Kovara Şermola

Hejmara Nozdemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Nozdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê (Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê) ye, ji pêşekiya hejmarê: “Nivîsîn û belgekirina dîrokê ji bo gel û neteweyan xwedî girîngiyeke mezin e. Neteweya ku guh nade vê yekê, dê rastiya dîroka wê were çelexwarkirin, piştguhkirin û jibîrkirin û di encamê de dê di devê hêzên dagirkeriyê de bibe pariyekî hêsan.

Her wiha ew milet dê rastî qirkirina nijadî û çandî were. Weke mînak, niştecihên resen ên parzemîna Amerîkayê ji hêla dagirkeran ve hatin qirkirin û navê “Hindiyên çermsor“ li wan hat kirin. Ji ber ku tu mîrateke şênber a nivîskî li ba wan tune bû, kesên ji wan sax man jî, nikarîbûn guhertin û çelexwarkirina ku der heqê dîroka wan de pêk hatiye, biguherin.

Ji ber heman sedemê hin gelên Rojhilata Navîn rastî paşguhkirin û çelexwarkirina nasnameyê tên; her wekî gelê kurd. Gelên derdora wan hewl dan koka kurdan bi xwe ve girê bidin da ku wan di nava xwe de bipişêvin. Her wiha rojavaya sermayedar bi navê “rojhilatnasiyê“ şandeyên mizgîndariyê  şandin herêmê û wan karîbû gelên xiristiyanî li herêmê ji hev bixin.

Ji aliyekî din ve şande hinartin herêmê da ku li cihên dîrokî û şûnwarî venihêrin û di encamê de herêm rastî dizîn, şelandin û çelexwarkirineke dîrokî ya bizanebûn ji hêla rojavaya sermayedar ve hat, û bi dehên hezaran şûnwarên dîrokî ji bo mûzexaneyên xwe veguhestin (dibe ku di cihine nehênî de jî veşartibin). Armanca wê ji vê yekê ew bû ku bi bûyer û tomarên kevin bilîzin û hin teoriyên dîrokî derxînin; her wekî teoriyên girêdayî koka hindo-ewropî ya hin neteweyên resen li herêma Mezopotamyayê.

Li Sûriyeyê jî, li şûna ku serê xwe bi cihêrengiya neteweyî û çandî ya ku ji hezarên salan ve li herêmê haye bilind bike, hewldan di salên borî de hebûn û hê jî hene ku şaristaniya kevin a ku li Sûriye û Iraqê derket, tenê bi nijadekê ve girê bide. Vê yekê hin caran ramanên nedurist û tundrew der heqê gel û pêkhateyên sûrî de peyda kirin.

Piştî guhertinên ku ji sala 2012an ve li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin, hevpeymaneke civakî di navbera hemû gel û pêkhateyên herêmê de derket. Tê de jiyana hevbeş, danpêdana bi tevahî çand û zimanên xwecihî yên herêmê û azadiya weşandinê hatin pesendkirin.

Tevî atmosfera vekirî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê lê tu navend an jî saziyeke têkildarî lêkolînên dîrokî, Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê tune ne. Bêguman pêwîstiyeke mezin bi navendine wisa heye da ku careke din ji nû ve li dîroka herêmê û gelên wê binihêrin û di encamê de sêwir, nerîn û ramanên çewt û nedurist çareser û sererast bikin û dîrokeke nû binivîsin lê vê carê bi destê miletên herêmê..…”.

Di hejmara Nozdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.

Hejmara Nozdemîn a kovara Şermola 152 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.

 

Di beşa kurdî de ev berhem hene:

Pêşek: 

– Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Dosyaya Hejmarê:

– Girîngiya Nivîsandin û Belgekirina Dîroka Kurdî.. (Merwan Berekat)

– Di Jiyana Gelê Kurde de Girîngiya Nivîsandin û Belgekirina Dîrokê.. (Narîn Omer)

– Wêje Bedewiya Dîrokê ye.. (Fehîma Deştan)

Lêkolîn:

– Cizîrî û Welatperwerî  -Xelek 1.. (Diyar Bohtî) 

– Nirxandina çîroka (Şaîroko) ya Bavê Nazê.. (Aram Hesen)

Pirtûkên Derketî:

– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê) 

Huner:

-Stran; Dengê Dîroka Kevnar .. (Berçem Hewar)

-Vejîn (Şano) .. (Simko Cûdî)

Çîrok: 

– Kilîd.. (Ebas Mûsa)

Helbest: 

-Li te digerim.. (Cemîl Xoce)

– Şevek bû û hatin.. (Yasir kobanî)

Serbest:

– Koça dawîna du rewşenbîran.. (Desteya Sernivîskarîyê)

Ciwan û Wêje:

– Çîrokek di nav koma jinan de.. (Sewsen Şêx Bekir)

– De were.. (Ehmed Hesen)

Lê Binêre

Ezize Gerdenzeri

Jiyana Xelȋlȇ Çaçan Mȗradov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ 100 saliya ji dayȋk bȗna rojnamevan, nivȋskar ȗ serokȇ Radyoya Yȇrȇvanȇ Para Kurdȋ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !