wê bi xebat û hevkariya we ve girêdayî ye. Emê li dora Enstîtuyê bicivin û li gora karîna xwe alîkariya wezîfên ku wê daniye pêşiya xwe bikin. Emê zanibin ku şerê serxwebûnê tevahiyek e. Carna nivîsandineke du rêz ku rastiyê îfade dike, ramanek, carna qîrîna stranek ku di dilê xelkê de deng dide, carna mizrabek ku li têla tenbûrê dide, pirîcar ji bombeyek atomî xurtir in. Ji ber vê yekê ye ku divê em di her warên jiyanê de şerkarên baş, şerkarên jêhatî bin û divê ku em şerkarên weha bighînin.
Divê ku em baş, pir baş li tenbûra xwe xin; divê ku em xweş, pir xweş stranan bistrên. Divê ku em wêneyên baş, pir baş çêkin. Divê ku em çîrokên baş, helbestên baş, romanên xurt binivîsînin. Divê ku em zana, dîplomat û teknîsyenên xurt bighînin. Divê ku destê me him baş qelemê, him makînê him jî çekê (sîlihê) bigre. Divê ku carna tenbûra me bibe çek, carna çekê me bibe tenbûr. Dîsa em baş dizanin ku ê ku stranên baştirîn, gotinên rastirîn dibêje gulleya ku di ciyê xwe de hatiye bi kar anîn e.
Hevalno! Çiyayên me, deşt û çemên me li hêviya me ne. Em naxwazin emrê xwe tev li xerîbiyê derbas kin û stranên xerîbiyê bêjin. Em xelkekî wisan in ku bi mêrxasiya xwe destanan nivîsandiye û ezm, biqerarî û hoyên me têr dikin ku bi ser dijwariyên pêşiya me kevin.
Şoreşgerên demokratên tirk, ecem û ereb wekî parastgerên mafê gelê kurd ê bi xwe tayînkirina qedera xwe, perçeyek vî şerî ne û şerê dijminê mişterek dikin. Biratiya çînî ya çînên bindest yek ji xurtirîn çekên me ye.

Bila dost û dijmin, herkes zanibe ku emê bi serkevin, miheqeq bi ser kevin. Wekî şerkarekî azadiyê mirin ji wekî kole jîndinê çêtir e! ( Mirina bi azadî baştire ji jiyana bi koletî-I.M.).

 

Bijî Kurdistana serbixwe, yekbûyî, demokratîk!
Bijî bratî û piştîvaniya gelên tirk, kurd, ecem û ereb!
Û bijî Enstîtuya kurdî.

Dawî!
——————————————–

Kurtejiyana Dr. Ibrahîmê Mehmûd

Sal û cihê li dayikbûnê 1959/ Rojavayê Kurdistanê/ Bajarê Qamişilî
Xwendin:

S.1978 Dibistana bilind (Bekaloriya)liQamişlo.
S. 1979 – 1985 KolêjaRojnamegerî / beşî Radiyo û TVliZankoyaMoskoyîaDewletî akubinavê М.V. Lomonosof.
S. 1989 WegirtinaDîplomadersdanazimanê Rûsî jibokesênbiyanî.
S. 1985 – 1989 Xwendina bilind (doktora) li Kolêja Rojnamegerî /beşî Radiyo û TV li Zankoyî Moskoyî Dewletî a ku bi navê М.V.Lomonosof.
S. 1986 – 1987 kursataybetliser çêkirinaFilimênbelgeyî(Dokumênt)
Ezmûneyên Kar (Praktîk)

S. 1981 – 1983 Meşq ( Praktik ) lidam û dezgehên çapemenî,Radiyo û TVrûssî li bajarê Mosko
S. 1983 – 1984 Meşq (Praktik) li Radiyo û TV Ermenî û kurdî li bajarê Yerîvanê, Amadekirina programên RûTv bi zimanên Rûssî, Erebî û Kurdî.
S. 1985 Wergirtina Dîpolm ( Magister Journalistik ).
S. 1985 Derhênana filîmî Dekûmêntî ( 30 xwilek/deqe ) li ser rewş û jiyana Kurdên Yekîtiya Sovyetî (Y.S.) berê.
ji S. 1985… Derhênan û sazkirina zêdetir ji 10 kûrte filîmên dokûmênti li ser babetên cûr be cûr; herweha hrjmarek gotar bi zimanên rûssî, kurdî û erebî.
S. 1986 – 1987 Meşq (Praktik) le Instîtûta Sînamayi Y.S. WGIK li bajarê Mosko (beşê filîmên Dokumênt).
Ji S. 1986 … Beşdarî bi şêweyekî fermî (resmî) li Fêstîvalên Sînemê yên navneteweyî li gelek welatan.
S. 1989 Wergirtina pileya zanistî: Doctor of Philosophy (PH.D) in philology. Têz: Rola filmên Dok. û Sinema Y.Güney.
jiS. 1990 …

S. 1990 – 2001

S. 1993 Cihê jiyanê Elemaniya, bajarê Bonn ê

Sernivîsar û derhênerê kovara ” Hevgirtin” Beşê kurdî

Seredana BaşûrêKurdistan û çêkirinafilimekîDokumêntî
(58 d.) liserRewşaBaşûrê Kurdistan ê bigiştî.

S. 1994 – 1998 Karlidezgehê Radiyolokalabajarê Bonn ê, perwerdekirina kadiroyanjiboamadekirinaprograman û weşanabernama „Dengê Me“ Heftane 1 Siàtbizimanê Kurdî.
ji S. 1995 Rêkxistin û birêvebirina bi dehan Sêmposiyum û sêminarên zanistî li Bajarên cuda yên Elemaniya û Başûrê Kurdistan ê.
Ji S. 1996-2016 Karkirin weku „Rojnamevanê Azad „ li Radiyo a Elemaniya rojawa (WDR).

JiS. 2004-2014

S.2004 – 2006JiS. 2005
S. 2004Ji S. 2010-2013 DersdanwekuMamostalizankoya Selaheddîn
(Hewlêr-Başûrî Kurdistan) û danerêProjadamezrandinabeşê Rojnamegerî likolêjaEdabiyat ê.

perwerdekirinikadiroyênRadiouTV li Başûrê Kurdistan ê ûyekjidamezirvanê ZAGROSTV.
Endamê sendikaRojnamevan û MamosteyênB. Kurdistanê.
ÇapkirinaPirtukê liserjiyanuxebatênderhênerê kurdYilmazGüney (bi zimanê Erebî), HatiyawergerandibiZaraveyê Soranî

Serokê beşê Sinemê liKolêjahunereciwanekan, ZankoyaSelahedin/ Hewlêr

2013 çêkirinafilimêDokumêntî yê 2 (52 d.) liserRewşaBaşûrê Kurdistan ê û pêşveçûnawê jihemû ailyanve.

S. 2013 Endamê Jury a Festivala Sînemê li Duhokê.

—————————————————-

Jêder û têbînî:

(56) – Rojnama “14 Oktober“, ya Yemen ê, roja 24/9/1984. (bi zimanê erebî).
(57) – Kovara “Berbang“, Çavkaniya berê.
* Li gorî hin agehdariyan; di zindanê de û jiber cûreyên xwarinê, êşa penceşêra me’îdê li Yilmaz peyda bûbû!
* Ev filîm ê yekem bû ku li derveyî welat çêliribû û mixabin yê dawî bû jî di jiyana wî de!!
(58) – Kovara heftane “Ber bi 2000 an ve“, 8 ê gulanê (mais) 1988 an (bi zimanê tirkî).
(59) – Ev gotin hemû ji çavkaniya jorê (bi zimanê tirkî) rûpel: 18,19 û 20 hatine wergirtinê.
* Jiber vê fişarê, dewletên Elemaniya û Berîtaniya, tevî nerazûbûna miletên xwe jî, pêşwazî li Y.Güney nelirin!!
(60) – Rojnama “ L’mund “, ya roja 12/09/1984 (bi zimanê ferensî).
(61) – Rojnama “ L’mund “, ya roja 11/09/1984 (bi zimanê ferensî).
(62) – Rojnama “L’Humanitê”, roja 10/09/1984. Organa Partiya Komûnîst a Ferensa.
(63) – Rojnama “ L’mund “, Çavkaniya berê.

———————————————–

Jêder û têbînî:

(47) – Kovara “Berbang“, Çavkaniya berê.
(48) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“- (bi zimanê Rûsî).
çavkaniya berê.
(49) – Çavkaniya berî wê(bi zimanê Rûsî).
(50) – Rojnama „ Heft Roj „ Organa komîta nawendî a partiya komunîsta yûnanî. Çavkaniya berê.
(51) – Kovara “Berbang“, Çavkaniya berê.
(52) – Rojnama “ TAZ “ (bi zimanê elemanî). Çavkaniya berê.
(53) – Rojnama “L’Humanitê”, Organa Partiya Komûnîst a Ferensa. Çavkaniya berê.
(54) – Çavkaniya berî wê (jorî wê).
(55) – Çavkaniya berî wê (jorî wê).
* Kuştina wî –Li gor gotna Güney bixwe- êdî bûbû biryar!

———————————————–

Jêder û têbînî:

(41) – Pirtuka “Hunera sînemê ya Asiya û Afrîqiya”, Mosko 1984, R.118 (bi zimanê Rûsî).
(42) – Rojnama heftane ya “Zarûbêjom (Dervî welat)“, hejmara 4, sal 1983 R.4 (bi zimanê Rûsî).
(43) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“- R. 118, çavkaniya berê.
(44) – Çavkaniya berî wê.
(45) – rojnama “ TAZ “ 11.09.1984 an (bi zimanê elemanî).
(46) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“- Çavkaniya berê.

———————————————–
Jêder û têbînî:

(28) – Rojnama “L’Humanitê”, Organa Partiya Komûnîst a Ferensa. 13 Ilon 1982.
(29) – Pirtuka A. Husênof – Y.Güney: “Jiyan-Efsaneye”, Mosko 1987, R.47 (bi zimanê Rûsî).
(30) – A. Yalçîn . Dosiya Yilmaz Güney. Çavkaniya berî.
(31) – A. Husênof. Çavkaniya berê.

(32) – Pirtuka ( Bûyera Yumurtalik û Y.Güney). Istanbol 1974-1976 (bi zimanê tirkî).
(33) – A. Yalçîn . Dosiya Yilmaz Güney. Çavkaniya berî.
(34) – A. Yalçîn . Çavkaniya berî wê.
* Sala 1974 an, dema Acewîd hate ser hukum, wî efû ya giştî ji zindaniyan re derxist. Yilmaz Güney jî kete ber wê efû yê!
(35) – Rojama “Pravda (Rastî)“ Organa Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyêt a berê, 11ê Tebaxê (august) 1974. (bi zimanê Rûsî).
(36) – Govara “Asiya û Afrika îro”, hejmar 8, R. 58, sal 1985 (bi zimanê Rûsî).
(37) – Kovara “Berbang“, Çavkaniya berê.
* Dema vî filîmî di fêstîvala sînemê a Navnetewyî de li San Rêmo (Italiya) beşdarî kir, qehremanê wî “ Arkan Yucel” xelata baştirîn akter jibo rola mêran wergirt.
(38) – Kovara „Jiyana Sînema yê„ Çavkaniya berî.
(39) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê – çavkaniya berê.
* A. Husênof di Pirtuka xwe de – Y.Güney: “Jiyan-Efsaneye”, wise li Sefa Mütlu daye nasîn: Ew di sala 1944 an de li bajarê “Nêvşehir” ê di malbateke dewlemend ji dayik bûye! Wî zaroktiya xwe li bajarê “Negede” biriyê serî…Di dema xwendinê de li fakultêta leşkerî li Anqera, wî jî beşdarî li cûnta eskerî 22 î sibata sala 1962 an de, a bi serokatiya ofser Tale’t Aydemir, kiribû; Jiber wê yekê, ew ji dibistana leşkerî derxistin.
Lê di heman salê de jî wî dest bi xwendina jurîst (hiquq) li zanko ya Anqera kir bû. Piştî kotasiya xwendinê, ew li bajarê “Iskenderon” ê bû çadêrê (Mûfetiş) polîsan. Ew li wir bi Araqvexwerî, exlaqsizî, bêedebî û lîstika qumarê bi nav û deng bû, û walê bajae jî çend caran jêre nerazîbûna xwe li ser wan tiştan eşkere kiribû! Carekê ji caran û jiber vexwarina zêde wî demança xwe winda kiribû; li ser wê yekê walî – Mue’mer Akmen – ew ne tenê ji kar derxist, belê herwise ji bajar jî! Lê berî kuştina wî bi du mehan, bi saya serê bavê xwe ê dewlemend û nasên wî di hukumetê de, ew careke din vegerandin kar û weke parêzerê (nunerê) giştî li wî bajarokê xweş (Yümurtalik) a ser bi Adana ve, destnîşan kirin… Sefa Mütlu dev ji (waz li) vexwarin û lêstika qumarê berneda û herşev karê wî tanî berê sibehê gera di kazîno û rêstoranan de bû. Ew endamê rêxistineke rast yê tûndperest bû.
* Encama optosî (fehsa textorî) a li ser laşê Sefa M. eşkere kiribû, ku ew bi demaça modêla (Idman) a ku bi Abdullah Pütun re bû; herise analîzên laborê jî eşkere kiribûn, ku tenê cihê tiliyên wî bixe li ser demançê hebûn!!
(40) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê – çavkaniya berê.

———————————————-
Jêder û têbînî:

* Ev name û nameyêd mayin, ku hejmara wan giha bû 177an. Weke pirtûk li jêr sernivîsa “Nameyên ji Selemiyê” sala 1975 an û piştî ku Yilmaz bixwe pêşgotin jê re nivîsîbû, hate çapkirinê.
(15) – Pirtuka “ Hucra min “ ( oda zindanê-I.M. ) Yilmaz Güney, Istenbol sala 1975 an R. 9-11 (bi zimanê tirkî).
(16) – rojnama “ TAZ “ 11.09.1984 an (bi zimanê elemanî).
(17) – çavkaniya berî wê (jorî wê).
(18) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê – çavkaniya berê.
(19) – Kovara “Al-Nehic“ R.22 – çavkaniya berê.
(20) – Rojnama „ Heft Roj „ Organa komîta nawendî a partiya komunîsta yûnanî- Roja Yekşembê, 16.09.1984.
(21) – ev gotinên derbarê „Hêvî“ hemû, me ji Kovara „Jiyana Sînema yê„
Hejmar: 23/24. Sal: 1984–1985 (bi zimanê erebî) wergirtine.
(22) – “Hucra min“. Yilmaz Güney – çavkaniya berê.
(23) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“- çavkaniya berê.
(24) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê – çavkaniya berê.
(25) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“- çavkaniya berê.
* Zakonên çavdêriya li ser wêje û huner li tirkiyê gelekî hişk û dijwar bûn. Wan ew zakon ji kodêksa (yanî ji destûra) Italî a dema – Mosolînî – fişiyetê wergirtibûn!
(26) – “Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê“ – çavkaniya berê.
(27) – “Kovara pêşerojê“ hejmara 395 an, 15. 09.1984 (bi zimanê erebî) –

Têbînî: Cend wêne ji filîmê Hêvî, heger win bixwazin win dikarin bi weşênin!

——————————————————

Jêder û têbînî:

* Ev raman jibo gelek zimanên biyanî hatiye wergerandinê.
(8) – Kovara „Jiyana Sînema yê„. Hejmar: 23/24. Sal: 1984–1985, R. 113 (bi zimanê erebî).
(9) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê. A. Huseynof, Mosko 1978, R. 113 (bi zimanê rûsî).
(10) – Kovara „Jiyana Sînema yê„. Hejmar: 23/24. Sal: 1984–1985, (weke jêdera bihûrî).
* Babeta bindestî û rewşa jinan, bitaybetî a jina kurd, di hemû berhemên Yilimaz Güney de, yek ji ê herî giringbû. Wî li gelek cihan gotiye: Civaka ku jin tê de ne serbest be, ew civak ne azade!
(11) – Pirtuka “Sînamatografiya welatên Asiya û Afrîqiya“ Mosko sala 1986 an. R. 114, (bi zimanê rûsî).
* Ew derhênerê yek ji filîmên herî balkêşe li ser jiyana kurdan bi navê „Sêzonek (mûsimek) li Hekarî „. Di dema hazir de weke penaber li Elemaniya dijî.
(12) – rojnama “ TAZ “ 11.09.1984 an (bi zimanê elemanî).
(13) – Kovara “Sînama Akadêmîk“, hejmar 4, çirya pêşîn (oktober) sal, 1969, R. 14 (bi zimanê tirkî).
* Bi pêçewanî (bi eksê) derhênerêd main, Y.Güney sênariyo a filîmên xwe dinivisandin, bi rola sereke di wan de dirabû û herwise jî berhemdana (produksiyon) wan jî li ser hesabê xwe dikir!!
* Li gor hinek çavkaniyan, ezmûna wî a yekemîn di derhênanê de, ji çêkirina filîmên „ Ez kerîmim“ û „ Pîre’bok Nûrî“ destpêdike?!
* Sedema nederxistina hest û bîr û baweriyên xwe beramberî pisra kurdî, bidîtina min weke roja li nîvro eşkere ye! Jiber di welatekî weke Tirkiyê de – ku hetanî îro jî hebûna gelê kurd weke miletekî serbixwe napejirêne – xebat bi eşkera yanjî bi dizî bo pirsa kurdan, nexasime di wê çaxê de, çiqasî çetin û tehlûke bû, bi taybetî ji yekî weke Y.Güney re!!
(14) – rojnama “ TAZ “ 11.09.1984 an (bi zimanê elemanî).

——————————————

Jêder û têbînî:  

(1) – A.Yalçîn . Dosiya Yilmaz Güney. Istanbul – Temuz  1977 .  (bi zimanê tirkî).

* Ferzkirna navên tirkî li ser hemû malbat, bajar û gundan tanî roja îro jî li Tirkiyê berdewame;  ev yekeke ji mêtodên siyaseta “tirkkirina” welat û netewêd, ku di bin destê tirkan de mane!!

(2) – Pirtuka “Hucra min“ (oda zindanê-I.M.). Yilmaz Güney, çapa 4, rûpel (R) 40-41 (bi zimanê tirkî).

(3) – Kovara “Al-Nehic“, hejmar 8, sal, 1985, R. 218 (bi zimanê erebî).

(4) – Kovara “Berbang“, hejmar 7, sala duhem, 1983, Stokholm (bi zimanê kurdî).

*  Vê Ramana wî, sala 1972 an xelata Orhan Kemal wergirt; ew mestrîn xelata edebî ye li Tirkiyê!

(5) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê. A. Huseynof, Mosko 1978, R. 113 ( bi zimanê rûsî ).

*  Mixabin, tevî ku ez li wan herdu kovaran geriyam jî, lê min nikarîbû bi dest bixim, da ku lêkolînan li ser wan bikim!

(6) – Dîrok û pirsgirêkên nûdemê yên sinema Tirkiyê. (weke jêdera bihûrî).

*  Ew bi xwe jî, bi esilê xwe ve kurde, lê li kurdîtiya  xwe bi xwedî dernakevê?!

(7) – Kovara „Jiyana Sînema yê„. Hejmar: 23/24. Sal: 1984–1985, R. 113 (bi zimanê erebî).

                              

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !