Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê “Muzîk û Şoreş” e , di hejmarê de nêrînên nivîskar û hunermendan der barê vê mijarê de hene, hevpeyvîn bi çend hunermendan er hatiye kirin, di nêrînan de tekezî li ser rola hunermendan di parastina mîrasa hunerî ya resen û rola wan di şoreşê de hate kirin, her wisa li ser pêwîstiya pêşxistina kesayeta hunermendan li gorî nirxên şoreşa ku tê jiyîn.
Di beşa Erebî de dosyayek taybet li ser nivîskar Fewziya El-Meriî ya ku berya demekê koça dawî kir, heye. ji xwe tê zanîn ku nivîskar Fewziya El-Marî roleke wê ya mezin di tevgera wêjeyê de hebû bi taybetî li bajarê Reqayê û ew bi xwe jî mînakeke herî berçav e di qada wêjeya jinê de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Hejmara (22) a kovara Şermola 184 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.
ji pêşekiya hejmarê: “Weke ku tê zanîn, muzîk yek ji heft hunerên navneteweyî ye û xebatên muzîkê ji stran, awaz û semfonî û hwd pêk tê. Muzîk ji mêj ve di jiyana civak û gelan de risteke balkêş lîstiye. Sumer û yewnanan ew mîna zimanê gerdûnê şayesand “giyanê gerdûnî” û li ser asta leşkerî û stranên serkeftinê romî jî xwedî rengekî taybet bûn.
Li Rojhilata Navîn, li Hicaz û Mekayê çalakiya muzîkî li ba ereban derket pêş û muzîkjenan li bazara Ukazê pêşbaziya hevûdin dikir. Vedîtinên şûnwarî jî tekez dikin ku bavûkalên kurdan û di nav de xoriyan (Sedsala 13an BZ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê) muzîk nasîn. Di serdema islamî de, muzîkjenên kurd ên mîna Ziryab risteke mezin ji bo pêşxistina muzîkê lîst. Ziryab xwe dispart teknîk û rêbazên muzîka kurdî û ew li cîhana erebî, islamî û ewropî (Spanya – Endelus) belav kirin.
Girîngiya muzîkê ji bandora wê ya mezin li derûna mirovî û moralên takekesî yên kes û komên endamên civakê tê û ev bandor li hemû çalakî û xebatên mirovî yên weke şahî, şînî û hwd dibe.
Muzîk nasname û rastiya gelan diteyisîne û alava parastina çand, ziman, dîrok, folklor û kevneşopiyên wan ên gelêrî ye. Strangotina kurdî ya resen a bi navê Dengbêjiyê weke mînak heya radeyeke pir mezin çand, ziman û nasnameya kurdî parast û hinek stran çîrokên civakî yên rast, bobelat, şerên li dij kurdan an jî şerên kurdan ên di serdemên dîrokî yên diyar de vedibêjin. Bi taybet têkildarî civak an jî gelên ku rastî qirkirinên berdewam hatine, ev jî hinek erênî û sûdên muzîkê ne. Muzîk û huner bi giştî yek ji stratejiyên berxwedana civak û gelan ên li hember pêngavên qirkirin û bişaftinên çandî û nijadî ne.
Muzîk çeka hêzên şoreşger û tevgerên azadiya niştimanî ye, da ku ji hêlekê ve êş û azarên civakê biteyisîne û ji hêleke din ve coş û heyecanê bixe dilê cemawer û alîgirên xwe û wan han bide ku li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em dikarin wek mînak girîngiyê bidin dehên stranên şoreşgerî yên girêdayî tevger û şoreşên azadiya niştimanî yên li Kurdistan, Filistîn û Başûrî Afrîkayê. Ji ber vê sedemê mîna hemû beşên civakê yên din, hunermend û muzîkjen di xebat û berhemên xwe de xwedî berpirsyariyên pêşkêşiya nirx û kevneşopiyên civakên xwe ne û divê di xebatên xwe bixin xizmeta gel û şoreşên xwe yên niştimanî û dûrî muzîk û stranên erzan bikevin, sedem ew e ku ev stran bi awayekî nerênî bandorê li çêja giştî û sincên civakê dikin..”.
Di beşa kurdî de ev berhem hene:
Pêşek
– Muzîk û Şoreş.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Dosyaya Hejmarê
– Muzîk rewan bi xwe ye.. (Delîl Mîrsaz)
– Di Dema Şoreşê de Huner û Muzîka Kurdî.. (Abdulrehman Çadircî)
Hevpeyvîna Hejmarê
– Li gel Hunermend “Serhed Zana” ye (Hevpeyvîner: Aram Hesen)
Lêkolîn
– Ji helbestên Melayê Cizîrî: DIL JI ‘ILACÊ KU BI DERKET.. (Diyar Bohtî)
– Fonolojiya Devoka Aliyan a Herêma Cizîrê.. (Nejbîr Elî)
– Di navbera Sîmug, Benû û Enqer de Maneyên Muhtemel ên Fîgura Sîmir di Vegotinên Mîtolojîk û Çîrokên Kurdî de.. (Luqman Guldivê)
Pirtûkên Derketî
– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Serbest
– Ziman û timî ziman.. (Salihê Heydo
Helbest
– Xwezî bi wê rojê.. (Dildarê Şeko)
– Gulfiroş.. (Mihemed Hemo)
Ciwan û Wêje
– Bahoza Dilê Te.. (Nîvyana Mislim)
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Rêveber û Sernivîskarê giştî: Dilşad Murad
Sernivîskarê beşa Kurdî: Aram Hesen
Desteya sernivîskarîyê: Aram Hesen, Abdullah Şikakî, Ehmed Alyûsiv