Enkîdû

Di Mîtolojiya Sumerê De Enkîdû

Enkîdû karakterekî mîtolojiya Sumerê ye. Enkîdû heywanekî mezin e. Ew di epîka Gilgameş hevalî Gilgameşê ye û di vê êpîkê da tê dinê û dîsa di vê êpîkê da dimire.

Enkîdû, di destana Gilgamêş de tê ziman. Weke rêhevalê Gilgamêş jî tê ziman. Bi hev re dikevine rêwîtiyê de. Di her rewş û şert û mercê de, Enkîdû li cem Gilgamêş e. Di destanê de, tê ziman ku Enkîdû, dimire û tê şandin li cîhana binerdê. Lê Gilgamêş li dûv wî, ji yezdanan dixwaze ku herê wir û wî bêne. Înanna, tê gotin alî dike û berê wî dide wir.

Lê di destanê de, di dawiyê de, ti kêvalbarên dawiyê de, tê gotin ku Enkîdû berdestkê Gilgamêş e jî. Ev vegotina di kêvalbarên dawiyê de, bi vegotina kêvalbarên pêşî re dikeve nanokîyê de. Lê, qanaata herî mazin ew e ku ew rêhevalên hevdû ên pirr baş in.

Gilgamêş, keyê Urukê ya. Ew ji Urukê dikeve rêwîtîyekê ku were cem Utnapîştim ku ji wî ava jîyanê ya ku wê jîyaneke sermedî bidê wî. Gilgamêş, di pêşîya jîyaneka sermed de ye. Enkîdû, di rêwîtîya wî de, bi wî re ye. Wî bi tenê ne berdê. Tevî, di rêya wan de gelek tişt têne serê wan jî.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !