Pentagon: Em li benda êrîşên nû ne

Piştî êrîşa roja pêncşemê li Balafirgeha Kabulê ku 170 kes hatibûn kuştin, tê de 13 leşkerên Emerîkî jî hebûn Berdevkê Pentagonê yê Wezareta Parastinê yê DYA John Kirby got ku em li Efxanistanê li benda êrîşên nû ne.

Kirby destnîşan kir ku tedbîrên ku Dewletên Yekbûyî li dijî êrişên roja pêncşemê girtine “têrê nekirine”, lê Artêşa Emerîkî li dijî êrişên din amade ne û ew ê bersiveke xurt bidin.

Kirby daxuyand ku “Em hîn jî bawer dikin ku gefên pêbawer hene. Bi rastî gefên pir taybet, pêbawer,” hene.

Ji ber îhtîmala êrîşên nû, ji hemwelatiyên Emerîkî hat xwestin ku ji Balafirgeha Kabulê dûr bisekinin.

Berdevkê Pentagonê Kirby, diyar kir ku welatê wî dê 31ê Tebaxê ji bo vekişînê tevbigere, piştî vekişîna Artêşa Amerîkî, dê rêyên din jî ji bo firînên li derveyî welat werin çalakkirin lê ne hewce ye ku em zûtirin eskerên Artêşa Amerîkayê ji heremê vekişînin û bar bikin Dewleta Yekbûyî.

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !