Classic Layout

Jiyana Îsmeîlê Sêlîmî

Dengbêj di sala 1956’an de bajarê li Diyarbekirê, li gundê Sêlimiyê hatiye dinê. Eslê wan ji Serhedê ye. Bav û kalê wî  berî 80 salan koçî Diyarbekirê kirine. Mekteb nexwendiye. Li gund bi karê wek cotkarî û xwedîkirina pez û dewaran mijûl dibe. Ji 12 saliya xwe û virde ye distrê. …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Îbrahîmê Pîrikî

Dengbêj di sala 1958’an de li qeza Licê, li gundê Pîrikê hatiye dinê. Mekteb nexwendiye. Di sala 1995’an de hatine li Diyarbekirê bi cihûwar bûne. Di înşaetan de wek karker dixebite. Zewicandî ye û pênc zarokên wî hene.

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Huseynê Mûşî

Dengbêj di sala 1936’an de li Mûşê, li gundê Maûba hatiye dinê. Eslê wan ji qeza Sasonê ye. Mekteb xwendibû. Ji gundê Maûba koçî gundê Orgînosê kiriye û li wir muxtarî kiriye. Zewicandî bû.  Neh zarokên wî hene. Di sala 2001’e de çû ser heqiya xwe.

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Huseynê Farî

Dengbêj di sala 1939’an de li Amedê, li gundê Farê hate dinê. Mekteba seretayî xwend. Piştî 23 saliya xwe koçî Amedê kir. Di sala 1970’î de sêlikên Kurdî dagirt. Zewicandî bû. Heft zarokên wî hene. Gora wî li gundê Farê ye.

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Fetehê Gimgimî

Dengbêj di sala 1966’an de li Gimgimê, li gundê Virancê hatiye dinê. Mekteba seretayî xelas kiriye. Ji sala 1997’an û virde ye li Diyarbekirê dijî. Li Diyarbekirê karê dergevaniyê dike. Zewicandî ye û çar zarokên wî hene. Kekê dengbêj Şemsedînê Gimgimî ye.

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Evdilhadiyê Arzûoxlî

Dengbêjekî hêja ye. Tam nayê zanîn ku kîngê hatiye dinê. Li gor ku tê gotin di dema “Seferberlixê” de 6-7 salî bûye. Li Kopê, li gundê Dignûgê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji eşîra Hesenan e. Piştî ku mezinên wî koçî gundê Arzûaxlî ya bi ser Amedê ve dikin, li …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !