MASÛD BAXTIYARÎ (Bahman Alaaddin)
Ew di 12. Îlona sala 1940an de li bajarê Mascîd Soleyman li navçeya Xozîstanê tê dinyayê. Ew zarokê malbateke Baxtîyarî ye ku ji aşîreta Bêdarvade ye û ji Komalgeha heftlenan (heftling) bû.
Li sala 1945an ji ber karê memurîya bavê wî, malbata wan bar dikin diçine bajarê Lalî. Lewra ew li sala 1949an dest bi xwendinê dike û diçe dibistanê. Ew li wî bajarî dest bi xwendina bilind dike. Di sala 1957an de piştî ku bave wî taqawît (karwesten) bû, ew li gel malbata xwe vedigere bajarê Mascîd Soleymanê, lewra xwendina xwe ye bilind li dibistana bilind a Amir Kabir heta 1961î berdewam dike.
Alaaddin piştî xelaskirina xwendinê dibe mamoste û dersê dide. Li rev mamostetiyê di sala 1971an de di radyoya Ahvazê de dest bi kar dike. Ew kar heta sala 1979an dajo. Piştî cumhurîya îslam ev demekê dirêj dev ji musîqe berdide û bêdeng dimîne. Di sala 1986an da ew yekem car bi kilama ku navê wê ”Mal kanon” albûma xwe ya yekem çêdike. Bi vî albûma xwe gellek bi nav û deng dibe. Pişt re albûma ”hey yar” derdikeve û yên din….
Masûd Baxtiyarî nave wî yê hunerî ye. Navê wî yê fermî Bahman Alaaddin e.
Masûd di sala 2000an diçe bajarê Qarjê (Karaj) li cem xwîşka xwe.
Di roja 3. Meha sermaweza sala 2006an de dema ku ji gurcikên xwe emelîyet dibe, dile wî disekine û ew diçe ser dilowaniya xwe. Mesûd Baxtîyarî di muzîka Lorî de, bi taybeti ya Bextîyarî e xwedan cîyekî taybet e.
Wî di jîyana xwe de gellek stranên gelerî jî tomar kirin. Ew xwedan dengekî xweş bû.
ماسوود باختییاری (باهمان ئالائاددن)
ئهو د ۱۲. ئیلۆن ئا سالا ۱۹٤۰ ل باژارێ (شههرا) ماسجید سۆلهیمان ل ناڤچهیا خۆزیستان ئه هاتا دونێ. ئهو زارۆکه مالهبهتهکه باختییاری یه کو ژ ئاشیرهتا بێدارڤاده یا کو ژ کۆمالگهها ههفتلهن(ههفتلنگ)ئان بوو.
ل سالا ۱۹٤٥ ژ بهر کارا(مهموری یا)باڤێ وی، مالبهتا وان باردکن دچن ئه باژارێ لالی. لهورا ئهو ل سالا ۱۹٤۹ دهست ب خوهندنێ دکه و دچه دبستانێ.ئهو ل وی باژاری دهست ب خوهندنا بلند دکه. د سالا ۱۹٥۷ پشتی کو باڤه وی تاقاوووت (کاروهستهن) بوو ئهو ل گهل مالبهتا خوه ڤهدهگههره ماسجید سۆلهیمان، لهورا خوهندنا خوه یه بلند ل دبستانا بلنده ئا ئامر کابر ههتا ۱۹٦۱ بهردهوامدکه.
ئالائاددن پشتی خوهلاسکرن ئا خوهندنه دبه مامۆسته و دهرسێ دده. ل ڕهڤ مامائۆستاتی یه د سالا ۱۹۷۱‘دا د ڕادیۆ یا ئاهڤازهدا دهست ب کارێ دکه. ئهو کارا ههتا ۱۹۷۹ داژۆ. پسهتی جومهورییا ئیسلام ئهڤ دهمهکه درێژ دهڤ ژ موسیقه بهردده و بێدهنگ دمینه.
د سالا ۱۹۸٦ دا ئهو یهکهم جار ب کلاما کو ناڤێ خوه „مال کانۆن » ئالبووما خوه یه یهکهم چهدکه. ب ڤی ئهلبووما خوه گهڵهک ب ناڤ و دهنگ دبه. د پشترا ئالبووما „ههی یار“ دهردچه و یێ دن….
ماسوود باختیاری ناڤه وی یێ هونهری یه.
ماسوود د سالا ۲۰۰۰ دچه باژارێ قارژ(کاراژ) ئێ ئه جهم خویشکا خوه.
د ڕۆژا ۳. مهها سهرماوهز ئا سالا ۲۰۰٦ د دهما کو ژ گورجکێن خوه ئامهلییهت دبه، دله وی دسهکنه و ئهو دچه سهر دلۆوانی یا خوه.
مهسوود باختییاری د موسیقه یا لۆری دا، ب تهیبهت یا بهختییاری دا خوهدان جی یهکی تهیبهته.
وی د ژییانا خوهده گهڵهک سترانێن گهلهری ژی تۆمارکرن. ئهو خوهدان دهنگهکی خوهش بوو.