ZIMANÊ STANDART ANGO “KURDİYA AKADEMÎK”

”Çimkî kesên bi nexweşiya ” Kurdiya akademîk ” ketibin, her tim hewl didin ku Kurdiyeke standart ango Kurdiyeke tu zimanekî din tev nebûbe biaxivin. Lê wexta Kurdiya wan têrê neke peyven nû tev li axaftinên xwe dikin. Mixabin ev jî gelek caran bi mantiqa Tirkî çêdibe.”

 

ÎHSAN BÎRGUL / ZIMANÊ STANDART ANGO “KURDİYA AKADEMÎK”

Di nav me Kurdan de peyva “Kurdiya akamedîk” bûye mode. Hetta em dikarin bêjin bûye statuyekî. Em hemû jî gelek caran pêrgî dialogên wekî ” Kurdiya min baş e lê Kurdiya akademîk nizanim” “Ev peyv di Kurdiya akademîk de tê çi wateyê ” hwd tên. Ez naxwazim bikevim mijara ” zimanê akademîk çi ye an çi nîn e. Jixwe her tişt li holê ye…
Li gel vê bêguman divê em zimanê xwe standart bikin. Li gorî rê û rêbazên gramerê tev bigerin. Jixwe ya ku jê re “Kurdiya akademîk” tê gotin jî ev e. Yanî zimanê nivîsê. Lê ev standardîze bi xwe re gelek xetereyan jî tîne. Mînaka herî sereke devoka Serhedê ye. Ji ber ku pêla zimanê nivîskî ji Botan ber bi Serhedê vê hatiye, piraniya Serhediyan devoka xwe bêqîmet dibînin û pişta xwe didinê. Ev xetere bi xwe re mantiqa zimanê Tirkî jî serdest dike.

Çimkî kesên bi nexweşiya ” Kurdiya akademîk ” ketibin, her tim hewl didin ku Kurdiyeke standart ango Kurdiyeke tu zimanekî din tev nebûbe biaxivin. Lê wexta Kurdiya wan têrê neke peyven nû tev li axaftinên xwe dikin. Mixabin ev jî gelek caran bi mantiqa Tirkî çêdibe. Mînak; bikaranîna peyva “hûn” ya ji bo yek kesan ango yekjimar. Ev peyv rasterast wergera “siz”a Tirkî ya nîşana têkiliya fermî ye. Halbukî di Kurdî de ji bo yek kesekî/e peyva ” hûn” nayê gotin. Ancax dikarî peyva “cenabê te” bikarbinînî.

Ew jî li gorî rewşê. Ne her gavê. Wexta halê ziman ev be, ev ziman ji gel re xerîb tê û gel ji devoka xwe ya heyî dikeve şikê û kesên “Kurdîya akademîk” wekî kesên bijare dibîne û xwe jî biçûk. Şûna ku li ziman germ be dîwarekî qerase yê “akademîk” dikeve navbera gel û zimanê gel. Bilêvkirina gotinên Kurdî yên herêmî û resen dibe wekî kêmasiyekî…
Em werin kevirê serê lodê ango gotina dawî. Eger derdê me pêşxistina ziman be ( ji samimiyeta tu kesî şika min tune) ew çax divê em ziman hêsantir bikin. Şûna ku em bêjin “Kurdiya akademîk” , nizanim ev peyv ji kîjan zimanî hatiye, ev peyv Kurdî nîn e hwd. Em rê û rêbazên belavkirina xwendin, nivîsandin û axaftina ziman ya li nava gel bigerin. Da ku roja ev ziman tam hemadê xwe sererast bû li holê bêxwedî nemîne.

Lê Binêre

Xelîl Xeyalî

Alfabeya Xelîl Xeyalî

Mamoste Qedrî Xelîl Xeyalî (1876-1926 ji Modka ye, ji qebîleya “Mûdan” e. Li cem Seîdê …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !