Nijadperestên Tirk: “Kurdên Pîs Bicehmin Herin”

Piştî şewatên daristanên li navçeya Manavgat a Antalyayê komên nijadperestên Tirk kontrola rê dikirin û li Kurdan digeriyan da ku êrîşî wan bikin.

Tevî ku ji şewatên 28ê Tîrmehê dest pê kiribûn, li gorî zanyariyan hê jî komên nijadperest kontrola rê dikin û welatiyekî Kurd bi navê Erhan Sevîm li navçeya Kepez a Antalyayê rastî êrîşa komeke nijadperest kontrola rê dikirin hat.

Hat zanîn ku wê koma nijadperest doh 15ê Tebaxê dema kontrola rê kirine, li Erhan Sevîm xistine û gef lê xwarine û gotine, “Kurdên pîs. Bicehnimin herin ji vir, heke hûn neçin em ê we hemûyan bişewitînin.”

Erhan Sevîm gotiye, dema ew ligel malbata xwe roja Yekşemê çûne serdana hevalên xwe, ji bo vegerin mala xwe ya li navçeya Doşemealtiyê di daristanê re derbas bûne û komeke ji pênc kesan pêk dihat rêya wan birîye û ji wan nasname xwestine û herwiha ew bi zorê ji otomobîlê peya kirine.

Sevîm gotiye: “Piştî min ji wan re got, ji Semsûrê me, ez ji wesayitê peya kirim li min xistin. Hem heqaret kirin hem jî gef xwarin û gotin; “Kurdên pîs. Bicehnimin herin ji vir, heke hûn neçin em ê we hemûyan bişewitînin”

Sevîm diyar kiriye, “Di vê navberê de hevjîna min ji wesayîtê peya bû bi gotina alikarî qîr kir. Ji wî alî du wesayît hatin. Piştî ku ew sekinin kesên li min xistin, ber bi wesayîta xwe ve çûn û revîn.”

Wî her wiha daye zanîn, ji ber tariyê rûyê kesên êrîşkar neditîne û daye xuyakirin ku li ser wê êrîşê cendermeyan îfadeya wî wergirtiye û rapora lêdanê jî hatiye derxistin.

Peyama Kurd

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !