Herodot

Herodot Kî Ye

(rawejî 484 b.z.), m. (425 b.z.)

Dîroknas û nivîskarek yewnanî ye. Qasî ku tê zanîn Herodot dîroknasê herî pêşî ye, Marcus Tullius Cicero ji bo wî gotîye “Bavê Dîrokê”. Ew bi pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Herodot tê naskirin.

Herodot li Halîkarnasosê, Bodruma îro li Tirkiyeyê, hatiye dinê. Li gorî ensîklopediya bîzansî ya Sûda (Souda), li ser Dîrokê, wî hewldaye hukûmeta stemkar bide erdê, lê bi ser neketiye. Ji ber vê yekê, ew çû Girava Samosê xwe li wir veşart. Paşê ew derkete gerekê û çû welatên farisan, Misir, Babîl, Ûkrayna, Îtalya, Sîcîlya, Atînayê. Ew careke din venegeriya Halikarnasosê. Dema çûyî Atînayê wî bi kesên mezinên wê demê re pêwendiyên xurt danîn û di nav van kesan de Sofokles û Perîkles jî hebûn.

Herodot pirtûkekê li ser dîrokê û gerên xwe bi nave Dîroka nivisand. Ev pirtûk para bêhtir li ser împeratoriya Farisan, Misira kevnare, Med û jiyana rojane ya gelên wî dîtî bû.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !