Li Şemzînanê Şewat

 Li  navçeya Şemzînana Colemêrga ya Bakurê Kurdistanê danê şeva borî daristanek şewitî.

Li gor agahiyan do şev di daristanên çiyayê Gomanê yên gundê Nêrkolayê ku girêdayî navçeya Şemzînanê ye şewatek derket. Rayedarên herêmê heta niha tu midaxele nekirine ji bo temirandina şewatê ku belav nebe. Şewata gurbûyî her ku diçe mezin dibe û belav dibe.

Heke şewat zûtirîn neyê kontrolkirin dibe ku agir belav bibe gundên derdorê û xisarên mezin çêbibin. Li gorî ji nûçeyên herêmê tên metirsiyek ketiye hundirê gundên niştecihî.

Serokê Yekîtiya Odeya Bazirganî û Pîşekariyê Muharrem Tekin li ser medya civakî bang li Şaredariya Şemzînanê û Rêveberiya Çandinî û Daristanan kir ku agir zûtirin bê vemirandin.

Şêniyên Şemzînanê bang dikin ji bo ku kareseteke mezin çênebe, xelk zerar nebîne, heywan telef nebin divê xebatên temirandinê demildest bên destpêkirin.

Bernamegeh

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !