Dilbirînê Deşta Mûşê – (Dengbêj Evdirehîmê Mûşî)
Bi Navê Xudayê Mihrîvanê Dilovîn!
Qîz û xortên ku nexwînin dîroka Kurd û Kurmancî
Wê wek xwarina bêsîr û rûn û pîvaz bimînin rijî.
Ji ber ku di Çanda Kurmancî da Ziman ,,Nîjadî” ye. Lewma ku ,,Zimanê Dayikê” peyveke çewt û şaş û xelet e. Ji ber vê rastiyêye ku divê em demek zûtir vê çewtiyê ji nav Ziman û Çanda xwe rakin. Yana wê demeke were ,,Esl û nîjada” me ji holê were rakirinê. Sedem jî ev e: wek tê zanînê her ku diçe: ,,Qîz û Xortên” me bi ,,Biyanîyan” ra dizewicin, ji lewma! Gelo qê pêşîyên me wiha negotine?
“Welatê Bav û Kalan”
“Zimanê Bav û Kalan”
ÇAWA KU ESLÊ MERIVAN NÎJADÎ YE
BÊŞEK ZIMANÊ MERIVAN JÎ WISA YE
Ziman ê Kurmancî nîjadî ye.
Ziman ê Kurmancî netewî ye.
Eger Dê û Bav herdu Kurd bin!
Zimanê hevpar niştimanî ye.
Vêca dema ku em li bavê me hemî benîademan: Adem (s.X.l) binêrin ji xwe em rasterat dibînin ku Ziman ê bavê ye. Ji ber ku Xwedê Ti’ala Adem beriya Hewayê xuliqandibû ji lewma. Herwiha Xwedê Ti’ala ziman kiriye devê însan û fêrî axavtinê kirî ye. Eger ku em dixwazin hebûna xwe û Zimanê xwe biparêzin, divê em ji bo Ziman bibêjin: ,,Zimanê Nîjadî an jî Netewî. Divê em pir rind bizanibin ku eslê me ji nîjada me tê:
Xwedê neke! Eger ku nîjada merivan ji holê rabe, ne Dê dimîne, ne jî Ziman. Ne ax dimîne, ne jî Welat! Kî eslê xwe wenda bike, mixabin ew bêesl û ûrtkor û warwendayî dimîne ku li herdu Dinyayan jî rûreş û şerpeze dibe. Wek mînak: eger ku Dayika merivan: “Ereb, Tirk, Faris” û hwd. be, lê Bavê merivan jî Kurd be, eger ku li gorî hinek dibêjin “Ziman ê Dayikê” be, wê çaxê meriv dibe ,,Ereb, Tirk, an jî Faris û hwd. Vêca piştî ku bav bimire, êdî ti eleqeya merivan bi esl û nîjada bav û kalên meriv ra namîne.
Lê eger ku: ,,Zimanê meriv Nîjadî û Neteweyî” be: Meriv her dimîne Kurd û Kurdistanî. Eva jî ji me ra ,,Delîl û Belge” ye ku Ziman Nîjadî ye ku rasterast jî wek zincîrê bi: ,,Nîjada Bav û Kalên” meriv va girêdayî ye. Lewma ku: ,,Esl û Nîjada Bav û Kalên merivan çi be, a merivan jî her ew e.
Lê meriv bi du şert û mercan di maneya mecazî da dikare bêje Zimanê Dayikê jî:
1. Eger ku dê û bavê merivan herdu jî bi esl û nîjada xwe Kurd û Kurdistanî bin.
2. Eger ku meriv xwediyê Dewletê be, bavê merivan jinekî biyanî ji xwe ra bîne Dewleta xwe. Lê dema ku bav here li Dewletek biyanî bizewice û li wir bimîne, eger ku di rewşekî wiha da meriv bibêje: “Zimanê Dayikê. Wê çaxê esl û nesl û nîjada meriv piştî mirina bavê meriv ji holê radibe û mixabin meriv warwendayî û ûrtkor dimîne li Dinyayê. Pêşiyên me belaheq negotine:
“Dibên bila zikê me bel be
Tijî pel û mel be!…”
Pêşiyan vê gotinê ji bo: Qîzên ku bi Biyanîyan ra dizewicin û bi vî awayî ,,Nîjada” xwe helî heram dikin ra gotine. Ez bi dehan xortê me yên Kurd nas dikim ku bi qîzên biyanî ra zewicîne, lê di nav çend salan da hevûdu berdane. Vêca zarûkên ku ji wan çêbûne: mixabin wan jî nîjad û eslê xwe winda kirine, hezar heyf û mixabin ti tiştek Nîjadî û Netewî di esl û nesla wan zarûkan da nema ye. Vêca kî/kê naxwaze Esl û Nîjada wî ji holê rabe, ûrtê wî/wê kor be, warê wî/wê wenda be. Bila qîz û xortên me bi hevûdu ra bizewicin ku nîjada wan li Dinyayê zêde û şên bibe ku ûrtê wan ji holê ra nebin. Ji ber vê rastiya dîrokî ye ku nîjada merivan bi bav û kalên meriv va girêdayî ye.
ZIMAN Û RENGÊ ME JI AYATÊN XWEDÊ NE
Bêşek Ziman û Rengê me jî wek ê her miletî ji Ayatên Xwedê Ti’ala ne. Xwedê Ti’ala di Sûreyê Rûm Ayata 22an da li temamî mirovahiyê wiha ferman kirî ye:
“We mîn Ayatîhî xelqûs-semawatî wel erdî, wextîlafû elsînetî kum, we elwanî kum înne fîzalîke le Ayetîn lîl ‘alîmîne”:
==} Me’alen: “Ji nîşanên (qudreta) Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene..”
Vêca ew kesên ku: Reng û Ziman û Heq û Hiqûqa me Miletê Kurmanc mandele dikin, bêguman ew Ayatên Xwedê Ti’ala mandele dikin ku eva jî merivan dibe kufrê. Bêşek û bêguman kî Ayatên Xwedê Ti’ala mandele bike, ew bi herdu destan cila xwe li Dojehê radixînin û bêîman diçin hizûra Xwedê. Ji ber ku hemî Ziman û Rengên mirovan ji Ayatên Xwedê Ti’ala ne. Lewma ku ez ti cudatiyê nakim nava Ziman û Rengên miletan. Lê mirovên herî qenc jî mirovên muteqî ne; ew jî di ‘ilmiyeta Xwedê Ti’ala da ye ku em nizanin. Herwiha vê Ayata pîroz jî delîl e ku Xwedê Ti’ala hemî Dayik û Bavan fêrî Ziman kirî ye.
Melayê Cizîrî wiha ji Dinyayê ra fermanê dixwîne:
“Hêza me wekî Nîl e
Em Dîcle û Ferat in.
Ger lu’luê mensûr ji nezmê dixwazî
Wer Şi’rê melê bixwîn e
Te ji Se’dî û Şîrazî çi hacet..”
* * *
Şêx Evdirehmanê Axtepî jî wiha bersiva tirk û eceman da ye:
“Bizan ku di Kurdan Şa’ir pir hene
Ji ûşşaqê Tirk û ‘Ecem zêde ne..”
* * *
Seîdê Kurdî (Bedîûzeman) jî wiha gotî ye:
“Yek heqîqetek rast
Hemî derewan dişewitîne.
Bir dane-i hakikat
Bir harman yalanı yakar.
Ziman mora sernivîsa mirovan e..”
* * *
Feylezofê me Şêx Ehmedê Xanî jî wiha gotî ye:
“Hemd û sena û şûkranî
Ji bo Xaliqê Rehman î
Ku fesahet û beyan daye lîsanî
Lîsan jî daye însanî..”
“Hindî selewat in hemî
Li Resûlê me yê Ummî
Ku bûne peyrewê di wî
‘Ereb û ‘Ecem û Kurmanc û Romî”
* * *
Neviyê Rêber Şêx Seîd Efendî Şêx ‘Ebdulmelîk Firat Efendî jî ji tirkan ra wiha gotibû:
“Çima qê teyrên ku li vî welatî dijîn hemî liglig in?
Hemî dar jî spîndar in? Ku ez jî bibime tirk”.?.
“Niye bu Ülke de yaşayan her kuş leylek mi?
Her ağaç kavak mı? Ki ben de türk olayım..”
* * *
Min jî di du Helbestên xwe de wiha nivîsandiye:
Bi evîna Cizîrî
Dişewtînim Cîhanê
Bi pênûsa Herîrî
Jînê didim jiyanê
Bi Mewlûda Bateyî
Silav li Peyamberan (s.X.l)
Lê Mem û Zîna Xanî
Armanca Kurdperweran.
* * *
Dengbêjî ya Kurdî
Oqyanûs e
Sîng lênûs e
Ziman pênûs e
Dinya tê da difetise.
GELO KÎJAN ZIMAN DEWLEMEND E
Profesor Dr. Celal Şengör jî wiha gotiye:
“Zimanê Kurdî Dayika hemî Zimana ye.
Kürtçe bütün Dillerin Anasıdır..”
* * *
Eger ku em Zimanê Kurmancî bi ê Tirkî ra bikin qiyas!
Wê Zimanê me wek Oqyanûsê bi serbikeve bêqiyas.
Vêca wan nîjadperestên ku “Zimanê me yê Kurdî tine dihesibînin”, bila ji vê rastiya Zimanê me şerm bikin û dersa Dîrokî jê werbigirin. Ez li vir çend nimûneyan ji Zimanê Tirkî bidim ku ciwanên me rind jê fêhm bikin bê ka kîjan Ziman dewlemend û bi kok û dîrokî ye. Hayati İnanç di bernameya xwe ya Tv yê da wiha dibêje:
CÜMLEYİ BİR DAHA SÖYLEYİN ANLAŞALIM
“Bakkal’dan aldığım Somun içine Peynir koyup Sandıviç yaptım, Balkona oturup, hanımın getirdiği Çay ve Su beraberinde afiyetle yedim:
– Cümlesindeki basit bir cümledir; teknik ve ilmi falan değildir. Kökenleri itibari ile ve sırasıyla:
-Bakkal: Arapça!
-Somun: Rumca!
-Peynir: Farsça!
-Sandıviç: İngılisce!
-Balkon: Fransızca!
-Hanım: Moğolca!
-Çay: Çince!
-Su: Çince!
-Afiyet: Arapça!
-Beraber: Farsça’dır!
-Yedim: Türkçe!
Yermisin…” diyen “Hayati İnanç” Türk Avukatın ağzından. Ji 11 peyvan 1 peyvekî tenê bi Tirkî ye, lê deh (10) peyv jî bi Zimanên Biyanî ne.
Vêca Zimanê Kurdî û Tirkî bi hevra bikin qiyas
Hûnê cudatiyê tê da bibînin bêhed û bêqiyas.
NÎJAD
Bêşek Dayika merivan pişt e
Lê Bavê merivan jî hertişt e
Meriv li ser koka xwe şîn dibe
Pir dibe wek lehî û lêmişt e.
Divê em pir rind bizanibin ku esl û nîjada me li ser şaristaniyê şîn bûye û welatê me jî dîrok û landika mirovahîyê ye. Eger ku em naxwazin esl û nîjada me jî wek a hinek miletan biheşive û ji holê rabe: divê em di serî da: Exlaq û Ziman û Nîjada xwe wek çavên xwe ji heşifandin û tunebûnê biparêzin. Wek tê zanîn Ziman û Çanda meriv nasnameya meriva ye. Mirovên bê Çand û Ziman wek mirîya ne.
• Xwedê Ti’ala berê bavê me hemî benîademan Adem (s.X.l) ji tunebûnê aniye hebûnê. Paşê jî Dayika me benîadem Hewa yê (s.X.l) ji parsûyê Adem aniye hebûnê. Her wiha tevekên Peyamberan jî mêr in.
Lewma ku pêşiyên me gotine: “Jin ji parsûyên xwarin,
eger ku tu bêjî ezê rastkim, tu yê bişkênî”.
BERSIVA REXNEGIRAN
Ka ez li vir pirsyarek ji cenabê we bikim û nimûnekî bidim we. Pirsyar ev e: Eger ku bavê we bi qîzeke: ,,Tirk, ‘Ereb an jî Faris” ra bizewice û hûn jî, ji wê Dayika Tirk, ‘Ereb an jî a Faris werin Dinyayê: wê Zimanê we ê Dayika we ya Tirk, ‘Ereb û Faris be, an jî Zimanê we ê bav û kalên we be?
Bersiv ev e: Li gorî ku hûn dibêjin “Ziman ê Dayikê” ye. Wê demê hûn dibin Tirk, ‘Ereb an jî Faris. Lê bavê we bi tena serê xwe Kurd dimîne. Vêca Xwedê Ti’ala emrê dirêj, siheta xweş bide bavan. Lê piştî ku ew bav çû ber Dilovaniya Xwedê; wê çaxê esl û nîjada bav jî li Dinyayê diqele û têkiliya we û bavê we jî ji hevûdu qut dibe. Vêca hinek dibêjin Dinya hemî dibêje: “Zimanê Dayikê”. Rast e wisa dibêjin. Lê Çand û Urf û Edetên me miletê Kurmanc pir ji ê miletên Dinyayê cudatir e.
Vêca gelemperî ya Dinyayê îro bûye wek qewmê Hz. Lût û şaşî û stemkariyeke wisa li nefsa xwe û miletên mezlûm dikin ku hemî mezlûmên Dinyayê ji xwe ra kirine kole. Herwiha çiqas “qîz û jinên” rind li Dinyayê hene mixabin piraniya wan jî ji xwe ra kirine, koleyên kêf û zewqa cinsî. Ên ku mane jî piraniya wan sîng û ber û şax û mesîlên xwe wek bizinan berdane derva, mixabin ne şan ma ye, ne jî şeref. Vêca di rewşeke wiha rezîl û malkambax de, emê bi kîjan xîretê gelemperiya 8 milyar însanên wiha ji “exlaq û rûmetê bêparin” ji xwe ra bikin mînaka şeref û mirovatiyê? Ji xwe îro nîvê miletên Dinyayê nazewice. Jin û mêrên wan bi dostî bi hev ra kêyf û zewqa xwe dikin.
Lewma ku min di çarînekî xwe de wiha gotibû:
Di vî zemanê axir
Însan bûye wek naxir!
Lew ji sedî nodûneh
Nake bi têlek paxir.
Vêca hemî Dinya ji me fêrî exlaq û şaristaniyê bû ye. Her wiha welatê me jî, ji xwe landika mirovatî û şaristaniyê ye. Eger ku wisa nebûya: niha toza me miletê Kurmanc ji ber vê stemkariya hezar salî li erdê nema bû:
Lewma ku em nikarin ji xêncî Peyamberên Xwedê Ti’ala (s.X.l) , welî û ewliya û salihan, her wiha nesla pak û tahir, nesla “xirab” ji xwe ra bikin mînaka exlaq û şeref û însanetiyê. Ma Dinya hemî şaşitiyê bike, emê jî wekî wan bikin? Ka Dinyayê çi qîmet daye Dayikan? Lê me miletê Kurd Dayik kirine sertac û dane ser serên xwe.
Beriya Peyamberê me xeyrî misilmanan qîzên xwe bi saxî dikirin gorê. Lê Elhemdûlîllah! Peyamberê me Mûhemmed Mistefa vê stemkarî û kujeriyê ji holê da rakirinê û mafê jîn û jiyanê da qîz û jinan.
LI GIRÊ MIRAZAN DERKET HOLÊ KU DÎROKA ME XWE DIGÎNE BERIYA 12 HEZAR SALAN
Wekî din jî em rind dizanin ku dîroka me xwe digîne beriya ,,Tofana Hz. Nûh ku keştiya wî li çiyayê Cudî sekinî bû: Divê em ji bîra nekin ku em ji nesla Hz. Îbrahîm in û nîjada me li ser xîmê: Îman û exlaq û şaristaniya Mezopotamyayê ava bû ye ku ev jî ji soz û bextê mêrxasî û jinxasiya kal û pîrê me yên leheng pêk tê. Lewma ku miletê me yê Kurd bi hezaran salin li ser şeref û rûmeta xwe li dijî ewqas qiran û gelkujiya stemkaran li ser piyên xwe ma ye.
Bêşek eva jî di nav miletên Dinyayê da ji bo me miletê Kurmanc şan û şeref û serbilindiya herî mezin e. Her çiqas me carna textê xwe winda kiribe jî, lê me herdemê şeref û rûmeta xwe wek zêrên zer parastî ye. Vêca eger ku bextê me hebe, bi îzna Xwedê wê dîsa textê me jî çê be. Lê bes eger ku em ji hevûdu hez bikin û yekîtiya xwe çê bikin. Helbet wê rojekê Xwedê Ti’ala dergahên xêrê bi ser me miletê stembar û ketî da jî vebike înşa Ellah û Rehman.
Vêca em dikarin herdemê di warê siyaset, azadî, serxwebûn, zanistî û teknîkê da ji miletên Dinyayê sûdê werbigirin. Lê di warê exlaq û şaristaniyê da divê em jî wek bav û kalên xwe ji miletên Dinyayê ra bibin mînaka şan û şerefê. Her wiha bersiva hinek rexnegiran jî li jêrê ye.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com