Mamik

Mehmet Gür

Ezê di vê nivîsa xwe de cih bidim mamikan. Mamik çandeke gelîrî ya kurdan 

a dêrîn e. Lê ev çande li gel hemû gelan heye. Her gelekê li gorî jiyana xwe ya cîvakî mamik çêkirine. Mamik di nav xwe de jiyan û mantiqa gelan dihewinin. Mamik bingeha xwe ji aqil,mantiqa mirovan digirin. Zeka netewekê didin nîşandin. Pirsin,pirsên bi mantiq in û bersiva wan di nav mamikê de veşartiye. 

Demên kevnar û televizyon neyî di şevên zivîstanan ên dîrêj de,li gundan de li ber tenûran kal,dapîrên me ji hevdun dipirsin. Dem û wextê xwe bi van pisyarên mantiqi diborandin. Heta nîva şevan ev tiştanok ji hevdu dipirsin. Demek xweş û bi henek bi hev re derbas dikirin. Ken û hilehilên wan li dîwar û zikakên gundan olan didan. Dermanê xem,derdê wan mamik bûn. Bîrinên dilê xwe bi şertikan derdikirin. Mamik bûn xem revinên wan. Digotin 

şertkê min şertanî…. mamikê mino mintalî…. 

Ezê hine mamikan bi xwendevanan re par vebikim û bersîvên wan li hember wan binivîsim

1 Êk lingê li deştê du lingo gihiştê girt û dana ser teniştê. Genim 

2“Her tim li mal e, caran şekir e carinan tal eçi ye? Ziman 

3“Sewz e wekî xiyar, berz e wekî, çinar, tirş e wekî hinarçi ye? Rêvas 

4″Çûne deştê bûne heştê, hatine çeman kit nemançi ye? Hêştir 

5Min tiştek heye kes nabîne, kes jî bê wê naqedîneçi ye? Xewe

6Gîsikê kal e, şepşepal e, hê hê dikimê ho ho dikimê nayê mal e” çi ye? Heyve“Ez

7.çûme şikesteka tijî bi ber, yeka wisa tunebû ku rûnêm li serçi ye? Dev û didan

8.”Serê xetê û binê xetê, mamo av da, Xwedê quwetê!çi ye? Cotyar

9. “Sindirîka li ser sindirîkê, kilîda li destê bûkê, derve nabî bi neynûkêçi ye Sindirîka li ser sindirîkê, kilîda li destê bûkê, derve nabî bi neynûkêçi ye? Seat

10.Dara nav dara, zerik e ji guharaçi ye? Mirişik

11. Odeka nav odekê de?pîvaz

12.Ji şevê tarîtir e, ji hespê bileztir e, dice û tê dizivire cihê xweçi ye? Kilê çavan

13.”Yê te ye, lê xelk ji te zêdetir bikar dihîneçi ye? Nav 

14.”Hate mala me Enter, 3 kiras hene li ser, du spî ne û yek jî zerçi ye? heke

15Ez çûme serê darekê, dikim hişkehewarekê, sed mêr hatin bi carekêçi ye? bangê xutbê 

  1.  Darek heye nav daran serê wê bibirin bi mişaran dibe hirehir wekî karan zirna 
  2.  Wizî wizî mamê min tanka bergûzî pişkê birinci
  3. Hanîya û manîya, z bûn derê kanîyan, girtin karwanîyançi ye? morî 19.“Ha ji vê ra heta berê bihar, hemî lawik in du xilxalçi ye? filfil 

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !