ZAZAKÎ

ZARAVAYÊ ZAZAKÎ

Zazakî yek ji zimanên kurdî ye ku ev jî zimanê îraniya bakurê rojavayî ye.

Li ser cihê zazakî di nav zimanzanan de du nêrîn hene. Piraniya zimanzanan dibêjin ku zazakî yek ji zimanên kurdî ye. Li gor Peter Lerch (1856-57), Friedrich Müller (1864), Albert van Le Coq (1903), Ely Bannister Soane (1913), K. R. Ayyoubi, I. A. Smirnova (1998), M. J. Kenstowicz (2004) zazakî yek ji zimanên kurdî ye. Her wiha li gorî piraniya kurdan zazakî yek ji zaravên zimanê kurdî ye. Li gor hin zimannasan jî zazakî-goranî ne zimanên kurdî ne. Cara yekem Oskar Mann û şagirtê wî Karl Hadankî îdîa kirine ku zazakî ne zaraveyekî kurdî ye. Ji ber vê yekê heta îro jî hin zimannas zazakî wekî zimanekî cihê qebûl dikin.

Di sala 1985’an de Zanîngeha Michiganê (DYA) Terry Lynn Todd lêkolîna bi navê A Grammar of Dimli (Also known as Zaza) pêşkêş kir; Dr. Ludwig Paul ji Zanîngeha Giessenê (ew alman e û niha li Zanîngeha Hamburgê ye) û Dr. Zülfü Selcanî jî ji Zanîngeha Berlînê li ser zazakîya Dêrsimê pirtûk der anîne. Dîsa, zimannas û kurdnas K. R. Ayyoubi û I. A. Smirnova jî li ser zazakîya Dêrsimê pirtûkek amade kirine.

Zazakî bi piranî li bakurê Kurdistanê tê axaftin, lê ji aliyê hejmareke biçûk ve li hinek herêmên başûrê Kurdistanê û Anatolyaya Navîn jî tê axaftin. Wekî din ji ber sedemên koçberiyê di van dehsalên bihurî de, hejmareke mezin ji zazakîaxêfan li gelek bajarên Tirkiyeyê û rojavayê Ewropayê belav bûne. Parêzgeh û bajarên ku li wan zazakî tê axaftin ev in:

  1. Aksaray (Hîlkecîk)
  2. Bidlîs (Modkan)
  3. Çewlîg (Azarpêrt, Bongilan, Çêrme, Dara Hênî, Gêxî, Kanîreş û Xorxol)
  4. Dêrsim (Çemişgezek, Mazgêrd, Pêrtag, Pilemuriye, Pulur, Qisle û Xozat)
  5. Diyarbekir (Çêrmûg, Çinar, Erxenî, Gêl, Hênê, Hezro, Licê, Karaz, Pasûr, Pîran û Şankuş)
  6. Erdêxan (Mêrdînik)
  7. Erzingan (Îlîç, Kemaliye, Kemax, Mose û Têrcan)
  8. Erzirom (Aşqele, Çad, Hesenqele û Xinûs)
  9. Meletî (Şîro)
  10. Mûş (Gimgim)
  11. Riha (Sêwreg)
  12. Semsûr (Aldûş)
  13. Sêrt (Hewêla)
  14. Sêwas (Qengal, Zara, Ulaş, Macîran û Dîvrîgî)
  15. Xarpêt (Dep, Maden, Miyaran, Palo, Qovanciyan, Sîvrîce û Xulaman).

Li derdora sê-çar milyon kes hene ku xwe wek kird, kirmanc, dimilî yan jî zaza dibînin.

Binavkirin

Kesên zazakîaxêv zimanê xwe bi hin navên cuda-cuda nav dikin.

  • Kirdkî: Li herêma Çewlîg, bakurê Diyarbekirê bi piranî ji xwe re kird û zimanê xwe re jî kirdkî an jî kirdî dibêjin. Peyva “kird” û “kurd” ji aliyê etîmolojîk ve heman kok in.
  • Kirmanckî: Li herêma Dêrsîm û Erzinganê ji xwe re dibêjin kirmanc û ji zimanê xwe re jî kirmanckî. Peyva “kirmanc” û “kurmanc” ji aliyê etîmolojîk ve heman kok in.
  • Dimilkî: Li herêma Çêrmûg, Sêwreg, Aldûşê ji xwe re dibêjin dimilî û ji zimanê xwe re jî dibêjin dimilkî an jî dimilî.
  • Zazakî: Li herêma Xarpêt û Maden ji xwe re dibêjin zaza û ji zimanê xwe re jî dibêjin zazakî. Lê ev binavkirin di salên dawî de, li deverên din jî belav bûye.
  • Navên Din: Li herêma Qoçgirî û Sêwasê mirov ji zimanê xwe re dibêjin dimilkî an jî zazakî, ji xwe re jî dibêjin zaza an jî dimilî. Ji wan re Ginî jî tê gotin. Li herêmên Xinûs û Varto jî gelê wê derê ji xwe re dibêje Şarê Ma, anku “gelê me”, zimanê xwe re jî dibêjin Zonê Ma, “zimanê me”. Ji wan re Çarek û Lol jî tê gotin. Ginî, Çarek û Lol navên eşîrê kirmanc in.

Di encama xebata standardîzekirina vê zaravayê de, ji van navan kirmanckî hatiye tercîhkirin û niha di warê nivîsînê de bi pirranî ev nav tê bikaranîn.

Devokên Zazakî

Di zazakî de gelek devokên biçûk hene. Li gor zimannas û nivîskarên ku li ser zazakî dixebitin, meriv dikane bi giştî zazakî bike du devokên mezin:

  1. Zazakiya bakur an jî devoka (şîweya) Dêrsimê: Li herêma Dêrsîm, Erzingan, Qoçgirî û Gimgimê tê qise kirin. Meriv dikane bibêje ku kurdên elewî diaxifin.
  2. Zazakiya başûr an jî devoka (şîweya) derveyî Dêrsimê: Li Çewlîg, Elezîz, Diyarbekir û Siwêrekê tê qisekirin. Meriv dikane bibêje ku kurdên sunnî diaxifin.

Li gor hin zimannasan û nivîskaran jî di zazakî de sê devokên sereke hene.

  1. Zazakiya bakur: Li herêma Dêrsîm, Erzingan, Qoçgirî û Gimgim tê qisekirin.
  2. Zazakiya navîn: Li Çewlîg, Elezîz û hin qezayên Diyarbekirê tê qisekirin.
  3. Zazakiya başûr: Li herêma Çêrmûg, Siwêrek û Aldûşê tê qisekirin.

Xebata standardîzekirina zazakî di sala 1996’an de li Swêdê bi avakirina Grûba Xebate ya Vateyî destpê kir. Vê koma xebatê serê pêşî encamên kombûnên xwe wekî broşur belav kir, lê dû re kovareke bi navê Vate derxist. Ev koma xebatê heta niha 22 caran bona standardîzekirina vê zaravayê kom bûye. Vê xebatê pêşî li nivîsîna vê dîyalektê û geşbûna wêjeya wê vekiriye. Ev xebat bi awayekî biîstîqrar her berdewam e.

Di standardîzekirina kirmanckî (zazakî) de ji krîterên hilbijartin an jî tesbîtkirina forma peyvan yek jê ev e ku, divê diyalektên kurdî nêzî hev bibin.

Di çarçeweya xebata standardîzekirinan zaravayê zazakî de kovara Vateyê ku dengê Grûba Xebate ya Vateyî ye û xwerû bi kirmanckî (zazakî) diweşe, heta niha 39 hejmar weşiyaye.Ferhenga tirkî-kirmanckî (zazakî) ku ji peyvên standardkirî pêk tê û ferhenga kirmanckî (zazakî)-tirkî ku ji peyvên standardkirî û versiyonên wan pêk tê. Grûba Xebate ya Vateyî, Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî/Kırmancca (Zazaca)-Türkçe Sözlük, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2009 cara sisêyan wekî çapa firehkirî hatin weşandin. Dîsa, pirtûka rastnivîsa zazakî ya bi navê Rastnuştişê kirmanckî (zazakî)) ji aliyê vê komê ve amade bû û hat weşandin. Ev xebatên hanê yên organîzekirî pêşî li geşedana nivîsîna zazakî vekirin ku bi dehan pirtûk li gor standardê Vateyî hatin weşandin.

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Xelîl Xeyalî

Alfabeya Xelîl Xeyalî

Mamoste Qedrî Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modka ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Seîdê …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !