BEHLÛLÊ ZANA

Mehmet Gür

Behlûlê Zana… ev zatê helbestkar û wêjekar ,navdar bi gelek navên cuda tê nasîn. Di nav gelê kurda de bi nav û denge. Bi navên wekî Behlûlê zana,Behlûlê mahî, Behlûlê dîn,Behlûlê birayê Harûn Reşit , Behlûlê Dane, Behlûlê Dîwane , Behlûlê Danende û Behlûlê Yekdane tê naskirin.
Ev helbestkar û wêjekarê me di dawiya çarîka siyemîn a sedsala 8 an de li Loristanê, li herêma Mahilkûfê yê xwedê daye cîhanê. Zarokatiya wî li Loristanê , li kolanên Mahilkûfê boriye. Niştihcihên Loristanê misliman in û ji mezhebê Ehlê Heq in. Di temenê 8 _9 an de diçe Medresa Mahilkûfê. “Hê zanîn û perwirandina medreseyê ne qedandî û di temenekî biçûk de “Rêbaza Yarî” ya yekem li Hewremanê dadimezirîne;sedema vê xebata hêja nasvava damezirînerê pêşî digire, dibêje Feqî Huseyn Sağniç. Ev kesayet çawa di karên xwendin û helbestan de biserketî bû wisa di kar û barên olî û wêjeyê de ji hêja û pêqetiyayî bû.

Navê bavê hunermendê kurd Emer e û navê bavê wî Leheb e. Di nav derdor û malbetê de digotinê Emerê Leheb. Behlûl nasnava wî ye. Lê her kes Behlûl wekî navê wî yê rast dizanin.
Behlûlê zana yekem pêşengê helbest û wêjeya kurdî ye. Gelek kes dibêjin pêşengê wêjeya kurdî Elî Herirî ye. Lê mixabin ev şaşe. Rayên helbest û wêjeya kurdî pir kevnarin. Li gorî dîroka wêjeya kurdî pêşengê nivisandina wêjeya kurdî Behlûlê Zana ye. Elî Herirî pêşengê wêjeya zaravê kurmançî ye. Lê Behlûlê zana yekem bi zaravayê goranî helbest nivîsandin. Gava em rûperên dîroka wêjeya kurdî diqulipînin em ewilî rastî navê vî zatê hêja tên. Ji Behlûl gelek helbest û berhem mane ku di pîrtûka “Dewrey Behlûl” de hatine berhevkirin.

Behlûlê Zana bi çend hevalên xwe re ji bo xwendin û perwerdê çûn Bexdayê. Bêrawestan Behlûlê zana qeyda xwe li medrasa Îmam Cehferê Sadiq de çêdike. Demek kin de perwerda xwe diqetine û dibe zanayekî serdest û navdar. Piştî perwerda xwe bi destûra seydayê xwe derdikeve û diçe Qermasînê(Kirmanşah) û ji bo pêşdebirina Rêbazê Yarî hewl daye û têkoşiyaye. Aligir û hevalên wî zêde dibin û serketî dibe.
Di demê Behlûlê Zana de xelifê ebasiya Harun Reşit bû. Harun Reşîd b irêbazên zor û zextan xelifetiyê dike. Behlûlê Zana nizana şalûzî û meleqetiyê bike ji bo xelife. Rêbertî , rêbaz , kîryarên xelife yên li ser gel rexne dike û napejirine. Van rexnên xwe ji bi dengekî berz di nav gel dibêje. Ev rexnên wî diçin guhên xelifê ebasiya. Harun Reşîd fermana kuştina wî dide. Dema Behlûl ji fermankuştina xwe agahdar dibe bêrawestan derbasî cem Seydayê xwe îmam Cehferê Sadiq dibe û fermankuştina xwe radigihine. Wextê seydayê , bi vê bûyera nemirovanî dihese berê xwe didiyê û jê re :”Divê tu xwe li dînitiyê daynî ku ji mirinê rizgar bibi” dibêje Feqî. Behlûl bi xeber û şiretên seydayê xwe dike û xwe li dînatiyê didane. Ji fermana kuştina xelife rizgar dibe. Piştê vê şireta seydayê wî ew xwe li dînatiyê datîne. Ji aliyê her kese vê jî dîn tê nasîn. Dîsa ji dev ji rexnên xwe bernade û xelife rexne dike. “Lê Harun Reşîd tê, tu kes jê rencîde nabe.” Ji aliyê her kesî ve wekî dîn tê pejirandin. Çi kes jê ziver nabe , pê dikenin û dibêjin dîne guhdar mekin. Lê Behlûl dîsa rexnên giran li pergalê xelifetî , islamiyetê dike.

Li gor gotegota dibêjin ew û Harun Reşid birayên hevdune. Çi alaqa her duyan bi hev du nîne. Bes Harun Reşîd bizanebûn Behlûlê Zana werdigire qesra xwe û navbira xwe wî de peyama destebîratiyê çêdike. Ji ber vê peyama Harûn Reşîd ebasî û kurd kurdetiniya Behlûlê Zana ji bîr dikin , wî wek ereb û birayê xelife dihesibinin. Di zarokatiya me ji de gelek methelokên Behûl dihatin gotin , me ew wek ereban dipejirand. Lê çi têkiliyên wî û malbata wî bi ereban nîne. Ev zatê zana , rewşenbîr esl û feslê xwe kurd e.

Gelek taybetmeniyên vî kesê afiriner berdar û behremend hene. Lê taybetiyek vî zatî heye ku hewceye ez qal bikim. Rexne û gotinên xwe bi riya tinazî û henekan digotin , belav dikirin. Zimanek û şêwazek îronî hebû. Ji ber vê taybetmendiya wî her kesî ew wekî dîna didît. Lê mixabin Behlûlê Zana ne dîn bû , dizanî çi digot. Gotin û methelokên wî heta roja me hatine. Esas Behlûl û Nasretin xoca pir durivê hev didin. Gelek xususiyetên wan wek hev in. Her du ji rewşenbîrên sedsal , demên xwe ne. Bi zimanek tinazî rexnên xwe digotin. Bi wêrekî pergal , desthildarî rexne dikirin. Vêca xelkî ew wek dînan didîtin. Nasretin xoca di sedsala 12 de jiyan kiriye. Behlûlê Zana ji di sedsala 8 de jiyan kiriye. Ez dikarim bêjim ku Behlûl ji Nasretin xocê kurda ye. Lê mixabin kurd bêsemyan , bêxwedîbûn. Ji ber vê sedemê jî ev zatê afiriner di nav gel de kêm tê nasîn. Hinek netew , gelên din lê xwedî derketine. Di nav pêlên dîrokê de windabûye. Gelê kurd li nirxên vî zatî afirandî xwedî derneket , heqê wî yê di dîrokê de nedayê. Vêca em werin ser serpêhatî , methelokên wî. Nasretin xoca bi toza wî re nagihe , nikare li qada henekan ligel wî hespî bibezine. Siwar û hunermendê heneka ye. Ezê çend methelokên wî binivîsim.

Behlûl rojekê radibe diçe tovê genim diavêje cihekî xilxileyî. Dibêje, xwedayo min çand , radestî te kir. Dibe havî, dema dirûnê tê Behlûl diçe nav xilxileyî , dimêzine , tovê ku çandî hemû bûye kolînd û şîn bûye. Behlûl dibêjê ” xwedayo min ji te çi xwest , te çi da min? Min genim avêt , te kolînd şîn kirin”, Radibe kolîndên xwe kom dike û dibe ser bêndera xwe. Kolîndên xwe dişikêne , hundirê kolînda tije genim e. Kêfa Behlûl xweş dibe. Genimî dike sê par. Parek ya feqîran , parek ya Xweda û parek ji ya xwe. Behlûl bi dilekî rehet diçe mala xwe û pal dide. Xweda fermanê dide bayê û para Behlûl û feqîran belav dike. Roja din Behlûl diçe bênderê , çi bibîne , para wî û feqîran ya bênderê werkirî. Para Xweda qet tiştek nehatiye serî. Behlûl radibe , bêrekê dike destê xwe û para xweda li derdorê belav dike. Dibêje ” ha bila wisa li para te jì bibe. Ma ez nikarim bi te.” Behlûl diçe mala xwe û pal dide. Xweda fermanê dide moriyan , şibî berê her sê paran kom dikin û her sê paran kom dikin. Roja din dîsa Behlûl tê ser bênderê û dinihêre her sê parên genim yên hatî kom kirin. Behlûl dimêze asîmanan û dibêje” çûv çûvî nas dike”

Rojek ji rojan Behlûlê Mahî ji Harûn Reşîd re ” Gelek kes te digel weziran , vedixwînin çeşneyan. Ez ji vê firazî û rûmeta hêja para mame. Ma ji me re ev yek dez dide? Ne bi serê te” dibêje û roja din wan vedixwîne mala xwe. Her yek ji wan tasek av û pariyek nan datînin ber û ji wan re ,” Bifermo! Hûn ne babetê van xurekên Xwedê ne. Lê bixwin” dibêje.
Rojekê jî Behlûlê Zana , bi dilekî germ û kêfeke xweş tê qesrê. Sedema vê yekê Harûn Reşîd jê dipirse. Di bersivê de :”Heya niha min dizaniya ku dê gunehê te ji min bên xwestin. Min nedizaniya ka ezê çawa ji bin wan gunehên giran derkevim. Îro di dikana qesêb de bersiva wan gunehên te bi dest min ketin. Min dît ku xwediyê dikanê miha serjêkirî di lingê wê de û bizina serjêkirî jî lingê wê de hilavêstibû. Ango her yek di lingê xwe de hatibû daliqandin. Wê dîmenê şahiyek avête hundirê min. Ew şahî ev bû ku , ” Mih bi piyê xwe ve û bizin bi piyê xwe ve her kes bi mêvanê pîşe û emelê xwe ve”. Di wêjeya gelê me de ji van methelokên wî pir in. Ez nikarim hemûyan binivîsim. Ez ê bi gotinek wî ya dîrokî nivîsa xwe bidawî binim. Behlûlê Zana dibêje ” Sedsal û seetek , seetek û sedsal , tu herrojekê mêvanê axa yî”

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !