Classic Layout

Jiyana Mele Sîracê Xelîlî

Mele Sîracê Xelîlî (z. 1930 Xelîla, Kerboran – m. 1983) di sala 1930’î de li gundê Xelîla, yê navçeya Kerboran a bi Mêrdînê ve girêdayî, ji dayik bûye. Xelîla di nava eşîra Erebiya de gundê herî mezin e. Mele Sîrac zaroktiya xwe li Xelîla derbas kiriye. Navê bavê wî Mele Ebdulhekîm e. Mele Ebdulhekîm jî alimekî gelekî hêja bû. Ji malbata …

Zêdetir Bixwîne
Jiyana Nûr Elî Îlahî

Jiyana Nûr Elî Îlahî

Nûr Elî Îlahî an jî Ustad Îlahî (z. 11’ê rezberê, 1895 – m. 19’ê kewçêrê, 1974) fîlozof û îcatkerê tembûra modern, hizirvanê ruhanî, hunermend û dadgerê kurd[1] ê ji rojhilatê Kurdistanê ye ku jiyana xwe li ser lêgerîna metafîzîkî ya hebûna mirovan bûrandiye. Jînenîgarî Feylezofê kurd ê îranî Ustad Îlahi, di sala 1895’an de li gundê kurdan Ceyhûnabadê (wê demê gundek bû) ku nêzîkê Kirmaşanê ye ji dayîk …

Zêdetir Bixwîne
Jiyana Leyla Qasim

Jiyana Leyla Qasim

Leyla Qasim (z. di salê 1952’ê li Xaneqîn − m. 12’ê gulanê 1974’ê li Bexda) yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêriyê tê nasîn. Kurtejiyan Leyla Qasim û Cewad Hemewendî Leyla Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dikir ku navê wî Cewad bû. Ew hertim bi …

Zêdetir Bixwîne
Jiyana Bilind Îbrahîm

Jiyana Bilind Îbrahîm

Bilind Îbrahîm Nasir (z. 1974), stranbêj û hunermendekî kurd e. Jiyan Ji akinciyên bajarê Dihokê ye. Malbata wî li devera Şingalê diman. Di sala 1974an de bi sedema têkeliyên wan bi hêzên şorişvan ve, ji aliya rijîma berê ya Iraqê neçar dibin koçber bibin. Di sala 1975an de dihên ber bi Dihokê ve. Di sala 1977an de her li bajarê …

Zêdetir Bixwîne
Rojda Şenses

Jiyana Rojda

Rojda (z. 1978 li Misircê, bi navê xwe yê fermî Rojda Şenses) stranbêjeke kurd a muzîka kurdî ya nûjên e. Kurtejiyan Rojda di sala 1978’an de li Tutun, gundekî navceya Misircê ya Sêrtê, ji dayik bûye. Di 12 saliya xwe de dest bi xebatên muzîkê kir. Sê salan di nava komên di bin sîwanên HEP û DEP’ê de stran got. …

Zêdetir Bixwîne
Jiyana Ferzende Kaya

Jiyana Ferzende Kaya

Ferzinde Qaya (Ferzende Kaya) rojnamevan û nivîskarekî kurd e. Qaya di sala 1978 de li navçeya Elbakê ku bi ser Wanê ve ye, ji dayik bûye. Rojname û kovarên wek Politika, Selam, Nokta, Radikal, Yeni Gündem û Turkish Daily News da karkir. Pir nivîsên wî li se pirsgrêkên Kurd,mafên mirowan û Rojhilata Nawin hene. Heman demê li Zangoya USA Newport University de dixwine. Pirtukên wî yên bîyografî …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Bilind Salih – (Blend Saleh)

Bilind Salih (li Ewropayê Blend Saleh) (* 21’ê rezberê 1978, başûrê Kurdistanê) stranbêjekî kurd e. Popbêj (popvan) e. Di 6 saliya xwe de dest bi xebata muzîkê dike. Li Hewlêrê diçe dibistanê. Bi zaraveyê kurmanciya Behdînanî distrê. Di TV ya herêmî ya Kerkûkê de distrê, bi enstrûmana xwe ji Tehsîn Taha re sazbendiyê dike. Sala 1991’ê bi tevî malbata xwe diçe Swêdê, li wir dibin penaber. Di zanîngeha Uppsalayê de perwerdeya …

Zêdetir Bixwîne
Jiyana Koçer Bîrkar

Jiyana Koçer Bîrkar

Koçer Bîrkar (z. tîrmeha 1978 li Merîwan, Rojhilata Kurdistanê (Îran) li ser navê فریدون درخشانی Fereydon Derakhshani), bîrkarekî kurd e ku giringiya xebatên wê li ser hendewa cebirî ye. Ew li Zanîngeha Cambridgeyê de profesor e.

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Özgür Doğan

Özgür Doğan, (* 1978 li Gimgim, Mûş, bakurê Kurdistanê) derhênerekî kurd e. Di xebata xwe de romî (tirkî) û kurdî bikartîne. Jînenîgarî Li gundekî Gimgimê tê jiyanê. Beriya zanîngehê perwerdeya xwe li Trabzon û Konyayê bidawî dike. Sala 2001’ê ji beşa ragihandinê ya zanîngeha Enqereyê destûrnameyê digire. Heman salê wekî lêkolîner di zanîngeha teknîkê ya Ortadogu (ÖDTÜ) dest bi kar dike. Sala 2004’ê ji şaxa …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Viyan Mayî

Viyan Mayî derhênereke kurd e. Viyan Mayî di sala 1960’î de li gundê Mayê li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Wê li Swêdê ragihandin, medya û perwerdeya demoqratyane xwendiye. Ew di sala 2004’ê de vegeriya Kurdistanê û li bajarê Duhokê birêvebiriya Mala Fîlman dike. Fîlmografî Kevoka spî Dîdarek bê jivan Merg û namûs Doz Kicha kurda

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !