”Zêro kesayetiyeke xwemal û jînewarî ye, ne xeyal e, ne fantazî ye, wek gelek kesayetiyên civakê ye, lê cudahiya wî ku ew bi xwendina pertûkan û nivîsandinê ve mijûl e. Ji malbateke xizan e, lê ji zaroktiya xwe de dê û bavê xwe wenda kiriye, li ber destê ap û jinapa xwe mezin bûye.”
MEHMÛD BADILÎ / “Zêro” Nevîyê êşê, Ristevanê Evînê
Xwendinek di romana “Zêro” de ya nivîskar Ezîz Xemcivîn
Ne karekî hesane li ser helbestvanekî ku têkeve zevîya romanê û xwe bi karekî wisa -ligorî pîvanên romanê- mijûl bike, lê wêje bi xwe cihaneke berfireh e û nivîskarê jîr û xwedî ezmûn li gorî karînên xwe yên hunerî dê karibe tiştekî ber bi çav bide û biafirîne. Li vir pirsek xwe radixe, gelo helbestvanê me Ezîz Xemcivîn yê ku stêra wî li asîmanê helbestê bêhtir diçirse, ta kîjan radeyê di avakirina romana xwe ya bi navê ” Zêro ” de ku sala 2019an ji weşanên SerSera hatiye çapkirin, bi ser ketiye.
“Zêro” navê romanê ye, Zêro kesayetiya sereke ye di nava romanê de ku hemî bûyer û çîrok bi zimanê wî bi xwe ji cihekî ta bi cihekî dîtir wek bîranînan têne ristin û vegotin, ew bîranînên salane çi kevin û çi nuh, çi yên ku Zêro bihîstine û çi yên ku bi çavên serê xwe dîtine bi rengekî ji rengan di warê danûstinadina wî de bi demê re, bi kesên hawîrdora wî re, bi cih bi xwe re ku her carê ji kavilên bîrdanaka wî bi zimanekî helbestiyane, nerm û tenik dadiweşin, di gelek cihan de di nava bûyeran de tev ku kesayetiya Zêro ya sereke ye di kesayetiya yê nivîskar de wenda dibe, Zêro bi xwe dibe nivîskarê romanê nemaze derbarê hevpeyvîna di navbera kesayetiyan de û helwest û kelemên ku li pêş wan derdikevin, li vir sawîrên Zêro dibin çareserî ku helbestê bi henteşa wê ya bilind derbarê her êşê, kelemê û xemgîniyê, di bin çengê peyvê de birêse, roman wisa bi “peyvê” destpêdike, lê çi peyv, peyveke helbestî û di heman gavê de peyveke alozî. (Peyv bi xwe ji kunca zimanê lerzok bi tewşî direvin… hindek kes hene darê stûr bi destê xwe girtine, û hindek pirs hene li ber deriyên nûçeyan avis in!. Rû 5) Romannivîsê me wisa ji destpêka romanê ta dawiya wê, her carê di rêya henaseya helbestê re bihna xwe vedide û dikişîne.
Kesayetiya Zêro:
Zêro kesayetiyeke xwemal û jînewarî ye, ne xeyal e, ne fantazî ye, wek gelek kesayetiyên civakê ye, lê cudahiya wî ku ew bi xwendina pertûkan û nivîsandinê ve mijûl e. Ji malbateke xizan e, lê ji zaroktiya xwe de dê û bavê xwe wenda kiriye, li ber destê ap û jinapa xwe mezin bûye, jîr e, jêhatî ye, xwendevan e, serê wî bi şîretên perwerdeyî yên rast û durist dagirtî ye, tev ku sêwî ye jî, lê li ser rewiştên baş û qenc perwerde bûye. Ji ber vê yekê em dibînin, di nava romanê de herdem Zêro hewl dide ku nekeve şaşiyan û dûrî tiştên kirêt here weku li ser xêzek rast jiyana wî divê ku bibûre, evîn û jiyanek bi rûmet armanca wî ya sereke ye.
( Tirên nêzîkayiyê li Helebê dike..Rû 18) li vir bîranînên Zêro dîsa tev radibin dema ku çav li wan Kedîgehên Mirîşkan dikeve..
Bûyera ku bi serê dê û bavê wî de têt ku herdu bi ew hesinê kehrebekirî ve jiyana xwe ji dest didin ku bavê wî bi hesinê kehrebekirî ve kehrebe dibe û wisa dêya wî jî dema bi hewara wî ve dihere û dimire. Bi vî rengî Zêro sêwî dimîne, ap û jinap, wî xwedî dikin, mezin dibe, dixwîne, digihê asta ku bibe karmend lê ji hêla ewlekariya dewletê ve ji karmendiyê bi behaneya ku ew li ser dewletê kesayetiyek metirsiye bêpar dibe, Zêro bê çare dibe, bêkarî û gelek pirsgirêkên din yên siyasî û civakî jiyan û mana wî li welêt bêwate dikin, biryarê dide ku ji bajarê xwe (Hesekê ) derkeve û berê xwe bide Beyrûtê, wisa Zêro nameya xatirxwestinê ji apê xwe re dihêle û dibe rêbiwar, li Beyrûtê diçe bal hevalê xwe yê zaroktiyê Seydo, li bal Seydo bi cih dibe taku karekî ji xwe re dibîne û wisa jiyaneke nû destpê dike.
Babeta sereke ya romanê:
Di nava her romanekê de babeteke sereke heye, wisa bûyera romanê ya sereke tev li ser digere ji bilî hin bûyerên din dibe ku nesereke bin jî, lê di wê çarçewê de ne, wek pirsgirêkekê divê ku li dawiyê bê çareserkirin. Min hewl da ligorî xwendina xwe ku ez vê babeta sereke bibînim ango pirsgirêka sereke, min nedît ji bilî ew metirsiya ewlekarî ya dewletê li ser kesayetiya Zêro bi xwe, ku hişt dest ji welatê xwe berde û biryarê bide ku ticarî nema li welatê vegere, welatê ku li ber çavê Zêro bûbû zindaneke mezin, daristaneke tev êş û tirs û kuştin û zor û bêparî. (welat zindaneke mezin e..tarî ye..jiyan lê nabe..
Her tişt lê qedexe ye.. (Rû 47). Tev ku Zêro li gorî şîreta apê xwe dikir ku tim dûrî siyaset û jinan here, lê li Sûriyê weku em tev dizanin çi mirovê xwe bi xwendina pertûk û nivîsandinê ve mijûl dikir, di bin çavdêriya ewlekariyê de bû. tev derketina Zêro ji welêt jî, lê dîsa, ji wê çavdêriyê xelas nabe, li Beyrûtê jî, ji hêla ewlekariya Sûriyê ve tê girtin ji ber ku li bal Dolî, jina navosere ya Libnanî kar dikir, ku di heman gavê de ewlekarên Sûriyê hevjînê Dolî dikujin û dûv re wê jî.
Jiyana Zêro li vir ranaweste, kêferatê dike ku karekî dî ji xwe re bibîne, bi alîkariya Agob hevalê xwe yê Ermenî li karekî rast tê, di vê navê de li ser perava deryayê, keçeke Kurd ji malbateke Kurd ku ji sî salî ve li Libnanê dijîn nas dike, navê keça Kurd Darîn e. Zêro yê ku ji himêzeke germ bêpar e zû bi zû dilê wî serî jê distîne, hez dike, ew û Darînê tevna evîna xwe dirêsin û soza şûkirinê bi hevûdû re didin. Gelek çîrok, gelek bûyer,di nava romanê de li ser zimanê Zêro têne ristin, ta bi buhara Erebî ku ji welatê Tunisê destpêkir ta gihişt Sûriyê jî.
Ev bûyerên ha carina bi rengekî helbestî û carina bi rengekî raporî têne vegotin, her weku bîranînan carê li rawestgehekê têne raxistin û herdem yê gotebêj Zêro bi xwe ye, belê ew lehengê romanê ye û ligora xwe peyvan dirêse, ev yek dihêle ku ku hevpeyvîn di navbera kesayetiyan de pir kêm be û rola kesayetiyên din bi xwe hinekî lawaz û qels be di vegêrandina bûyeran de.
Lê ya giring Zêro û Darînê miradên wan bi hev dibin, navê wan ji hêla Nivîsgeha Neteweyên yekbûyî tê bijartin ku derkevin Ewropa û bi hev re li asîmanê evînê bifirin.
Dawî:
Derbarê evê romanê weku em di henteşa jînenîgariya kesayetiyekê de bin, kesayetiya Zêro bi xwe û nîgaş, hizr û ramanên wî di derbarê jiyanê de, jiyana li welêt ku tev êş û zor û zordestî ye, dibe ku çare li vir ne erênî be jî, lê ji bo berdewamiya jiyanê, ji bo hebûnê, ji bo afirnadinê, ji bo hêviyê û ji bo jiyaneke azad, ma gelo yê nivîskar û xwedî pênûs di hindurê zindaneke mezin de, dê çi karibe bike.